Belê ez ê behsa çêbûna çend biwêjên li gundê me tenê têne zanîn û sedema derketina wan bikim. Gundek û şênîyên wê bê perwerde û xwendina wêje û ziman bi awayekî sirûştî çawa biwêj çêkirin e? Ma em nabêjin biwêj û gotinên pêşiyan malê gel in em nikarin bêjin filankesî/ê çêkiriye… Lê emê di vê nivîsê de çend mînakên ku …
Hezîran, 2018
Sermawêz, 2018
-
22 Sermawêz
Di salnameya kurdî de Çile
Di Salnameya Kurdî de 40 heye û ÇILE heye. Ev herdu çendî ku ji hevûdu dûrebar bin jî, lê hevbariya wan jî heye. Niha ÇILE, lê nivîsa li pey vê jî wê 40 bête weşandin. Di Salnameyê de, ji xeyn ”40”ê, du çile hene. Yek, di havînê de ye û yek di zivistanê de ye. DESTPÊKA ÇILEYÊ HAVÎNÊ: Roja Yekê …
-
7 Sermawêz
Serboriyên Tamtayê; Prînsesa Gurcistanê ya Kurdnîjad a Melîkeya Xelatê
Tamta (1195-1254), prînseseka Gurcistanê ya kurdnîjad e ku di dawiya sedsala 12’e û nîvê pêşîn ê sedsala 13ê de jiyaye û di dawiya umrê xwe de bûye melîkeya Xelatê (Axlatê) ya bi saya mîrasê xwe yê ji Eyubiyan. Ew, keçaÎwane Mxargrdzeliyê fermandarê mezin ê Qraliçeya Gurcistanê Tamarê bû. Mxargrdzeli dihat maneya‘’Mildirêjan’’. Ew malbateka xanedan a binavûdengtirîn a Gurcistana qirnê navîn bû. Ji wê re xanedaniya (dynasty)Zakarid-Mxargrdzeli jî …
-
7 Sermawêz
Kerkûk: Do û îro
Kerkûk, bajareke qedîm û kevnare yê herêma Şarezor e. Dîroka damezirandina Kerkûkê, bi nêzîkayî digîje berîya 5.000 salan. Lûlûbî (III hezar sal P. Z.), Gûtî, Mîtanî û Hûrî qewmên sereke yên damezirênerên vî bajarê dêrîn in ku ji alîyê dîrokzanan ve wek pêşiyên kurdan têne qebûlkirin. Piştî wan jî hinek deman Asûr, Babîl, Med, Sasanî û Osmanîyan li vê deverê …
Cotmeh, 2018
-
24 Cotmeh
ERÛZa Ereban “OUT”, NEWASAZÎya Kurdan “IN”
Her weke hûn jî dizanin, di her helbesteke klasîk de, ji bilî levanîna qafiyê; ritm û ahengên cûrbicûr ên di helbestan de jî, newayeke xweş didine xwendina helbestê. Newayên di helbestên klasîk de, bi kombînasyonekê ango bi rêzkirineke bisilsile ya kîteyên kin û dirêj tê bidestxistin. (Di Kurdî de kîteyên bi E, I, U’yê biqedin kurt in, yên dî tev …
-
23 Cotmeh
“Şerê Newala Qeremûsê” di Klama Salihê Beynatî de
Puxte: Folklor, ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet vedîkole, tomar dîke û radîgihîne nifşên dî. Berîya wêjeya nivîskî ev kar bi gotin û bi hostetîya di honandina peyvan de girîngîya dengbêjî û dengbêjan derdîkeve pêşîya me. Emê di vê nivîsê de li ser van mijaran, bi taybetî li ser dengbêj …
-
20 Cotmeh
Îlyadaya Homeros û Şerê Troyayê-2
Di van şerên xedar de Akhilleus çav pêdikeve ku lehengê mezin Makhaon birîndar bûye û pê re jî perîşaniya akhayiyan dibîne. Birîndarbûna fermandarên akhayiyan yên herî payebilind ên wekî Odysseus, Diomedes, Agamemnon û Patroklos; Akhilleus gelek xemgîn dike… Qedera şer diguhere û troyayî zorê didin akhayan. Di şerê diqewimî de Troyayî cih li akhayiyan teng dike. Dîwar û hendekên …
-
17 Cotmeh
Xebatên zimanî di navbera lehceyan de
Van çend dehsalên dawiyê xebatên li ser lehceyên cuda yên zimanê kurdî zêde û berfireh bûne. Hin ji wan lêkolînan bi kurdî û hinek jî bi zimanên din in. Lêkolînên zimanî yên bi kurdî adeten li ser wê lehceyê ne ku kitêb bi xwe jî pê hatiye nivîsîn. Bo nimûne, kitêbên zimanî/rêzimanî yên bi kurmancî bi piranî behsa taybetmendiyên kurmancî, …
-
16 Cotmeh
Çar Bakir(Anasır-i Erbaa) û Êzdîtî
Anasır-ı Erbaa, binavkirina Feqiyê Teyran “Çar Bakir”, ji aliyê feylesofê Yewnanan[1] va û xasma jî ji aliyê Empedokles va dîtina çar hevedudanî û daringê(made) bingehîn ê gerdûnê: ba û av û ax û agir e. Di felsefeyê de hêmana bingehîn wek “Arkhe” tê bi nav kirin. Li gorî Thales arkhe ya ewilî av e, li gor Anaximenes ba(hewa) ye û …
-
13 Cotmeh
Îlyadaya Homeros û Şerê Troyayê-1
Du destanên Homeros ên deng vedaye hene: Îlyada û Odysseia. Herdu jî bi şêweyên helbestî hatine nivîsîn. Îlyada beşeke ji Şerê Troyayê dihundirîne. Destana Odysseia jî piştî şer li vegerê bûyer û serboriyên têne serê leheng Odysseus vedibêje. Ji ber ku Homeros li tevahiya edebiyata cîhanê kartêkeriyeke nayê texmînkirin kiriye, divê em bi çend hevokan wî binasin. Navê Homeros …