Li Davosê wê danasîna Gobeklîtepeyê were kirin

Gobeklîtepe li dinyayê navenda perestgehê a herî kevin tê qebûlkirin û wê li Davosê di Forûma Aboriya Dinyayê da were nasandin. Mebest ew e ku di qada navneteweyî da derkeve pêş.

Gobeklîtepe 18 kîlomêtroyan dûrî Rihayê ye û nêzî taxa Orencîkê ye. Ev der cara ewil di 1963yan da ji aliyê lêkolînerên zanîngeha Stenbol û Chicagoyê hatiye ferqkirin. Ji wê demê û heta niha li Gobeklîtepeyê xebatên kolanê bi rêk û pêk dewam dikin.

Muzeya Rihayê û Enstîtuya Arkeolojiya Almanan a Berlînê ji 1995an û vir va bi hev ra xebatan dikin. Di van xebatan da kevirên daçikandî yên wek “T”yê û dişibin heywanan, perestgehên herî kevin ên ku 8 û 30 mêtre çapa wan heye û gulover û çar goşe ne, gelek fîgurên heywanên kovî, hêkelên mirovan, kevirên daçikandî û hêkelên ku 65 santêm dirêjahiya wan e û dibêjin ku nêzî 12 hezar sal emrê wan e û ji dewra neopolîtîk mane, hatine derxistin.

Wezareta Çand û Tûrîzmê di serî da gelek sazî û sazûmanî ji bo danasîna Gobeklîtepeyê projeyan çêdikin. Ev der di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye û jê ra “li dinyayê navenda perestgeha herî kevin” tê gotin.

Di vê çarçoveyê da Projeya Danasîna Gobeklîtepeyê hat amadekirin û ev proje wê di Forûma Aboriyê ya Dinyayê da were nasandin. Kesên ku ji bo forûmê tên Davosê, wê Gobeklîtepeyê nas bikin.

Ji bo danasîna li Davosê di serî da şeva galayê hat tertîbkirin.

Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo danasîna herêmê xebatên girîng dikin û wiha dewam kir: “Gobeklîtepe tiştekî nû ye. Xebatên li vê derê dewam dikin. Wezareta Çand û Tûrîzmê herî dawî 6,5 milyon ewro îhaleyek kir. Çadireke mezin wê li ser Gobeklîtepeyê were vegirtin da ku bandora hewayê lê neke.”

Jêder: trtnuce.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply