Bagera Zilfê çawa bû biwêj

Belê ez ê behsa çêbûna çend biwêjên li gundê me tenê têne zanîn û sedema derketina wan bikim. Gundek û şênîyên wê bê perwerde û xwendina wêje û ziman bi awayekî sirûştî çawa biwêj çêkirin e? Ma em nabêjin biwêj û gotinên pêşiyan malê gel in em nikarin bêjin filankesî/ê çêkiriye… Lê emê di vê nivîsê de çend mînakên ku wekî 50-60 sal in di gundê me de bûne
biwêj parve bikin. Erê ev êdî biwêjin û çawa ku biwêja “Hirç û govend?” devsa gelek peyv û gotinan digire ev biwêjên me jî wisa erka xwe tînin bi cî. Ez ê mînakan bi jimar bidim.

1- Bagera Zilfê; Rojên sar û serma û bager de ev biwêj tê gotin. Yan jî yek xwe zef bipêçe ji wî re dibêjin “bagera zilfê te kiriye?”
Çîroka wê: 50-60 sal berê li gundê me 3 mêr û Zilfê radibin dikevin rê û peyatî riyeke kese de berê xwe didin navenda Agiriyê. Piştî qedandina kar, filan û bêvan ev dizvirin ku werin gund. Tên û di rê de bager li wan digire û dibe guje-guja berf disûrike û çav çavan nabîne. Ew riya xwe winda
dikin û têdernaxin. Nizam çi aqil tê wan dibêjin “Zilfê tu li vir be, em riya gund rastkin û nebe gazî çend hewan kin bira werin yaliyê me” û diçin.
Dighîjin gund û bi çend hewên din re heta hewarî tên Zilfê diqerime û dikeve, bager berfê ser tijî dike. Piştî lêgerîneke dûr û dirêj lingekî Zilfê li ser berfê tê xuyan û meytê wê hil didin tên gund. Û di wê rojê şûnde ev biwêj heye.

2- Yê Mirî: Dema komek mirov karekî bike û hinek bibêje yaw hûn hindik xebitîne. Wekî hinekên din bûna niha ji we zefhtir kar kiribûn ev biwêj têgotin.
Çîrok: Ûsivê Apo (Xwedê rehma xwe lê ke) merivekî bi hêrs û xweyî gotinên bi teqil bû. Rojekî ew û çend heb gundiyên me diçin paletiyê. Malxê malê mirîbû ye. Ev jî dibêjin “Jinik guneh e, mêrê wê tune, em xweş lêxin (rind bixebitin) jê re.”
Û dibe nîvro, dema jinik ji wan re nan tîne dibêje “We hema sibe de ev çinî ye? Yê mirî her sal tenê ew qas diçinî”. Ap Ûsiv dibê “Ez gora yê mirî nim û em deh qasê yê mirî nabin?”

3- Golegenî: Di Kerr û Kulik de Werdê ji Kerr û Kulik re dibêje “Bira hespê we ava golegenîya venexwe û yê ji taqet bikeve…” Û ev biwêj ji wir tê û em çîroka wê ya di gundê me de binhêrin.
Çîrok: Di gundê me de Ap Şerîf hebû. 10-12 sal berê mir. 115 sal emir kir.
Îja Ap Şerîf çîrokbêj bû. Dibêjin êvaran gundî li hev diciviyan, wî digot, şevekî xilas nedibû êvareke din dîsa diciviyan. 2 rojan 3 rojan çîrok digot. Îja Ap Şerîf çîroka Kerr û Kulik jî bi dehan caran ji gundiyan re gotiye. Bandora vê xurt bûye li ser gundîyan. Mînakên bikaranîna biwêj “Dema Kêlindî (Tirpan)kêş û bixebitin û gîha yan jî genim biçinin û heke kêlindiya yekî rind neçine dibêje “heyla mîratê! Tirpana min ava golegenîya vexwariye û perçifî ye nikare here”
Yan jî du heval bi erebê xwe ve di rê de diçin û yek xwe ji yê din re negihîne dibêje “ereba min ava golegenîya vexwaribû û nedihat”

4- Cisnê Gogo: Dema yek xeletiyekî bike dibêjin “Tu jî Cisnê Gogo yî” yanî tu jî wekî wan ê din î.
Çîroka wê;  Di gundê me de jineke bi navê xwe Tewrat hebû(Xwedê rehma xwe lêke) navê xwişka wê jî Gogê bûye. Îja Gogê û Tewratê li hev nekirine di kar û baran de.
Rojekî Meta Tewrat nan dipêje û çaxa refika xwe li tendûrê dixe nan tendûrê nagire dikeve nav agir dibe Kût. Îja ne yek ne didu çaxa çend caran ser hev wisa dibe Meta Tewrat bi hêrsketî dibêje “Tu jî cisnê Gogo yî û tê heta ku herî?” yanî tu jî ji Gogo çûyî.
Û di wê rojê şûnde kesên ku bêkêr û karên xeletkirî re dibêjin “tu jî cisnê Gogo yî”.

5- Mûsa Pêxember; Dema yek sond bixwe û bixwaze hevalê din bikene vê sondê dixwe.
Çîroka wê; Di gund de Meta Cecê heye û dema sond dixwe dibêje “Erê Mûsa Pêxember”. Nizanim çi sedem e ku sondeke wiha dixwe? Min hê xêncî wê ji tu kesî nebihîstiye. Û di wê şûnde wekî sondeke şirîn û biwêjeke xweş ketiye ser zimanê gund.

Firat Keklîk | firatkeklik04@gmail.com

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply