Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Dostaniya Min û Keyoyê Cegerxwîn (1936 – 2020)

Di van derdû salên dawî de, bira, xwîşk, dê û zavayê min pey hev koça dawî kirin.. Herwiha dostên min î navdar û herî nêzîkî min; (Seîd Yûsif: 1947 – 2020) mîrê Bizqê, ew jî berî tam mehekê koça dawî kir..  Seîd Yûsifê ku dostaniya min wî ji sala 1978an destpê kir û me demên xweş bi hev re li …

Bêhtir »

Di Edebiyata Kurdî de RÊZEROMAN

Li bakurê Kurdistanê edebiyata kurdî a nûjen hêj nû ye. Lewre jî hinek şêweyên berhemên edebî yên modern hêj nû di nav edebiyata kurdî de cihên xwe girtine. Kurteçîrokên modern ku ji alî nivîskarên kurd yên niha ve têne nivîsîn û çîrokên gelêrî yên berê newekhev in. Çîrokên ku di edebiyata devkî a kurdî de hene û çîrokên ku niha …

Bêhtir »

Ji min werê tev xelkên dinyê bi Kurdî xeber didin

Bêguman bandora nexwendina bi zimanê dayikê neyênî û zor mezin e.. Nexasim ji me kurdan re ku xwendin û nivîsandina bi zimanê me qedexe bû. Erê, li welatê me Kurdistanê fêrbûna bi zimanê zikmakî qedexe bû; li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî bû, li Başûr bi Erebî bû û bi şêwezarê Soranî bû, li Rojhilat bi Farisî û …

Bêhtir »

Ma Ez Ji Te Re Bibêjim çi?

Piştî ku tu bûyî nêviyê wanqas zanyaran, te da dûv pêşengên dijminê zanyariya xwe, piştî ku te Qu’ran xitim kir te dev jê qeriya, li zarokatiyê man rojên tenî binimêj. Piştî ku te bawer kir te xwe ji rê derxist û ev cirm kire stûyê Xwedê. Navê malbata te seyîd e; lê tu niha ji Xwedê bawer nakî. Bavê te …

Bêhtir »

Paşa Amedî: ‘Dayê ev ne sêv in’

Netewekî got: “Ez heme” kesek wî nas nekir, Netew got: ” Li min zilm dibe, dinya wê nedît. Gel digot: “Dûmana ewrên reş bi ser me de tê” herkes çavê xwe girt. Li bajarekî zarokên wî netewî got ” Dayê bêhna sêvan tê” zarok beziyan ber bi bêhnê ve. Lê ew ne sêv bûn Zarokan sêv nedît li kuçê. Zarok …

Bêhtir »

Cegerxwîn û Helbesta di Pesnê Barzanî de

Di roja 14/3/2020an de (117) sal di ser rojbûna Barzaniyê nemir, bavê netewiya Kurdî re derbas dibe.. Îsal jî, wek her salê, min xwest tiştekî li dor vê roja pîroz binivîsim.. tiştekî nû binivîsim.. Ramiyam û ponijîm, li arşîv û bîranînên xwe vegeriyam, rehmetiyê Mela Hemdî Selefî hat bîra min. (Mela Hemdî şahidekî meydanî bû ji gelek bûyerên şoreşa Ilon …

Bêhtir »

Ez û Încil Selçuk û Hezkirina Malbata Mîr Bedirxan

Belê xanima hêja (Incil Selçuk), wek min û te ye..! Mîr bûn.. Mîrên kurdan bûn, yên ku rêçika kurdewaryiê şanî me dene.. Mîr Bedirxanê Azîzî û zarok û neviyên xwe bûn.. Bi rastî, min ti malbat wek malbata wan nedîtiye ku, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin, tev malê xwe û canê …

Bêhtir »

Rola Jina Kurd di Beriya Mêrdînê de

Bi min xweş e ku di roja Cîhanî a Jinê de karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdên Beriya Mêrdînê de.  Erê mebesta min ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna …

Bêhtir »

ÇÎROKÊN CIVAKÎ Û TOREYÊN KEVNEŞOPÎ

Kurdên binxetê ji berê ve alfabeya latînî-kurdî bi kar anîne. Ji bo kurdan û tevahiya Kurdistanê pirsgirêka standarkirina yekbûna alfabeyê di rojevê de ye û divê ji bo pêşerojê ev pirsgirêk ji niha ve were çareserkirin. Ji bo tevahiya – herçar parçeyên – Kurdistanê yek alfabeyeke pêwîste û ew jî alfabeya latînî-kurdî ye. Di du parçeyên Kurdistanê de alfaba latînî-kurdî …

Bêhtir »

Da Mêr Nebêjitin Ku Jin…

Da mêr nebêjitin ku jin Bê merîfet in Bê esil û binyad. Işqê ji xwe re qet nikarine armanc.   Wekî çawa bextê Romê, Ereb û Farisan tunne be bextê hin mêran jî qet nîn e. Carna ev her çar kirde mîna hev in. Mîna hev hov, mîna hev xedar, mîna hev kujer, mîna hev zalim, mîna hev … Bê …

Bêhtir »