Tag Archives: Wêjeya Kevn

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di warê zimanzaniya kurdî da bi taybetî vala ye lêkolînên liser rêzmana dîrokî ya kurdiyê ye. Pirraniya lêkolînan bi piştgermiya jêderên ne kurdî yên mîna nivîs û kevir-niviştên Pehlevî an zimanên dî yên ziman-malbata Hindûewropayî hatine …

Read More »

Şîroveya Helbesta Ehmedê Xanî

“Ez naçim hezreta çu mîran    Ez nabim bendeyê esîran” Ehmedê Xanî Li vî dinyaye fanî, di vî jiyana kin de bila mirov bişeref û rûmet, serbilind û azad bijî. Divê mirov ji bo menfe’etekê dinyewî û demborî, ya xwe nêxe ber mineta tu kesî. An ji ber tirsa xwe …

Read More »

Di Dîwanên Kurdî de Pesnê Pêxember (s.)

Di edebîyata Îslamî de edetek zahf girîng û bê hemta heye, pêwîste ku em îro li ser baş bifikirin û binêrin  ka li pişta  wê  çi heye  û çima hatîye danîn. Ev edet jî ev e: Wekî ku yek dest bi nivîsandina kitêbekê bike çi mijar be bila bibe, pêşî bi navê Xwedê dest pê dike, dûvre bi pesn û hemdê Wî û dûvre bi selawatdana li ser Pêxemberî û al û eshabên wî didomîne. Vêca evê edetê bi taybetî di dîwanan de cihek girîngtir girtîye. Dîwan baxusus terzê mesnewî, di beşa pêşîn ya jêre tête gotin dîba ce de pêşî bi pesnê Xwedê, medhê pêxemberî, mîracname, sedema nivîsandina kitêbê û bi îthafa bo hakimê wê demê dest pê dike û piştî van tevan diqedîne dûvre dikeve mewzû behsa mijara taybetî de.

Read More »

Alîmeke Kurd: Şêx Mihemed CAN

Hin mirovên hêja wexta xwe de zêde ne hatine naskirinê, ji piştî mirina wan qedrê wan zêde bîye û hatine naskirinê. Hin mirovjî ji ber hin sedeman nav, deng û berhemên wan hinda bûne. Îro gelek nivîskarên klasîka Kurda heye ku çi bi nav çi jî bi berhemên xwe ve …

Read More »

RÛPELEK JI PIRTÛKA KEVNAR!

Roja 26/ 05/ 2020, saet: 14.15, min nivîsek bi sernavê PIRTÛKEK KEVNAR HATE DÎTIN weşandibû. Biraderê me Mihemed Nêçîrvan 16 rûpel ji wê pirtûka 22 rûpelî, bo min hinartibûn. Îro min rûpelek ji wan veguhazt tîpên Latênî. Wek uslûb û naverok, diyar e ku ev berhem a Ehmedê Xanî ye. …

Read More »

Nirxandina Wergera Mem û Zîn ê

Silav hevalên hêja! Di vê parvekirina xwe de ez ê danasîna vê berhema hêja ku di wêje û çanda Kurdî de mîna stûneke bêhempa û qehîm cihê xwe girtiye, bikim, yanî danasîna Mem û Zîna Ehmedê Xanî dê bikim… Nizanim gelo dê ziman û hestên min têrî danasîna vê berhema …

Read More »

Mehwî û sêgoşeya hebûn, terîqet û şerîetê

Di vê nivîsarê de hewl hatiye dayîn bi metodeke hermenotîk, têgihîştin û vegotina Mehwî di nav sê rehend û cemserên hebûn, terîqet û şerîetê de bi mînaka du xezelên helbestvan bê ravekirin û derketin û kategoriyên hûr ên van cemseran li jêr navê eşq, mirin, îma û rexne û rengek …

Read More »

Di Helbestên Feqî’de bikaranîna heywanan

Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de heywan di pir hêlan de derdikeve pêşiya me. Carna bi unsurên folklorîk yên aîdê Edebiyata Kurdî hatine bikaranîn, carna bi unsûrên tesawufî û mîtoloojîk carna jî bi xwerû û ji aliyê meneya ku hildigirin di helbestên şaîran de cîh girtine. Feqîyê Teyran helbestvanekî di …

Read More »