Bêhenek re Hevpeyvîn

“Lê roja ku em di lîstikan de nêrîna  jinê bibînin, gotinên jinê bibîhisin em ê bikaribin bêjin ku jin di şanoyê de ciyêkî xurt girtine.”
Bêhenek-  Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglu

Hevpeyvîn: Rojbîn Ozkan

Ew demek dirêje ku herdu şanogêrên hêja; Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglu bi listika navê “Bêhenek” li ser You tube derdikevin pêşberên temaşevanên Kurd. Me bi navê malpera Çandname li gel herdu hûnermendan hevpeyvînekê çekir. Herdu hûnermend dîyar dibêjin: Hewildana me esas berxwedanek e li hemberî dîziya eşkere ya çand, huner û ziman.

Pirs: Bêyî ku hûn bi hev re bi xebitin we kengî û çawa dest bi hûnera şanoyê kir?

Bersiv: Di sala 2010’an de bi serlêdana Akademiya Çand û Huner a Cegerxwînê rêwîtiya me ya şanoyê dest pê kir. Di wan salan de derfetên saziyênyên me şagirtan gelek zêde bûn. Lewma ji xênî perwerdehiya li akademiyê derfetên me yên tevlîbûna workshopên kesên di şanoyê de bi nav û deng in çêbûn, di hêla pratîkê de jî derfetên me gelek bûn.  Lê bêguman perwerdehî pevajoyeke û her wiha didome.

Pirs: Rola jina Kurd di hûnerê de taybet şanoyê de çîye?

Bersiv: Beriya her tiştî divê em îro bi hurmetî behsa jinên ku di her beşên hunerê de pêşengiyê kirine bikin. Ji ber ku dema em şerd û mercan, nêrîna civakê û derfetên jinê bînin ber çav ev jin beriya afrêneriya xwe, hunermendiya xwe û zîrekiya xwe dilwend in.

Ger ku ji aliyê şanoyê ve em bi bersivînin.

Îro tevlîbûn û xwenîşandana jinê di şanoyê de zêde bûye. Lê roja ku em di lîstikan de nêrîna  jinê bibînin, gotinên jinê bibîhisin em ê bikaribin bêjin ku jin di şanoyê de ciyêkî xurt girtine.

Pirs: Kerema xwe dikarin ji me re qala çîroka wejîna “Bê Henek” bikin?

Bersiv: Ev çîrokeke dûv û dirêj e. Lê bi kurt û kurmancî em dikarin bibêjin, ku Bêhenek bi vî awahî dest pê kir.Çand û hûnera me ji çîrokên me bigire heta jest û mîmîkên  karekterên me ji ber ku em lê xwedî dernediketin û  li ser nedisekinîn bi zimanekî biyanî ji hêla biyaniyan ve dihat talan kirin. Hewildana me esas berxwedanek e li hemberî dîziya eşkere ya çand, huner û ziman.

Pirs: Bê Henek dinav xwe de hinare/mesajên çawa dide civakê?

Bersiv: Niha Bêhenek di qonaxa xwe ya yekemîn de ye. Gelek şaxên wê yên din jî hene. Çi karekter çi çîrok. Ji ber ku hê dor nehatiye ser wan em dikarin li ser yê heyî biaxivin. Peyama ku em bi van karekteran dixwazin bidin dewlemendiya zimanê kurdî û xweşiya suhbeta bi zimanê kurdiyê. Wekî hûn jî dizanin ziman bes peyv nîn in. Gotinên pêşiya, biwêj, xemlandina peyva kakil û mewîjên zimên in. Van karekteran jî heta ji wan bê dema mijaran digrin dest çi siyasî çi dînî çi civakî bi vê hişmendiyê tevdigerin û civatê bi dewlemendiya zimên germ dikin.

Pirs: Hûn niha tenê li ser medya civakî karê xwe dimeşînin. Gelo pêşnîyarek televîzyonê we re em dikarin Bê Henek di televizyenek Kurdî de jî temaşe bikin?

Bersiv: Belê niha li ser medyaya civakî taybet li ser youtubê ji hêla hezaran va em tên temaşekirin. Ev jî kêfxweşiyeke dide me. Ji ber ku me di serî de jî hanî ziman, Bêhenek li gorî hêza xwe berxwedanekî li hemberî talankirina çand û zimanê kurdî dide. Bêguman hêza televizyonê dê vê berxwedanê xurt bike.

Derbar Rojbîn Ozkan

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply