Di TEOG û YGS de dubarekirina mijara çawa bê çêkirin

Divê di serî de stratejîke bê dîyarkirin û tecrûbeyên heta îro hatine destxistin bibin rêberê me. Betlaneya navber bo xebatên TEOG û YGS/LYS keyseke pir giring e.

1-Divê di serî de planek bê çêkirin.

Ji bo bêhtir sûdwergirtina demê, teqez çêkirina planek hewce ye. Di naveroka planê de divê rojên xebatê, çavkanîyên werin qedandin, mijarên bên dubarekirin teqez bê dîyarkirin. Divê plana we nerm be. Ev plan bo xwendekarê ku tebîatê wan de xebat tunne jî tetbîqkirina wê hebe. Di çêkirina planê de alîkarî pîspor û şewîrmendek jî were xwastin.

 2-Mijara her dersa baş hînbibin

Di kîjan dersê de test dê çêkirin li gor wî pêşî  li ser mijarê agahiya tam bigrin û nîşeyê xwe binhêrin, dawiyê jî li kovara hînbibin. Girtina nîşêyên piçûk û kurte agahîyên girîng têgihîştinek baş peyda dike.

3-Divê dubarekirina dersa li gorî mijara be.

Ji ber ku mijar bi hevre pêwendîdarin xebatên li gor rêzek fêrbûnê hesantir dike. Bi temamî hînbûna mijarê ve çavkanîyên pirsê çareserkirî raçavbikin û di dawî yê de jî dest bi testa bikin. Divê teqez hun xwe bigihêjînin bersivên pirsan.

 4-Di demên çaresekirina pirsan de karê din vê meşqûl nebin.

Di pêvajoya çareserkirinê de baldarî mûhîm e. Bi taybetî di pirsên ku fikirandinê dixwazin de, sedemên lihevketina hiş guhdariya mûzîk, temaşekirina televîzyonê û alaqaya înternetê dûr bisekinin. Çalakiyê bi vî rengî baldariyê xera dikin û dibin sedema hînbûnek ne temamkirî.

 5-Di hilbijartina çavkaniyan de pûtepêder bûn.

Di dûbarekirina dersan de hilbijartina çavkaniyên xwediyê pirsên baş û di ezmûna de derdikevin çêtir e. Alaqaya çavkaniyên ne li gorî armancê, dibin sedema derbasbûyîna demên vala.

   6-Di testên qadî de baldar bûn.

Bi taybetî di çareserkirina pirsên gotinî de divê hemû vebîjêrk bên xwendin. Mînak , carina di dersên tirkî û dîrokî de, bersiva rast zêdetir bersiva herî rast tê xwastin.

  7-Stratejîyek ezmûnê bikemilînin.

Di çareserkirina pirsan de bikaranîna agahiya , beşên bin xêzkirî , vegotinê neyînî  û kurteagahî  binbeşên ev stratejîyê ne. Xebatên puan didin sitendin ancax bi xwendinek baldarî û kodlamayek bi guncan pêkan e.

Dubareyek bi watedar çawa bê çêkirin?

Dermanê jibîrkirinê dubareyê bi watedar in. Dubarekirin , bo fêrbûnek mayînde û têgihiştina agahiya teknîkek girîng e. Bi dubarekirinê ve agahî dîsa tên bikaranîn. Dubarekirin ne fêrbûnek nû ye berewajî bîranîna fêrbûna ye. Bi demê kurt re dubarekirin, agahîya di hişê mîrovan de demêndirêj diveşêre. Lekolînê hatine çêkirin nîşandidin ku piştî hînbûne dubarekirin hêj bêhtir alîkarî dikin. Li gor vê piştî xebata 40 xûlek divê 10 xûlek jî bo dubarekirinê bê weqetandin. Di dersên gotinî de dûbareyên watedar û nîşe girtina cîhê girîng ; di dersên hejmarî de jî heta pirsgirêk bê çareserkirin xebatên berdewamî pêwîst in. 

Werger: Hasan Filitoğlu

Faruk Ardıç

Derbar Çand Name

Check Also

Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di …

Leave a Reply