Wêjeya Ku Ji Mesnewîya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî Derketîye

Der barê berhemên zimanê neteweyekê de, ya li Rojhilatê Navîn di navbera dewletên cuda de hatîye dabeşkirin û berhemên wê yên ku bi zaravayên cîyawaz hatine nivîsîn, dê gelekî zehmet çêbibe ku mirov bibêje, “Çîroka yekemîn a vî zimanî ev e, berhema wê ya nûjen a herî pêşîn ew e.”

Dema ku mirov dêhna xwe dide xebatên vî warî, li antolojîyên der barê huner û wêjeya wê de dinihêre, dibîne ku kes û nivîskarên ku ev xebat kirine, ji ber zehmetbûna vî karî, bi tûmî bi ser neketine. Çinku zimanê vê wêjeyê, zimanê Kurdî, ne zimanekî yekzaravayî ye. Vî zimanî li Tirkîyeyê zaravayên Kurmancî û Zazakî, li Îraq û Îranê zaravaya Soranî û Goranî/Hewramî ya ku hevreh e li gel Kirmanckî (Zazakî) hene û li gel wan, her zaravayeke xwe ya li her welatî jî devokên xwe yên cîyawaz hene.
Wêjeya vî zimanê navborî bi tenê ne ya Kurdên li Tirkîyeyê, her wisa ya hemû Kurdên li Îraq, Îran, Sûrî, welatên Sovyetistana Kevin û welatên Ewrûpayê ye, pê re jî ya Kurdên li DYE û Awistralyayê jî. Ji ber hindê, divê mirov behsa hemû berhemên bi elfabeyên Latînî, Erebî û Kirîlî jî bike. Lê di vê nivîsê de berhemên ku bi elfabeya Latînî hatine nivîsîn, wate, yên ku bo Latînî hatine guhestin û yên ku bo Kurmancî hatine wergerandin dê weke esas bêne pejirandin. Di eslê xwe de, ji ber ku wêjeya Kurdî weke wêjeya sirgûnê tê hesibandin – rojnameya pêşîn di sala 1898’an de li Qahîreyê hatîye weşandin, romana pêşîn li Ermenistanê hatîye nivîsîn, roman, çîrok û helbest li Swêdê hatine nivîsîn û herî dawî jî kar û xebatên çapkirina berhemên bi Kurdî yên ku ji salên 90’î û pê de hatine nivîsîn li Stembolê –, bûye sebeb ku yekparetîyek di vê wêjeyê de pêk neyê.
Wêjeya Kurdî ne wêjeyeke bê kok û bê binyat e. Vê wêjeyê berhemeke bi navê Mem û Zîn heye, ku weke dûmahîka xwe ya DNA’yî ji vê genetîkê de hulustîyaye. Yanî ev wêje xwedîya rabirdûya bi sedan salan e. Lê bênîştimanî (dabeşbûna welêt), mirovên ku li her parçeyekî di binê nîrê çandên cîyawaz de dijîn, cihêrengîya zaravayan, mayîna li jêr çewisandineke bênavbirrî de bûne sedem ku wêjeyeke hevbeş a bi Kurdî (bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî)) zîl nede. Digel van şert û mercan jî, li gel Ehmedê Xanî, kesên di medreseyan de perwerde bûyî, yên weke Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Elî Herîrî, Melayê Bateyî û Ehmedê Xasî yê ku nivîskarê Mewlûdê Kirdî ye, ya ku di sala 1899’an de li Amedê hatîye çapkirin û berhema pêşîn a nivîskî ya bi Kirmanckî (Zazakî) ye ku em dizanin, bi berhemên xwe ve gihiştine heta roja îro û hinekî be jî, dabeşbûn û çewisandina li ser vê wêjeyê ji holê rakirine. Lewma, ji bo wêje û kurteçîrok Rûsî Qapûta Gogol girîngîyeke xwe ya bi çi rengî hebe, mesnewîya Ehmedê Xanî Mem û Zînê jî ji bo wêjeya Kurdî wateyeke xwe ya bi wî hawî heye û serekî ye.
Di sedsala 19. de bi nivîsîna berhemên pexşanî yên pêşîn re xeberoşk û çîrçîrokên çanda devkî ya Kurdî jî hatine nivîsîn. Di vî warî de Mela Mehmûdê Bazîdî (1799-1867) gava pêşîn avêtîye, wî Mem û Zîna menzûmeya Ehmedê Xanî bi şêweyekî pexşanî ji nû ve nivîsîye.
Di dawîya sedsala 19. û destpêka sedsala 20. de di navbera netewedewletan de hewildanên bo şerên levakirina neteweyî hebûn, berê Împaratorîya Osmanî ketibû hilweşînê û Kurdan ji bo parastina hebûna xwe hewil didan. Piştî çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî, heta bi serê sedsala 20., em leqayî ti çîrokên bi Kurdî nayên.
Çîroka nûjen a pêşîn a bi navê Çîrok a Fûat Temo di kovara Rojî Kurd, hejmarên 1. û 2. de tê weşandin. Bi vî awayî, çîroka Kurdî ya ku ji hikayetên Kurdî yên ku bi forma keleporî ya Rojhilat vediqete, bi kullekî be jî, di sala 1913’an de, an ku piştî Mem û Zîna Bazîdî bi 57 salan hatîye nivîsîn. Di Rojî Kurdê de, Çîrok tê de hatîye weşandin, nivîsên pexşanî û helbestên bi şêwazên klasîk jî cî digirtin.
Piştî Çîrokê, kurteçîroka Celadet Alî Bedirxan a bi navê Ber Tevna Mehfûrê ya ku wekî kurteçîroka pêşîn a nûjen a bi Kurdîya Kurmancî tê hesibandin, digel ku di Hawarê de hatîye weşandin, berîya wê hingê, di sala 1927’an de hatîye nivîsîn. Li gel wê, nivîskarên her wekî Kamuran Alî Bedirxan ê birayê Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can, Nûredîn Zaza, Mistefa Ehmed Botî bi qasî 70 kurteçîrok di Hawarê de nivîsîne. Di kovarê de kurteçîrokên wergerandî û yên adaptekirî jî hene. Li gel kurteçîrokan; Ehmedê Namî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, Qedrî Can û gelek nivîskar û helbestkaran nivîsên pexşanî û helbest di Hawarê de nivîsîne.
Kovara Ronahîyê ya ku di navbera salên 1942-1945’an de derçûye, di ser 80’yî re çîrok, kovara Roja Nûyê ya ku di navbera salên 1943-1946’an de derçûye jî 29 çîrok weşandine. Ji van çîrokan hinek jê di roja me de weke bijarte hatine çapkirin. Ji nava vana Qedrî Can û Nûredîn Zaza weke du çîroknûsên zimanê Kurdî yên girîng derketine pêş. Her du nivîskar jî, ji ber egerên sîyasî, ji Tirkîyeyê derbasî Sûrîyê bûne û li Sûrîyê ji ber kar û xebatên xwe gelek caran hatine destgîrkirin û girtin. Qedrî Can bi çîrok û helbestên xwe ve weke nûner û serperiştê wêjeya Kurdî yê ji pêla klasîkê veqetîyayî tê hesibandin. Kurteçîrokên wî di gel jîyana eşîrî bi vegotin û pêşbînîyekê ve hatine ristin, helbestên wî ji helbestên klasîk ên bi şêweya arûz û kêşsazîyê re bûne weke vebijark. Çîroknûsê dîtir, Nûredîn Zaza, ji teref xwedî û gerînendeyê giştî yê weşanê yê kovara Hawarê Celadet Alî Bedirxan ve weke Çêxovê Kurdan hatîye pênasekirin.
Yek ji kesên ku di vê kovarê de kurteçîrok, helbest û fablên wî hatine weşandin, nivîskar Osman Sebrî ye û ger di wê serdemê de berhemên wî bigihiştana ber destên xwînerên wêjeya cîhanê, nivîskarekî li ser asteke wisa bû ku ew ê weke yek ji klasîknûsên wêjeya cîhanê bihata hesibandin. Kurteçîrokên Osman Sebrî jî, mixabin pirr bi derengî, di sala 2007’an de weke pirtûk hatine weşandin. Her du birayan, Celadet Alî Bedirxan û Kamuran Alî Bedirxan ên ku kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nûyê derxistine, bi nivîsên xwe yên wêjeyî bingeha wêjeya bi Kurdî (Kurmancî) danîye. Di roja me de pirtûkên her du nivîskaran weke pirtûkên çapkirî li ber destên xwîneran hene.
Di wê serdemê de nivîskaran di warê nivîsîna bi Kurdî de hemû çeşnên wêjeyî bi awayê nivîskî ceribandine. Di vê serdemê de, nivîskarên Kurd ên heyna Sovyetê yên ku pirrî payê wan Êzdî bûn, xasma li Yêrêvana paytexta Ermenistanê civîyan, ji derfetên wê heynê sûd wergirtin û di gelek çeşnên wêjeyê de berhemên girîng afirandin. Erebê Şemo yê ku bavê romana Kurdî (Şivanê Kurmanca) tê qebûlkirin û Eliyê Evdilrehman, Emerîkê Serdar, Sîma Semend, Tosinê Reşîd, Xelîlê Çaçan, Wezîrê Eşo, Heciyê Cindî, Fêrîkê Ûsiv û bi dehan nivîskarên ku pirtûkên wan hê jî nehatine çapkirin, di nava xwe de ji wêjeya Kurdî re cihokeke yekgirtî, kûr û herikbar a wêjeyî vekirine.
Dema ku rewşa zaravaya Kurmancî ya Kurdî ya ku ji alîyê qerebalixtirîn koma civakî ya Kurd ve tê axaftin wiha bûye, zaravaya Kirmanckî (Zazakî), ji ber birrek sedemên navxwe û dereke, nekarîye xwe bigihîne ser nivîsîna bi van şêweyên wêjeyê, pirr lê dereng maye. Rojnameya pêşîn a ku dest pê bûye bi temamî bi Kirmanckî (Zazakî) hatîye weşandin rojnameya Newepel e ku di mêjûya 15’ê Adara 2011’an de bi hewildana nivîskar, helbestkar, wergêr û lêkolîner Roşan Lezgîn û komek kesên xwebexş dest bi weşana xwe kirîye. Kovara pêşîn a bi temamî bi zaravaya Kirmanckî (Zazakî) ya Kurdî derçûyî kovara bi navê Vate ye ku bi pêşengîya nivîskar, zimanzan û lêkolînerê girîng Malmîsanij û li ser destê Koma Xebatê ya Vateyê ya ku li Swêdê hatîye damezirandin dest pê bûye di 1997’an de hatîye weşandin. Kurteçîroka pêşîn a bi Kirmanckî (Zazakî) kurteçîroka bi navê Engiştê Kejê (Tilîyên Kejê) ye ku Malmîsanij ew nivîsîye û di sala 1980’yî de di kovara Tîrêjê de weşîyaye. Romana pêşîn a bi Kirmanckî (Zazakî) romana bi navê Kilama Pepûgî (Kilama Pepûkê) ye ku ya nivîskar û weşanger Deniz Gündüz e û di sala 2000’î de hatîye weşandin.
Di salên 1960’î de ciwanên Kurd ên zanîngehxwende ji ber bandora cimûcola sîyasî ya li Tirkîyeyê xwe gihandine bajarê Stembolê, di nava hengameya polîtîk de hewildanên derxistina hindek kovar û rojnameyan kirine. Ji ber qedexeya li ser zimanê Kurdî, kovar û rojnameyên bi navên Dicle-Fırat, Şark Postası, İleri Yurt û bi zimanê Tirkî derxistine. Carinan, ji bo ku wê qedexeya zimanî bibezînin, di nava kurteçîrokên xwe de di nav re peyvên bi Kurdî bi kar anîne. Ev rewş di salên 1970’yî de jî berdewam bûye. Di kovara Tîrêjê de, ya ku di sala 1979’an de pirrî payê wê bi Kurmancî, beşeke kêm jê bi Kirmanckî (Zazakî) weşîyaye, Rojen Barnasê ku bi navê ‘Flît Totanî’ kurteçîrok û helbestên wî hatine weşandin, ev berhem bûne berhemên piştî bêdengîya demdirêj a wêjeya Kurdî. Di heman kovarê de Mem Ronga, Arjen Arî, Berken Bereh û Malmîsanij helbestên xwe yên bi Kurdî yên pêşîn weşandine. Digel ku jê û pê ve me berhemên nivîskî yên Mem Ronga nedîtine jî, piştî salên 1990’î Arjen Arî û Berken Bereh gelek pirtûkên helbestan dîyarî xwîneran kirine. Her dîsa, pirtûka kurteçîrokan a Mehmed Emîn Bozarslan a bi navê Meyro ya ku di 1978’an de hatîye weşandin di nava wan şertên polîtîk ên wê serdemê de nekarîye bigihîje ber destên xwîneran.
Kurdên ku ji ber derbeya eskerî ya 12’ê Îlonê ji Tirkîyeyê koç kiribûne Ewrûpayê, li gelek welatên Ewrûpayê dest pê kirine xebatên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê yên nîvcomayî yên sîyasî bi nivîsîna berhemên bi Kurdî tacîdar kirine. Bêtir jî kesên li Swêdê bicîbûyî ji şertên erênî yên wî welatî sûd wergirtine û bi Kurdî nivîsîne. Bi vî awayî, berhemên nivîskî yên zimanê Kurdî ji alîyê nivîskarên her wekî Mehmed Uzun, Mahmut Baksi, Firat Cewerî, Hesenê Metê, Mistefa Aydogan, Silêman Demir û Malmîsanij ve hatine nivîsîn. Ev rewşa erênî, digel ku li Ewrûpayê heta serê salên 1990’î berdewam bûye jî, ji ber bandora derbeya eskerî li Tirkîyeyê deng venedaye. Lêbelê, piştî ku li bajarê Stembolê Navenda Çanda Mezopotamyayê hatîye damezirandin û piştî damezirana xwe bi salekê bi derxistina kovara xwe ya bi navê Rewşenê re û li dû wê jî di 1994’an de bi derketina rojnameya hefteyî ya bi Kurdî ya pêşîn, Welat re em dibinin ku gavên girîng ber bi wêjeya Kurdî ve dubare hatine avêtin.
Çawa ku bajarê Stembolê di destpêka 1990’î de ji bo rewşenbîrên Kurd bû cîyê nivîsîna bi Kurdî, heman bajarê çandê di sedsala dîtir de jî xwedîtî li wan û karên wan kir. Kurdên ku li derveyê sînorên Tirkîyeyê dijîn, ên weke Bavê Nazê, Tosinê Reşîd, Kamîran Haco, Fawaz Husên, Firat Cewerî, Malmîsanij, Hesenê Metê, Şahînê Bekirê Soreklî, Helîm Yûsiv, M. Alî, Lokman Polat, Enver Karahan, Îbrahîm Seydo Aydogan, Evdile Koçer, Fêrgîn Melîk Aykoç, Fatma Savci û Gulîzer; nivîskarên ku bi zaravayên Soranî û Goranî nivîsîne, yên weke Hesenê Kizilcî, Ferhad Pîrbal, Cemîl Saîb, Ahmed Muxtar Caf; yên ku li nava sînorên Tirkîyeyê dijîn, ên weke Çiya Mazî, Roşan Lezgîn, Adar Jiyan, Yaqob Tilermenî, Fevzi Bilge, Lal Laleş, Yıldız Çakar, Dilawer Zeraq, Hasan Kaya, Şener Özmen, Selahattin Bulut, Dilber Hêma, Felat Dilgeş, Sedat Yurtdaş, Berken Bereh, Rênas Jiyan, Sîdar Jîr, Îrfan Amîda, Ramazan Alan, Mehmet Dicle, Lorîn S. Doğan, Şêxmûs Sefer, Bahoz Baran, H. Kovan Baqî, Cîhan Roj, Ciwanmerd Kulek, Welat Dilken, Mîran Janbar, Kawa Nemir û gelek nivîskar û helbestkar; roman, kurteçîrok, helbest, bend û gotar, şanoname, gername û berhemên wan ên bi çeşnên din heta bi salên 2000’î li çapxanêyên Stembolê hatin çapkirin û bi dû feramoşbûna Qanûna Rewşa Awarte re bajarên Kurdistanê, nexasim jî Amed, bûn navenda wêje û weşangerîya Kurdî.

Nîşe: Zanyarîyên ku peywendîdarî zaravaya Kirmanckî (Zazakî) ya Kurdî di vir de hatine ji nava nivîs û hevpeyvînên nivîskar û weşanger Roşan Lezgîn hatine berhevkirin. (N.E.)

Yaqob Tilermenî
kurdilit.net

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply