Zerya sîya te, xwe li çavên min dike mêvan gewdeyê min dihejîne!.. bi pêşna meşa te a awarte serê min xwe dihejîne .. wekî serxweşekî .. di daristanên porê te de .. xwe didizim .. û vedişêrim .. jibo kulîlkên di çavên te de neçilmisin .. awarte ye hemû tevgera min Zerya !.. ditirsim ku te nebînim destê xwe li …
Bêhtir »Rûpelek ji Dîroka Devikî: Cemîlê Seyda
Cemîlê Seyda; ev ê bi nav û deng, yê ku di sala 1925an de beşdarî di şoreşa Şêx Saîd kir û piştî beravêtina şoreşê, wek gelek hevalên xwe, xwe li nav kurdên Binxetê girt.. Fransîzên ku di Sûriyê de desthilat bûn ew jî, wek pirraniya welatpêrêzan kurdan li Sûriyê, dûrî sînorê Tirkiyê kirin û li Şamê ew kirin bin rûniştina …
Bêhtir »Mêrê Bi Sed Mêran Ya Arîn Zîn
1-Min dixwast bi hemû hebûna xwe ve ne tenê biçim, com jî bibim. Lê nedibû, tim êş û eşîra min li ber min, li ser çûyîna min bû. Destûra dawî ji destên min derketibû. Xwîna yên din tevê xwîna min bûbû. Xwîna yên din xwîna min a sor, reş kiribû. Jîyanê konekî tarî di ser min de vegirtibû, mîna ewrên …
Bêhtir »Bêhenek re Hevpeyvîn
“Lê roja ku em di lîstikan de nêrîna jinê bibînin, gotinên jinê bibîhisin em ê bikaribin bêjin ku jin di şanoyê de ciyêkî xurt girtine.” Bêhenek- Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglu Hevpeyvîn: Rojbîn Ozkan Ew demek dirêje ku herdu şanogêrên hêja; Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglu bi listika navê “Bêhenek” li ser You tube derdikevin pêşberên temaşevanên Kurd. Me bi …
Bêhtir »Pirtûka Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê Ya – Osman Özçelik
1-Tim navroj e, mela banga nimêja nîvro dike. Ez bi xemginîyeke kevnar ketime canê xwe. Di navbera dê û amojna xwe de mabûm. Sê peyv dikevin navbera min û banga azanê nîvro. Dayîka min bi çavên xwe dimizîce, bi destên xwe dipelîne, amojnaya min bi hemû bedena xwe ve dirahişe. Nîvro ye. Ez nexwazim kesek an tiştek têkeve navbera min …
Bêhtir »Pirtûkek kurteçîrokan “Ji Qeraxên Dilan”
Di nav weşanên “Ar”ê de bi navê “Ji Qeraxên Dilan” pirtûkeke kurteçîrokan a nivîskarê kurd Mevlut Aykoç derket. Pirtûk 87 rûpele. Di pirtûkê de 43 kurteçîrok hene. Çîrokên ku di pirtûkê de ne bi rastî jî li gor navê xwe kurteçîrokin. Hinek kurteçîrok rûpelek, hinek du rûpel û ya herî dirêj jî sê rûpele. Pirtûk bi kurteçîroka sernavê “Keça Porzer” …
Bêhtir »Perwerdehî Çiye ?
Perwerdehî; ji bo ku mirov di jiyana civakê de cîhekî bigire û jiyana xwe berdewam bike destkeftiyên zanîn, şareza û fêmkirinê ne. Perwerdehî, ne dem an wexteke serbixwe ye, perwerdehî pêvajo ye. Pêvajoya hînbûn û hînkirinê ye. Ji bo kalîtekirin û standartilîzekirina jiyana kesayetî û civakî, û li hember sextiya jiyanê asankirin, tev pêvajoya perwerdehiyê ye. Digel vana wateya perwerdeyê …
Bêhtir »Pirtûka Kendal Ya Mehmet Akar
1-Dewlikên avê yê di du cihên cûda de kevin. Di alîyekê de Xanimê di xwîna xwe de bipengîze, di alîyê din de jî Anî. Ew çîroka li ber min hatibû nivîsîn, yê ji dû min jî bidomîne. 2- Piştre bi cîranî û dostanî Xelef û Arto, dest bi avakirina mabeda însanîyetê kirin. Arto kevirek li dêrê dianî, Xelef kevirek …
Bêhtir »NAZIM HIKMETÊ POLONÎ JI BO QETLÎAMA DÊRSIMÊ ATATURK PÎROZ KIRIYE
Di sala 1940 hetanî dawiya salên 90î, li Tirkiye û li Bakûrê Kurdistanê piraniya Kurdên Sunî bi serê Nazim Hikmet û piraniya Kurdên Elewî jî bi serê Ataturkî sond dixwarin. Nazim Hikmetê ku li Tirkiye, li Bakûrê Kurdistan û li Yekîtiya Sovyetan, wek xwedayekî zindî yê dunig ji bo ”demokrasî û mafê mirovan” dihate naskirin, piştî qetlîama Dêrsimê bi nameyeke …
Bêhtir »Têgehên Netewî û Welatparêziya Melayê Cizîrî
Gellek lêkolîner welatparêziya wêjeya kurdî ji Şêx Ehmedê Xanî destpêdikin û heta dewra îroyîn jî tînin. Ev fikir ji sedî sed rast nîn e. Xanî gellek ked daye û di dewra wî de bi xebatên xwe di wêjeya kurdî de cihekî mezin ji Kurdbûn, ji Kurdistanîbûn û ji Zimanheziyê re veqetandiye û ev fikrên netewîbûnê bi Xanî re gihaştiya kemalê. …
Bêhtir »