Xîtab û manîfestoya Seîdê Kurdî di riya şiyarbûn û hişmendiya gelê kurd de

XÎTAB Û MANÎFESTOYA SEÎDÊ KURDÎ
DI RIYA ŞIYARBÛN Û HIŞMENDIYA GELÊ KURD DE

Reşat Adak

DESTPÊK

Bêguman wekî gelek alim, rêber û muslihên dînê Îslamê, Seîdê Kurdî jî xîtabeke xwe ya eqîdewî, hîkemî, îrfanî, civakî û siyasî heye. Di van xîtaban de çawa ku armanc bi awayekî giştî şiyarbûna însaniyetê ye, bi awayekî taybet jî şiyarbûna ummeta Îslamê û gelên bindest û mezlûm e.

Xîtaba Seîdê Kurdî berî her tiştî alemî/cîhanî ye, însanî û ummetî ye, lê bi awayekî taybetî jî xîtabeke wî li gelê wî; gelê Kurd jî heye û di vê xîtabê de girseya ku muxatabên wî ne gelê kurd e.

Nexwe pêwist e ku em bizanibin ka gelo Seîdê Kurdî bi awayekî kurt çi ji kurdan xwestiye? Dikare bê gotin ku Seîdê Kurdî li gorî qeweta xwe û qabiliyet û têgihîştina xwe ev xalên girîng yên li jêrê ji Kurdan dixwestin.

  1. Banga azadî, serbestî û şiyarbûnê ji alim, meşayix, beg û reîs û ji tevahiya kurdan.
  2. Parastina cewherên kurdan ku insaniyet, Îslamiyet û milliyet in û berterefkirina dijminên xwe ku îxtilaf feqîrtî û nezanî ye.
  3. Pêkanîn û parastina yekîtiya milet, hêza neteweyî û xwendinên zanistên modern in.
  4. Bi awayekî giştî şiyarbûna ji xewa şeş sed saliyê ye ku her cure şiyarbûnên pêdivî dikevine bin vê beşê.

Xîtaba Seîdê Kurdî ya ku bi awayekî taybet  muxateb kurd in, di kitêbên wî “Munazerat”, “Dîwana Herba Urfî”, “Nutûq” û “Meqale”yên wî yên ku berî niha bi sed salî, di dawiya serdema Osmaniyan de hatine nivîsandin de cih digire. Her yek ji wan bi serê xwe tijî xîtab û bangên siyasî û civakî ne û manîfestoyên rênîşanê ne.

Ev kitêb, nutûq û meqale bi armanca ku gelê kurd bi awayekî giştî bi hemû tebeqeyên xwe, alim, şêx, zana, xwendekar, karker, bazirgan û zehmetkêş, kedkar, jin û keçên xwe şiyar bibin, hatine nivîsandin.

Di dîroka hizra neteweyî ya dînî, civakî ya kurdî de, di qada nasnameyên neteweyî û felsefî de, bi qasî ku ji aliyê me ve hatiye şopandin, heta niha em bi vî rengî rastî xîtabên balkêş, xwedî bandor, tund, tûj, tijî îdeal û armanc nehatine.

Seîdê Kurdî di nav hizrên xwe de çarçoveyeke kurdayetiyeke biesalet, hemiyet û bixîret dinirxîne û şîrove dike. Li gorî me eger kurdek bixwaze li xwe bigere, xwe bibîne û xwe keşif bike, dê wekî eyneyekê xwe di van kitêb, nutûq û meqaleyan de bibîne, xwe nas bike û xwe keşif bike.

Ji bo ku kurd hizrên Seîdê Kurdî yên derbareyê kurdayetî û Kurdistanê de çewt û xelet tênegihîjin, pêwist e serdema dawiya Osmaniyan li ber çavan bigirin û di pencereya rewşa siyasî ya wê sedsalê de wê serdemê binirxînin û li şîrove, xîtab û xwestinên Seîdê Kurdî binêrin da ku bigihîjin encamên rast û li Seîdê Kurdî jî neheqî neyê kirin.

Heger di van kitêb, nutuq û meqaleyên Seîdê Kurdî de hinek kêmasî (yan jî tênegihîştin), li gorî vê sedsala me bên dîtin jî, pêwist e ku em kurd wan kêmasiyan li serad û moxila sedsala xwe bixin, ji nû ve wan bi hizrên Seîdê Kurdî binirxînin, şîrove bikin, li gorî îhtiyacên xwe yên niha em ji wan sûd wergirin, da em nebine wekî wan kesên ku di nav avê de ne, lê li avê digerin. Ji xwe sed sal ji hevalên xwe li paş man, qet nebe bila ev sed salên paşdemayinê dirêjtir nebin.

Lewra Seîdê Kurdî jî vê yekê dixwaze û dibêje ku:

“(Ez) li hemû heqîqetên/rastiyên ku min di meqaleyên xwe yên ku min di rojnameyan de weşandine, bi awayekî bêdawî ez israr dikim. Heger ez ji aliyê zemanê derbasbûyî, ji mehkemeya esra seadetê bi edaletnameya şerî’etê bêm dawetkirin, heqîqetên/rastiyên ku min weşandin, ez ê bi heman awayî îbraz biki. Bivênevê e ez ê li gorî xwestina modaya wî zemanî kincekê lê bikim. Heger bi bal paşerojê ve, piştî sê sed salê din, ji mehkemeya rexneyên aqilmendan, bi celbnameya dîrokê bêm gazîkirin, dîsa ez ê wan heqîqetan/rastiyan bi pînekirina hinek deverên wê ye ku ferehkirin û pehnkirinê qeliştine, bi awayekî taze ez ê li wê derê jî bidime xuyakirin. Nexwe heqîqet/rastî nayê guhertin. Heqîqet heq e/rastî rast e.”[1]

Seîdê Kurdî di nav xîtab û manîfestoyên xwe de, bêguman rê nîşanî me dide, mifteya şiyarbûnê dide destê me, metodên pêşketinê nîşanî me dide, armanc û îdealên muqeddes ji me re diyar dike.

Pêwist e ku di vê xalê de erka me bi tenê ne rexne be, lê meşa li ser wê rêyê, vekirina deriyê seraya şaristaniyê, hînbûna metodên pêşketinê, gihaştin û pêkanîna wan armanc û îdealên muqeddes bin.

Rastiyeke dîrokî ye ku her û her, “şûr û qelem” ji aliyê civaknasan ve bi hev re hatine bikaranîn. Şêx Ehmedê Xanî, Seîdê Kurdî û Hacî Qadirê Koyî jî îşaretî bi bal van her du xalan kirine.

Lê ya girîng ew e ku em tewazun û pîvana di nav hêza “şûr” û “qelem”ê de rast bipîvin. Lewra bikaranîna wan hêzan a bi awayekî xelet, carinan ji sûdê bêhtir bi xwe re zerarê jî tîne. Rastîyeke ku nayê înkarkirin ev e ku “qelem û şûr” hevalên hev in û dad bêyî her duyan pêk nayê, ji fermandariyeke dadperwer re zanîn/qelem û hêz/şûr her du jî lazim in. Lê bêyî bikaranîna qelemê/zanebûnê, bêyî tijîkirina mêjî, bêyî tesbîtkirina armanc û îdealan, bikaranîna şûr/hêzê, dê bê teqdîrkirin ku gelekî xeternak e û gelekî bi rîsk e. Li gorî mutaeleyên min ên dîroka kurdan, di dîroka kurdan a dûr û dirêj de gelek caran bêyî meharet û hunera qelemê, korekore şûr/hêz hatiye bikaranîn û kurd bûne qurbanên bikaranîna vî şûrê (vê hêzê) ne di ciyê xwe de. Bi vê bikaranîna şûr/hêza ne  di ciyê xwe de xwîna bi hezaran kesan herikî, lê armanc bi xwe re neanî. Ji xeynî şerên navxweyî, bi dehan caran serhildan hatin destpêkirin, lê encamên erênî bi xwe re neanîn. Nexwe çare ew e ku berî bikaranîna hêzê, lazim e şiyarbûn, têgihîştin, serhildan û şoreş pêşî di mêjî de pêk bê, milet zana bibe, piştî zanînê bikaribe plan û nexşerêyan amade bike, bi hişmedî tevbigere. Piştî vê amadekariyê û vê pêngavê, dema ku pêdivî bi hêzê hat, muracaetî wê bike. Yanî mutleqe lazim e ku şûr/hêz di xizmeta qelem/zanînê de be û hissiyatên milet di xizmeta aqilê milet de be. Lewra dawiya tevgerên hîssî û bi heyacan her têkçûn e û dawiya tevger û xebatên bi aqilmendî û hişyarî her serkeftin e. Dîroka mirovahiyê û dîroka gelê kurd mînakeke baş e ji vê yekê re.

Jixwe Seîdê Kurdî jî vê yekê dibêje. Em dixwazin gotina xwe di vî warî de bi tewsiyeya Seîdê Kurdî biqedînin û li wî guhdarî bikin:

“Çawa ku heta vêga bi vekirina mecrayekê ji mêjî bal dil ve, we aqil û qewetê gihîştandibû hev û her wiha çawa bi hînbûna perwerdehiya li ser devê şûr, hûn di wêrekiya maddî de bi pêş ketin, vê carê neqebekê ji dil bal bi ramanê ve vekin, qewetê bi hewara aqil ve, hissan bi gaziya fikran ve bişînin, da ku namûsa millî li meydana medeniyetê ya wêrekiya eqlî paymal nebe. Divê şûrê we ji cewherê fen û sin’etê bê çêkirin.”[2]

METNÊN XÎTAB Û MANÎFESTOYA SEÎDÊ KURDÎ

XÎTABÊN SEÎDÊ KURDÎ LI KURDAN

Li vir em dixwazin çend mînakan ji xîtabên Seîdê Kurdî li kurdan pêşkêş bikin, da ku bê zanîn ka Seîdê Kurdî bi çi awayî xîtabî gelê kurd kiriye.

Pêwist e bê zanîn ku sernavên ku ji bo her xîtabekê hatine bikaranîn, digel hinek teserufan ji îfadeyên Seîdê Kurdî ji aliyê me ve hatine hilbijartin û wekî sernav hatine nivîsandin.

Seîdê Kurdî wiha bangî gelê kurd dike:

Gelî kurdan, ev pênc sed sal[3] e ku hûn razayî ne, bes e êdî şiyar bibin.

“Gelî kurdeşêrên ku di dema cîhangiriya Asûrî û Keyaniyan de pêşdarî û qehremaniya leşkerî dikirin! Ev razana we ya pênc sed salî bes e, êdî rabin û hişyar bibin, sibe ye.”[4]

Bila namûsa we ya millî li meydana medeniyetê paymal nebe!

“Wêrekî û namûsa millî li we ferman dike ku hûn namûsa millî li meydana medeniyetê ya wêrekiya eqlî peymal nebe. Divê şûrê we ji cewherên fen û sin‘etê (hunerê) bê çêkirin.[5]

Zimanê we ji we gazindan dike!

“Zimanê we, ji ber îhmalkirina we li paş maye û hinek şaxên wê hatine tamandin, digel ku ev ziman ji avdana dareke mîna dara tûbayê re musaîd bû; wiha hişk bûye, perîşan maye û ji edebiyata ku zimanê medeniyetê ye, bê par maye. Ji ber van sedeman zimanê we, bi zimanekî mehzûn ji welatparêziyê re giliyê we dike (ji we gazindan dike).”[6]

Gelî kurdan, dibînim ku li bal me kanî tuneye. Fikra milliyetê bi marîfetê (zanînê) ava bikin!

“Gelî kurdan, dibînim ku li bal me kanî tuneye. Ji ber vê yekê em aveke genî ku ji derên dûr tê vedixwin. Nexwe xîret bikin û bixebitin. Ji bo teqwiyekirina (bihêzkirina) meşrûtiyetê (rizgariyê) ku em pê dikarin bigihîjin seadetê, fikra milliyetê bikin mîna heffar (lêkolîner) û marîfet (zanîn) û fezîletê bidin destê wê.”[7]

Heyhat! Ey kurdên mîratxwir! Li hember ceddên me yên navdar hûn bûn qiyaseke bêheqîqet û lihevketî!

“Ey zarokên kurdên netebitî yên mîratxwir! Îca encama heyata me hûn in? Çi heyf û hey hawar! We em kirin delîl û qiyaseke bêencam! Gelê pederên zexel! De ka gelo hûn in suxra û kubraya heyata me? (yanî hûn in piçûk û mezinên jiyana me?) De ka îca hûn in heddê ewsetê (sînorê navendê) ku me bi van ceddên me yên navdar û bi şan û şeref re girê dide? Heyhat! Hûn bûn qiyaseke (mînakeke) çi qas bê heqîqet û li hev ketî!”[8]

Bi fikra milliyetê hewzeke zanîn û hezkirinê vekin û ji qenalên jor bi fezîleta Îslamê avê berdinê!

“Bi fikra milliyetê di cewfê (di nava) gel de hewzekî me‘rîfet (zanîn) û mehebbetê (hezkirinê) ku mîna hewza kewserê be vekin. Qul û mulên binî ku tê de ava wê dinizile diçe, bi me‘rîfetan bigirin. Mecrayên (qenalên) jor ku avê berdidin nava wê hewzê bi fezîleta Îslamê vekin.”[9]

Gelî serok û rêberan! Ji tewekkula ku mîna ye zexeliyê, xwe dûr bigirin… ji me re xizmetê bikin!

“Eyyuher-ruûs wer rûesa (gelî serok û rêberanê kurd!) ji tewekkula ku mîna ye zexeliyê, xwe dûr bigirin. Hûn kar û barê xwe hewaleyî hevûdin mekin! Bi mal û aqilê me yê ku di destê we de ye, ji me re xizmetê bikin! Lewra we bi xebitandina van miskînan (kurdan), heqdesta xwe girtiye. Vaye xewta xizmetê ye.”[10]

Gelî ehlê medreseyan, bê hêvî nemînin!

“Gelî ehlê medreseyan! Bê hêvî nemînin! Niha ‘ilim û fen hakim e, li rojên pêş, medrese dê bi her cureyî tealî (bilind) bike. Dê ya herî ala (bilind), derkeve tebeqeya herî bilind.”[11]

(Gelî kurdan) ji we re di zehmetî, xebat û têkoşînê de rehetî heye!

“Belê, ji we re di zehmetî û tengahiyan de rehetiyeke mezin heye. Lewra mirovê ku xwedî fitreteke biheyecan e, tenê dikare di xebat û têkoşînê de bigihije rehetiyê.”[12]

Gelî kurdan, bi yekîtiya millî, raya xwe ya giştî diyar bikin û bi zanînê wê pêşve bibin.

“Ji bo îstifadeya ji hêza kurdan a mezin ku ji îxtilafa wan a zayî (belav) bûyî, bi îttihada millî (yekîtiya neteweyî), bila efkarên xwe yên umûmî (bila raya xwe ya giştî) îzhar (diyar) bikin û bi mearîfê (bi zanînê) wan fikran tereqqî bikin (pêşve bibin) da ku meyla tereqqiya wan (xwestina pêşketina wan) bikeve fealiyetê û uqdeya heyata wan (pirsgirêka heyatî) dest bi tenebbuhê (şiyarbûnê) bike.”[13]

Yekane armanca kurdan parastina yekîtiya dînî û millî ye.

“Ji ber ku armanca kurdan a yekane parastina dînî û millî ye, di zerera Îslamê de bi dijminên xwe yên dîrokî û heyatî re yekîtiyê nakin û zewatên (kesên) ku li dijî vê çendê jî hereket dikin, nas nakin.”[14]

Ey warisên enbiya alim û meşayixên kurd!

“Ji bo pêdiviyên zeman hukmên (fermanên) dîn ên adil bixin rewşeke rewa û tetbîq bikin.”[15]

Ey reîsên kurd ên ku xwedî tebî‘eteke cesûr û wêrek in!

“Di cihê qewet û cebrê (kotekiyê) de aqil û edaletê bi kar bînin û di cihê tirsê de muhebbetê îqame bikin (deynin) da ku riyaseta we (serokatiya we) berdewam bike.”[16]

Ey kesên kurd ku wekî şêrên girêdayî ne!

“Heta niha di bin hukmê hukûmeta zordest de hûn êsîr bûn, lê piştî şoreşa mezin her yek ji we, wekî padîşahekî ye”!

“Heta niha bi du cîhetan hûn êsîr bûn. Yek, bi tekalifên zalim en hikûmeta zordest, ya din jî, bi xesp û êrîşên talanker ên hinek zaliman. Niha piştî vê înqilaba ezîm (şoreşa mezin) hûn azad in. Her yek ji we di alema xwe de bi îtaeta teklîfên adîle hikûmeta meşrûteya meşrû (hikûmeta rizgar ku li gorî şerîetê hatiye ser hukim) û bi şertê netecawuzkirina mafê dîger hûn wekî padîşahekî ne.”[17]

Ey gelî kurdan!

“Çavên xwe vekin, sibeh hat. Şiyar bin. Bila ji îxtilaf û nezaniya we xwediyê efkarê fasid îstifade nekin! Vê yekîtiya milet a bi şan nexin hedef ji nexweşiyeke fena re. Nexwe wê demê, tevahiya milet û Îslamiyetê dê ji we dawedar be.”[18]

Gelî kurdan! Namûs û heysiyyeta kurdayetiyê biparêzin!

“Xala ku ez dixwazim, parastina namûs û heysiyeta kurdayetiyê û bi xizmet û rizgarî û edaletê em îqtîdayê (em bibine peyrewê) Ernawutên leheng  bibin… lewra ji her kesî zêdetir me ji zordestiyê zerer dîtiye.”[19]

Heke Hûn Namûsa Bixwazin Îxtilaf û keşmekeşiyê biavêjin!

“Zeman bi lêxistina sîleya xwe li we, dê îxtilaf û keşmekeşiyê biavêje. Heger hûn namûsa xwe bixwazin, berî ku hûn şîmaqê bixwin biavêjin.”[20]

Wa kurdino!

“Kurdîtiyê lekedar nekin!”

“Wa kurdino! Min timarxane (nexweşxaneya dînan) qebûl kir. Herweha ji bo ku ez kurdayetiyê lekedar nekim, min îradeya padîşah û meaş û îhsana şahane qebûl nekir.”[21]

Ey gelî kurdan!

“Îttifaqê de qewet, îttihadê de heyat, di biratiyê de seadet, di hikûmetê de selamet heye. Kabika îttihadê û şerîta muhebbetê qewî bigrin, da ku we ji belayê xelas bike.”

“Sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin:

Yek: Îslamiyet e.

Du: Însaniyet e.

Sê: Milliyet e.

Piştî wê, sê dijminên me hene, me xerab dikin:

Yek: Feqîrtî ye.

Du: Cehalet e.

Sê: Dijminî û îxtilaf e.

Ji bo parastina her sê cewheran û têkoşîna li hember van her sê dijminan sê şûrên elmasî bi destê xwe bigrin:

Şûrê ewil: Mearif û xwendin e.

Şûrê Duduyan: Îttifak û muhebbeta millî ye.

Ê sisêyan: Bi xwe şuxlê xwe bikin…”[22]

Ji bo şiyarbûna kurdan nîşana rê!

“Xwendin, xwendin, xwendin. Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin.”[23]

Heger we bi fikra milliyetê temaşe bikira!

“Em ferz bikin heger we mîna wan (mîna ermanan) bi fikra milliyetê temaşe bikira, dê we qehremaniyên xwe bi alemê bida tesdîqkirin û hûn dê derketana tebeqeyên bilind. Ji ber ku kurd di fenna egîdiyê de ellame ne.”[24]

Ne di ber şerefa axayê xwe de, di ber milliyeta xwe de ruh bidin!

“Bi rastî di we de qabiliyeteke tije cesaret heye. Lewra yê ku ji bo menfîeteke bi pênc qurişan, an di ber heysiyeteke hindik de, yan di ber şerefeke îtibarî de, yan ji bo ku jê re gotina “filan kes egît e” bibêjin -ku karên piçûk in- heyata xwe dide, yan jî yê ku di ber şerefa axayê xwe de ruh dide, gelo heger hişyar bibe, di ber milliyeya xwe de ku hêjayî xezîneyan e, bi hezaran ruhê wî hebin, bi awayekî bêdanepaşî nade gelo?”[25]

Xew bes!… Hûn jî hişyar bibin mizgîn li we. Edî hûn jî bêhêvî nebin!… hûn jî xîret bikin da ku hûn, bi azadîperweriyê bibin padîşah.

Xew bes!… hûn jî hişyar bibin. Mirovan ji heywaniyê rizgar dike (meşrutiyet); hûn jî tam bibin mirov. Dê bextê îslamiyetê û talîha Asyayê vekê. Mizgîn li we: Ew dê dewleta me bike mezherê temenê ebedî. De bi beqaya miletî ibqa bikê Edî hûn ji bêhêvî nebin!..hûn ji mîna sefîneya/keştiya nûh pê (bi meşrutiyetê) ewle bibin her kesekî, yeko yeko di êne dixe hukmê padîşahekî; hûn jî xîret bikin da ku hûn bi azadîperweriyê bibin padîşah. Cuz ê ixtiyarî/vîna mirovî ku esasê insaniyetê ye ew wê temîn dike, azad dike, hûn jî qîma xwe bi bêcaniyê neyînin.[26]

Ji talihê xwe yê bêçare re, divê hûn jî alîkariyê bikin.

Mebin mîna tiralên Bexdayê. Ev tewekkula we ya bêteşebbus ku hinceta zexeliyê ye, ji ber ku nîzama sebeban red dike, tê wê maneyê ku li hember wê îradeya îlahî ya ku kaînatê tenzîm dikê xwe li rikê datînê. Ev tewekkul, li xwe vedigerê, xwe bi xwe pûç dike.[27]

Ha kurdno! Bibin tabiê hestên fikrên alimên cumhûrî, ew dê nekevin.

Ha Kurdno/Gelî Kurdan! Heger beg, axa hetta qendera şeyxên  we jî, pişta xwe bidin qewetê (xwe bi qewetê biştrast binînîn ) û şûrên wan tûj bê bêguman teqez dê bikevin. Hem jî musteheqin. Heger pişta xwe bidin aqil û di ciyê cebrê de muhabbetê bi kar biênin, bibin tabiê/peyrewê hestên fikrên alimên cumhurî, ew dê (bi paş de ) nekevin dibe ku bi pêş ve biçin.[28]

(Gelî Kurdan ) Naxwe hûn giliyê xwe ji xwe bikin!

Meşrutiyet, hakîkmiyeta gel e ango meclisa mebûsan ku mînaka zindî ya raya giştî ye, hakim e. Hikumet, xadime û xizmetkare. Naxwe hûn, giliyê xwe ji xwe bikin (bila şikayeta we, bi xwe bê). Heger hûn her qebahetê biavêjin ser hikumet û Tirkan, hûn dê zehf biên xapandin.[29]

Gelî Kurdan! Kanî li cem me ye, yan jî divê li cem bê. Fikra millî bi marifetê/zaninê ava bikin û nebin parsek!

“Va ye binihêrin! Bi hukmê istibdadê /zordariyê Stenbol û hikûmet, serkanî bûn, we jî heqqe gilî û gazinan hebû; îca a niha, di rastiya xwe de biquwwe Stenbol, gol e, hikûmet, hewz e. Tirk, zeynav e yan ji divê wisan bê. Kanî li cem me ye, yan jî divê li cem me bê.

Gelî Kurdan ! dibînim ku li bal me kanî tune ye ji ber wê yekê em, aveke genî ku ji derên dûr tê, vedixwin em mîna berê, wan tiştên ku dibin, weke kirinên istibdadê/zordariyê dibînin. Naxwe xîret bikin, bixebitin ji bo teqwiyekirina Meşrutiyetê/rizgariyê ku em pê dikarin bigihîjin seadetê fikra milliyetê bikin nîna xeffar û marîfet û fezîletê bidin destê wî. Kunganekê biavêjin van deran da ku kaniya kemiliyan, li cem we jî der bibê. Heger na hûn dê daîma bibin parsek; an na hûn de ji têhnan bimrin. Hem parsekî pere nakê. Heger mirov gava bibe parsek jî, bila parsekiyê ji/li nefsa xwe bikê. Bi min parsekên merhemetê yan neheqin an jî zexel in. Heger hûn mirov bin, hikûmet û Stenbol û Tirk bibin çi jî nikarin zerarê bidin we; lê belê wê gavê qenciya wan digihîje we.”[30]

Bila şewqa we xera nebê. Xembar nebin.

“Erê, erê ! Ne’em !… Kermêş vizeviza xwe bibirê, mêşa hingiv vinevina xwe xera bikê jî, bila şewqa we xera nebê. Xembar nebin. Lewra mûsîqeya îlahî/Qur’an ku bi newayên xwe kaînatê diêne reqsê û razên heqîqetan direhilîmin û tim û daîm dikin zirmezir.”[31]

Rê nedin her peyva ku tê gotin û mufsidan nas bikin!

Ti mufsid nabêje ez mufsidi Berevajiyê vê yekê tim û daîm mîna ku alîgirê heqiyê bê xwe nîşan didê Erê tu kes nabêje “Dewê min tirş e.” Lê belê heta ku hûn li mehengê nexin, megrîn lewra gelek peyvên (pereyên) gelb di bazirganiyê de diçin û tên.hetta gotinên min jî, ji ber wê yeka ku ez dibêjim nekevin zennên nebaş û qebul nekin. Dibê ku ez jî mufsid bim anjî bê hemdî xwe ifsadê diki Ne xwe rê nedin her peyva ku tê gotin Ku bikvê dilan. Ha, peyvên ku ji were dibêjim bil adi destê xeyalê de bimînin, li mehengê bidin, gava ku zêr derketin, di dilê xwe de veşêrin. heger sifir derketin, têra xwe bi xiybetê bidin serê û nifiran pê vebikin; bi ser min de biqewêrin/berêdin bişînin.[32]

Hûn têra bi aqil in. Nezaniya we ne uzre… Hûn li encama fikran binêrin û kar û zererê ji hev derxin!

“Her çendî hûn nezan in; lê hûn têra xwe bi aqil in. Ez bi kîjanê yekê ji we re tirî parve bikim, di be ku ew limin hîleyan bikê. naxwe ne zaniya we ne uzre.. va ye fêkî, ne ku ferqa navbera darên ku mîna ne hev, nîşan didin. Ku wisan e, hûn li encamên fikrên min û li Fikrên wan binihêrin. Ha di yekê de îstrehet û itaet e di ya din de îxtîlaf û zerer veşartî ye (vê yekê win ji hev derxin).”[33]

Gelî Koçeran, heta ku hûn zerer bidin azadiya wan heyinên derdora xwe azadiya wan nîvçe ye.

… lê belê gelî koçeran a ku li cem we ye, azadî ye. Nîvê wê yê din, xerakirina azadiya kesên dine. Heta ku hûn zerer bidin azadiya wan heyinên derdora xwe azadiya wan nîvçe ye. Hem jî ev azadiya ku qutê nemirinê ye û tevî kovîtiyê ye, bi wan ciranên we yên çiyê re jî heye. Çi heye heger lezzet û teselliyeke/aşkirineke van heywanên bêçare yên kovî hebe, ew ji azadiya wan e; lakîn hevserê mirovahiyê ku mîna rojê biriqandiye cewherê her giyanî ye û her giyan li serê bengî/evîndar ye, ew azadî bi xwe ye ku seadet, li qesra medeniyetê rûniştî ye; bi hulleyên marîfet û fezîletê hatiye xemilandin.[34]

Fikra milliyetê  pederê azadiyê ye. û cewherê nûranî yê îslamê di xezîneya milliyetê de ye.

“Lewra fikra milliyetê, pederê azadiyê ye… Lewra azadiyê milliyet nîşan da. Cewherê nuranî yê îslamê ku di sadeta/xezîneya milliyetê de ye, dest bi tecelliyê kir… vê hêviyê, quweya me ya manewî ku pişta wê bi bêhêviyê . ev jiyan, bi fikra azadiyê ku di nav alema îslamê de ketiye kelekelê, dê alîkariyê bigre; wan perdeyên istibdada manewî ya giştî ku bi ser temamê alema islamê de vegirtiye dê parçe parçe bikê. Digel pozê bavê bêhêviyê.”[35]

Metirsin! Em ê weke munewwerê/roniyê rastîn û hevîgirtî ji karwanê mirovahiyê re pêşdarî bikin.

Metirsin! Ji ber ku medeniyet ji hêla fezîlet û azadiyê ye, di nav alema mirovahiyê de dest bi xelabeyê dikê bivê nevê bi zeerurî aliyê din ê mêzinêê bi temamî dê sivik bib. Heme weke ferze muhal-xwuda nekê heger ew me parçe parçe bikin û bikjîn, bila bawer bikin em dê bi bîstikî bimrin bi sêsedikî bivejîn  biêne vejandin. Em dê toz û xubara rezîlî û îxtilafan jî ser serê xwe daweşinin û bi awayekî jî awayan, weke munewwerê/ronahiyê rastin û hevgirtî jî karwanê mirovahiyê re pêşdarî bikin. Em jî mirineke wisan ku bi jiyaneke şedîd, herî qewî û herî baqî bi encam didê natirsin. Heger em bimrin jî, îslamiyet sax dimîne.[36]

Sê fesadên ku dijminê me ne

Hem jî yên ku dişminê me ne û me mehf dikin, cehalet axa kurê wî zerûret efendî û neviyê wî neyartî beg e.[37]

Hey bêînsafno! We ew heqîqeta îslamê bi çi awayî teng dît !

Hey bêensafno ! we ew heqîqeta îslamê ku xwe di wê qabîliyeta ku dikare temamê bigre nava xwe ye bigihiyjîne hev, xwedî bike, ronahî bike, bi çi awayî teng dît  ku hûn dikin xasê bi feqîran û xasê bi hin xoceyên ku mutaessib in û hûn dixwazin ku nivê ehlê wê bavêjin derve? Hem jî, hûn, qesra nûranî ya îslamê ku kemalan giştî di nav xwe de dihewîne û ew wan maddeyên ku temamê hestên bilind/aliyên mirovahiyê dikare pê xwendî bike, dihundirîne , bi kîjan rûyi hûn, zenn dikin ku mîna ye konekî reş ê ku ketiye şînê û xasê bi hin feqîr û bedewiyan e? Belê her kes, li gor nîşandana mirêka xwe, dikare hukum bide. Wer dixuyê ku wê mirêka/ayna we ya reş û derewîn, ew bivî awayî nîşanî we daye.[38]

Gelî Kurdên ku wê piştî sêsed Salî din (ku beramberî 2200î tê) werin, ez xitabî we dikim! Serê xwe hildin, tokimê ku a niha tên tovkirin dê li zemîna we kulîkan bidin.

İca dûnya, bila jî her kesî re bibê dûnyaya pêşveçunê, tenê jime re bibe dûnyaya paşketinê, ne wisa? De ka dibê ? de va ez jî dê bi we re nepeyivi Berê xwe Didim vî aliyî û ez dê bî mirovên ayendeyê re bipeyivi

“Gelî Seîd, Hemze, êmer, Osman, Yusuf, Ehmed, û kesên din ên ku li pişt esrê bilind ê piştî sê qernan nepenî ne ; bi awayekî bêdeng li gotinê min guhdarî dikin û bi çavekî xef ê xeybî limin temaşe dikin! Ez xitabî we diki Serên xwe hildin; bibê jin “Sedeqte ! /Te rast got!” û ev gotin bila li ser we, bi deyn be ! ev hev esrên min bi kêfa xwe ne, ku limin guhdari nakin bila nekin. Bi bêtêl û telgrafa ku li wan newalên rabirduyê ku jê re dîrok tê gotin û dirêjî wêistiqbala we ya bilind dibe, bi we re dipeyivi Çi bikim min lezand û ez di zivistanê de hatim; hûn, di bihareke bihiştewar dene. Toximê ku a niha tên tovkirin, dê li zemîna we kulîlkan bidin. Weke destmiza xwe ez ji we vê dipêm û li bendê me, gava ku hûn ji bo ji parzemina rabirdûyê derbas bûn û hatin rêya xwe bi ser gora min bixin. Çend heb jî wan kulilkan bi serê dergevanê axa ku hestiyên min bi mêvanî di ezimînê û jê re keviya kevirê kêlika gorê tê gotin ve, dênin em dê li dergevanê wê qewîtî bîkîn, bangî me bikin!

Hûn dê dengê “noşican be bibihîsin   lewra wesîqeyên /delîlên min hene ku meseleyên  vê kitêbê (yanî munazerat ), bî heqîqetên xwe, dê di we de pêk werin.[39]

Muxatebno (ez) yên medenî vedixwînim yekîtiya Îslamê.

Muxatebno ez zehf dikim qîrênî, lewra ez li serê minareya esrê sêzdehan sekinîme û yên medenî ku bi fikra xwe di newalên herî kûr ên rabirduyê de ne, vedixwînim camî’ayê[40].

(Gelî kurdan! ) Bi vî rengî xwe ji zindana zexeliyê rizgar bikin.

Jiyan cîdal e li şewqê siwar dibê û bi rê dikeve diçe. Ha, gava ku xireta w eli şewqê/halanê siwar bibê û derkevê meydana mucadeleya jiyanê, serê pêşi rasti wê yeisa/bêhêvibuna ku dijminê şedidetê. Quwweya wê ya manewi dişkêne. hûn li hember wi dijmini, şûrê “bêhêvi nebe” bi kar binin.

-Peyre ji zordesiya wê meyla mirov a ku di xwaze li hember hevpayê /hevrikê xwe bi ser bikevê ku ew meyl, ji ciyê xizmetkirina ji heqqiyê re bi darê zarêzebt dikê dest bi êrişê dikê. Li serê qoqê xiretê didê ji hespê wê dadixinê xware. Hûn heqiqeta ji bo xwuda bin bi ser wi dijmini ve hewale bikin.

-Peyre ew lezûbezkariya ku bi ser tertiba navbera illetên muteselsil re gav davêje û wê tertibêxera dikê, dertê, ling li xiretê dişemitinê. Hûn (li hember wê şiaida) “sebir bikin, li berr xwe bidin û (ji bo cihada di rêya xwuda) amade bin û şiyar bin.” Yê bikin meteris.

-Peyre  ji, ji ber ku mirov hewceyi jiyana civakiye, fikra infiradi û hesabê şexsi ku emelên wi mirovê ku ihtiyacê wi, bi jiyana civaki heye û berpirsiyare ku heq û mafên mirovên din diparêzêû di nav wan mirovan de, li heq û mafên xwe bigerê ji hev belav dikê derdikevê hember we. Hûn ji, mucahidê ku xwedi xireta mezin e: “Ji mirovan yê/ya leri bi xêr ew e ku feyde ya wi digihijê mirovan hemberi wi dijmini derxin meydanê.

-Peyre ew edetê dikê ku mirov xwe ji ber zexeliyên wan kesên ji derveyi xwe tavêj ê zexeliyê, firsendê dibinê û bi êrişkirinê piştli mirovan dişkênê. Hûn ji, keleha pêt a ku : “yên ku tewekkuliyê dikin, bila ji kesi re nekin, tenê ji xwuda re bikin” ji xiretê re bikin melce.

-Peyre ew tewfiza ku ji ecz û bixqenebaweriya nefsê dertê û dijminê xeddar e û ji hev û dinre hiştina kar e, tê i destê xiretê digre û didê rûniştandin. Hûn ji heqiqeta heri mezin ku : “heger hûn li ser rêya rast bin yên ku di dalaletê de ne nikarin zerarê bidin we.” Derxin serê da ku destê wi dijmini negihije dawa û pêşa wê xiretê.

-peyre ew dijminê bêdin ku têkili wezifeya xquda dibê tê bi şimaqan li ruyê xiretê didê; çav lê kor dikê. Hûn ji heeqiqeta kar aşina /karzan û wezifeşinas ku : “tu bi çi awayi hatibê emir kirin, wisan ripi rast be.”

“Li hember mezinê xwe, xwe li miritiyê girênedin.”  Ye, bişinin da ku heddê wi nişani wi bidê.

-Peyre ew meyla rehetiyê ku diya temamê tengahi û hêlina temamê reziliyan e tê, xiretê qeyd û lele dike û davêje zindana sefiliyê. Hûn ji, wi mucahidê alicenab ku: “ji xeyni xebat û keda milê wan ji mirovan re ti tiştekî din tuneye bi ser wi celladê sêrbaz de bişinin. Belê, ji we re di zehmeti û tengahiyan de rehetiyeke mezin heye. Lewre mirovê ku xwedi fitreteke biheyecan e, tenê dikare di xebat û têkoşinê de bigihije rehetiyê.[41]

(Geli Kurdan) li wezifeya doza milli ya kurd xwe derkevin

Geli giregir û risipiyan! (yên hikûmeta Osmani ) me bi çi awayi ji we re xizmet kir hûn ji bi wi awayi j ime re xizmet bikin. An na !

Geli ehlê hikûmeta Osmani ku bi çavê wi/wê zaroka/e ku muhtaci alikarane l ime dinihêrin! Em bi çi awayi ji we re itaetê dikin, hûn ji seeadeta me temin bikin û illa!

Geli ittihad û tereqqiya kevn a ku wezifeya komeleya milli ya kurd bilistihqaq hilday e ser milê xwe! We baş kir, mezc kir! Heger hûn baş bikin ba e … û illa emanetan li wan ên ku ehil in iade bikin(yani naxwe wezifeya doza milli ya kurd iadeyi ehlê wê bikin ku ew ji kurd bi xwene.[42]

(Geli kurdan ) Neyartiya Aliman Nekin û (Geli Aliman) bê hêvi neminin!

(Geli Kurdan) Nebê nebê ku hûn neyartiyê bi alimanre bikin! Neyartiya bi aliman re xetereyeke pi r mezine.

(Geli Aliman) Geli ehlê medreseyan! Bê hêvi neminin! A niha ilim û fen hakim e, li rojên pêş medrese dê bi her cûreyên xwe teali bikê Dê ya heri ala, derkevê tebeqeya heri bilind.[43]

Geli kurdan!

Fermanên muqeddes şiyarbuna ji xewa 600  saliye ji we dixwazin.

Ev razana we ya pên sed sli (neha buye şeş sed sal) bes e. Êdi rabin û hişyar bibin.

  • Hikmeta” ilahi : wek cazibeya zerreyan a cuzi bi pêkanina cazibeyeke neteweyi ya gişti; girseya mezin a Kurditiyê weke kureyê li hev bizivirinin… û mêzên û ahenga umumi biparêzin.
  • “Hurriyet li we Ferman dike ku : Esiriya bin emrê nefsê li qewmekî wekî we xafil û ji hev bûyi, yê ku di geliyên kûr ên rabirdûyê de ne qedexe kiriye. û wiha ferman dike: “ji bo êrişkirina ser cahili û feqiriyê dest bavêjin fen, sin’et û silahê, êriş bikin!”
  • “Heqiqet” li we Ferman Dike (ji we re agahi dide ku ): Dema avdana qabiliyeta we ya ku destê qederê di mahiyeta we de çandiye û qedera we baş gerandiye û qerekterê we yê di mahiyeta qewmiyeta we de cih daye, bi ava perwerdehi ya hayatê hatiye. An dê hişk bibê, an ji dê birizê.
  • “Hewcehi” li we ferman dike ku : An hûn ê heyat û hurriyeta xwe di vê çola xali de bidin talan kirin an ji hûn ê li meydana medeniyetê li tirên û balona fen û sin’etê siwar bibin, ayendeyê pêşwazi bikin û hal û hereketên ittifaqê ji nû ve bi dest bixin û ber bi ka’beya kemalatan ve bibezin.
  • “Milliyet” li we ferman dike ku : da her yek ji we bibe awêneya jiyana tevekê milet û muhafizê seadetê û modeleke şênber a tevekê miletê. Ne wekî vêga bi qasi miroveki, hûnê bi qasi miletekî mezin bibin. Lewre bi mezinbuna armancê re himmet ji mezin dibê. û bi xeleyana xireta milli re exlaq ji dikemilê mezin dibê.
  • “Meşrutiyet” li we ferman dike (we vedixwinê meclisa imtihanê ) : dixwazê bibinê kah ûn balix bûne û hê ji pêdiviya web i himayeyê ma ye an na. Xxwe ji imtihanê re amade bikin. Hebûna xwe bi hevgirtinê nişan bidin û diğel hemiyeta xwe ya milli fikir û wijdana xwe ya şexsi weke dil û eqlê hev beş ê milet nişan bidin. Nexwe dê sifir bidê we, dê şehadetnameya hurriyetê nede destê we.
  • “Wêrekî û Namusa milli” li we ferman dike ku : çawan ku heta vêga bi vekirina mecrayekê ji mêji bal bi dil ve, we aqil û qewetê gihiştandibu hev û her wiha çawa bi hin bûna perwerdehiya li ser devê şûr, hûn di wêrekiya maddi de bi pêş ketin, vêcarê, neqebekê ji dil bal bi ramanê ve vekin, qewetê bi hewara aqil ve, hissan bi gaziya fikran ve bişinin, da ku namûsa milli li meydana medeniyetê ya wêrekiya eqli paymal nebê. Divê şûrê we ji cewherê fen û sin’etê werê çêkirin.
  • “Zimanê maderzad” li we ferman dike ku : (Zimanê Kurdi) ku dara edebê, mizana edaletê ya qimet û kemiina we (ye), diğel ku ev ziman ji ajdana dareke mina dara tubayê re musaid bû; wiha hişk bûye,perişan maye û ji edebiyata ku zimanê medeniyetê ye bêpar maye. Ji ber van sedeman zimanê we, bi zimanekî mehzun ji welatparêziyê re giliya we dike. Ziman mora qedera mirovane. Heqi sûretê mirovahiyê, di reng û ruyê ziman de xweşikahiya xwe didê der.

***

Çawa ku ji van xîtab û bangên Seîdê Kurdî tê fêmkirin ku armanca wî hem şiyarkirina dînî û hem millî ye, hem maddî û hem manewî ye, yanî xîtabeke dualî ye. Û em dikarin bibêjin ku di van her du aliyan de xîtabeke bêkêmasî ye. Lewra di hemû hizrên Seîdê Kurdî de madde û mane her tim bi hev re ne.

Bêguman ji aliyê rêzan û rêberên kîjan miletî be, bi vî rengî û di rêya şiyarbûnê de bang û xîtab li wan hatibine kirin, dê van bang û xîtaban yan jî van “nutûq” û “meqale”yan ji xwe re wekî “nexşerêya şiyarbûnê” û “manîfestoya jiyanê” bipejirînin û ji bo bicîanîna van armancên pîroz bixebitin.

Lê mixabin heta roja îro jî, gelê kurd erka xwe ya ku pêwist e li hember van bang û xîtabên Seîdê Kurdî pêk anîne. Tevgerên neteweyî yên kurd, carinan ji nezaniya xwe û ji carinan jî ji plan û projeyên kûr bîganeyî “nasnameya dînî” dimînin, xwe jê dûr digirin, yan jî jê ditirsin. Û tevgerên dînî yên kurdan, yan ji nezaniya xwe yan jî ji netêgihîştina meseleya “milliyetê” di Îslamê de û mayîna di bin projeyên Îslamî yên cîranên wan de ku li hember kurdan, ne dirust in û ji çareserkirina pirsgirêka kurdan re tu çareseriya Îslamî pêşkêş nakin, bîganeyî “nasnameya millî” dimînin û wekî hizreke ji derveyê dîn dinirxînin.

Halbûkî çawa ku ji bang û xîtab û hizrên Seîdê Kurdî tê fêmkirin, pêwist e nasnameya dînî û ya millî bi hev re bên pejirandin û meşandin. Yanî ne dîndariyeke li dijî millietê, ne jî millyetek li dijî dîn be. Û hemiyet û xîreta (namûsa) dîn û millyetê bi hev re li ber çavan bên girtin.

Çawa ku me xîtabên Seîdê Kurdî di warê “dîn û milliyetê” de xwendin, tê xuyakirin ku hizra dînî û ya millî ne dijberê hev in, belkî hevûdin temam dikin. Ez bi xwe wisa jê fêm dikim û ez texmîn dikim ku min Seîdê Kurdî xelet û çewt fêm nekiriye. Heger di van şîrove û nirxandinên min de hinek çewtî û xeletî hebin jî, ew ji min in û ew ne ji îmamê mezin ê gewre Beîuzzeman Seîdê Kurdî ne (rehma Xwedê li ser be).

Di Prosesa Şiyarbûna Gelê Kurd de Manîfestoyên Seîdê Kurdî

“Manîfesto”,  “Nexşerê”, “Armanc” yan jî “Îdeal” ev bêje hemû erkên ku mirovên mezin dixwazin bikin, eger nikaribin bikin, bidine kirin, eger nedine kirin, wan armancan wekî “wesiyetname” bihêlin da ku nifşên di pişt wan de bên, wan armancan bêne cid û wan bişopînin.

Çawa ku Seîdê Kurdî di Munazeratê de (r. 60) anî ziman, “ew di zivistanê de hat” û jiyanek tijî bi mucadele û têkoşîn domand û negihîşt gelek tiştên ku dixwest bîne cih, lê wî digot: “Hûn ê di bihareke bihiştawer de bên. Toximê ku a niha tên avêtin, dê li zemîna we de kulîlkan bidin.”

Nexwe van tiştên ku Seîdê Kurdî dixwest ku di bihara me de kulîlkan bidin çi bûn? Ji kurdan dixwest ku çi bikin, çi bînin cî û wan pêk bînin? Niha li vir em ê tovê ku wî reşandî em ê hîn bibin da ku em amade bin ji çinîna kulîlkan re!

niha em ê ji “nutûq”, “meqale” û hinek kitêbên Seîdê Kurdî em ê guhadariya manîfesto, nexşerê, armanc û îdealên wî bibin bê ka gelo ji me çi dixwest ku em wan bikin û bi wan rêya xwe bibînin.

  1. Gelî kurdan! (wekî min) bi sadaya Hurriyetê ji xewê şiyar bibin:

“Ey Hurriyeta Şer’î! Tu ewqas muthîş û bi sadayeke delal û bi mizgînî di bakê ku kurdekî wekî min dibin tebeqeyên xelfetê de razayî hişyar dike. Ger tu nebana, ez û hemû milet em ê di zindana esaretê de bimana. Ez te bi temenê edebî mizgîn diki”[44]

  1. Bi keşmekêşiya di nav we de hêza we belav dibe!

“Niha digel ku em xwediyê çar sed nezar muharibên/şervanên cesûr û hêzekî gewre ne jî, ji ber îxtilafa daxilî mehu/belav dibe.”[45]

  1. Wekhevî û hemiyeta millî wê girseya kurd wekî kadekê wê bizivirîne!

“Heger îbadet û wekheviya di mizgeftê de wekî prensîba bingehîn a meslekê bê qebûlkirin, bi hêza hemiyeta millî ku ji karê axiretê ye û bi alîkariya teşebbusa şexsî, muhebbetên cuz’î wê wisa cazîbeyeke umûmî teşxîl bike ku girseyeke gewre ye/mezin e wekî kurd wê wekî kadekê bizivirîne.”[46]

  1. “Ez qetiyyen li dijî serokatiya şexsî me, serokê me ancax hikûmet e (yanî heyeta şêwrê ye).”[47]
  2. Şahid bin ku ez ji “kurdîtiya sun’î” îstifa dikim û bi “kurdîtiya tabiî” îftixar diki

“Heger sedemê hereketa ferdî, îxtilaf, xwe dan ecibandin, meyla axatiyê, îstixdama milet, hatin xapandin û xapandin ji pêdiviyên kurdîtiya sun’î bênw nîşandan, şahid bin ku ez ji wê kurdîtiyê îstifaya xwe didi Û ez bi kurdîtiya tabiî ku nîşana cesaret, sedaqet û diyanetê ye îftixar diki Çawa ku di zemanê îstibdadê/zordestiyê de ji ber vê kurdîtiya tabiî ez ketime timarxaneyê.”[48]

  1. Encamên xirab e ji bê hikûmetiya kurdan, bi leşkervaniya ku sedemê kemala kurdan e nayê girêdan!

“Û hem xirabiyên ku encamên zerûrî yên wehşet, îxtilaf, eşîrtî û bê hikûmetiyê ne, nabine sedem ji rakirina leşkeriya ku sedemê kemala kurdan e, ev yek wekî qebaheta alimekî mezin e ku bi wê qebahetê zanînê xirab û bi zerer dide nasîn e.”[49]

  1. Du armancên min ên sereke hene: Çêkirina yekîtiya neteweyî û hêza neteweyî.

“Ev pazdeh sal in ku di nav îhtiyacatên ku min hizir dikirin, min du xal ji xwe re kiribûn armanc û ji xeynî (van her du xalan) tiştekî ku paşeroja Kurdistanê temîn bike min nedît.

Ya yekem: Yekîtiya neteweyî.

Ya duyem: Belavkirina zanistên olî û fennên ku pêwistiyên şaristaniyê ne bi hev re ku bingeha dibistana wan alayên eşîran e. Bi paldana vê sirrê ez bêperwa dibêjim ku:

Divê kesên ku di eşîran de ne û leşker in, em wan jî wekî asakirê millî (hêzên neteweyî) damezirînin.

Û kurd ji fen û zanistên nû ditirsin û nefret dikin…

Çareya vê ya yekane jî, ew e ku alimên kurd bi deriyê bilind ku leşkertî û alayên eşîran in, dibistan û zanistiyê bixin nav wan û bi vejîna medreseyên ku winda ne, zanistên olî û fennên ku ji şaristaniyê re lazim in bixwînin/perwerde bikin.[50]

  1. Terikandina cilûbergên neteweyî, “heqareta li milet e”!

“Çawa ku reîsekî hakim e, ji piroleyên/esebiyên kurdan, ji bo mudahaneya ji Ewrupa re cilên Frenk li xwe bike, kurd jî dêlva îtaeta ji wî hakimî re, wê îxanetê lê bikin. Heger bizanibin ku ew kurd e, ji ber ku cilûbergê xwe yê neteweyî guhartiye wê bibêjin: “wî heqaret li miletê xwe kiriye.”[51]

  1. kurd tehemmul nakin ku ji civaka Îslamî veqetin.

“Kurd esla tehemmul nakin ku ji camîeya Îslamî (civaka Îslamî) veqetin. Em ku eksê vê îddia dikin, mutleqa di bin armancên bi meqsed de tevdigerin û îbaretên ji pên deh kesên ku selahiyeta wan tune ye li ser navê kurdayetiyê gotin bibêjin.”[52]

  1. Xwestina maf û hiqûqê xwe bizanibin.

“Erê, gava miletek, bi nezaniya xwe, heq û hiqûqê xwe ji nizanibe, ehlê hemiyetê jî dike zulimkar.”[53]

  1. Gelî kurdan! Bila tu kes li tu kesî zordestiyê neke!

“Gelî kurdan! Însaf bikin… Bila tu kes li tu kesî tehekkum/zordestiyê neke! Bila mafên her kesî parastî bê hiştin. Bila her kes di tevgerên xwe yên rewa de, bi awayekî şahane azad be. Bila bibe mezherê raza wê nehya “Dev ji Xweda bernedin û bila tu kes ji we ji tu kesî re ebdîtiyê neke.”*   ”[54]

  1. Gelî kurdan! Rêya memûrtiyê û rayedariyê rêya parsektiyê ye. Bibine hunermend, ziraetvan û bazirgan.

“Ji bo debara rêya tabiî, meşrû, rewa û heyatdar li ser sisêyan e: huner e, ziraet e û bazirganî ye. Îca rêya netabiî, memûrî/karmendî û bi her cureyê xwe îmaret/rayedarî ye. Bi min, bi çi navî be jî, yên ku rêya memûrtiyê wekî rêya debarê digirin, ji awayekî ve, ew ên cerrar in û acîz in û parsek in. Lê belê di qismê hîlebaziyê de ev yek heye. Bi dîtina min yê ku dikeve memûrtiyê yan jî rayedariyê, divê bi tenê ji bo hemiyet, xîret û xizmetê bikevê. Heger ne ji bo van yekan be, bi tenê ji bo maîşet û debar û menfaetê bikevê, ji awayekî ve wisa ne ku mîna ku mitribiyê bike.”[55]

  1. Gelî kurdan! Ji bo miletê xwe xerc bikin!

“Heger mirovên zîrek zekata zekawetên xwe û mirovên dewlemend/zengîn, welew zekata zekata xwe, ji bo menfaeta miletê xwe xerc bikin, dibe ku miletê we jî, di rê de bigihîje miletên din.”[56]

  1. Reîsên we mal û eqlên we xistine berîkên xwe, ji wan xizmetê bixwazin!

“Eeê, serokên we çawa ku malên we di berîkên xwe de heps kirine, aqilên we jî yan girtine xistine berîkên xwe, yan jî di dîmaxa xwe de heps kirine. Nexwe wisa ne, ez dê a niha bi wan aqilên we yên ku li cem wan in re bipeyivi

Gelê serok û rêberan! Ji tewekkula ku mîna ye zexeliyê, xwe dûr bigirin. Hûn îş û karê xwe hewaleyî hevûdin mekin! Bi mal û aqilê me yê ku di destê we de ye, ji me re xizmetê bikin! Lewra we bi xebitandina wan miskînan, heqdesta xwe girtiye. Vaye xewta xizmetê ye.”[57]

  1. Kesên bê ehliyet doza şêxîtî û axatiyê dikin… Bila bimire axatî!

“Ditirsim ew kesên digel ku bê ehliyet in, doza şêxîtî yan jî doza seyyîdiyê dikin, di nav wan eşran de, em birayên wan reîsên berê ne da ku mîrateyên wan bi dest bixin û bibin belayeke duserî… lewra cahiliya kor a li cem we û ew îtaeta we ya bêserûçav dê bibe sedem ku ew hukimê tenasux derbasî axatî û zordestiyê bibe. Axatî bi rengê xwe bimire, meriv dibêje qey dê bi qalibê/livê efendîtiyê yan jî bi cismê şêxîtiyê yan jî bi şiklê esilzadetiyê bi heyat bibe. Ev e armanca min ew e ku ez wê meyla li ser axatiyê, daxwaza li ser zordestiyê, meyla serokatîxwaziyê bi awayekî wisa bikujim ku heta qiyametê êdî careke din bi xwe ve neyê.”[58]

  1. Gelî tebeqeya bijarteyan! Divê gotinên we kirinên we tesdîq bikin, hinekî terka kêfa xwe bikin û li halê me bipirsin!

“Gelî tebeqeya bijarteyan! Em awam (girseya gel) û ehlê medreseyê (xwendekar) mafên xwe ji we dixwazin.

Divê gotinên we kirinên we tesdîq bikin û hûn qusûrên xelkê jî ji xwe re wekî mazeret nebînin û kar û barên xwe neavêjin ser hevûdin û di wê xizmeta xwe de ku li ser we wacib e, divê hûn zexeliyê nekin û wan tiştên ku ji ber kêmasiya/xeletiya we ji destê we çûne, divê hûn careke din telafî bikin û li halên me guhdarî bikin û em dixwazin ku li ser pêdiviyên xwe, em bi we re îstişareyê bikin û hûn hinekî terka kêfa xwe bikin û li halê me bipirsin.”[59]

  1. “(Bi avakirina Medreseya Zehra), em dixwazin ku îstiqbala/paşeroja gelê kurd û alimên gelê kurd temîn bikin.”[60]
  2. Divê li Kurdistanê perwerdeya “ferdî” bi ya “polî” biguhere.

“Divê bi qabiliyetên kurdan re îstişare bê kirin û sebîtî û basîtmayina wan (rebenên kurdan) li ber çavan bê girtin.”

“Divê ew perwerdeya ferdî ku li Kurdistanê rûniştî ye, biguhere û bibe perwerdeya polî û komî.”[61]

  1. Divê kurd ji xweşiyên meşrûtiyetê/rizgariyê sûd wergirin.

“Bi kurtebêjî, divê îstiqbala alimên kurd bê temînkirin û bi rêya medreseyê, fen û zanistên dînî bikevin Kurdistanê (û li Kurdistanê ev zanist bêne belavkirin) û xwesşiyên meşrûtiyetê/rizgariyê ji wan re jî bête dayin û ew jî bikaribin jê sûd/mifa wergirin.”[62]

  1. Gelî kurdan! Bi xweşbînî li meşrûtiyetê/rizgariyê binêrin, lewra me ji her kesî zêdetir ji îstibdadê/zordestiyê zerar dîtiye!

“Min sala çûyî, bi destpêka hurriyetê re li ser navê sedaretê ji pêncî-şêst eşîrên kurd re telgraf şandin. Naveroka wê ev bû:

“Ev emrê ku hûn wekî meşrûtiyet û qanûna esasî dibihîsin, edalet û meşwereta şer’î ye. Bi xweşbînî lê binêrin. Heta ji we hat, wê baş muhafeze bikin..! lewra seadeta/dilşadiya me di meşrûtiyetê de ye. Û di dewra îstibdadê/zordestiyê de me ji her  kesî bêhtir zerar dîtiye.”

Bersiva van telgrafan ji her derî bi awayê baş hat.

Wihareng e, min kurd tenbîh kirin, ew xafil nehiştin. Da ku îstibdad ji xefleta wan îstifade neke.”[63]

  1. Divê ehlê medreseyê, ehlê dibîstanê û ehlê tekyayê li hev werin.

Min seda carî gotiye. Ez dê dîsa bibêjim. Divê ehlê medreseyê ehlê dibîstanê û ehlê tekyayê li hev werin, da ku meyla hevûdin bikin, li hevûdin bibanin û bi danûstandina fikr û ramanan, qet nebe li ser armancê bigihijîn hevûdin.”[64]

  1. Yên ku zilmê bikin, ew padîşah bin jî haydûd in. (Min ji bîst hezar kurdên ku li Stenbolê ne re vegot)

“Îstîbdad, zilm û zordestî ye. Meşrûtiyet, edalet û şerî’et e. padîşah gava îtaeta emrê Pêxember (as.) bike û bikeve rêya wî, xelîfe ye. em ê jî jê re îtaetê bikin. heke na yên ku zilmê bikin, ew padîşah jî bin haydûd in. Neyarê me cahilî, feqîrî û îxtîlaf e. em ê li hember van sê neyaran bi çeka sin’et, me’rîfet û îttîfaqê cîhad bikin.”[65]

  1. Bila herkes li gorî qabiliyeta xwe bibe pispor.

“Yan jî bi tetbîqkirina rêbaza karbeşiyê bila her şagirtek li gorî qabiliyeta xwe ya şexsî, bi hinek ilman re meşxûl bibe û bibe pispor, ilmê wî di ser rû de nemîne. Lewra ji her îlmekî re sûretekî heqîqî heye. [66]

______

[1] Bedîûzzaman Said-i Nursi, Îçtîma-î Dersler, Zehra Yayincilik, İstanbul, 2004, r. 4.

[2] Bedîuzzaman Saidê Nûrsi, Dîwana Herba Urfî, r. 49.

[3] Niha bûye şeş sed sal.

[4] Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, Dersên Civakî, wer. Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî, Weşanxaneya Zehra, Stenbol, 2013, r. 176.

[5] h.b. r. 178.

[6] h.b. r. 179.

[7] Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, Munazerat, r. 29.

[8] h.b. r. 61.

[9] h.b. r. 69.

[10] h.b. r. 71.

[11] h.b. r. 92.

[12] Munezaret, 95

[13] Bedûzzaman Said-i Nursi, Îçtîma-î Dersler, Zehra Yayincilik, İstanbul, 2004, r. 543.

[14] h.b. r. 577.

[15] h.b. r. 29.

[16] h.b.

[17] h.b. r. 30.

[18] h.b.

[19] h.b.

[20] h.b. r.

[21] h.b. r. 35.

[22] h.b. r. 509.

[23] h.b. r. 510.

[24] Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, Munazerat, r. 67.

[25] h.b. r. 68.

[26] h.b. r. 14.

[27] h.b. r. 19.

[28] h.b. r. 21.

[29] h.b. r. 28

[30] h.b. r. 29.

[31] h.b. r. 31.

[32] h.b. r. 32.

[33] h.b. r. 33.

[34] h.b. r. 39.

[35] h.b. r. 42-43.

[36] h.b. r. 44.

[37] h.b. r. 46.

[38] h.b. r. 59.

[39] h.b. r. 59-60.

[40]  h.b. r.  60. ji “Camî’a”yê meqsed “el-Camî’a el-Îslamîyye” ye, yanî “Yekîtiya Gelên Misliman” yan jî “Îttîhada Îslamê”. Ev termekî civakî û siyasî ye, mebest jê ne mizgeft û camî ye.

[41] Munazerat 94-95

[42] h.b. r. 91.

[43] h.b. r. 92.

[44] Bedûzzaman Said-i Nursi, Îçtîma-î Dersler, Zehra Yayincilik, İstanbul, 2004, r. 12.

[45] h.b. r. 25.

[46] h.b. r. 32.

[47] h.b. r. 33.

[48] h.b. r. 34.

[49] Bedûzzaman Said-i Nursi, Îçtîma-î Dersler, Zehra Yayincilik, İstanbul, 2004, r. 506.

[50] h.b. r. 511-512.

[51] h.b. r. 524.

[52] h.b. r. 578.

[53] h.b. r. 18.

[54] h.b. r. 38.

[55] h.b. r. 53.

[56] h.b. r. 70.

[57] h.b. r. 71.

[58] h.b. r. 72.

[59] h.b. r. 86.

[60] h.b.

[61] h.b. r. 88.

[62] h.b. r. 90.

[63] h.b. r. 16.

[64] Mûnazerat 91,

[65] Dîwana Herba Urfî, 17

[66] Dîwana Herba Urfî 41

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply