Duşem , 2 Tebax 2021

Tag Archives: Muzîk

Tîrmeh, 2021

  • 14 Tîrmeh

    Feydeyên guhdarkirina muzîkê çi ne?

    Dilê me ra çawa be, xemgîn an dilxweş be, muzîk her dem nêzê me ye. Muzîk dikare di kêliyên meyên xemgîn de me dilşad bike. Carcarinan, di kêliyên meyên herî şa de, bi muzîkek xemgîn, em bîranînek xirab bi bîr tînin û dilteng dibin. Li gorî lêkolîna zanyar, guhdarîkirina muzîka weya bijare di mejî de “enerjî û hestên erênî” derdixe holê. Stres …

Adar, 2021

  • 7 Adar

    Muzîka Kurdî

    Muzîka kurdî navê hemû cûreyên stranbêjî, dengbêjî û kilamgotina gelê kurd e. Bingeha wê ji dengbêjiyê, ji çîrok xwendina melodîk pêk tê. Li gorî vê yekê di nava muzîka kurdî de sê beşên bingeh hene: çîrokbêjî, stranbêjî û dengbêjî. Pirraniya stranên kurdî ji du qite û deh heceyan pêk tê.Taybetiyeke din a muzîka kurdî ev e ku melodiyên xwe hêsan …

Hezîran, 2020

  • 27 Hezîran

    Aramê Dîkran

    Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê ermenî: Aram Melîkyan), hunermendekî ermenî ye ku bi kurdî û ermenî distira. Di sala 1934an de li bajarê Qamişlokê (Binxetê) hatiye dinyayê. Aramê Dîkran di roja 8ê tebaxa 2009an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe. Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: “Tenê deng û huner …

Gulan, 2020

  • 21 Gulan

    Dîroka Muzîka Kurda

    Îro hûn ji kê pirs bikin, wê bêje destpêka muzîka Kurda dengbêjî ye, bi rastî, heta ku min çend çavkanîya li hev nexist, min jî wisa dizanibû.  Lê ne wisa bûye, dîroka muzîka Kurda di kûrahîyên dûr û dirêj yên sedsalan de ye. Gorî çavkanîyan, di serdema qiraltîyê de ku di navbera B.Z. 280-P.Z. 130 salan de xwedî hukim bûye, …

Sibat, 2020

  • 7 Sibat

    Dengbêjekî Ciwan: Hemê Hecî

    Dengbêj û dengbêjî di çanda Kurdî de cihekî pirr girîng û ji aliyê ziman ve jî cihekî heyatî digirin. Çand, dîrok, ziman û ji aliyekî ve mejiyê kurdewar bi sedansalan saya serê dengbêjan hatiye parastin û di nava gel de belav bûye. Di wê bêîmkaniya dijwar de dema bûyerek li derekî/di nava Kurdan de yan jî di navbera wan û …

  • 3 Sibat

    ‘Em dikarin bi kilameke tenê jî kurdî ji qirkirina çandî rizgar bijin’

    Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar, got: “Heger em zarokê xwe bi kilameke kurdî û bi rihekî wiha perwerde bikin û stranên xwe ji wan re bêjin, em ê karibin vê civakê ji qirkirina çandî rizgar bikin”.   Çend roj berê Akademiya Ma Musîcê, ji bo zarokan ji Amedê çû Edeneyê û atolyeyek li dar xist. Koordînatorê Akademiyê Şêrko Kanîwar, diyar …

Tebax, 2019

  • 15 Tebax

    Azîzko û Muzîka Wî

    Ji bo xebatên hêja, muzîkek bi qalîte û bi zewq divê her tişt ji dil were. Gava dil bi eşq dest biavêje muzîkê wê demê hemû cîhan li ber çavan xweş û geş dibe. Yek ji wan hunermendên hêja, bi qalîte, bi zewq û muzîka xwe ji dil dike Azîzko ye. Meriv bi dengê wî yê rengîn sermest dibe. Gava …

Sibat, 2019

  • 13 Sibat

    Bi mûzîka Kurdî zaravayê Zazakî ji nemanê hat rizgarkirin

    Rêxistina Navnetewî ya Perwerde, Zanist û Çandê  (UNESCO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, sala 2012ê zaravayê Zazakî ku zimanê axavtinî yê zêdeyî du milyon kesan e, xiste nav lîsteya zimanên wenda, lê bi rêya muzîk, stran û hunera Kurdî, ew zaravayê han qonax bi qonax ji nemanê hat rizgarkirin.   Hunermendê Kurd, Dogan Çelîk 20 sal e bi rêya …

Rêbendan, 2019

  • 14 Rêbendan

    Kurd Fm Ji Nû Va Dest Bi Weşanê Kir

    Kurd Fm demeke ku navber dabû weşanê xwe carekê din dest weşanê kir. Keremkin daxuyana Kurd Fm bixwînin. Geli guhgirên Kurdfm ê! Mixabin eve demek bû, ji ber nûkirinê, dengê Hûnera Kurdî radyoya Kurdfm ê kar nedikir. Êdî bi hemî berheva sitran û kilam û muzîkên nûjen û kevnar radyoya Kurdî li gel we ye. Demeke xweş bi bihurînin û …

Hezîran, 2018

  • 3 Hezîran

    Zûbêr Salih: Mûzîka xwe bi helbestên klasîk ên Kurdî av dide

    Dema ku di muzîka Kurdî de bo helbestên klasîkên Kurdî cih tê dayîn stranên nemir derdikevin holê ku yek ji mînakên serkeftî strana Zûbêr Salih a bi navê “Sebah’ul Xêr” e ku gotinên stranê ji pênûsa Melayê Cizîrî derketî ye. Zûber Salih ê ku ji Rojava ye amaje dike ku helbestên klasik ên Kurdî ji bo wî wek çavkaniyên bêhempa …