Zerya (Helbest)

Zerya sîya te, xwe li çavên min dike mêvan 

gewdeyê min dihejîne!..

bi pêşna meşa te a awarte 

serê min xwe dihejîne ..

wekî serxweşekî ..

di daristanên porê te de ..

xwe didizim ..

û vedişêrim ..

jibo kulîlkên di çavên te de neçilmisin ..

awarte ye hemû tevgera min 

Zerya !..

ditirsim ku te nebînim 

destê xwe li gustîlkên porê te dialînim 

û bêhn dikim …

naxwazim herim 

û xwe vedişêrim

di daristanên porê te de Zerya !..

 

Bawer Yekta 

 

About Bawer Berbang

Helbestvan

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *