Îlyadaya Homeros û Şerê Troyayê-2

Di van şerên xedar de Akhilleus çav pêdikeve ku lehengê mezin Makhaon birîndar bûye û pê re jî perîşaniya akhayiyan dibîne. Birîndarbûna fermandarên akhayiyan yên herî payebilind ên wekî Odysseus, Diomedes, Agamemnon û Patroklos; Akhilleus gelek xemgîn dike… Qedera şer diguhere û troyayî zorê didin akhayan.

 

  1. Di şerê diqewimî de Troyayî cih li akhayiyan teng dike. Dîwar û hendekên ku akhayiyan ji bo parastina xwe çêkirîbûn, Troyayiyan hinekî dide sekinandin. Derbaskirina van herdu astengan gelek zehmet bû. Lê dîsa jî li der û dora dîwar û xendeqan hevdu kel û kût dikirin. Tam di wexta ku akhayî dikin ku êdî binkeftinê bijîn, li hewayê bûyereke ne ji rêzê diqewime: Di nav penceyên qertelekê de marekî sor dixuye. Ev herdu ajalên tirs li mirovan peyda dikir, bi hev ketibûn. Mar qertelê ji singê wê ve vedide û qertel neçar dimîne dev ji mar berde. Ev bûyer ji bo troyayiyan ne xuyanga xêrê bû. Ji ber vê bûyera seyr dest bi nîqaşa vekişîna ji şer dikin. Lê fermandarê wan Hektor vê vekişînê qebûl nake û hêj zêdetir zorê dide akhayiyan. Bi vê zordayîn û halanhildanê dîwarê parastinê yê akhayan derbas dikin. Ev rewş di dilê leşkerên akhayiyan de tirsek mezin diafirîne.

 

  1. Li hember geşedanên şer Zeus guhnedêr dixuye lê Poseidon ji rewşa akhayiyan ya bêhna perîşanî û binkeftinê jê tê, zivêr dibe. Bi hemû hêza xwe ji bo serkeftina wan ya di şerî de, rêûdirbên nû, taktîkên nû ravî wan dike, ji bo moralê wan baş be palpiştiyê dide akhayiyan û bi vî hawî lêktan û şerê herdu aliyan bi xedarî dom dike.

 

  1. Şer di aleyhê akhayiyan de berdewam e. Troyayiyan ji hin hêlan ve dîwarê parastinê yê akhayiyan hilweşandine, ji xendeqên kûr yên li pêşiya dîwaran hatiye kolandin derbas bûne, hetanî ber pozê keştiyên akhayiyan hatine. Jê gelek lehengên akhayî an kuştine an birîndar û êsîr girtine. Li hember vê rewşa dijwar fermandarê giştî yê akhayiyan Agamemnon wekî tekane rêya xelasiyê, fermana daxistina keştiyan ya ber bi ser behrê dide. Lê hevalê wî lehengê mezin Odysseus li hember vê radestbûnê derdikeve. Di vê rewşê de xwedawend Here dixwaze alîkariya akhayiyan bike lê ji mêrê xwe, ji xwedayê herî mezin Zeus ditirse. Dîsa jî planekê çêdike. Bi dek û dolab Zeus dike xeweke şîrîn û bi saya Poseidon alîkariyê digihîne akhayiyan. Bi birîndarbûna fermandarê troyayiyan -Hektor- re kêfa akhayiyan tê û hêviya qezenckirina şer ji nû ve di dilê wan de zîl dide. Leşkerên li dora Hektor wî ji qada şer dûr dixin. Belkî xedariya vî şerî herî baş van rêzikana ravî dikin:

“Îlioneus lawê diya xwe yê tekane bû,

Penelos ew ji bin birûyan ve birîndar kir,

Lêxist tam di koka çav de,

Rim kete orta çavî, derxist bîbika çavî,

Dû re derket ji paşstû de,

Zilam hilweşiya, herdu destê wî li hewa.

Penelos derxist şûrê xwe yê tûj,

Li gewriya wî xist, serê kumzirxî jêkir avêt,

Rima qewî di çav de çikilandî disekinî,

Serî wekî seriyeke xaşxaşê rakir hewa,

Vegeriya troyayiyan, wiha got bi beledî;

‘Herin troyayî, herin haydê,

Bibêjin ji dayik û bavê Îlioneus ê maqûl re,

Di koşka xwe de bila bigirîn ji bo kurê xwe.’

 

  1. Me berê gotibû Hereyê Zeus kiriye xewê û alîkariya akhayiyan kiriye. Zeus piştî wextekê ji xewa şîrîn radibe û xuyanga şer ya dilperitîner dibîne, ji bilî vê dibîne ku Hektor va ye xwînê vedirişe, birîndar e. Ji ber ku Hereyê pê re dek û dolab lîstibû, hêrs dibe. Wekî qasidê xwedayan, Îris dişîne cem Poseidon da ku tavilê ji alîgiriya akhayiyan vekişe. Û wisa jî dibe.

Zeus ji bo Hektor bi ser hişê xwe ve were, ruh û can pê ve were Apollon dişîne alîkariya wî. Bi hêza Apollon êrîşeke nû dibe ser akhayiyan. Troyayî dîwar û hendekên akhayiyan derbas dikin, berdidin wan û wan hetanî ber keştiyan dibin. Li dora keştiyan şer gur dibe. Troyayî dixwazin keştiyên akhayiyan bişewitînin û riya vegerê li wan bigirin.

 

  1. Akhayî li hember êrîşên troyayiyan gelek di zorê de ne. Li ser vê yekê Patroklos ji bo Akhilleus vegere şer, diçe cem wî. Jê alîkariyê dixwaze. Lê Akhilleus ji ber ku berî çendekê tûşî neheqiyê hatibû, naxwaze bibe alîkar, lê di biryara xwe de parîkî sist dibe, alav û amûrên xwe yên şer tevî leşkerên xwe dide bin emrê hevalê xwe. Di wê lehzeya Akhilleus dibîne ku şewat bi keştiyên akhayiyan ketiye, hevalê xwe Patroklos dişîne şer. Patroklos dijminê xwe dipelixîne û şewata keştiyan dide vemirandin. Piştî şerekî dûr û dirêj, bi saya plan û alîkariya Apollon, Hektor Patroklos dikuje, dû re tevî leşkerên xwe şûnde vedikişe.

 

  1. Şer bi hemû hêz û xedariya xwe ve li dora cenazeyê Patroklos didome. Patroklos heval û lehengê herî nêzîk ê Akhilleus e.Troyayiyan dixwest termê Patroklos birevînin, akhayiyan jî bi hemû hêza berevaniya xwe ve dixwestin cenazeyê lehengê mezin Patroklos ji qada şer derxin û bibin nêzîkî keştiyan, cihê bi ewle. Akhilleus hêj bi kuştina hevalê xwe nehesiyaye. Akhayî bi zor û zehmetî cenazeyê Patroklos ji nav dest û lepên dijmin direvînin û digihînin nêzî keştiyan.

 

  1. Akhilleus pêdihese ku hevalê wî yê herî nêz li qada şer hatiye kuştin û çek û rextên wî jî ji hêla dijminan ve hatiye girtin. Gelek xemgîn dibe. Bi motîvekirina xwedawend Hereyê re, ji bo Hektor ji hêzê ve bixe, diçe. Ji bo şerê giran, bi alîkariya diya xwe ya xwedayî Thetisê gelek çekan bi dest dixe.

 

  1. Thetis, çek û rextên herî xweşik, bi saya xwedayê hesinkariyê Hephaistos dide çêkirin û digihîne kurê xwe Akhilleus. Akhilleus di civîna leşker û lehengan de wiha deng li Agamemnon dike:

“Tu çi dibêjî,  gelo me baş kir kurê Atreus,

Me rind kir, me hêrs kir dilê xwe

Ji bo jinekê, em ketin şerê dil dikoje.”

 

(…) ez aniha dawiyê li hêrsa xwe tînim.”

 

Ev hêrsa Akhilleus qal dike di destpêka destanê de tê dîtin ku Agamemnon û Akhilleus ji bo jinekê -Briseisê- dikevin qiraka hevdu. Dema Agamemnon jinikê bi darê zorê ji Akhilleus digire, Akhilleus jî hêrs dibe û ji şer vedikişe. Bi vê vekişîna wî re akhayî dikevin rewşeke pır xerab. Em dibînin va ye ji ber kuştina hevalê xwe yê herî nêzik -Patroklos- dev ji hêrsa xwe berdide û xwe ji bo şer amade dike.

Li ser biryara Akhilleus ya vegera li şer, Agamemon jî jina ku para Akhilleus ya talanê bû, tevî gelek xelatan lê vedigerîne. Akhilleus ji nû ve dibe xwediyê Briseisê. Akhilleus çek û rextên xwedayê hesinkariyê Hephaistos jê re çêkiribû li xwe dike û tevî erebeya xwe ya bi hesp bi çargavî dihere ser dijmin/troyayiyan.

 

  1. Zeus di civînek ji xwedayan pêkhatî de qise dike. Biryarekê radigihîne wan: Her xweda di alîgiriya şerî de serbet in. Bi vê ragihandinê re xweda jî cihên xwe di eniya şer de digirin û şer pîj dikin. Homeros vê dîmenê wiha tîne ziman:

“ Bi vî hawî xwedayên dilşad hevdu sor dikirin,

Şerekî dijwar dan destpêkirin di nava hevdu de,

Bavê xwedayan, bavê mirovan jî ji jor de,

Gurmînî bi asîman xist,

Li jêr Poseidon hejand axa bêdawî,

Hejand lûtkeyên bilind yên çiya,

Îdayê bi pirkanî hejiya ji kokê hetanî sertarê,

Hejiya herêma troyayiyan, keştiyên akhayiyan,

Li bin erdê, hundirê kralê mirinê -Aidoneus- qetiya.”

Di şer de beşa ku Akhilleus û Hektor tên hemberî hev ev beş e. Lehzeya Akhilleus Hektor dibîne wiha deng lê dike:

“Va ye mêrê herî zêde dilê min dax kirî,

Yê ku rêhevalê min ê herî delal kuştiye va ye ev e,

Di rêyên şer de êdî xweveşartina me ya ji hev nîne.”

 

Û şerê wan yê yeka yek dest pê dike. Xwedawend Athene Akhilleus, Apollon jî Hektor ji xetereyan diparêze û mudaxilî şer dibin.

 

  1. Akhayiyên di bin fermandariya Akhilleus de berdidin troyayiyan, wan hetanî keviya çemê Ksanthosê dibin. Hinekan dikujin, dozdeh kesan jî dîl digirin. Akhilleus li der û dora çem ewqas troyayiyan dikuje ku êdî çem jî debar nake, serî hildide û bi texlîdkirina dengekî ji mirov der tê wiha li Akhilleus deng dike:

“Hey Akhilleus, tu ji hemû mirovan serdesttir e di hêzê de,

Di karê xirabiyê de jî ji herkesî pêşdatir î,

Hemû xweda ji te re alîkariyê dikin,

Ger ji bo tu hemû troyayiyan bikujî kurê Kronos destûr dabe te,

Qet nebe van karê xwe yên erjeng ji me dûr pêk bînî,

Bajo wan hemûyan ber bi deştê,

Avên min ên xweşik tije dibe, di ser re davêje ji miriyan,

Ez nikarim avên xwe biherikînim behra xwedayî,

Te ez xitimandim bi mirovên kuştî,

Misêwa jî bi xedarî tu wan kel û kût dikî,

Ez ji te bêzar bûm kurê Kronos, bese êdî.”

 

Li ser vê denglêkirina çem, Akhilleus ji ber rabûna avê nizane bi ku de bireve. Çimkî çemê xwedayî li hember tunebûna troyayiyan nikare xwe rabigire. Akhilleus bi alîkariya xweda û xwedawendên mîna Athene, Poseidon û Hereyê ji xezeba çemî xelas dibe. Akhilleus dema ji nû ve hêza xwe dicivîne, dîsa êrîşî troyayiyan dike, wan hetanî hundirê bajêr diqewirîne. Dora Troyayê/Îlyonê bi sûrên bilind dorpêçkiriye. Ji bo daketina hundir çend deriyên wê hene. Hemû troyayî xwe davêjin hundirê sûran. Êdî şer li der û dora bajarê Troyayê, li ber sûran dê bidome.

 

  1. Dema Akhilleus ji bo êrîşê ber bi bajêr rê dikudîne hemû troyayî di hundirê sûrê de di berevaniyê de ne. Lê Hektor biryara xwe dide ku li ber derê sûrê, li hêla der Akhilleus pêşwazî bike. Tevî libergerîna bavê xwe -Priamos- jî ji biryara xwe venagere. Nayê hundir. Bavê wî bi lavakirinê ruyê şer yê tirsnak wiha tîne ziman:

“Haydê kurê min bikeve hundirê sûran,

Jinên Troyayê, mêrên wê biparêze,

Nav û dengekî mezin nebexşîne ji kurê Peleus re,

Bi xwe jî ji canê xwe yê şîrîn nebe,

Bila gunehê te bi min jî were, li vî bavê te yê bêtalih,

Li vî kalikê ji ewqas êşan tenê parçeyeke hiş di serî de maye.

Bi çarenûseke erjeng kurê Kronos,

Dê min tune bike di vê şêmûga kalîtiyê de,

Çi û çi bi min neda kişandin, Wî,

Min dît kuştinên lawên xwe,

Li erdê kişkişandina keçikên xwe,

Nema tu tişteke min, hilweşiya xan û mala min,

Li erdê werbûn neviyên min di salên biçûk de,

Bûkên min hatin revandin, di nav dest û piyên akhayiyan de,

Herî dawî li ber deriyekê dê kûçikên dirinde min jî parçeparçe bikin,

Serê rimekê an jî serê şûreke tûj,

Wê bigire canê min ji bedena min,

Kûçikên bi kurtêlên sifreya min dermale dibûn,

Dê bi dilekî har bimêtin xwîna min,

Dê dûre vezelin û rakevin di hewşa min de.”

 

Bi nêzîkîlêkirina Akhilleus re, Hektor ditirse û direve. Li dora Îlyonê hevdu diqewirînin. Di vê navê de Zeus difikire ku Hektor qûlekî wî yê baş e, dixwaze wî biparêze û ji êrîşên  Akhilleus xelas bike. Lê ev alîkariya demdemî feydeyê nade Hektor. Akhilleus bi derba rimê ya ji stûyê Hektor digire, wî dikuje. Çek û rextên lê dişêlîne. Ji nigan ve bi paş erebeyeke hespan ve tê girêdan û ber bi navenda artêşa akhayiyan ve tê birin. Rewş ji hêla Homeros ve wiha tê vegotin:

“Herdu nigên wî di nêzî gûzekê de qul kir,

Qayîş di qulan re derbas kir, girêda bi erebeyê ve,

Serî danî ji bo bi erdê ve kaş bibe,

Paşê xwe avêt erebeyê bi tevî çek û rextên navdayî,

Qamçî kir hesp, hespan xwe ber bi pêş avêtin, coşiyan.

Li dora gewdeya li erdê kaş dibû,

Ewreke ji tozan bilind bû ji nişka ve,

Di nava ax û tozê de ma serê wî,

Porê wî yê tiptarî belawela bû,

Pir xweşik bû ev serî berê,

Aniha Zeus ew da dijminên wî,

Ji bo bilewitînin li ser axa welatê wî.”

 

Piştî vê bûyera tirsnak zêmarên dê û bavê Hektor li hemû Troyayê belav dibe.

Diya Hektor -Hekabe- wiha deng li kurê xwe dike:

“Binihêre li diya xwe kurê min, li diya xwe ya bêtalih,

Ez a ku êşa te bibînim, ez a ku mirina te bibînim,

Ji vir pê ve ez ê çawa bijîm, çawa?

Bi şev û roj tu ronahiya dilê min bû, li vî bajarî,

Palpişt û hêza jin û mêrên troyayiyan,

Wekî xwedayekî silav li te dikirin,

Tu şana wan ya mezin bû di saxiya xwe de,

Lê kurê min, tu aniha di destê qeder û mirinê de yî.”

 

Dû re jî hevjîna Hektor- Andromakhe- pê dihese ku mêrê wê hatiye kuştin û îja jî ew dest bi  girî û zêmaran dike.

 

  1. Akhilleus piştî Hektor tîne cem akhayiyan, dixwaze îcar ji bo hevalê xwe Patroklos ku qasek berê hatibû kuştin rêûresmekê li darxe. Wî bi hurmetkarî dişewitîne û jê re gorekê çêdike. Ji bo bîranîna wî cur bi cur pêşbirkên werzîşî tê li darxistin. Pêşbirkên wekî erebeyên bi hesp, gulaş, boks, avêtina dîskan, tîr avêtin, avêtina riman, pêşbaziya revê ya ji çend kesan pêk tê û hwd. Di nava şer de jî berdewamkirina hin kevneşopiyan gelek balkêş e.

 

  1. Piştî pêşbaziya werzîşî ya di hêla gelek şaxan de, dema her kes ber bi keştiya xwe, ber bi herêma xwe ya ewle vedikişe, Akhilleus bi çi hawî nikarîbû serweriyê li hêrsa xwe bike. Dev ji cenazeyê Hektor bernade. Çimkî Hektor hevalê wî yê herî nêzîk -Patroklos- kuştibû. Meytê Hektor bi paş erebeya xwe ya hespîn ve dike, bi caran li dora cenazeyê Patroklos bi erdê ve kaş dike. Bêrêziyeke mezin li hemberî cenazeyê Hektor dike. Zeus bêrêziya Akhilleus li cenazeyê Hektor dike, qebûl nake. Ji bo cenazeyê Hektor bi şûnde bide, du qasidan peywîrdar dike. Bi riya Thetisê -ku diya Akhilleus e- ji Akhilleus re fermanekê dişîne da ku cenazeyê di dest de radestî Priamos -bavê Hektor e- bike. Bi riya Îris -ku ew qasidê xwedayan e- fermanê dişîne cem Priamos da ku here cenazeyê lawê xwe bigire.

Bavê Hektor bi pêhesîna agahiyan re, ligel lavakirinên jina xwe, zarokên xwe, tevî hemû hişyariyên dê rastî xetereyan were jî guh nade kesî û ber bi akhayiyan ve dihere. Li çûyînê bi xwe re gelek xelatan jî dibe. Bi saya rênişandêr Hermes şevekê xwe digihîne cem Akhilleus. Û bi van gotinên bi tîn cenazeyê lawê xwe dixwaze:

“Li ser ruyê erdê tu zindîwerî li ber xwe neda bi qasî min li ber xwe dayî,

Ez lêvên xwe yên lavakar dirêjî destê, yê ku lawê min kuştî dikim.”

 

Bavê Hektor û Akhilleus hetanî nivê şevê derdên xwe ji hev re dibêjin. Priamos ji bo merasîma definkirina lawê xwe ji Akhilleus qasî dozdeh rojan muhleta agirbestê dixwaze:

“Ger tu bisekine ji bo rêûresma gorîkirina Hektorê xwedayî,

Tu ê min pir kêfxweş bikî Akhilleus, vê ya bizanibî.

Tu dizanî, li bajêr çar hêlên me dorpêçkirî,

Ji daristanê anîna daran jî kareke dirêj,

Çiya dûr, lê troyayî di nava tirsê de,

Haydê em neh rojan di qesrê de ji bona wî bigirîn,

Roja dehan em wî defin bikin, gel jî bila bike şahiyê,

Roja yozdehan em ê li ser gora wî tilekê/girekê çekin,

Roja dozdehan ger pewîst be em dê cardin şer kin.”

 

Bi vî hawî cenaze ji destê akhayiyan tê girtin.

Dîsa di nivê şevê de tevî cenazeyê Hektor, di bin parastina Hermes de beyî bi artêşa akhayiyan bixuye bi dizîka derdikevin, bi zeraqa sibê re xwîşka Hektor  -Kassandra- hatina wan dibîne û hemû bajêrî di nava qêrîn û hewara xwe de dihêle, bi qîjîna xwe ve hemûyan şiyar dike û wiha dibêje:

Werin mêrên troyayî, werin jinên troyayî,

Werin bibînin Hektor, werin,

Wexta sax bû wexta ji şer vedigeriya ew,

Çawa hûn kêfxweş dibûn, çawa, werin haydê,

Bibînin tîrêja bajarê me, Hektorê me,

Tîrêja tevahiya xelkê, werin bibînin.”

 

Homeros jî rewşê wiha tînê ziman:

 

(…) Wê wiha got, bajêr ji şûna xwe ve lêqiya,

Nesekinî tek yek mêrekî, tek jinekê,

Şîneke nedîtî dagirtibû hundirê hemûyan,

Li ber deriyan pêşwazî kirin, yê mirî/meyt anîbû,

Li herî pêş jina wî ya delal û diya wî ya gewre,

Ligel porên xwe yên dirûçikandin,

Xwe davêtin ber maranên erebeya xweşik,

Serî hembêz dikirin yê Hektor,

Li çarhawêla wan qerebalix bi kûrekûr digiriya.”

 

Meytê Hektor tînin malê, îcar jî jina wî Andromakhe bi zêmara dil disoje, rêbayeke hestiyar diafirîne û ji bo mêrê xwe wiha diqîre:

 

Mêrê min, te koç kir, tu çû di salên xwe yê ciwan de,

Tu çû, di mala me de te ez bî hîştim,

Zaroka me jî piçûçik, pir teze,

Ya ji me, ji me herduyên talih reş,

Ez nizanim ku dê bigihêje xortaniyê,

Ev bajêr dê bi erdê ve bibe yek, ji serî hetanî binî,

Tu mir yê ku parastvanê Wî bû, yê ku nobedarê Wî bû,

Tu yê ku te dihîşt jinên maqûl, zarok li ser piyan bimînin.”

Dayika wî û Heleneya bibû egera şer jî bi zêmaran şîna Hektor digerînin. Herî dawî bi merasîmekê meytê wî dişewitînin, hestiyên wî dikin sandoqeke zêrîn û defin dikin.

 

Çîroka destanê di pirtûkê de hetanî mirina Hektor dihundirîne. Lê di rastiyê de piştî mirina Hektor jî akhayî û troyayî dê şerê hevdu bikin, Akhayî bi hespê textîn yê ku jê re dibêjin Hespê Troyayê bi dek û dolaban dê têkevin hundirê sûrên Troyayê û bajêr ji hêla hundir ve zeft bikin û Troyayê bi tevahî hilweşînin.

 

Têbinî: Ger hûn dixwazin serboriya vegera ji Şerê Troyayê hîn bibin kerem kin Destana Homeros ya bi navê Odysseiayê bixwînin. Di Odysseiayê de serboriya vegerê ya leheng Odysseus a li ser behrê tê vegotin. Rêwîtî deh salan dajo. Li vegerê li kralgeha wî gelek tişt guherîne. Hetanî hinek esîlzadeyan çavberdane jina wî û dixwazin bi wê re bizewicin. Jina wî Penelopeia girêdayî mêrê xwe ye û tenê dixwaze lehzeyek berî lehzeyê bigihêje wî. Û gelek bûyerên seyr yên din…

Mahmut Özçelîk-Çandname

Çavkanî: 1. Ev agahiyana ji pêşgotina Azra Erhat hatiye girtin ku di Îlyadayê de bi qasî 85 rûpelî cih digire.

  1. Homeros, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, Çapa VII, 2018, Stenbul, 621 rûpel. Yên ku ji yûnaniya kevn wergerandine tirkî: Azra Erhat, A. Kadir.

 

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply