Xebatên zimanî di navbera lehceyan de

Van çend dehsalên dawiyê xebatên li ser lehceyên cuda yên zimanê kurdî zêde û berfireh bûne. Hin ji wan lêkolînan bi kurdî û hinek jî bi zimanên din in.

Lêkolînên zimanî yên bi kurdî adeten li ser wê lehceyê ne ku kitêb bi xwe jî pê hatiye nivîsîn. Bo nimûne, kitêbên zimanî/rêzimanî yên bi kurmancî bi piranî behsa taybetmendiyên kurmancî, yên bi soranî qala taybetmendiyên soranî û yên bi zazakî jî aqlebe behsa xusûsiyetên zazakî dikin.

Lê herwiha bi taybetî vê dawiyê hin berhem bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din jî ya kurdî hatine pêşkêşkirin. Hinek ji van berheman hewl didin qisekerên lehceyekê hînî lehceya din bikin lê hinek jî tê dikoşin wekhevî û cudahiyên du yan zêdetir lehceyên kurdî bi xwandevanên xwe binasînin.

Hinek ji berheman kitêb an nivîsarên li ser rêzimanê ne. Hinekên din jî ferhengên dulehceyî yan pirlehceyî ne.

Di vê nivîsara xwe de em ê van xebatên bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din ya kurdî binasînin. Herwiha wek diyariyeke bo sala nû ya 2018 em ê piraniya van berhemên hêja di malpera Zimannas de bixin ber destê xwandevanên kurdî.

Xebatên zimanî yên pûtedana bi lehceyên din jî

Li gel ku hinek lehceparêzên bêhnteng di nav ferhengsaz û rêzimannivîsên kurd de he(bû)ne jî, lê piraniya zimannas û rêzimannivîsên kurd hemû lehceyên kurdî wek zengînî û dewlemendiya zimanê kurdî pejirandine û li gor şiyan û taqeta xwe pûte bi wan jî kiriye anku giringî û bayex daye wan jî.

Piraniya rêzimannivîsên kurdî (hem rêzimannivîsên kurd û hem jî yên biyanî) di berhemên xwe de cih daye tenê lehceyeke kurdî (kurmancî, soranî, zazakî) û bi temamî yan jî bi piranî lehceyên din piştguh kirine. Mirov dikare bi hêsanî vê yekê fehm bike ji ber ku cudahiyên navbera lehceyên serekî yên kurdî (bo nimûne kurmancî, soranî û zazakî) de gelek mezin in. Bi taybetî bo kesên ku dixwazin hînî kurdî bibin, dê barekî gelek giran û herwiha sergêjker be eger mirov di heman demê de hewl bide rêzimana kurmancî, soranî, zazakî, hewramî û hwd. pêşkêş bike.

Lê bi merema hînbûna lehceyekê bo zanayên lehceyeke din yan jî bi mebesta berhevdanên zimannasî, hejmareke berheman hatine nivîsîn ku balê dikişînin ser lehceyên din jî yên kurdî.

 

BERHEMÊN RÊZIMANÎ YÊN LEHCEYÊN DIN

Mirov dikare behskirina rêzimana lehceyên din bi çend awayên jêrîn parve bike:

  • behskirina du yan zêdetir lehceyên kurdî di heman berhemê de di berhemên bi zimanên biyanî de
  • behskirina rêzimana du yan zêdetir lehceyên kurdî di heman kitêba bi kurdî de
  • şirovekirina rêzimana lehceyeke kurdî bi lehceyeke din ya kurdî.

Li gor ku haya me jê heye, yekem car ku di heman berhemê de behsa du kurmancî lehceyên kurdî (kurmancî û soranî) hatiye kirin, kitêba efserê inglîz E. B. Soane ya bi navê Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language (Rêzimana zimanê kurmancî anku kurdî) ye ku sala 1913 hatiye weşandin.[1] Soane gelek ji nimûneyên xwe pêşî bi kurmancî û paşî jî bi soranî dide. Lê mixabin kitêb ji sîstematîkiya zimannasî dûr e û di nimûneyan de jî gelek xeletî hene.

Yekem hewldana cidî ya berhevdana du lehceyên kurdî kitêba Sadiq Behaedîn AmêdîRêzimana Kurdî: Kurmanciya jorî û jêrî ya Berhevkirî ye ku sala 1987 hatiye weşandin. Kitêb bi kurmancî û bi alfabeya kurdî-erebî ye lê herwiha bi berfirehî cih dide soranî jî. Vê dawiyê kitêb bi alfabeya kurdî-latînî jî hatiye belavkirin.[2]

Sala 1996 kitêbeke din ya berhevdana rêzimana lehceyên kurdî bi navê Kurdîzan – rûberîna zaravên kurdî derket ku ji aliyê Fêrgîn Melik Aykoç ve bi kurmancî hatiye nivîsîn. Kitêb 300 rûpelî ye û hewl dide hemû lehceyên kurdî bi cudahî û wekheviyên wan ve bide nasîn. Nivîskarê kitêbê bi taybetî şarezayî lehceyên kurmancî û zazakî ye. Em tevahiya vê kitêbê li vê derê dixin xizmeta xwandevanên kurdî.[3]

Sala 2012 kurterêzimaneke soranî bi kurmancî ji aliyê Husein Muhammed ve li ser internetê hat weşandin. Nivîskar cudahî û wekheviyên dengnasî, peyvnasî û teşenasî yên kurmancî û soranî dide nasîn.[4] Paşî heman xebat ji aliyê Hasan Aslan ve ji kurmancî li zazakî hat wergerandin û bû yekem berhema li ser rêzimana lehceyeke din ya kurdî bi şirovekirina zazakî.[5]

Sala 2013 kitêba Gramera Kirdkî (Zazakî) ya Roşan Lezgîn bi şirovekirinên bi kurmancî derket. Di vê kitêba sîstematîk de beş bi beş rêzimana zazakî bi kurmancî tê şirovekirin, nimûne tên pêşkêşkirin û herwiha tekstên edebî yên bi orijînala xwe ya zazakî li gel wergerên xwe yên kurmancî tê de cih digirin. Kitêb hem bi kêrî hînbûna zazakî tê û hem jî bo berhevdana cudahî û wekheviyên kurmancî û zazakî hêja ye.[6]

Tenê salekê dûv re anku sala 2014 jî kitêba Hevberkirina rêzimana zazakî û kurmancî ya Seîd Veroj derket. Kitêb beş bi beş kurmancî û zazakî dide ber hev. Hem nimûne û hem jî şirove bi herdu lehceyên zazakî û kurmancî hatine nivîsîn.[7]

Salek piştî wê anku 2015 vê carê jî yekem rêzimana kurmancî bi soranî derket. Kitêba Rêzimanî kurdî – kirmancî serû ya Nerîman Xoşnaw rêzimana kurdî – bi taybetî devoka behdînî – bi alfabeya kurdî-erebî bi xwandevanên soranîxwîn dide nasîn. Em li vê derê tevahiya kitêbê belav dikin:

https://zimannas.wordpress.com/2018/01/01/rezimana-kurmanci-bi-sorani/

 

FERHENGÊN LEHCEYÊN DIN

PEYVÊN LEHCEYEKÊ DI FERHENGÊN LEHCEYEKE DIN DE

Piraniya ferhengên kurdî li ser bingehê lehceyekê hatine danîn. Ew bi awayekî sîstematîkî peyvên lehceyekê, maneyên wan peyvan bi lehceya bijartî û awayên bikaranîna peyvan li gor wê lehceyê pêşkêş dikin. Eger hevok û nimûneyên bikaranîna peyvan di ferhengê de hebin, hingê jî ew hevok adeten tenê bi lehceyekê ne. Herwiha gava ku ferheng bi zimanekî biyanî û kurdî be, dîsa teqrîben her ferheng peyvên biyanî tenê li lehceyekê werdigerîne.

Lê dîsa jî piraniya ferhengvanên kurdî cih didin hinek peyvên ji lehceyên din jî. Bo nimûne, di ferhenga Henbaneborîne ya Hejar yan ferhenga Kurdistan ya Gîw Mukriyanî de ji bilî peyvên soranî (ku lehceya serekî ya van herdu ferhengan e), dîsa gelek peyvên kurmancî û hinek peyvên hewramî jî hene. Yan di ferhenga kurdî-tirkî ya D. Îzolî de ji bilî peyvên kurmancî (ku lehceya serekî ya vê ferhengê ye), dîsa hinek peyvên soranî û zazakî jî cih digirin.

Hinek ferhengên kurdî ti agahiyên li ser lehceya filan peyvê diyar nakin: Bo nimûne, Hejar di ferhenga xwe de nabêje ka kîjan peyv ji kîjan lehceyê wergirtiye.

Hinek ferheng diyar dikin eger filan peyv ne bi lehceya serekî be: Bo nimûne, D. Îzolî li ber peyvên soranî S û li ber yên zazakî jî Z datîne.

Hinek ferheng jî hewl didin lehceya/lehceyên her peyvê diyar bikin: Bo nimûne, Gîw Mukriyanî di ferhenga xwe de hewl dide li pey her peyvê lehceyên ku ew peyv tê de tê bikaranîn pêşkêş bike.

Lê cihdana peyvên lehceyên din di ferhengên kurdî de kêm-zêde tiştekî tesedifî ye. Hinek peyvên lehceyên din jî cih digirin lê piraniya peyvên lehceyên din cih nagirin.

Bo nimûne, D. Îzolî di ferhenga xwe de cih dide peyva zazakî ”pî” (bab, bav) lê cih nade lêkera giring ”kerdene” (kirin). Yan Şefîq Qezaz di ferhenga xwe ya Şarezor ya soranî-inglîzî de cih dide peyva kurmancî ”vir” (vê derê) lê cih nade lêkera gelek giring ya kurmancî ”kirin”.

 

FERHENGÊN DULEHCEYÎ Û PIRLEHCEYÎ

Vê dawiyê çend ferhengên kurdî belav bûne ku peyvên lehceyeke kurdî bi lehceyeke din ya kurdî şirove dikin.

Yekem ferhenga peyvên lehceyeke kurdî bi şiroveyên lehceyeke din ferhenga soranî-kurmancîya Husein Muhammed e. Ferheng yekem car wek ferhengokekê beş bi beş di destpêka salên 2000 de li gel kovara Mehname li ser Internetê dihate belavkirin. Lê piştî herfên A – Ç, danerê ferhengê hest bi pêwîstiya hebûna ferhengeke berfireh ya soranî-kurmancî kir ku bikare di wergerandinê de alîkarî wergêrên kurd be. Ji herfa D pê ve ferheng hatiye berfirehkirin. Ew heta niha bi beşên A – Ç kurt û ji herfa D heta herfa R jî bi berfirehî li ser internetê di malpera Wîkîferhengê de hatiye belavkirin. Nivîskar niha jî li ser beşa S dixebite û armanc ew e ku heta sala 2020 beşên S – Z biqedîne û beşên A – Ç jî berfireh bike.

Ferheng pêşî tenê bi alfabeya latînî bû anku peyvên soranî jî bi latînî hatine nivîsîn û li gor rêzbendiya alfabeya kurdî hatine rêzkirin lê paşî danerê ferhengê awayê nivîsîna serpeyvan bi alfabeya kurdî-erebî jî diyar kiriye.

Hemû ferheng dikare li vê derê were dîtin û bikaranîn: https://ku.wiktionary.org/wiki/P%C3%AAvek:soran%C3%AE-kurmanc%C3%AE

Wek kitêb heta niha sê ferhengên mezin yên peyvên lehceyeke kurdî bi şiroveyên lehceyeke din hatine weşandin.

Sala 2009 Ferhenga Kanî ya Mihemed Salih Pêndroyî derketiye ku peyvên kurmancî bi soranî rave dike. Ferheng bi alfabeya kurdî-erebî ye anku hem peyvên kurmancî û hem jî yên soranî bi alfabeya kurdî-erebî hatine nivîsîn. Di ferhengê de texmînen 12 000 peyv hene. Ferheng dikare li vê derê bê dîtin û bikaranîn:

https://zimannas.wordpress.com/2018/01/01/ferhenga-kani-kurmanci-sorani/

Tenê salekê piştî Ferhenga Kanî ya kurmancî-soranî, anku sala 2010 ferhengeke mezin ya hewramî-soranî jî hat weşandin. Ferhengî Wişename horamî – kurdîy nawendî ya Cemal Hebîbullah nêzîkî 40 000 peyvên hewramî bi soranî şirove dike. Ferheng bi alfabeya kurdî-erebî hatiye nivîsîn lê çend herfên din jî li gor pêwîstiyên dengnasiya hewramî li alfabeya kurdî-erebî hatine zêdekirin. Ferheng dikare li vê derê bê dîtin û bikaranîn. Em wek malpera Zimannas tevahiya vê ferhengê li vê derê belav dikin:

https://zimannas.wordpress.com/2018/01/01/wisename-ferhenga-hewrami-sorani/

Di heman salê de anku 2010 herwiha ferhengeke mezin ya zazakî-kurmancî û kurmancî-zazakî jî belav bûye. Ferheng Kirmanckî (Zazakî) – Kurmancî / Kurmancî – Kirmanckî (Zazakî) ya Çeko Kocadag ji zêdeyî 1000 rûpelan pêk tê û tê de 40 000 peyvên zazakî û kurmancî li hev hatine wergerandin. Ev tek ferhenga dulehceyî ya kurdî ye ku di heman demê de duberî ye jî anku ne tenê peyvên lehceyekê bi lehceya din şirove dike lê ji du beşan pêk tê ku di beşa yekem de peyvên zazakî û şiroveyên wan yên kurmancî û di beşa duyem de jî peyvên kurmancî li gel şiroveyên wan yên bi zazakî hatine rêzkirin.[8]

 

SERENCAM

Armanca vê nivîsarê ew bûye ku xebatên (rê)ziman(nas)î di navbera lehceyên kurdî de bi kurtî bi xwandevanan binasîne. Me hewl daye ku di vê mijarê de amaje bi berhemên giring bikin lê guman jê nîne ku ne tenê ev berhem di vî warî de cih digirin. Mimkin e ku yek an çend xebatên din jî yên giring hebin ku me ji bîr kiribin an jî me hay jê nîne.

Bi şanazî mirov dibîne ku êdî hêdî-hêdî qisekerên lehceyên cuda ne tenê bi rêya medyayê lê ji aliyê zimannas, rêzimannivîs û ferhengvanan ve jî bi hev tên nasandin û lehceyên wan êdî aşnayî hev dibin. Berhemên heta niha destpêkek û bingehekî baş e ku xebatên siberojê li ser bên danîn û xezîneyeke berhemên ziman(nas)î û rêzimanî bi vekolînên kûrtir û têrkertir bikeve ber destê me.

Husein Muhammed-zimannas.wordpres

_______________________

TÊBÎNÎ

[1] Malpera Zimannas kitêbê li vê derê belav dike: https://zimannas.files.wordpress.com/2017/01/soane.pdf

[2] http://www.kitapyurdu.com/kitap/hevberkirina-kurmancisorani-rezimana-kurdi-kurmanci-ve-sorani-dilbilgisi/289269.html

[3] Malpera Zimannas kitêbê li vê derê belav dike: https://wordpress.com/post/zimannas.wordpress.com/3641

[4] Binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/09/rezimana-sorani-bi-kurmanci/

[5] Binêrin: https://ziwanzan.wordpress.com/2016/03/19/78/

[6] Binêrin: http://www.zazaki.net/haber/ji-bo-kurmancan-gramera-kirdk-zazak-1564.htm

[7] http://www.kulturname.com/?p=8982

[8] Agahiyên zêdetir li ser ferhengê bo nimûne li vê derê hene: https://www.timeturk.com/ku/2010/12/17/ferhenge-zazaki-kurmanci-derket.html

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply