Nirxandina Wergera Mem û Zîn ê

Silav hevalên hêja!

Di vê parvekirina xwe de ez ê danasîna vê berhema hêja ku di wêje û çanda Kurdî de mîna stûneke bêhempa û qehîm cihê xwe girtiye, bikim, yanî danasîna Mem û Zîna Ehmedê Xanî dê bikim…

Nizanim gelo dê ziman û hestên min têrî danasîna vê berhema hêja bike lê dîsa jî ez ê hewl bidim.

Belê, Mem û Zîn!
Mem û Zîn çi ye?
Berhem li ser çîroka Mem û Zînê hatiye nivîsandin û ew bûyera Mem û Zînê di sala 1450/51’an de dema Emîr Zeyneddîn ji fermandarên Cizîra Botanê ye qewimiye. Ehmedê Xanî bi awayekî menzûm çîroka Mem û Zînê – ku çîrokek rast e- li pênûsê xistiye. Mem û Zîn; berhemek ji aliyê Ehmedê Xanî ve di sala 1694-95’an de bi awayê mesnewî hatiye nivîsandin. Her rêza(misra) wê li ser 10 kite(heca) hatiye avakirin û ji aliyê kafiye ve pir saxlem e. Mem û Zîn, ji 195 beytan yanî ji 390 rêzan pêk tê.
Ev berhem ji van kesên eslî pêk tê; Mem, Tacdin, Zîn, Sitî, Dayê, Mîr, Beko. Xanî, di berhema xwe de taybetiyên xirabî, durûtî, fîtne û fesadî di şexsê “Beko” de kom kiriye.

Taybetiyên qencî, rastî, bêsûcî, zeîfî û naçarî jî di şexsên Mem û Zînê de kom kiriye. Xanî, rewşa jiyan û civak û çanda wî zemanî bi hostatiyeke mezin bi beytên xwe neqş kiriye. Lê Divê ne tenê wekî çîrokekê li Mem û Zîna Ehmedê Xanî bête nêrîn. Ehmedê Xanî berhema xwe ji bo ku deryaya dilê xwe biniqutîne ser zeviya dilê me, kiriye hêncet û behaneyek. Herwekî ku ji şekirîstina zimanê wî rêzik rijiyane ser dilê me û li ser dilê hezkerên zimanê Kurdî. Mem û Zîn bi zimanên farisî, erebî, fransî, rûsî û tirkî hatiye wergerandin.

Mem û Zîn behsa çi dike?
Bi navê Zîn û Sitî du xwişkên Mîr Zeynedîn hebûn. Tacdîn, kurê wezîrê dîwanê bû. Qehremanê me yê Memo jî, bi leqeba Memê Alan navdar bûbû, ew kurê katibê dîwanê bû, hevalê herî nêzîkî Tacdîn bû.

Ew roja Newrozê, sala nû hatibû li Cizîra Botan. Ew roj ji aliyê herkes ve weke eydê dihat pîrozkirin. Gel û zar û zeça Cizîrê hemû diçûn deşt û zozanan û ciwanên ku xwe dixemilandin û cilên xweş li xwe dikirin hevdu didîtin, ecibandin û piştre dizewicîn. Ew roja Newrozê Mem û Tacdîn bi vê armancê cilên keçikan li xwe kirin û weke keçikan xwe xemilandin da ku bi wê keça ku dixwestin pê re bizewicin wê bi veşartî peyde bikin. Herwiha Zîn û Sitî ji weke Mem û Tacdîn wan jî cilên kurikan li xwe kiribûn da ku ew jî wî kurê ku dixwestin pê re bizewicin peyde bikin li wê mehşera Newrozê de.

Ew dema çûyîn û hatina însanan seyr dikirin, ji nişkê ve 2 kesên bi cilên kûrikan dîtin. Hingê ew dîtin wê demê hişê wan ji serê wan çû û ketin erdê, Zîn û Sitî ji dûr ve li wan kesên bi cilên keçikane mêzandin, bîstek dî, hatin li kêleka wan da ku çi bi wan hatiye, kî ne, çi ne fêm bikin. Zîn û Sitî fêmkirin ku ew ne keçik in kurik in, li hemberî xweşikbûn û esaleta wan mîrên ciwan ew jî dil ketin wan û wê demê her du gustîlkên xwe bilez xistin tiliyên wan û gustîlkên wan ji xistin tiliyên xwe û ji wir dûr ketin.
Çîroka eşqa navdar ya Mem û Zînê li vir de dest pê dike û bi êş û pirsgirêkan berdewam dike. Geh bi xefiq û xapandinên Beko, geh bi eks û helwest û zordariya Mîr… Ew eşq, bi saya van serpêhatî û pirsgirêkan xwe digihîne eşqekê ma’newî û mezin. Mem û Zîn digihin hevdu lê wê demê ji bo her tiştî dereng dibe, çimkî ew canê xwe li zindanê dide berî ku Zînê bigihê wî… Lê zêde dem derbas nabe ku Xwedayê Ezîz canê Zîna Memo jî distîne da ku Mem û Zîn li dinyaya dî bigihîjine hevdu.

Mem û Zîn çima berhemek girîng e?
Ber çavê min girîngiya herî berbiçav a Mem û Zîn ew e ku Ehmedê Xanî di nava sedsalekê wisa de ketiye derdê ziman û wêje û milletê xwe û ev berhema hêja û nemir weke wesîyetek ji me re, ji Kurdan re hiştiye da ku em jê sûd bigrin yekîtiya xwe biparêzin.

@pirtukbihust (Lavîn)

Navê Pirtûkê: MEM Û ZÎN

Muellîf: EHMEDÊ XANÎ

Amadekar: ŞAMÎL ESGEROV

Weşanxane: NÛBIHAR

Rûpelên Pirtûkê: 494

———————————————-

Evet, Mem û Zîn!
Mem û Zîn nedir?

Eser Mem û Zîn destanı üzerine yazılmış ve Mem û Zîn olayı 1450/51 yıllarında Botan hükümdarlarından olan Emir Zeynedîn döneminde yaşanmıştır. Ehmedê Xanî, yaşanmış olan Mem û Zîn destanını manzum bir biçimde kaleme almıştır. Mem û Zîn Ehmedê Xanî tarafından 1694-95 yıllarında mesnewi biçimde yazılmıştır. Onun her mıstası 10 heceden oluşmuştu, kafiye yönünden çok sağlamdır. Mem û Zîn, 195 beyitten yani 390 mıstadan oluşmaktadır.

Bu eser şu asli kişilerden oluşuyor; Mem, Tacdin, Zîn, Sitî, Dayê, Mîr, Beko. Xanî, Kötülüğü, ikiyüzlülüğü, fitne ve fesatçılığı Bekir’de toplamıştır.Doğruluğu,iyiliği,suçsuzluğu,zayıflığı ve çaresizliği de Memo ve Zin’in şahıslarında toplamıştır. Zamanın yaşantısını,sosyal durumunu ve kültürünü büyük bir ustalıkla işlemiştir.Ehmedê Xanê’nin Mem ve Zîn’ine sadece bir hikaye ve destan gözüyle bakılmamalı. Çünkü Ehmedê Xanî bu kitabıyla gönlünün deryasını bizim gönüllere damlatma fırsatı ve bahanesi bulmuştur.Eser; türkçe, farsça, arapça, fransızca ve rusça’ya tercüme edilmiştir.
Mem û Zîn neyden bahseder?
Mir Zeynuddin’in Zîn ve Sitî adlarında iki kızkardeşi vardıi.Tacdin,Beyin Divan Vezirinin oğluydu.Hikayenin ana kahramanı Memo ise,Memıalan lakabıyla şöhret bulmuş olup,Divan katibinin oğlu ve Tacdin’in sıkı dostuydu.
O Newroz günü, yeni yıl gelmişti Botan’a. O gün herkes tarafından bayram gibi kutlanıyordu. Yaşlısı genci tüm halk kırlara gidiyor, ve güzel elbiseler giyinip süslenen gençler de birbirlerini görüp, beğenip ardından evleniyorladı. O newroz günü Mem ve Tacdin de bu amaçla üzerlerine kız elbiseleri giyip süslendiler ki o evlenecekleri kızı gizlice bulsunlar. Aynı şekilde Zîn ve Sitî de Mem ve tacdîn gibi onlarda erkek kıyafetleri giymişlerdi ki o evlenecekleri erkeği bulsunlar, o Newroz mahşerinde.

İnsanların gidip gelmelerini izledikleri o anda, aniden erkek elbiseli 2 kişiyi gördüler. Onları görür görmez bayıldılar ve yere düştüler, Zîn ve Sitî uzaktan o kız elbiseli kişilere baktılar, bir süre sonra onlara ne olduğunu anlamak için , kimdir, nedirler diye yanlarına geldiler.. Zîn ve Sitî onların kız olmadıklarını erkek olduklarını anladı, o genç mîrlerin güzellik ve asaletleri karşısında onlara aşık oldular ve o an her ikisi aceleyle kendi yüzüklerini onların parmağına, onların yüzüklerini de kendi parmaklarına taktılar ve oradan uzaklaştılar.

Ünlü Mem û Zîn destanı burada başlıyor ve sancı ve sorunlarla devam ediyor. Kah Beko’nun tuzak ve aldatmacalarıyla, kah Mîr’in inat, tutum ve çıkardığı zorluklarla… O aşk, bu olay ve sorunlar sayesinde kendini manevi ve büyük bir aşka dönüştürüyor. Mem ve Zîn birbirine kavuşuyor ama o vakit her şey için geç olmuş oluyor çünkü o, Zîn daha ona varmadan zindanda can veriyor… Ama çok vakit geçmiyor ki yüce Allah, Mem’in Zîn’inin canını da alıyor ki öbür dünyada birbirlerine kavuşsunlar.

Mem û Zîn neden önemli bir eser?
Bana göre Mem û Zîn’in en çok göze çarpan önemi şu ki Ehmedê Xanî onu öyle bir yüzyılda yazmış ki milletinin dilinin, edebiyatının derdine düşmüş, ve bu değerli ve ölümsüz eseri tıpkı bize, Kürtlere bir vasiyet gibi bırakmış ki ondan faydalanalım ve birliğimizi koruyalım.

*** Hin jegiranên ku min ji berhema Mem û Zînê bijartîye û ecibandiye.

Bê secde te ey cenabê Me’bud
Adem kire qiblegah û mescûd
‘Îsa tê kusa gehande ew can
Aya bi çi te hebande ew can
Dersa ku bi xef te gote Îdrîs
Elbette diçû meqamê teqdîs
Îblîsê feqîrê bê cînayet
Hindî te hebû digel ‘inayet
Her rojê dikir hezarî ta’et
Lewra ku te da wî îstîta’et
Wî secde nekir li xeyrî Me’bud
Gêra te ji ber derê xwe merdûd

Ey Cenab-î Ma’bud! Adem sana etmeden secde
Kıldın onu kıblegah, ona ettirdin secde
Nasıl ulaştırın zirvelerde İsa’yı?
Aceo ne sebepten sevdin o canı?
İdris peygambere verdiğin o gizli dersle
Elbette gönderdin kutsal cennete
Cinayet işlememiş zavallı İblise
Yardımın vardı ona bu sürede
Her gün bin defa ederdi ibadet sana
Güç kuvvet vermiştin çünkü ona
Secde etmedi senden başkasına
Kovdun onu yaklaştır adın kapına

Ger dê hebuwa me padîşahek
Layiq bidiya Xudê kulahek
Te’yîn bibuwa ji bo wî tacek
Zahîr vedibû ji bo me bextek
Hasil bibuwa ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

Biz Kürt’lerin bir padişahımız olsaydı eğer
Allah ona bir nebze verseydi değer
O vakit ona bir taht edilirdi tayin
Bize de bir baht aöılırdı lakin
Ona hasıl olsaydı bir taç
Elbette biz de görürdük revaç

Ez mame di hîkmeta Xudê da
Kurmancî di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girtî bi şîrî şehrê şuhret
Tesxîrî kirin biladê hîmmet
Her mîrekî wan bi bezlê Hatem
Her mêrekî wan bi rezmê Rustem
Bifikir ji ‘Ereb heta Gurcan
Kurmancî ye bûye şubhê burcan

Beni hayrette bıraktı Huda hikmeti
Kürd’ ün aşmış taşmış varı devleti
Kendisi ise bunlardan kalmıştır mahrum
Yaşıyor asılı, yaşıyor mahkum
Kürd’ün ateşli kılıcı kazanmış şöhret
Düşman ülkesini çok eylemiş feth
Onun her mîri sahada Hatem
Onun her yiğidi Zaloğlu Rüstem
Arap ülkesinden Gürcistan’a dek
Kürdistan yıkılmaz kale gibi tek!

Sazê dilê kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê ‘eşqê Zîn û Mem bit
Şerha xemê dil bikem fesanê
Zînê û Memê bikem behane

Gönül sazı bazen zil bazen de ben olsun
Her sözün başında Zîn ile Mem olsun
Kalbin gamlarını sanmış efsane
Güzel Zîn’le Mem’i etmiş bahane

Roja ku dibûye ‘îde Newrûz
Te’zîmî ji bo dema dilefrûz
Sehra û çemên dikir’ne mesken
Beyda demen dikir’ne gulşen
Xasma ‘ezeb û keçê di bakir
Elqisse cewahirê nadir
Têkda di mûzeyên û mulebbes
Vêkra li teferrucê murexxes
Lakîn ne bi tuhmet û bi minnet
Belkî bi terîqê şer’ û sunnet

Newroz şenliğinde yılın hoş günü
Olurdu kalplerin toyu düğünü
Gençler çimeni ederdi mesken
Sahralar çevrilip olurdu gülşen
Çirkin, güzel, hoş bin bakire kız
Pêrî, melek, huri, güneş, ay, yıldız
Süslenip bezenip inci takardı
Hepsi şenlik edip seyre çıkardı
Ama ne töhmetle ne de minnetle
Hürmetle, izzetle, güzel adetle

Yekrengiyê sirfê ‘alemê xeyb
Zahîr dikir ittihadê lareyb
Hubbê we kirin bi hev giriftar
Husnê we kirin bi hev telebkar
Te d’go ku çi qalib û çi meqlûb
Her çari çi talib û metlûb
Bêşubhe yek in, çi ten çi erwah
Ew muttehid in çi can çi eşbah

Muhabbetin sihiri, gizli alemi
Sanki kavuşturdu o çift sanemi
Sevgi ateşiyle yandıkça onlar
Bu hüsün ve hüsne oldu talepkar
Derdin dördü de ruh ile candır
Yarısı aşıktır, yarısı canandır
Ezelden birleşmiş şuurla beden
Ayırmak mümkün mü ruhu cisimden

Mem puxteyê ‘eşqê bû temamî
Gotê ku bira meger tu xam î?
Da zen nebirî mucessem im ez
Ser ta piya muqessem im ez
Ev cismi li min bûye muxettet
Ew xet hemî bûyine muneqqet
Te’sîri werenge ‘eşq û wumqan
Bittûli di tûl û ‘erz û ‘umqan
Yek nuqte nihin ji derdî xalî
Hêja tu dibê çira dinalî!

Mem aşk ateşine yanmıştı Bi tamam
Dedi: “Ey azizim, hayli hamsın, ham.”
Sanma sağ yerim var, tümden yanmışım
Tepeden tırnağa parçalanmışım
Kalbim dilim dilim, canım haydadır
Dilimin her biri gör ne boydadır
Bu sevda kök salmış lap iliğimde
Enimde, boyumda, derinliğimde
Dertten bir nokta kalmamış azat
Üstelik diyorsun:” Eyleme feryat!”

Ew jî nihe pir di întizar in
Belkî ji me zêdetir neçar in
Rabe here zû bibêje Tacdîn
Ger dê te Sitî bivê, Memê Zîn
Mizgîn ji we ra me hûn qebûl in
Em jî ji we zêdetir melûl in
‘Eşqa we cilew ji me revaye
Mani’ li me perdeya heya ye

Kesin canlarını üzüyor întizar
Belkî bizden fazla kalmışlar naçar
Kalk çabuk söyle Tacdin’e;
Sen Sitî’ye, Mem ise vurulmuş Zîn’ e
Müjde ver, sizleri eyledik kabul
Kalbimiz daha çok kalmıştı melûl
Aşkınız kaçırmış dizgini elden
Haya perdesidir engel ezelden

Cismê me eger diçîte çalê
Rûhê me dê biken wîsalê
‘Eqda weku dawetî melek bin
Eqsamê bixûrê dê gelek bin
Lewra ez û Mem meleksifatîn
Em mayilê tîb û teyyîbatîn
‘Ursa ku firişte dawetî ne
Damad û ‘erûsî cennetî ne

Cesedin toprağa düşmesi haktır
Ama ruhlarımız kavuşacaktır
Nikahımız melek misal olacak
Her yana hoş koku esans dolacak
Çünkü Mem ve ben buna nitekilkliyiz
Saf aşka, ismete kalben meyilliyiz
Bir düğün ki davet edile peri
Cennetlik olmaz mı düğün sahipleri!

Derheqê min Memê nekey ‘ar
Gava dimirî Memê birîndar
Ez dê bi cennazeyê wî ra bim
Hetta vigê meqberan teba bim
Weqtê dimirim bidî tu destûr
Da min bikirin digel wî mestûr
Min j’ alî wî derbider negêrî
Bê perde digel wî min veşêrî

Bakıp demeyesin Zîn’de yoktur ar!
Mem benim derdimden öldü aşikar
Son menzile kadar yar hevesiyle
Mezarlığa gitmeliyim cenazesiyle
Ölsem, and içerim aziz canına
Beni de koysunlar onun yanına
Bırak ayrı düşmesin gönül sırdaşı
Perdesiz gömün Mem’in yanaşı

 

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply