Di salnameya kurdî de Çile

Di Salnameya Kurdî de 40 heye û ÇILE heye.  Ev herdu çendî ku ji hevûdu dûrebar bin jî, lê hevbariya wan jî heye.

Niha ÇILE, lê nivîsa li pey vê jî wê 40 bête weşandin.

Di Salnameyê de, ji xeyn ”40”ê, du çile hene. Yek, di havînê de ye û yek di zivistanê de ye.

DESTPÊKA ÇILEYÊ HAVÎNÊ:

Roja Yekê Hezîrana (pûşber) Mîladî dest pê dike û roja Nehê Temûzê (tîrmeh) jî bi dawî dibe. Di vê çileyê de, germ zêde çêdibe. Navên vê germê jî, cuda cuda tê gotin.

(Di van 40 rohjan de oldarên Kurd ên Yezdanî, rojî digirin û roja dawîn jî cejn dikin).

DESTPÊKA ÇILEYÊ ZIVISTANÊ:

Çileyê Zivistanê jî, du beş in:

. Çileyê Mezin.

. Çileyê Piçûk.

Destpêka Çileyê Mezin:

Roja 21ê Çileyê Pêşî (meha 12) dest pê dike û roja 30/31ê Çileyê Paşî jî bi dawîn dibe. Roja destpêka zivistanê, ev roja 21ê tê hesibandin.

Zivistana di vî çileyî de, hin caran xedar e û hin caran bi hêsanî derbas dibe.

Destpêka Çileyê Piçûk:

Roja 20ê sibatê dest pê dike û roja û roja 17 yan 18ê adarê jî bi dawî dibe. Ev çile, 20 roj in.

Zivistana di vî çileyî, pir xedar û har e.

Di vî Çileyê Dawîn de, zivistana Kurdistanê pir giran û serma û seqem e. Li ser vê gelek çîrok û mesek û leqemok û pêkenokên folklorî jî hene. Ev e çend ji wan ev in li jêrê:

Li herêmên zivistana dijwar, Kurd tedûra xwe di nava malê de çêdikin. Dibêjin, di Çileyê Pêşî de xelk li dora devê tenûrê kom dibe, lê di Çileyê Paşî de xelk xwe dixe nava tenûrê.

Di Çileyê Paşî de hin roj herwekî rojên biharê germ in, wisa xweş û bayê germ çêdibe. Li ser rojên wisa xweş, çend meselok û kurteçîrok jî hene. Yek ji wan a Gamêşqiranê ye:

Di Çileyê Dawîn de hem pût û alifê dewaran kêm dibe yan diqede û hem zimhêra hin malan jî diqede yan kêm dibe.

Di dem û rewşên wisa de malbat, ji bilî ga û çêlekan, dewarên xwe li malê cîranan belav dikin. Heta hinek zarûkên xwe jî eynî wisa belav dikin.

Dibêjin, rojeke tav û germ yekî xwediyê çil gamêşan, gamêşên xwe birine çêrê. Ji vê çêreyê re AXLÊVE tê gotin. Ji nişka ve bûye berf û firtone, ew çil gamêş tevî xwediyê xwe mirine.

Çîroka din jî ev e: Yekî xwediyê çil devehan, devehên xwe birine çêrê û ji nişka ve bûye berf û bahoz, piştre xwedî zikê devehekê qelaştiye û xwe tê de ji sermayê parastiye şev bi dawîn bûye.

Piştî xedarî û zordariya Çileyê Reş, dema dibe 21ê Adarê, îcar bihar dest pê dike.

Jixwe li ser biharê çend Gotinên Pêşiyan jî hene, weha gotine: ”Biharê berf digîje guliyê darê, lê namîne heta danê êvarê.”

Herweha gotineke din jî ev e: ”Adar e, dew li dar e.”

Rîspiyên Kurdan hertim di civat û caxiyan de ji xelkê re weha dibêjin:  Di çile de hindik xwarin bixwin, hindik êm û alif bidin dewarên xwe û hindik şewateya zivistanê bişewitînin.

Hêvîdar im ku ciwanên me yên li zanîngehan lêkolîneke berfireh li vê babetê bikin. Lewra niha jî li gund û şêniyên Kurdistanê gelek kal û pîrên me hene ku rind bi vê meselê dizanin, ji wan bipirsin û wek pirtûk vê naverokê bikin malê Pirtûkxaneya Kurdistanê.

Zeynelabîdin Zinar-Rojeva Kurd

17/ 11/ 2018

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply