Rûpelek ji Dîroka Devikî: Cemîlê Seyda

Cemîlê Seyda; ev ê bi nav û deng, yê ku di sala 1925an de beşdarî di şoreşa Şêx Saîd kir û piştî beravêtina şoreşê, wek gelek hevalên xwe, xwe li nav kurdên Binxetê girt.. Fransîzên ku di Sûriyê de desthilat bûn ew jî, wek pirraniya welatpêrêzan kurdan li Sûriyê, dûrî sînorê Tirkiyê kirin û li Şamê ew kirin bin rûniştina zorê de.

Min ji gelek kalemêrên herêmê ev çîroka Cemîlê Seyda û çûna wî û hevalên wî ji Binxetî bo Serxetê/ Bakurî Kurdistanê ji bo alîkariya û serhildana Dêrsimê. 

Dibêjin: Di dawiya Bihara 1937an de dema ku serhildana Dêrsimê bi serokatiya Seyid Riza dest pê kir, Cemîlê Seyda digel Evdilrehîm birayê Şêx Seîd, Selahedînê Seydxan, Sedîq û Selîm du mezinên eşîra Heyderan, Emîn ji Stwrê û 10-15 neferên din digel Litfî Çawîş- (Hin dibêjin; navê wî Huseynê Sawirlî bû û ew ajanê mîtê Tirkan bû)- ji Beriya Mêrdînê, gundê Herem Reş, odeya Hisênê Axayê Asaad axayê eşîra Temika karê xwe û derbasbûna Serxetê kirin.. Dibêjin; Berî ku bilivîn û berî xwe bidin Bakurî welat Hisên Axa ji wan re gotiye; We barekî giran daye ber xwe.. Cemîlê Seyda lê vegerandiye: “Ma bela ew rezên me bixwin û em di nav tirabîlkê de bin..?!

Dibêjin; derbasî tikiyê bûne.. Pêleke baş di nav xaka bakurî Kurdistanê re meşiyane da ku xwe bi serhildana Seyd Riza ve bigihînin.. Lê mixabin bi rêde, ew hevalê wan, yê bi navê Huseynê Sawirlî an Litfî Çawîş ku ajanê Tirkan bû, li wan mikur hatiye û di encam de, di nav wan û leşkerên tirko de şerekî dijwar derketiye.. Ta ku Cemîlê Seyda û hevalên xwe hatine kuştin û şewitandin.. Û dengbêjan staran avêtine ser, nexasim Evdilo dema ku di stirana xwe de dibêje:

“Lo axayo lo Axayo! Çend cara min ji te re got; pişta xwe nede Litfî Çawîş, xayine, hevalê tirkayo..”

Dibêjin; berî ku Cemîlê Seyda bê kuştin, wî Litfî Çawîş an Huseynê Sawirlî kuştiye û heyfa xwe û hevalên xwe jê hilaniye.. 

Herwiha dibîjin; dema ku derbasî Serxetî bûne, bi roj xwe vedişartin û bi şev dimeşiyan ku xwe bi meqseda xwe bigihînin.. Şevekê xwe li odeya mezinê gundekî girtine da ku gezek nan bixwin. Derbasî odê bûne, dîtine xwediyê wê di ser şîva xwe de ye, silav lê kirine, lê wî hema bi serê zimanê xwe bersiva wan vegerandiye û ji wan re negotiye derbas bibin û kerem bikin..! Serê xwe kiriye ber xwe de û xwarina xwe xwariye.. Cemîlê Seyda û hevalên xwe ji hev re gotine; Welleh heqê wî kuştine.. jê geryane û di rêka xwe de derbas bûne.. Piştî nîvsaetekê, dengê qupînekê hatiye û ew gule li pêş wan ketiye, bi dengê guleyê re dengek hatiye wan; Vegerin! Xwarina we li ser agire.. Wan lê vegerandiye; tu kî ye? Ji wan re gotiye; ez ew ê ku berî niha hûn çûbûn mêvaniya wî û ji we re negot; kerem bikin..! Dibêjin Cemîlê Seyda jê re gotiye; Willeh heqê te guleyek bû.. Ma piştî çi em ê vegerin.. çima te wilo kir û çima niha tu wilo dibêje?! Mêrik lê vegerandiye; Gava hûn hatin delxeya xalê min î pîs li min xistibû.. Piştî hûn bi rê ketin, delxeya xalê min î baş hate min.. Bi Xwedê wa xwarina we li ser agire, ya hûnê min bikûjin ya hûnê vegirin.. Dibêjin; pêre vegeriyane û xwarina xwe li mala wî xwarine.

Konê Reş- Qamişlo 

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply