Yilmaz Guney (1937 – 1984)

(..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pê re berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û derdan, evîn û hezkirinê bigihînim hev.. Gelek kes van tiştan ji hev dernaxînin..)
Yelmaz Guney
Yelmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye ta ku em wî bibîr bînin? Yelmaz Guney kurdekî resen bû.. Derhênerekî cîhanî bû.. Wî, di rojên teng û dijwar de, perîşanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê re da xuya kirin û eşkere kir.. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe diyar dikir..
Ew berî 82 salan, di 1’ê Nîsana 1937’an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û perîşan de mezin bibû.. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji avdana bexçeyan ta bi sewterîbûna kolanên bajara.. Pêre jî hez xwendin û nivîsandinê kiriye.. Piştî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar (Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weşandine. Ew derhênerê gelek filmên bedew e û 17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê di sala 1982’an de bi beşdarbûna wî di festîvala (Kan)ê de li Fransayê bi filmê (YOL), Xelata zêrîn stand û bi wê xelatê navê wî û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû.
Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û gelek filmên din hene.. Di sala 1983’an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi alîkariya hikumeta Fransî li bakurî Fransayê kişandiye.
Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji wan kesên ku di sibata 1983’an de (Enistîtuya Kurdî) li Parîsê damezirandine, wek; Cegerxwîn, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî, Tewfîq Wehbî, Remzî, Dr. Nûredîn Zaza, Haciyê Cindî û Ismet Şerîf Wanlî. Ew di 9’ê Êlûna 1984’an de li nexweşxaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Ferasnî, cemawerekî mezin ji Kurd û Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laşaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veşartin.
Ma nehêja ye ku em wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind deynin?

Qamişlo, Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply