Beriya ku hûn dest bi sporê bikin, herin cem kardiyologekî

Pisporê kardiyolojiyê Prof. Dr. Mustafa Kemal Batur destnîşan kir ku mirov gava ji nişka ve dest bi sporê bike, carinan pirsgirêkên mezin derdikevin holê.

Prof. Batur diyar kir ku rêya herî baş a xelasbûna ji kîloyên zêde, spor û parêz e. Batur got “Li ba kesên ku dixwazin dest bi sporê bikin, dibe ku nexweşiya dil a veşartî hebe. Di rewşên bi vî rengî de kesê ku spor dike, ji ber ku pir zêde efor xerc dike, carinan bi qrîza dil rûbirû dimîne.”

Batur diyar kir ku kesên ku dixwazin dest bi sporê bikin, bila pêşiyê herin ba dixtorekî kardiyolojiyê, heke dixtor destûra sporê bide, dûvre dikarin dest bi sporê bikin. Her wiha Batur got “Piştî ku pejirandina dixtor wergirtin, dikarin her hefte herî kêm 3 roj, meşên di deqeyekê de 110 gav bi awayekî rêkûpêk biavêjin û bala xwe bidin xwarin û vexwarinên xwe. Bi vî awayî, dê him bi sihet bin him jî kîloyên xwe yên zêde bidin.”

Çavkanî: zamankurdi.com

Derbar Çand Name

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply