Romana Semerqand – 14 (Amîn Me’lof)

Piştî wê rojê, imparatorî hemû ket nava tirs û fikaran de. Beşên îdarî de kar sekinî bû. Nûçeyên, ‘yê yekîne serî hildin’ dihatin. Behsa şerê navxweyî dihate kirin. Dihat gotin ku Nîzam, hinek taxên Isfexanê bi çek kirine. Li sûkê, esnafan malê xwe vedişartin, derîyên sûkên navdar hatibûn radan. Bi teybetî, zêrkeran, piştî nîvro dikanên xwe venedikirin. Weke kevana tîran, tingênî ji dîwanê dihat. Ew wezîrê mezin mecbûr mabû, nivîsgeha xwe ji Hesen re bihêle lê cihê niştina wî jî li rexbû. Navberê de bi tenê hewşikek hebû. Lê ev hewşa piçûk bûbû biryargeheke rastîn. Parêzkarên Nîzam yên şexsî, ji sêrî heta binî biçek û pûsad digeriyan.

Emer, zehf aciz bûbû. Ji bo aramkirina dubendîyê diviya bikeve navcîtiyê û rêyên li hevhatinên mijûlbû. Nîzam hêca jî ew qebûl dikir, lê ji bo “diyariya wî ya bijehr” gazind jî jê dikirin. Û Hesen, di nava pelgeyan de winda bûbû û ji bo ji sultan re encamê pêşkêş bike di nava kelecanêdebû. Hesen, şevan nav çend zelaman de, li ser mehfûra di jûra civînê ya dîwanê pêştir li ti derî ranediza.  Sê rojan ji berî roja çarenûsê, Xeyam xwest ku careke dawî xwe biceribîne. Çû ba Hesen û ji bo wî bibine û israr kir. Lêbelê ji ber ku Sahib-i Xeber di civînê de bû, piştî saetek din hatina wî pêşniyar kirin. Dema di dêrî re derdiket, axayeke haremê yê ji şimikê heta kumikê di nav cilên sor de hat cem wî û pirsî:

— Xoce Emer, ji kerema xwe tu dikarî min bişopînî? Kesên li benda cenabê te hene.

Zelêm, ew di riyên fetlonek û hinek derîncekan re borand û kir hundirê bexçeyekî de. Bexçeyeke welê, di xewnên Xeyam de jî çênebû bû. Teyrên tewîs, bi serbest digeriyan. Darên mijmijkan kulîlk vekiribûn. Li pişt kehnîya nav bexçe re borîn, gihatin ber derîyeke sedefkirî. Axa, derî vekir û ji Emer re got: “kerem bike.”

Ev der jûreke dîwarên wê bi qumaşên hervîşim rayêxistîbûn. Li paşiyê, di bin perdeyekî de, qewseke bi exdînî hatî nixwumandin xuya dikir. Perde lepitî, kifş bû ku kesek li wê derê ye. Dema Xeyam ketî hundur, terqêniyeke hêdîka ya dêrî bihîstibû. Çend kêliyekî sekinî. Paşê dengê jinikekî hat. Deng ne nas bû û bi Tirkî diaxiviya. Deng nivzbû lê zehf hişk û dijwarbû. Xeyam gotin fêhm nekirin, xwest ku xeberdana wê bibire. Ricaya axaftina bi Farisî an jî Erebî kir.  An jî hêdî hêdî û yek bi yek… Lê bi jineke li bin perdê de veşartî re axaftin ne hêsan bû. Ji bo jinik gotinên xwe biqedîne sekinî. Pişt re dengeke din hat û got:

—Jînevala sultanê me, xanima min Terken xanim, ji bo tu hatî vir, ji te re spas dike.

Vê carê gotin bi Farisî bûn. Emer deng nas kir. Qadir hebû biqêre, lê ji devê wî mil milek bi keyfxweş herikî:

—Cîhan!

Jinikê perde hilda, berûka xwe vekir û beşişî. Lê bi işareteke ya destê xwe, nehişt Emer nîzing bibe:

—Xatûn, ji dubendiya nav dîwanê de ditirse. Bêaramî zêde dibe. Yê xwîn birije. Heqanê me jî, di nava fikaran de ye, kes nikare nîzing bibe. Harem, bi qêrên heqan yên bi hêrs direcife. Ev rewş halê naçe. Terken Xatûn, dizane ku ji bo li hevhatina herdu aliyan, tu zehf dixebitî. Zehf divê tu serbikevî lê hêvîya wê jî tine.

Xeyam bi serê xwe pejirand. Cîhanê domand:

—Terken Xatûn difikire ku, piştî rewş gihatî vê radeyê, berteref kirina herdu milan û teslîmkirina rêveberiyê ji keseke sêyemîn re bê dayîn, yê baştir be û aramîyê bîne. Dibêje: “Ne ji koseyên sultan dorpêçkirîn re, pêdivî bi keseke bimantiq, jîr, zana, û ne li ber ya xwe heye.” Ji ber ku Heqanê me, te zehf taqdîr dike, divê ji bo tayînkirina wezîretiya mezin te pêşniyar bike. Heke tu werî peywirdarkirin, yê welat hemû rehet bibe. Lê hêca pêşniyarek halê nekirî, xwest ku tu jî bipejirînî.

Emer, ewul tişta jê dihat xwestin fêhm nekir. Paşê kir qêr:

—Ji boyî xwedê! Te divê tu min êdem bikî Cîhan? Tu çawa min weke fermandarê artêşa împaratoriyê dibînî? Bi firandina serê mîrekî, bi tepeserkirina serhildaneke koleyan de? Min, stêrên min re bi tenê bihêle.

—Guhê xwe bide min Emer. Ez dizanim, te ne niyete tu vî karî rêve bibî. Tu yê bi tenê li wê derê bixweyî. Yê kesên din biryaran bidin û pêkbînin!

—Ango yê tu bibî wezîrê esîl û hermeta te jî sitiya esîl. Te ev dive, ne wisane?

—Tu çire ji vê yekê aciz dibî? Yê rûmeta wê ji te re, qehra wê ji me re be. Ji vê xweştir goştê kewan e!

Ji bo pêşnîyarê nerm bike, Terken Xatûn ket navberê. Cîhanê gotinên wê wergerandin:

—Xanima min dibêje: “Ji ber ku kesên weke te, bi karê siyasetê mijûl nabin, em evqas kambax tên rêvebirin.” Dibêje teybetmendiyên wezîrek gelek baş re hebin, hemû bi te re hene.

—Jê re bêje: teybetmendiyên ji bo rêvebirinê û yên hatina ser kar ji hev cuda ne. Ji bo karê dewletê bê rêvebirin, divê mirov dev ji karê xwe berde û bi tenê ji karê kesên din re bixebite. Bi teybetî divê li kesên xîzantir bê nêrîn. Lê ji bo desthilatiyê, divê ji bo mirovên herî xurt, herî çavbirçî, herî dexes bixebitî. Divê mirov li hêstirên çavê birayê xwe jî nenêre. Û ez nikarim ti kesî biêşînîm!

Plana van herdu jinan, bi vî awayî ma nîvişkal.

Emer, pêşniyarên wan şûnve vegerandin. Ji xwe kêrî tiştekî jî nedihatin. Dijberîya Nîzam û Hesen gihaştibû asteke welê pêşî lê nedihat girtin.

Wê rojê, Mezela qebûlkirinê weke arenayê bû. Pazdeh kesên li wê derê, lepta hev dişopandin. Melîkşahê her wextî bi kelecan dixweya jî dengeke nivz diştexilî û weke her wextî simbêlên xwe dikişkişandin. Carna, awirek dida herdu gladyatoran! Hesen, bi cilên reşê qermîçok û şaşika reş şpiya disekiniya. Hesko rihika wî ji her demî dirêjtir be, lamên wî bûbûn qorçal, çavên wî, ji bê xewî û westandinê sor bûbûn û ji nêrîna nîvê çavên Nîzam re, amade bûn. Li pey wî katibek û di destê katip de, komek ewraqê bi derbeneke pehn hatî giradan hebûn.

Wezîrê mezin, ji ber rûmeta didan qidema wî, rûniştîbû. Cilên wî spî, riha wî spî, ehniya wî qermiçî bû. Bi tenê çavên wî ciwan, bi lebat bûn û dibiriqiyan. Du kurên wî li cem sekinîbûn. Awirên bi rik û eks li dora xwe dinêriyan.

Emerê li rex sultan sekinî, bi guman û şebikî bû. Di serê xwe de, gotinên belko ti carî firset nebîne bibêje dipîvandin.

Melikşah pirs kir:

—Derheqê xezîneya me de, yê îro agahî bihata dayîn. Amade ye?

Hesen xwe tewand, silav da û got:

—Min soza xwe anî cih. Her tişt amade ye.

Li katibê xwe zivirî, zelam hat cem û ewraq dan dest. Sabah, dest bi xwendinê kir. Rûpelên ewûl, bi spasdariyên dirêj, daxwazên xêrê û hevokên bi zanyarî hatîn gotin tijî bûn. Adet welê bû. Hêviya kesên li wê derê zêdetir bû. Soxînê gotin hat û Hesen dest pê kir:

—Min hesabê her eyaletê û her bajarê navdar û mezin amade kir. Ka kîjan çi qasî dide gencîneya sultanê min, min hemû hesap kirin. Xenîmetên ji neyaran hatîn standin jî min nirxand. Êdî ez pê dizanim ku ev dirav çawa tên xerckirin. Qirika xwe paqij kir, rûpelên xwendîn dan katibê xwe û yên din hilanîn. Ji bo xwendinê anîn ber çavên xwe, lêvên wî vebûn û paşê ketin ser hev. Rûpel ji çavê xwe dûr xist, li rûpelên din nihêrî, bi hêrs pel tevlîhev kirin. Ji ti kesî deng dernediket. Soxînê sultan aciz bû. Got:

—Çi diqewime? Guhê me li te ye.

—Mîrê me, ez rûpelên din nabînim. Min hemû êxistibûn rêz, lê kaxiza ez lê digerim, naxweye.

Hesen weke dînan kaxiz tevlîhev dikirin. Ji Nîzam re vê firsetê baştir tunebû û bi dengeke bilind dest bi axaftinê kir:

—Tê serê herkesî. Geleke ji hevalê ciwan aciz nebin. Şûna em halê bisekinin, em guhdarî ya mayî bikin.

—Tu mafdarî ata, em ya mayî guhdar bikin.

Gotina Haqan ya ji wezîrê xwe re dîsa gotî “ata” bala herkesî kişandibû. Ev işareteke ya disa ketî çavê wî bû? Hesen, ji hetik û fihêtiya mayî nav re dibeicî. Wezîr, ji vê rewşê istifade dikir û cihê xwe sexlemtir dikira. Got:

—Em dev ji rûpelê winda bûyî berdin. Ez, pêşniyar dikim ku Hesen reqemên hinek bajarên giring ji me re pêşkêş bike.

Haqan pejirand. Nîzam domand:

—Mînak, Em behsa Nîşabûrê bikin. Bajarê Emer Xeyamê ku niha li cem me ye. Vî  bajarî û vê eyaletê gelo çi qas daye gencîneyê?

Hesen got:

—Ez ê niha pêşkêş bikim.

Weke çawa bivê xwe bavêje ber lingê wî, rewşek welê de bû. Destê xwe avêt dosyayê. Xwest ku rûpelê sih û çarê derêxe. Çi tiştên Nîşabûrê hebin, hemû di vî rûpelî de nivîsandibûn, baş dizaniya. Lê beytişe.

—Rûpel tine, winda bû ye… Dizîne… Kaxizên min tevdane.

Nîzam rabû ser xwe. Çû ba Melîkşah û li ber guhê wî pispisand:

—Mîrê me, ewlehiyê li xizmetkarên xwe yên herî kêrhatî, yên zana, yên bûyîn û nebûnê ji hev cuda dikin neynê, soxînê yê ji alîyê an dînekî, an qeşmerekî an jî cahilekî ve heqaret lê were kirin.

Melîkşah, kêliyekî jî biguman nebû ku leyîstokek mezin lê hatiye kirin. Gorî dîroknasan, Nîzamulmulk katibê Hesen kirîbû, ji bo hin rûpelan ji holê rake û hinekan cihê wan biguherîne ferman dabû. Û bi vî awayî xebata reqîbê xwe ya bi sebr û hendaze avê de berdabû. Ew çiqas bêje bila bêje, komplo li min hatiye kirin, dengê qelebalixa li dorê, li ser dengê wî diket. Sultan jî  ji dek û dolaba lê hatî kirin wêdetir rahijmendiya ji rizgarbûna wesayeta wezîrê xwe ya bê encam Hesen berpirsyar digirt. Fermana girtina wî dabû û tavilê dardekirina wî.

Emer cara ewul axivî:

—Mîrê me bila merhemetê bike. Belko Sabahî kêmasî kiribe, belko zehf karguzarî û bi lezginî guneh kiribe, lê ti xusara wî ya mezin ne gihatiye ti kesî. Ji ber wê heqê wî qewirandine.

—Nexwe bila çavên wî dax bidin. Hêsinê daxdanê sor bikin.

Hesen bê deng bû. Emer dîsa dest bi gotinê kir. Dilê wî qabil nedigirt ku keseke wî êxistî kar de, bê kuştin an jî çavên wî bêne rijandin.

—Mîrê me,

Lave kir û domand:

—Zelameke ciwan ê ji ber çav ketine, yê teseliye di xwendinê de bibîne re, vi cezayî rewa nebînin.

Li ser vê gotinê Melîkşah:

—Mirovê herî zanyar, herî dilpak ji bo te Xoce Emer, ez ji vê biryarê vedigerim. Hesen Sabah yê bê sergumkirin û heta dawîya emrê xwe yê li deverek dûr bijî. Êdî careke din ew ê lingê xwe navêje nava axa împaratoriyê.

Lê zelamê bajarê Qomê, yê vegerê û toleke kes nedîtî hilîne.

 

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply