ERÛZa Ereban “OUT”, NEWASAZÎya Kurdan “IN”

Her weke hûn jî dizanin, di her helbesteke klasîk de, ji bilî levanîna qafiyê; ritm û ahengên cûrbicûr ên di helbestan de jî, newayeke xweş didine xwendina helbestê.

Newayên di helbestên klasîk de, bi kombînasyonekê ango bi rêzkirineke bisilsile ya kîteyên kin û dirêj tê bidestxistin. (Di Kurdî de kîteyên bi E, I, U’yê biqedin kurt in, yên dî tev dirêj in.)

Bê çawa her ziman, xwedî teybetmendiyên ji hev cûda ne her weha teybetmendiyên dengên her zimanî jî ji hijmara kîteyên kin û dirêjan bigirin ta bilêvkirina dengan, ji yên dîtir cuda ne.

Ji bona her ziman xwedî teybetmendiyên dengên cuda ne, helbet ritm û ahengên mirov bikaribe bi hesanî ji dengên wî zimanî derxe jî li gorî teybetmendiyên dengên her zimanî, têne guhertin. Ango her zimanek, xwedî newayên xwe yên cuda ye.

Ev ritimên di helbesta bipîvan de, ne mal û milkê ti kesî ne lê camêrekî zimanzanê erebî bi navê Xelîl bin Ehmed Elferahidî (pz: 718-791) derketiye û ji van newayên di helbestan de bi mentiqa zimanê erebî (dibêjin ev kes bi eslê xwe kurd bûye.) bi navê Erûzê pergalek daniye.

Divê em vê jî li vir bibêjin, Elferahidî pergala xwe li ber ritmên zimanên şaxa rojhilat ya Hind-Ewropîyan daniye. Ango ji newayên zimanên weke kurdî, farisî, sanskrîtî (hindîya kevn) û hê gelek zimanên dî siûd wergirtiye lê em dikarin bibêjin kirasê zimanê erebî li van newayan kiriye.

Pergala Elferahidî ya bi navê Erûzê hem fêrbûna wê ji bo yekî kurd gelek zehmet e û hem jî ne li gorî rihê zimanê kurdî ye. Bi dehan peyvên kilîdî yên bingehîn hene bi navên tefîlatan û tev jî hem bê wate ne û hem jî ji bo yekî kurd bilêvkirina wan jî û fêrbûna wan jî gelekî dijwar e.

Her weha di pergala erûzê de bi dehan behr û daîre û qalib hene. Ango hetta tu bibêjî bes pergaleke bê pergal û dijwar e. Lê cihê mixabiniyeke mezin e, heta niha jî ti kesî ji bo newayên zimanê kurdî pergaleke bi rêk û pêk, da ji erûzê re bibe alternatîf nedaniye û ev ritm û ahengên kurdî, li gorî erûza erebî hatine bikaranîn.

Herçiqasî bi hazaran salan di helbesta kilasîk (kevnare) ya kurdî de newayên li gorî rihê kurdî hatibine bikaranîn jî lê ji ber helbestên kurdî yên klasîk li gorî pergala erebî ya erûzê hatine danîn û hûnandin, newayên kurdî gelekî guvaştî mane.

Gelek helbestvanên qerase yên kurd ji sê çar rêzepêlikan (qalib) pê ve ti newayên cuda bi kar neanîne. Çima? Loma bersiv hesanîye:
1- Pergala Erûza ereban ne li gorî rihê zimanê kurdî ye.
2- Ferbûna pergala Erûza ereban ya hiştevlihev û sergêjomêjo dijwar e.

Mixabin her çiqasî bikaranîna newayan ên di helbestê de ji çanda kurdan jî be heta niha ti kesî ji bo van newayan pergaleke bi rêk û pêk nedanîye. Lê ez û du hevalên xwe gelekî şanaz in sazkirina pergaleke bi vî rengî li gorî nawayên kurdî bû qismetê me.

Me pergaleke ji sedî sed li gorî rihê newayên kurdî bi navê NEWASAZÎyê ji bo wêjeya kurdî danî. Hem fêrbûna wê gelek hesanî ye hem jî bikaranîna wê… Kodeke dijîtal a hesanî jî jê re hatiye dîtin.

Çêker û sazkerê vê pergalê Îrec Mêhrbexş e. Min û hevalê xwe Walî Bedelpur jî me bi pêşniyarî û fikrên xwe destek û piştgirî da vê pergalê.

Ez Qasimê Xelîlî (mamosteyê wêje û zimanê tirkî), Îrec Mêhrbexş (mamosteyê wêje û zimanê ingilîzî) û Walî Bedelpûr (endezyarê sazkirina bernameyên dijîtal ên kompituran/sazkerê aplikasyona Kaniya Helbestan) em ê li ser rûpelên xwe danasîna vê pergalê bikin roj bi roj…

Qasimê Xelîlî
21.10.2018

Têbinî: Ji bona kesên bixwazin “Newasazî”yê bi hûrgilî binasin re me dosyayek wek pdf’ê amade kiriye. Kesên bixwazin dikarin vê dosyaya teorîk ji vê lînka li binî daxin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply