Mêrê Bi Sed Mêran Ya Arîn Zîn

1-Min dixwast bi hemû hebûna xwe ve ne tenê biçim, com jî bibim. Lê nedibû, tim êş û eşîra min li ber min, li ser çûyîna min bû. Destûra dawî ji destên min derketibû. Xwîna yên din tevê xwîna min bûbû. Xwîna yên din xwîna min a sor, reş kiribû. Jîyanê konekî tarî di ser min de vegirtibû, mîna ewrên reştarî; diçûm ku derê, li ber min diçû êşa min, li ser min bû eşîra min.

 

2-Di destên min de, li bal me, ji bo me tim kuştî û kujer eynî bû, yanî ketibûn hundirê hevdu. Te nedikarî kuştî û kujer li nav hevdu derxistibiya. Nişke ve rêyên bêveger li ber me vedibûn; yek diket hepsê, yê din jî diket gorê xwe, ji mirin û kuştine, ji xwîn rijandine, ji xwînîbûne. Parastin ne mumkin bû. Kuştiyê min bi kujerên xwe ve dihat li ser sifrayê jîyana min rûdiniştin, jîyana min tevlîhev dikirin, kurtbirr jîyan li min diherimandin û diçûn.

 

3-Şûra mişextiyê qet di dilê min de derneket. Em tim koçber bûn, sirgûn bûn, li derveyî jîyanê û li hundirê mirinê. Tim zarokên me bi mirinên xwe ve dihatin, bi termên xwe ve diçûn. Tim kemîn û dafikên nexuyayî li benda me bûn. Nizanim me bi destên xwe yan jî bi destên yên din ew kemîn û dafik danîbûn. Masîyekî di kûrahiye behrê de tî dibû bûn, çûkekê di ezmanên xwe de bêhnteng dibû bûn, evînekê di dilê xwe de dardekirî bûn.

 

4-Ez pir li ber xwe ketibûm ku çivîka tirsonek a di dilê xwe de bigirim û bikujim, lê nedibû, hemû hewl û xebatên min vala derdiketin. Bi biryar yan jî bi daxwaza min çivîka tirsonek neketibû dilê min. Min dizanî, lê min nedikarî bi hez û hêza xwe çivîka tirsonek ji dilê xwe derxînim. Der û ber yê me bûn, lê roj ne yê me bû; ax û ergnîgar yê me bû, lê roj ne yê me bû; rê û rêwî yê me bû, lê roj ne yê me bû. Yê ku ne bû xwedîye roje, nedikarî xwedîye tiştekî bibe.

 

5-Gulê bi hemû êtimbûn û sêwîbûna xwe ve ketibû dilê min. Li paş min êtimbûna Gulê, li pêş min sêwîbûna Gulê, di nava dilê min de agira evîna Gulê, dişewitim di hundirê xwe de, disotim di canê xwe de. Li ber evîna min sîya dê û bavê min, astenga adet û çenda min. Her ku Gulê bi spehîbûna xwe ve ber bi min ve dihat, benên min ên malbatî dihatin birrîn. Her ku Gulê bi bedewbûna xwe ve ber bi min ve dihat, rehên min ên axî dihatin qut kirin. Her ku Gulê bi başbûna xwe ve ber bi min ve dihat têkiliyên min ên din ve diqetiyan.

 

6-Ez diçûm ku derê, tim karwanên li berçûnê derdiketin pêşberî min. Kes î xewnên min tabîr bike tune bû. Sarkîs di xeyalên xwe de com bûbû, di tatêlên xwe de wenda bûbû, di sawên xwe de hatibû xware. Ez ji xwe mukir hatibûm. Ez zarokekî karwanên li berçûne bûm. Karwan kawran diherikîyan êşên min, karwan karwan geş dibûn janên min.

 

7-Di kitêba Jîyana min de mirin û veger, evîn û kujer eynî bû. Di dilê min de xwîn diherîke ji Guleke Nûbişkîvî. Ez li ser hişên xwe diçim, axa di bin lingên min de dilerîze. Tu caran çîrokên min nebû. Ez li çîroka xwe digerim. Tu caran lehengê min nebû, ez li lihengê xwe digerim. Tu caran peyama min nebû, ez li peyama xwe digerim. Bi vegera xwe ve dixwazim dîwarên hepsê ya di hundirê xwe de hilweşînim, çîroka xwe bibînim, lehengê xwe gehişim. Peyama xwe bi dest xim, hebûna xwe azad kim.

 

8-Li vir rastî nemaye, li vir rastî hîç nebû, li vir rastî ava bi jahr bû. Mirov bi dezîyê derewan cilê deme didûrin, li xwe dikin û dijîn. Mirov bi bivirên durû darbestên xwe çê dikin û dikevin. Mirov bi meqesên çewt cawên xwe jê dikin û dipîvin. Li vir kevir neşibin keviran, mal neşibin malan, war neşibin waran, jîyan neşibe jîyanan, mirin neşibe mirinan.

 

9-Dara maziyê, min veşêre bi pêlên xwe yî kevnar û temendirêj. Li pêş çavên min bigire.  Xwezî min kujerên xwe neditîbûya. Xwezî kujerên min li ber kuştina min, li ber çavên min neketina. Dilê min bûye hezar parçe. Di alîyekî de dayîka min bi qermîçokên xwe parçeyên dilê min berhev dike, di alîyekî de bavê min bi reva xwe parçeyên dilê min berhev dike, di alîyekî de jî Gulê min bi hêsirên xwe parçeyên dilê min berhev dike. Di bin dara maziyê de ez tenê dilekî hezar parçe, dîlekî bêçek im.

 

10-Mitirbano! Ne tu dikarî denga kena min bi min naskirin bidî ne jî hostekarekî din. Çimkî min denga kena xwe wenda kir. Ji bo wê çîroka min bêserûber e, wêneya jîyana min tim zer e, hezkirinên min kêm in, evînên min kemîn in. Denga kena min nebû, lê renga şînên min tim reştarî bû, qetranî bû.

 

11-Di navbera meyita min û kaniya mirazan de tenê çend sûretên kirêt û qirej û xençer heye. Dizanim ez ê bi hemû mirazên xwe yî neçûbûn serî ve dinyayê kambax biterîkinim, bigehişim rêhevalên xwe. Dizanim şîna min ê li axa me bimîne, li ezmanên me belav bibe. Jixwe stêrka min zû ve xûricîbû, min nekarî dilê xwe bi xwe re bibira, dilê xwe tevê karwanên bavê xwe bikira. Dilê min î bêmiraz li bal kaniya mirazan hat rawestandin. Ew jî çîroka dilê min bû. Bes hewes û hew nefes!

 

12-Jixwe hemû çîrokên jîyanê mecbûr in ku bibin xewnekê nîvco. Çimkî di destpêkê de însanan bi destên xwe xwîna hevdu rijandibû. Însanan bi xwîna hevdu axa xwe av dabû, çîroka xwe yî xwînî honandibû. Hêj xwîna Habil diherîke. Hêj xwîna wî li erdê şil e, benda doza xwe ye. Hêj xwîna Habil êtim e. Her ku dem dibihûre, bi rijandina xwînên din êtimbûna xwîna Habil zêde dibû, gir dibû, geş dibû.

 

13-Bi hemû kezi û guliyên xwe ve, bi hemû kok û rehên xwe ve, bi hemû mêw û feqîyên xwe ve, bi hemû xewn û xeyalên xwe ve, bi hemû rist û xemlên xwe ve jîyan tu caran di destên me de nebû ku mirin jî gorê dilê me bibe. Rûreş û dilkevirên axa me pir bûn. Her ku alozî derdiketin, babilosk radibûn, qeyran diqewimin, ew rûreş û dilkevir derdiketin li ser jîyana me kêfa xwe dikirin û gorê xwe mirin di ser me de dibarandin.

 

14-Ez nikarim werim bavo. Ez newêrim werim bal te. Niha li bal te tenê bêkesî û bêxwedanbûn heye. Benê hemû demsalên te qetiyaye. Ez nikarim bi temene xwe yî biçûk, bi êş û azarên xwe yî qerase, bi şikestinên xwe yî bêhejmar benê demsala te yî dawî yê payîze bigirim. Min bibexişîne bavo. Ez nikarim bi destên xwe dilê xwe jê kim û biavêjim ber pisîkan. Ez mîna te ne wêrek û cesûr im.

 

15-Erê heval, jîyan di navbera xewnên biçûk de dihat û diçû. Bi her hatin û çûyîne re ez hinek din kêm dibûm, hêvîyên min hûr û pûr dibûn. Xewna mezin li bal Xwedê bû, haya me ji xewna mezin tune bû. Me di xewnên biçûk de çavên xwe vedikir û di xewna mezin de jî çavên xwe digirt. Tenê kêliyek aramî bi me dikir, lê ew kêlî jî bi dest me nediket. Em di avên şelû de benda masîyên mezin bûn. Me tenê xwe dixapand. Lê durûtiya mirovan bi gotina xef nedibû.

 

16-Min nedikarî bi peyvên yên din bimeşim û wateyeke bidim jîyane. Vedigeriyam hundirê xwe, lê paytexta min vala bû, peyvên min nîn bûn. Jîyan bêtahm dihat, bêtahm diçû. Rûyê rêwîyên min tune bû. Kêla gorên min tune bû. Hêsirên xezalên min şil bûn, germ bûn, serhilder bûn. Min fehm kiribû ji hêsirên Xezalê filitandin ne gengaz bû. Ez bi sûc û gunehên xwe ketibûn dafika hêsirên Xezalê. Min bi sûc û gunehên xwe jîyana xwe bêwate, peyvên xwe pûç, destên xwe vala û rûye xwe reş kiribû.

 

17-Min bi destên xwe derîyekî mirinê digirt, lê bi destên yên din hezar derîyên mirinê di hundirê min de vedibûn. Min bi coş û peroş pesîrên jîyanê dimêtin, lê dewsa şîra spî, xwîna reş dihat. Min dar diçînin, lê daran darbest diyarî min dikirin. Zarokên min ji bo dilê min bi hevdu re şer dikirin. Tim di şer de dilê min parçe parçe dibû, dilê min têk diçû, dilê min can dida.

 

Faik ÖCAL

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply