Hebû Tunebû
Demekê li gundekî dûr du bizinên serhişk dijiyan. Van bizinan her roj serê sibê dest bi çêrandinê dikirin, heta êvarê li çiyayan digeriyan. Bi hilkişîna ser giran gihayê teze didîtin û ji çemê zelal ên gund av vexwarin. Lê herdu bizin jî pir serhişk bûn. Yek li aliyekî çem û yê din jî li aliyê din digeriya. Dê her tim tevgerên hevdu bişopîniyan û tevgereke ku li dijî hev derbikevin bidîtana.
Rojekê, yek ji bizinan biryar da ku ji bizina din dûr bikeve ku kulînkên teze û çemekî din ê zelal bibîne. Ji hêlekê çem de dest bi meşê kir… Bizinê din ê serhişk gava wî bibîne ma qet disekine? Ew jî kete rê, got ezê hê bêtir giya û kulîlkên teze bibînim.
Çûn û çûn û her du bizin jî bi serhişkîya xwe ne dixwastin ku rawestin. Ji ber ku herduyan jî gotiye ez ê hilkişim çiyayan û cihê herî xweş ê çem bibînim, gihîştin serê çiya. Bizinên ku hatin serêkaniyê, niyeta wan tunebûn ku dev ji serhişkiya xwe berdin.
Li vir çem bi lez û bez diherikî ku tiştek nedikarî li ber ava çem bisekine. Ji ber ku çem bi lez û bez diherikî gundiyan ji darên ku ji çiyê dibirin li wir pireke biçûk çêkiribûn. Gava yek ji bizinan li kêleka pirê û a din jî li aliyê din rawestiya bû, piştî demekê bizinek ji pirê derbas bû û xwest ji giyayên wê derê bixwe. Gava hat ser pirê, bizina din a serhişk jî ber bi pirê ve zivirî. Got ez ê jî derbase hember bibim, wê jî di ser pirê re dest bi meşê kiriye.
Piştî demekê li ser pira teng hatin hemberî hev. Derfeta her duyan jî tunebû ku bi berhev re derbas bibin. Diviyabû yek rê bide yê din. Helbet ma her du bizinên me yên serhişk qet rê didin hev? Wan dest bi nîqaşê kir…
Ji bizinan yekê got ez pêşîyê hatim ser pirê divê ez derbas bibim, tu yê rê bidî min. Ew bizina din a serhişk, ez yekemîn hatim ser pirê, ez nahêlim ku tu herî. Got rê bide, ez ê derbas bibim.
Gava herduyan rê nedan hev, dest bi şer kirin, her duyan jî xwe paşve kişandin û ber bi hev ve reviyan û li qoçên xwe li hev xistin. Ewqasî li qoçên xwe hev xistin ku her du bizinên serhişk hevsengiya xwe winda kirin û li ser pirê de tote jêr bûn. Gava ku wan têdikoşiya û hewl didan ku di nav çem, herduyan jî fikirîn û fehmkirin ku serhişkî çiqas xelet e.
Dema ku her du bizinên serhişk di nav ava çemê diherikîn ji xwe re gotine xwezî em ew qas serhişk nebûna, lê êdî dereng bû.
Werger: Firat Bawerî