EDÎB, ŞAÎR, PERWEDEKAR Û HIQÛQNASEKÎ KURD

Lêkolînvanên kurd wek hejmar hindik in. Digel hindikiya wan jî em gelek tiştên ku wan di encamên lêkolînên xwe de ji tarîtîyê derxistine ronahiyê ji wan fêr bune.
Li bakurê Kurdistanê dema mirov kar û xebatên lêkolînvanên hêja û herweha lêkolînên wan bi bîr bîne, di serî de lêkolînvan birêz M. Emîn Bozarslan, Malmisanij, Rohat Alakom, M.Emîn Zekî, Kemal Mazhar, S.Mihotolî, S. Ulugana û Seîd Veroj têne bîra mirov. Van lêkolîneran her yek li gor xwe lêkolînên hêja kirine. Ez ê di vê gotara xwe de li ser lêkolîneke birêz Seîd Veroj ya li ser edîb, şaîr, perwerdekar û hiqûqnasê kurd Abdurehman Nacîm çen gotin bibêjim.
Lêkolîner Seîd Veroj lêkolînvanekî jîr e, berhemkar e. Bi dehan pirtûkên wî ên lêkolînê hatine weşandin. Bi saya lêkolînên wî ên hêja me Mewlanzade Rîfat û rojnameya Serbestî, Mehmed Mîhrî Hîlav û kovara Kurdistan nas kir, derbarê wan de bun xwedî agahdariyê. Wî herî dawî li ser Kamuran û Celadet Bedirxan jî pirtûkek lêkolînî weşand. Wî di hêla lêkolîna derbarê ferhengên kurmancî û zazajkî û derbarê kuştina Saîd Elçî û Dr. Şivan de jî lêkolînên hêja kiriye. Di hêla weşangeriyê de jî wî kovarên hêja ên lêkolînî weşandibû. Navê herdu kovarên ku wî weşand kovara “War“ û kovara “Bîr“ bû.
Pirtûka wî a bi navê “Edîb, şaîr, perwerdekar û hiqûqnasê kurd Abdurehman Nacîm“ di nav weşanên “Îsmaîl Beşîkçî Vakfî“ de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 160 rûpel e. berga pirtûkê “Şemal Medya“yê çêkiriye. Di berga pêşîn de wêneya Abdurehman Nacîm heye. Di berga paşîn de jî derbarê jiyana A. Nacîm de kurtedanasînek heye.
Pirtûk ji 3 beşan û jêderek pêk tê. Naveroka pirtûkê gelek xurte, berfereh e. Gelek bûyerên dîrokî ku mirov nizanibû di pirtûkê de cih digre. A. Nacîm kurdekî ji başurê Kurdistanê ye. Ew li navçeya Şehrezor a girêdayê bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Wî di medreseyên Silêmanî û Bexdadê de xwendiye û paşê çûye Stenbolê. Ew li Stenbolê bi cih û war dibe û herweha li wir dibe danerê sîstema pirtûkxaneyên Stenbolê.
Nacîm kar û xebata nivîseriyê jî domandiye û wî gelek nivîsên curbecur ên li ser edebiyatê, rewşenbirîyê, sîyasetê di weşanên cuda de weşandiye. Birêz Seîd Veroj derbarê A. Nacîm de lêkolîneke gelek berfereh kiriye û ji cihê dayikbûna wî bigir ta cihê mirina wî, kar û xebatên wî, nivîsên wî, kovarên ku wî tê de nivîsiye hemû pêşkêşê xwendevanan kiriye.
Di beşa yekê a pirtûkê de cihê ji dayikbûn, malbat û xwendina A. Nacîm, çûyina wî a Stenbolê û destpêkirina karê matbûat û pirtûkxaneyan, karê îlmîyê û mulkîyê û gelek mijarên din cih digrin. Di vê beşê de nivîsên wî ên li ser edebiyatê û nivîsên wî yên di rojnameya “Tercûmanî Heqîqet“ de hêjayê xwendinê ne.
Di beşa duyem de berhemên Abdurehman Nacîm tê rave kirin. Wî bi gelek nasnavên cuda gotar û pirtûk nivîsîye. Ew nivîskarekî pirzimanî bûye. Wî bi erebî , farisî û osmanî berhemên manzûm û mensûr nivîsiye. Nivîskarê “Dîroka Kurd û Kurdistanê“M. Emîn Zekî dibêje : “ji ber ku nivîskar, edîb û alimên navdar ên kurdan berhemên xwe yên nemir ne bi zimanê kurdî, bi zimanên biyanî yên din nivisandine,, axaftvan û milletên ku van zimanan dipeyvin, ew berhemên giranbiha wek şaheserên ziman û edebiyata xwe qebûl kirine û xwedîtiya wan kirin.“ Binêr rûpel – 307. Weşanên Nûbihar.
Çi heyf ku hêj jî gelek nivîskarên kokkurd bi zimanê arebî, tirkî û farisî gelek berhemên hêja dinivîsin û ji ziman û edebiyata wan re xizmet dikin. Wek mînak berhemên Yaşar Kemal, Selîm Berekat û gelek nivîskarên kokkurd ên din li holê ne.
Ez birêz Seîd Veroj pîroz dikim ku ew lêkolînên xwe bi kurdî dike, bi kurdî dinivîse.
Wek min got, naveroka pirtûkê gelek berferehe. Min behsa hinekan kir, tê de gelek mijarên din ên balkêş jî hene û pirtûk bi tevahî hêjayê xwendinê ye.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply