Di zarokan de hînkirina tevgerên qenc/rind – 4

Daxwaza her dêûbav ev e ku zarokên xwe wekî mirovên baş bibîne. Dema ku qencîkirin di her kesî de hebe, ew yek ji wan taybetmendiyên ku mirovan kêfxweş dike ye. Qencîtî hem kesên ku qenciyê dikin hem jî yên ku jê sûd werdigirin kêfxweş dike. Mîna dema bi kevir avêtina nav avê tê de xelek çê dibin û ew xelekan her ku diçin fireh dibin û wiha jî qencî her ku diçin zêde dibin. Ji bo bextewariyê qanûnên veşartî yên jiyanê hene. Yek ji van qanûnan jî zagona danê ye. Kesê ku dikare bide û kêfxweş bibe, bi dilxwazî ​​bike, bextewar dibe. 

Yên ku qenciyê dikin, wê bextewar bin

Pêşî, bila em li ser qanûnên veşartî yên jiyanê di psîkolojiyê de biaxivin. Mirov çi bike, wê heman tişt li wî vegere. Yê ku qenciyê dike qenciyê dibîne, yê ku guh dide yê din têgihîştinê dibîne. Di psîkolojiyê de prensîbeke wisa ya vegerê heye. Wek ku tê zanîn kirin ne tenê dayîna alîkariya aborî ye. Nîşandana kenê ji mirovan re, dayîna kulîlkan, bişirîn, gotineke xweş tev kirinên baş in. Her tiştê baş, bi yên ku jê hez dikin re hevkariyê dike, û rojekê dê vegere yên ku jê hez dikin re.

Kesê ku dixwaze tiştên baş bi wî re hevkariyê bike, divê pêşî baş be. Ger kesek bixwaze ku mirov ji xwe hez bike, divê pêşî ji mirovan hez bike.

Heger li balkişandinê û qîmetê digere, divê pêşî eleqe û qîmetê nîşan bide. Derfetên baş bi nezanî li derdikeve pêş kesê ku ji qenciyê hez dike.

Di jiyana rojane de em carnan dibin şahid ku mirov behsa tiştên ku êdî naxwazin bidin, tiştên ku her tim didin lê qet nastînin diaxivin. Şaşiya ku li vir tê kirin ev e: Divê qencî ji bo berdêl neyê kirin. Axir, qencîkirin qezenca kesan e. Di lêkolînekê de hat tesbîtkirin ku qencîkirin dibe sedema derketina hormona bextewariyê di mejî de. Kesê ku qenciyê dike, xwe bextewar û ewle dibîne, di nav mirovan de hesta pêbaweriyê û alîkariya xwe zêde dibe.

Divê qencî ji bo çi bê kirin?

Divê mirov qenciyê bike ji ber ku ew ji bo xwe rast e, ji ber ku ew ji kesên din re bikêrhatî kêfxweş dibe. Di kirina qenciyê de prensîba kirin û jibîrkirin e. Pêdivî ye ku meriv têgihîştina “tiştê ku destek dide, divê destê din nebihîse” were girtin. Bi rastî ev ne tiştekî ku însiyatîf qebûl bike ye. Gava ku mirov qenciyekê bike her kes dixwaze bibihîze, lê ya îdeal qenciyek bi dizî be. Ji bo ku qîmeta kesên din bi dest bixin dayîn, di vê wateyê de ku em li vir dibêjin ne baş e. Kesê ku qenciyê li hêviya tiştekî bike, di demeke kurt de xelatê nagire û aciz dibe. Lê bi rastî qencîkirin diyariyek e ku mirov dide xwe. Xelat tavilê wekî tama kirina qenciyê tê wergirtin.

Li pişt qenciya ku bi vê têgihiştinê tê kirin bendewariyek feydeyê heye. Ji ber ku xêrxwaziyek bi vî rengî li ser bingeha berjewendiyê ye, ew xêrhatinek çêkirî ye ku dema şert û merc ji holê rabin tê qut kirin. Dema ku hesta kirina qenciyê dide zarok, pêdivî ye ku meriv hîn bike ku qenciya veşartî bêyî ku li berdêlê tiştek hêvî bike, îdeal e.

Kirina Qenciyê Fêr dibe

Di mirov de hem hêzên xêrxwaz û hem jî hêzên xerab hene. Ne rast e ku meriv bifikire ku meriv ji zikmakî ve wekî milyaketek e. Ji ber ku mirov meyla kirina qencî an xerabiyê dikin. Di hûndirî me de potansiyeleke baş heye, wek alîkarî, bişirîn, qencîkirin, dilovanî, ji mirovan hez kirin û potansiyeleke xerab wekî rêz negirtina mafên kesên din, xweperestî, berjewendîperestî, tenê li xwe hizirkirin û êrîşkarî heye. Divê em zarok wekî kaxezek vala qebûl bikin û bibin alîkar ku potansiyela qenciyê şîn bibe û mezin bibe. Di dema mezinkirina zarokan de, divê neyê jibîrkirin ku başî û xerabî jî bi awayekî mezin bi çandê têne bidestxistin. 

Çalakkirina hêzên xêrxwaz di zarok de ji bo herkesî, nemaze ji bo zarok bixwe, encamên bikêr heye. Bi zarokên xwe re nebêjin ”Bila zarokê min ji xerabiyê re amade be”. Ne rast e ku mirov bêje, her tim nede herkesî û ji hinekan jî bigire, ji ber ku wek me li jor jî got, qencîkirin sedema dilşadiyê ye, li şûna ku zarok li hêviya tiştekî be, divê hînî wî bike ku bi kirina qenciyê çawa bextewar bibe.

Mêjî hîn dibe ku bi her tiştê ku tê fêr kirin bextewar bibe. Ger em fermanê bidin mejiyê xwe, “Ez ê bi kirina qenciyê kêfxweş bibim, ez ê vê yekê ji bo xwe bikim, ne ji bo ku bala mirovan bigirim, teqdîr û bersivê bigirim, lê ji ber ku ew rast e, ji ber ku ez ji qenciyê kêfê distînim.” Dema ku em qenciyê bikin dê mêjiyê me kîmyewiyên bextewariyê amadebike/zêdebike. Ji ber vê yekê, heke em mejiyê xwe şertkirin bidin ku bi tiştên piçûk kêfxweş bibin, ji alîkariya mirovan kêfxweş bibin, ji qenciyê kêfxweş bibin, em dikarin vê yekê bi dest bixin. Ger ev feraset ji zarokatiyê ve di mejiyê me de were çikandin, em nikarin bi hêsanî xirabiyê bikin.

Heger em dixwazin zarokên ku qenciyê dikin tevgereke mayînde mezin bikin, girîng e ku di vî warî de jî wek her mijarên din bibin modela rast. Zarok li dora xwe dinêre. Ew her tiştê ku diqewime wekî kamerayek tomar dike. Zarokê ku di derdoreke ku tê de behsa girîngiya kirina qenciyê tê kirin û mirov kêfxweş dike de mezin dibe û tiştên ku dibihîse bi mînakên dilovaniya bêbersiv ji dê û bavê xwe xurt dike, dê vê yekê qebûl bike.

Pêşxistina empatiyê (sempatiyê) di zarokan de, yanî şiyana têgihîştina ku kesê din çi hîs dike û hewceyê çi dike, dê wan li hember tiştên ku li derûdora wan diqewimin jî hestiyar bike. Ew ê ji mirovên di tengasiyê de ne re bibe alîkar ku fêm bikin ka ew çawa hîs dikin û fêm dikin ku divê ji bo wan tiştek bikin. Ger em şiyana xwe bidin zarokê ku ji aliyê din ve têbigihêje, wî dilşad bike û bi kirinên qenc kêfê bigre, di paşerojê de tovên xerabiyê di wî zarokî de şîn nabin.

Divê Em Zarokan Ji Xerabiyan Çawa Biparêzin?

Dê-bav dikarin bifikirin: “Eger ez zarokê xwe tenê hînî qenciyê bikim, her kes wê wî bixapîne.” Bi rastî, ne hêsan e ku em zarokekî/ê di vê dema xirabiyê de hîn bikin ku qenciyê bike, lê divê em li şûna ku em di perwerdehiya zarokan de bi dadbariyên heyî ve girêdayî bin, ya rast bikin. Ji ber ku zarok dê pêşeroja vê civakê ava bikin.

Hin malbat ji ber xema ku zarokên xwe ji xetereyên derve biparêzin şîret li zarokên xwe dikin ku baweriya xwe bi mirovan nekin û neyên xapandin. Ji aliyê din ve zarok bi hişyarî nêzî her kesê ku rastî wan tê û wiha difikirin: “Ez meraq dikim ku ev kes dê çi zirarê bide min? Ji bo min çêtir e ku ez dûr bisekinim. Hema hebe, dibe ku min re bibe pirsgirêk.” reşbîn dibin. Ger di malbatê de tim û tim behsa xerabiya kesên din bê kirin, zarok dibin kesên ku bala xwe didin ser xeletiyên kesên din. Lêbelê, ji bo ku mirov bextewar bin, pêdiviya pêbaweriyê heye.

Helbet divê em zarên xwe, fêrî neyên xapandinê, neheqî li wan neyê kirin û dema ku êş/tengasîyê dikişînin li mafên xwe bigerin, bikin. Lêbelê, dema afirandina vê hişmendiyê,  divê gelemperîkirinê bê dûrxistin. Zîhniyeta “tu nikarî ji bavê xwe jî baweriyê bikî” gelek êşan dide zarok.

Wekî din, pêdivî ye ku meriv hestiyariyê bide zarokan ku tedbîrên îdeal, nehêlin her çend li wan neheqî jî were kirin. Divê zarok nefikire ku mafê wî heye ku, gava bi xerabiyek, neheqiyekê re rû bi rû bimîne, bi xerabiyê bersiv bide. Em şîara “Ji kesên ku qenciyê dikin, li yên ku xerabiyê dikin re neheqiyê nekin” bidin zarokên xwe.

Di vê xalê de, em vê bûyera ku hat serê Hz. Îsa bînin bîra xwe: Rojekê Hz. Îsa di rê de bû, dijminên wî heqaret li wî kirin û tiştên xerab gotin. Ji aliyekê din ve jî bi dilovanî bersiva wan dide û gotinên xweş dibêje. Şagirtên wî dipirsin  û dibêjin: “Ew xerabiyê li te dikin, tu ji wan re tiştên baş dibêjî, me ev mesele fêm nekir.” Hz. Îsa lê wan vegerand û got: ”Mirov tiştên ku di çenteyê wî de heye dide.”

Ev yek ji zagonên veşartî yên jiyanê ye. Tov ji celebê xwe fêkî dide. Tiştê ku mirov dike potansiyela wî ya hundurîn nîşan dide.

Gava ku dêûbav hewl didin ku zarokên xwe mezin bikin ku bibin mirovên bi qasî ku gengaz be, ew rast in ku fikar in ku jiyana hovane ya li derve zirarê bide zarokên wan. Bi rastî, em di demekî wiha de dijîn ku xirabî di lûtkeya xwe ya bilind de ye. Bi rastî di van şert û mercan de mezinkirina zarokên baş zehmet e. Di vê rewşê de ya ku divê bê kirin ew e ku dêûbav zêdetir wextê xwe bidin zarokên xwe û baldartir bin û zarokê ji peyamên derew biparêzin.

Di bombebaranê de propagandaya xerab belav dibe. Tiştên nebaş bi peyamên pir xweşik, pir balkêş têne belav kirin. Vexwarin, cixare, narkotîk û hwd ku kêfeke tavilê didin, dibe ku ji zarokan re balkêş be. Hem madeyên tiryakê û hem jî peyamên wekî xweperestî, berjewendîperestî, qezenckirina bê hewldan, rêz negirtina mafên kesên din, dibe ku di wê kêliyê de zarok kêfxweş bikin. Lêbelê, encamên qenciyê di demek dirêj de pir zêde ne.

 Zarokê ku nikare destkeftiyên ku di demek dirêj de vedigere bibîne, dibe ku li dû kêfên tavilê û bi hêsanî peyda bibe bikeve.

Ji bo ku em zarokên xwe biparêzin, divê em wan bikin adet ku di nav xwe de mekanîzmayek kontrolê ava bikin û tevgerên xwe bi serê xwe fîltre bikin. Zarok gereke hîn bibe ku tiştê rast bike, tiştên baş tavilê neyên dayîn, divê sebir bike. Divê ew bibîne ku bextewariya demkî ya ku ji xirabiyê tê dê di demek kin de derbas bibe û ya sereke jî qencî ye.

Divê em mal û malbata xwe bikin ciyê ku tiştên baş û xweş lê bên teqdîrkirin û pejirandin. Heger zarok germî û bedewiya mal û malbatê bibîne, di bin bandora xeletiyên derve de namîne û ferqa di navbera başî û xerabiyê de xurt dike. Gotinek xweş a Nietzsche heye: “Derbên ku min tune nakin, min xurtir dikin.” Bi rastî eger nerênî, derbe, neheqî û xerabiyên derva, mirovan tune neke, wan xurt dike.

 

Nevzat Tarhan – Ji Pirtûka Aile Okulu Firat Bawerî wergerandin

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply