6 kultur yek huner

Li Stockholma paytexta Swêdê koma muzikê ya bi navê “Clup Pisa” kulturên cuda têkel dike.

Li Swêdê taybetî her sal meha Hezîranê çalakiyên çand û hunerî gelek têne lidarxistin.

Li Stockholmê koma muzikê Clup Pisa stranên ji kulturên cuda pêşkêş dikin.

Enadamê Kurd ê Clup Pisayê Saman Salih ji Rûdawê re diyar kir, li Swêdê yek hefte yan jî yek meh nîne ku stranên Kurdî neyê gotin û wiha got:

“Sala 2012an li bajarê Karlstad ê Swêdê me koma xwe avakir. Piştre me li bajar û welatên cuda dest bi xebatên muzîkê kir. Di 2 salên vê dawiyê de me li Karlstad 6 û li Stockholmê jî zêdetirî 20 konseran lidarxist.”

Salih dazanîn ku 6 endamên koma wan ên Kurd, Swêdî, Ereb, Tirk û Îranî hene, lê carnan di hin konseran de dibin 10 kes.

Konserên ji kulturên cuda

Muzîkjen Mazdak Xusrawî jî wiha got: “Em weke çend muzikjenên ji welatên cuda, me dît ku komeke muzîkê ya ji kulturên cuda pêkhatî nîne. Ji bo vê yekê me xwest ku em komeke wiha ava bikin. Me heta niha ligel çend hunermendên Efrikî, Filîstinî, Rûsî, Swêdî û Kurd konser dane.”

Endamê koma navborî Rustem Laşarî jî anî ziman, muzîk ji bo wî olekê ku kultur û kevneşopiyên cuda di hundirê xwe de vehewerinî ye.

Muzîkjenê Belucî Mîr Laşarî jî destnîşan kir ku ji bo wî derfet çêbûye ku ne tenê bi zimanê xwe, bi Kurdî jî stranan bibêje.

Muzîkjenê Swêdî Osa jî wiha axaft: “Ji bo min xeyal bû, ez bi muzîkjenên kulturên cuda re bixebitim.”

Jixeynî Swêdiyan, biyanên têne bajarî jî eleqeyeke mezin didin Clup Pisayê.

Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply