Wêranê Adîyemanê: ‘wey Anê Wey Anê!’

Êvarê hetanê nivê şevê em runiştibûn. Mêvanê me yên ji bo şîvê hebûn. Me bi hev re li ser sifreyek rengîn û zengîn şîv xwaribû. Êvara me bi ken û şahî derbas bûbû. Li pê rabûna mêvanan, ji ber ku êdî betlaneya wan ya sibatê îro dawîn bûbû û sibehê, ango şeşê sibatê roja duşemîyê, despêka dibistanan bû, min ji herdu zarokên xwe re got : « Berxên min hûn derengî ketine, saet ji yazdehê şevê dibihure, dayîka we qurbana we be, biçin odeya xwe êdî razên. ». Zarok derbasê odeya xwe bûbûn. Piştî min karê xwe da hev, ez çûm odeya zarokan min orxan li ser Azad çê kir û maçekî da ser sûretê wî. Perîzad li jor ser ranzeyê bû, min destê wî maç kir û lambe vemirand.

Ez û mêrê xwe, Mirad, mamosteyê dibistana seretayî ne. Keça min Pêrîzade deh û kurê min Azad jî heft salî, di dibistana me de dixwendin. Sibehê zû em bi malbatî radibûn, piştî taştêyeke lezgînî em bi hev re diçûn dibistanê.

Em li ber televîzyonê bûn û min ji Mirad re got : « Ma em jî sibehê zû ranabin, em çima ranazên ? ». Ez û Mirad derbasê odeya xwe bûn. Min di pencereyê de meze kir. Berf dibarî û hinek ba dihat. Herder spî bû û ronahîya kolanan zêde bûbû. Ecêb, îsal li welatê me dilopa şilî û berfê neketibû, lê îro çend roj e, tu dibêjî qey ezman qul bûye, geh şilî geh berf dibarî û sar û sermahîyê destpê kiribû ! Ji ber ku ava barajan kêm bûbû û asta wan ketibû, her wiha avên hinek çem û kanîyan miçiqibûn, van rojan de çiqas jîyana rojane zor dibû jî em bi barana berf û şilîyê şa dibûn !

Çend roj bû, di nav vê şilî û şepelîyê de, yekcaran erd dihejîya, lê pileya hejandinê zêde nebû. Mala me qata çaran de bû. Mirad, hinek bi panik bû. Wexta li ser nivînan serpişt vezelîya, çavên xwe kuta avîzeyan, kêlîyek şûnda got : « Gelo, dîsa erd hejîya? ». Ez pê kenîyam û min got : « Çi bûye bi te lo ? Tiştek tune ye, bêhna xwe fireh bike û ji xwe re razê ! ». Belê em razan û ketin xeweke şirîn ! Min xewn dît ku ez pitik im, di landikek dar de yekî ez dihejandim. Berê ewil hêdî hêdî, di dawîyê de bi zerp hejand û ez ji landikê pekîyam… Ez tam di wê kêlîyê de hişyar bûm ku çi mêze bikim, erdhejeke bişid mala me kiribû wek landik ! Dengekî bê hempa hat, te digot qey bombeyek teqîya, ez dikarim bibêjim wek bombeya atomê bû ! Mirad bi mile min girt û em bi hev re ji nav cîyan firîyan. Ji dîwaran, ji tawanên odeyê û ji dolaban tişt di ser me de dibarîn. Min destên xwe da ser serê xwe. Mirad got : « Sarê balifê bigire ! ». Min balîf girt da ser serê xwe. Balifê serê min diparast. Tarî zulmat bû ez nizanim min çi gotîye, min çi dua xwendîye û min çawa kirîye qêrîn û hawar ! Em li ser xwe nikarîbûn bisekinîyana. Min careke din fersenda gazî û hawarê hîna nedîtibû ku herdu zarokên min, hey hawara Xwedê, digirîyan û dizarîyan : « Ay dayê, ay bavo…». Ez jî nizanim çima ji nişkave qîyamet ket bîra min! Min xwe bi xwe got : « Ma qîyamet çîye, dawîya emre merivan nin e, îro dawîya emre me ye gelo ? Wiha be em ji vê afatê xilas nabin ! ». Ji dîwarên banyoyê û mitbaxê denge ketina fayans, sîwax û dolaban dihat. Erdhejê berdewam dikir, ez nizanim çiqas berdewam kir, bi min gellek dirêj hat. Gelo, jixwe dirêj bû yan bi min dirêj hatibû ? Nedişibîya erhejên ku hetanê niha me derbas kiribûn ! Belê va erdheja hanê gellek bişid û dijwar bû.

Tarîya şevê de, ez û Mirad, di binê kersek, sîwax û tef û talên me yên ji diwaran û tiştên ku ji dolaban diketin, em bi lez û bez ber bi odeya zarokan çûn. Em wek di hêlkaneki de bin, dihejîyan, me xwe li ser xwe nedigirt, em li dîwara diketin, dîwar li me diketin û li ber derîyê odeya zarokan em û zarokan li hev qelibîn. Hê, di ser serê me de kersek û perçeyên arîkan dibarîyan. Ez wexta ji odeya xwe firîyabûm, bi gotina Mirad, min balîfa ber serê xwe girtibû û çawa zarok ketin hemêza min, min bi balîfê serên zarokên xwe parast ! Ji nişkave ranzeya zarokan ket bîra min û xwe bi xwe fikirîm : « Binê ranzeya zarokan me ji hilweşandinê û ji ketina tiştan diparêze, qatê binî, ser nivînê Azad, ji me re dê bibe wek star ! ». Çawa ranze di hişê min de derbas bû, min û Mirad zarok dan ber singê xwe û em di ser du sebîyên xwe de kûz bûn. Me ew vegerandin. Mirad bi dengekî bilind : « Emê bikevin bine ranzeya zarokan ! ». Belê, di wê rewşa dijwar de, em herdu heman tiştî fikirîbûn. Min deng li zarokên xwe kir: « Zarokino ! Zû bikevin bine ranzeyê ! ». Di tarîyê de min bi zor ferq kir ku ranze ji cîyê xwe xiş bûbû, hatibû orteya odeyê. Çawa em ketin odeya zarokan me bi hev re xwe avêt ser ranzeyê, ji ketina tiştan, ku ser serê me de dibarîn, em xilas bûbûn ! Wexta em ketin bine ranzeyê, êdî di ser serê me de perçeyên bêton û tuxleyan nedibarîn.

Em di binê ranzeya zarokan de li hev civîyan û me hevdu hemêz kir. Bi rastî, ranze ji me re bûbû stareke baş. Qirçeqirça tawanê malê bû. Du dîwarên odeya zarokan bi tunêl-qalibê hatibû çê kirin, ji ber vê yeke dile min hinek rihet bû. Me xwe di bine ranzeyê de, li ser cîyê Azad telandibû û em bi hev ve zeliqîbûn. Hemû duayen ku ez dizanim, min di wê kêlîyê de dixwend. Ji hilweşandina arîkên malê, ketina dolab û firaqan, şingîna avîzeyan, bûbû teqîn û reqîn. Her wiha dengên ecêb ji mala me, binaya me û ji awahîyên der û dorên me dihatin. Li derve qêrîn û hawar bû ! Hemû deng li nav hev ketibûn ! Di heman demê de min halan da zarokan : « Berxên min netirsin, mêze bikin, em li ba we ne, hûn di hemêzên me de ne. ». Herdu zarok di hemêza me de bûn, ji tirsa  diricifîn û digirîyan. Bi gotina min, zarokan dengên xwe birrîn, destên xwe li ser serê xwe tevxistin û di hemêza me de wek çûçikan xwe bi cî kirin. Çavên min ji zarokan re birijin, bi bejn û balen xwe yên bilind, di hemêzên me de bûbûn wek pûncik, piçûk bûbûn ! Erdhej sekinîbû, lê ji ber ku hişê me diçû, ji me wertirê hê nesekinîye ! Me nizanîbû saet çi ye û çi wexte. Çawa em emîn bûn ku erdhej sekinîye, ez bi çaplûkan ber bi odeya xwe çûm û berê ewil min têlefona xwe girt ! Têlefon nedixebitî ku ez ji yekî re vebikim. Lê min li saetê mêze kir, saet 04.20 bû. Di heman demê de, li ber ronahîya fenera têlefonê, çi li ber min ket min kir çenteyê xwe û poşeteke mezin. Ji pişt derîyê nivvekirî maye de min eşofmanê xwe yê jêr û mantoyê xwe girt û lixwe kir. Hatim ba zarokan. Hîna dengên hilweşandinên bînayan dihatin. Tarî zulmat bû. Mirad, telefona min ji destê min girt, ber bi odeya me çû û got : « Ezê hinek tiştên ku li derve hewceyîya me pê çê dibe, bigrim û emê bilez derkevin ! ». Ez li pê wî qêrîyam: « Çek û colên zaran bigire ! ». Mirad jî gellek tişt girtibû. Cil û bergên qalind yên ku li ber çavên me diketin, me li zarokan kir û Mirad jî kincên xwe yên rojane ku li pişt derîyê adeya me de darde bûn, bi lez û bez li xwe kiribû.

Poşet û boxçeyên ku me hazir kiribûn li ber desten me bûn. Mirad got : « Sarê, em gelo çawa ji vê dera derbikevin ? Tarî ye, tu dibêjî qey pencereya odeyê tune ye ! Tiştek bi me nebûye, lê em nizanin bînaya me û der û dorên me di çi rewşê de ye ! Ji deng û hawaran meriv dizane ku rewş giran e. Niha erdhej sekinîye, were em ber bi derîyê malê biçin, derî vebikin, li korîdorê û li pêlekanên bînayê mêze bikin… ». Zarok qêrîyan û Azad got : « Me li vê dera nehêlin, em jî bi we re tên ! ». Zarokan xwe bi min û bavê xwe ve şidandibûn. Min destê xwe li ser û piştên zarokan gerand. Keçik û kurên min, piçûkên belengaz, ji tirsa ditirtilîn ! Li ber ronahîya fenera têlefonê zarok û Mirad te digot qey ard di ser wan de bêjing bûye, di toz û dûmanê de mabûn. Min reng û rûyê xwe nedidît, lê ez jî, wek wan, di toz û dûmanê de mabûm. Me bi hev girt û em bi tirs ber bi derîyê pêşîn çûn. Qêrîn û hêwirze hey pê de diçû zêde dibû. Tirs û xema min jî zêde dibû. Em sax bûn, tiştek bi me nebûbû, lê li derve çi bûye çi nebûye me nizanîbû ! Gelo dayîk û bavê min, xwîşk û birayê min di çi halî de bûn ?

Erdhej gellek bi hêz bû ! Hejandineke wiha…! Meriv nikarîbû li ser xwe bisekinîya ! Elektrîk hatibû birrîn, tu ronahîyek bi me ve nedixuya ! Têlefon jixwe nedixebitîn, ji ber ku şarj xilas nebe, me fenera wê jî pirr vênedixist ! Dengên pitik û zarokan, qêrîn û hêwirzeyên ku dile merivan dişewitînin, di taxa me ya xopan de olan dida. Tarî, berf, baran, sermahî û  afata erdhejê di vê nîvê şevê de bi rewşeke xedar di ser me de rijîyabû !

Lingên me pêxas bûn, kersek û perçeyên sîwaxê û tiştên dinê di lingên me re diçûn. Min ji Mirad û zarokan re got : « Di cîyê xwe de bisekinin ! Ezê pêlavên we bînim.». Min êşa lingên xwe yên pêxas hîs nedikir, ez çûm ber pêlavdankê min berê ewil pêlavên xwe kir lingên xwe. Paşê min pêlavên zaran û yên Mirad girt û ez hatim ba wan. Wan jî kirin lingên xwe ! Hê jî li pêş û paş me kersek, xwelî û xubar diketin. Mal xirab bûbû cî bi cî tawanê wê hatibû xwarê, lê di ser me de nehatibû ! Em wexta rabûbûn, zarokan jî balîfên xwe girtibûn dabûn ser serê xwe. Min û Mirad jî balif dabûn ser serê xwe û em pêşve diçûn û li ber derîyê pêşîn sekinîn. Min destê xwe li derî gerand û bi qulpê derî girt. Destê Mirad jî hat ser destê min û min û wî hêz kir ku em derî vebikin. Lê na ! Derî venedibû, di cîyê xwe de şidîyabû. Em çend caran li derî xurcilîn nebû ! Panîk û tirsê em girtin. Zarok bêhtir tirsîyan û dîsa dest bi girî kirin û Pêrîzadê got : « Dayê em man di vê dera de ! ». Belê wê gavê em man di hepsê de ! Di wê kêlîyê de dîsa erdhej çêbû. Ez û Mirad di ser zarokan de kûz bûn û me zarok kirin binê per û baskên xwe. Tişt di ser me de dihatin û li desten me û pişta me diketin. Ji ketina perçeyên tawanan û tiştan ser û guhên me, destên me û laşên me gellek derb xwaribûn. Lê belê, me çiqas derb xwaribe jî em li ser xwe bûn. Em li paş derî de li ber vestîyerê rûniştibûn. Li pê wê erdheja dawîn, te digot qey qîyamet rabûye, qêrîn, hawar û dengên xerîb ji berê zêdetir bûbûn !

Mala meta min li kêleka mala me bû. Ji nişka ve dengê meta min bi ser min ket : « Hey hawar, derî di ser me de girtîye, venabe û em di tarîyê de ne ! ». Bi dengê meta xwe re, min dîsa dest avêt derî ! Derî venebû. Min dest li derî gerand, di tarîyê de min fehm kir ku rexderî êpêy xwar bûye û ji kêleka rexderî sîwax û tuxle pekîyabûn.

Ez nizanim, di vê kêlîyê de çi bi min bû, ez wer li xwe varqilîm ku ez digirîm û dikelim. Mêrê min zarok em hemû digirîyan. Tesîra ku erdhejê li me kiribû, me teze bi girîyên xwe ji dile xwe vala dikir. Em di malê de, ku niha mal nedihat gotin, di xirbe de mabûn. Derîyê bergale bûyî rê nedida me, em wek pisîkan bi derî ketibûn ! Têlefonên me kilît bûbûn, xet tune bûn. Di vê karesatê de bê têlefonî jî ji erdhejê xirabtir bû !

Hêdî hêdî hundurê malê ronî dibû. Çiqas ronahî zêde dibû ewqas dijwarîya xirbeyê malê jî derdiket holê. Ez û Mirad em mat mabûn ! Di bine tawanên hilweşîyayî de, di nav van dîwarên ku hatibûn xwarê de û di vê xirabeyê de gelo çawa tişt bi me nebûbû û me çawa xwe parastibû ? Ango em difikirîn ku tiştek bi me nebûye ! Lê di ronahîyê de me mêze kir ku em di xwînê de mane. Ji ber tirs û xofa vê afatê me êş û birînên xwe hîs nekiribû û hê jî hîs nedikir.

Zarokên me yên belengaz te digot qey xwîna van miçiqîye, reng û rû bi wan ve nemabû ! Deng ji wan dernediket. Me zarokên xwe di hemêzên xwe de şidand, me wan maç kir û moral dan wan ! Paşê min û mêrê xwe bi hev re kir qêrîn û hawar : « Hawar, em di xanî de man, em nikarin derkevin derve, me xilas bikin ! ». Wek dengên me gellek dengên dine jî dihatin. Dengê meta min û mêre wê jî dihat. Yek caran meta min diqêrîya: « Sarê, ez xwe qurbana te dikim, hûn çawa ne ? Dengê min tê te yan na ? ». Min jî deng lê dikir.

Cînarên me yên ku ji xanîyan revîyabûn û li ser lingên xwe bûn, bûbûn wek timên hawarê, mal bi mal nefsên tengasîyê xilas dikirin ! Em bê navber diqêrîyan, di dawîyê de ez rabûm, mêrê min jî bi min re rabû. Perçeyên dîwaran, sîwax, tiştên li dîwaran û yên ku ji dolaban de ketibûn di nav lingên me de bûn. Em ber bi salonê çûn. Cam û xepengên balqona salonê hûr û xinç bûbûn. Ji ber ku merivên derve me bibînîn, me xwe avêt balqonê. Mala me li cîyekî bilind bû, min li der û dorên xwe mêze kir, berf û baran dibarî û qasê ku min didît, Semsûra rengîn, bajarê me yê qedîm û xweş wêran bûbû û gellek bînayên bilind tune bûn û erdhejê bajarê Semsûrê di xewa şirîn ya nîvê şevê de wêran kiribû. Kesên ku ji malan derketibûn, di baxçeyê sîteyê de bûn, me li wan kir qêrîn û hawar. Hemû kes, jin û zarok bê ser û ber bûn, ji me cil û berg û betanî xwestin. Mirad, çi li ber destê wî ket, bi lezgînî di balqonê de avêt. Wexta ku min li rewşa merivên derve mêze kir malbata min ket bîra min ! Hişê min çû û ez ji xwe çûbûm !

Min wer mêze kir, em li ber derî di baxçeyê sîteya me de bûn. Tu nabêjî, cînar hatine derîyê me vekirine, ez di nav hev re kirime, birime jêr. Zarok û Mirad jî tevê çente û torbeyên ku me hazir kiribûn, peyayê jêrê bûbûn. Em hemû şênîyên sîteya me li ber derî bûn. Hemû kesên ku li derve bûn, di binê berf û baranê de bê tevdîr, bê çek û col, tena pîjame û çekên şevê bûn. Xwedê kirî, me di mal de cil û bergên ku me germ bikin, li xwe kiribû ! Ji cînarên me yekî bi dengekî bilind got : « Gelî cinaran, mêze bikin kes di hundur de maye an na ? Herkes bila li der û dorên xwe binêre ! Kî he ye, kî tune ye ? ». Destê min di destê meta min de bû, û mêrê meta min, Apê Salih, li ba me bû. Ew jî bi me re derketibûn derve. Min li der û dorên xwe mêze kir, herkes digirîya û dizarîya. Qeliş û qul di bînaya me de çê bûbûn û diwar hatibûn xwarê. Wexta li bînayê min mêze kir, min xwe bi xwe got : « Gelo eqrebayên me yên din çawa ne, gelo ew jî ji vê afatê xilas bûn yan na? ». Min li zarokên xwe û li Mirad mêze kir. Belê, em hemû li ser xwe bûn. Lê belê dayîka min û bavê min, xwîşk û birayên min, eqrebayên me yên din ? Çiqas difikirîm ewqas dilê min dişewitî. Bi çavên şil, vegerîyam ser Mirad : « Gelo dê û bavê min di çi halî de ne ? Ez ditirsim ku tiştek hatibe serê wan ! ». Mirad, ez hemêz kirim û em bi dengekî bilind girîyan. Zarok jî bi me re dest bi girî kirin. Meta min û Apê Salih jî digirîyan. Girî û awazên me bi nav girî û awazên şênîyên taxa me ketibû. Mirad destê xwe li serê min gerand û got : « Çi bû, derbas bû ! Mêze bike em hemû sax in, înşallah emê xeberên xêrê ji hemû eqrebayên xwe bigirin ! Em hemû kesên vê dera, ez, tu, zarok, meta Sînem û Apê Salih baş in…Bînaya me bi xisareke giran be jî li ser xwe maye, cînarên me jî, xênjî çend birîndaran, hemû baş in.».  Paşê ez vegerîyam ser cînaran, cînaran bi hev re qise dikirin û li hev diçûn û dihatin. Te digot qey em di nav fîlmeke tirsnak de ne ! Toz, dûman, qêrîn, zarîn û hêwirze…herkes û herder ji toz û dûmanê gewr bûbû. Ji binê xirabeyên bînayên nêzik de dengên merivên ku alîkarî û hawar dixwestin dihat.

Em hemû kesên ku xilas bûbûn di binê barana barfê de li derve bûn, hişê me li serê me nebû, me nizanîbû çi bikira û em gêj bûbûn. ! Li dora hev diçûn û dihatin. Paşê, hêdî hêdî , merivên ku bê ser û ber  bûn, ji sermayê ketin erebeyê xwe û kalorîferên erebeyan vêxistin. Meta min û Apê Salih tevê herdu zarokan jî ketin erebeya me. Zeman çiqas derbas dibû û ronahî çê dibû, ewqas jî kambaxî, wêranî, rewşên dijwar û dîmenên dilsoj derdiketin holê !

Ji nişkave şênî li ber erebeyek kom bû. Çend birîndar di nav betanîyan de hebûn ! Mîrata têlefonê nedixebitî ku meriv gazî ambulansan jî bike. Gelo di wê gavê de ambulans jî hebûn yan tune bûn ? Yekî, ez nizanim, çawa xet bidest xistibû, xeber dabû 112’yê. Em li benda ambulansê bûn. Min mêze kir ku Meta Serayî, ku me hemûyan wek dayîka xwe dihesiband, dilorand û digot : « Çavên min ji te re birijê berxê min, Mendo; te ji bona xilasîya me û şênîyên vê bînayê, jîyana xwe kir xetereyê ! Mala minê, tu derî bi derî gerîya û te hemû cînar ji pişt derîyên bergale xilas kir û di derketina derve de…mala min bişewite ! ». Tu nabêjî lawê wê Mendo, wexta em di paş derîyan de mabûn, ew û du sê cînar bi lezgînî tên, hemû derîyan bi tevir û zopan vedikin û ji ber de dixînin. Her wiha em bi alîkarîya wan derdikevin derve. Lê mixabin, di kêlîya derketina derve de, perçeyek betonê li serê wî û li paş stûyê wî dikeve û bi halê mirinê birîndar dibe.

Ji binê xirabeyên awahîyan de feryad û fixan dihatin. şênî zêdetir li dora xanîyên ku tep nebûbûn civîyabûn. Li dora yên ku hilşîyabûn û bûbûn wek qûçên xwelîyê tek tûk meriv hebûn ! Min xwe bi xwe got : « Tu kesek ji van xanîyên hilşîyayî xilas nebûye !». Xirabeyên xanîyan, rewşên birîndaran, deng û hawarên merivan dil û cîgerên min di şewitandin. Berfeke bi hêz dibarî, ba dihat û hewa gellek sar bû. Hawara Xwedê te digot qey afatên Xwedê gişt bi hev re ser me de hatine. Dîsa mala bavê min ket bîra min û min got : « Mala minê ! Eza mal wêranê, bêguman ew di binê xirabeyan de mane, eger ew xilas bana, niha hatibûn hawara min ! ».

Ji nişkave qêrin bi Meta Serayî ket : « Mala xirab bibe, Mendo mir ! Mendo mir ! ». Em li cenazeyê Mendo civîyan. Mendoyê cînarê me miribû. Cînaran Meta Serayî ji cenaze dûr xistin û di nav şîn û girî de betanî kişandin ser çavên Mendo.

Di binê wê berf û baranê de, em ji sermayê şewitîbûn. Ez û Mirad derbasê erebeyê bûn. Lê min diyax nekir û min ji mêrê xwe re got : « Ka em çawa li vir bisekinin, xebera me ji kesî tune ye ! Gelo em dikarin bi erebeya xwe biçin ? ». Mirad li der û dorên xwe mêze kir û got : « Wer xuya ye ku ji çûyîn û hatinê re dijwarî çê bûye, di nav van kavil û wêranan de bi erebeyê em nikarin biçin !». Em çawa li erebeya xwe siwar bûbûn, Mirad, ji ber ku klîmayê geş bike, erebe xebitandibû û lingên xwe dabû ser qazê. Çend deqîqe şûnda erebeya me germ bûbû. Zarok jî êdî aş bûbûn. Di paşîya erebeyê de serên xwe dabûn ser min û meta min raketibûn.

Malbavanên min ji hişê min der nediketin. Du sê kîlomêtre ji me dûr bûn. Ez vegerîyam ser Mirad : « Welleh ez êdî dîyax nakim, tu li ba zarokan be, ezê biçim.». Min fersenda bersivê neda mêrê xwe û ji erebeyê peya bûm. Min dîsa li telefona xwe mêze kir, mîrata têlefonê nedixebitî. Mirad jî ji erebeyê peya bûbû û hat bi milê min girt. Ez digirîyam û dizarîyam : « Eza mal wêran, Mirad, gelo mal bavanên min di çi halî de ne ? Wî, wî, wî ez reben im, ez porkur im ! Ez nikarim êdî bisekinim, min berde ! Ezê biçim mala bavê xwe, ka ez mêze bikim çi bi wan bûye ! ». Mirad careke din got : « Tu li ba zarokan bisekine Sarê, ezê biçim.». Meta min, te digot qey xwîna wî miçiqîbû, ji nişkave bi dengekî bilind girîya û lorand : « Sarê malxirabê, porkurê ez bawer nakim ku bavê te ji vê afatê xilas bûye ! Ez rebena te me birao ! Sarê dest û lingên min nagirin, ez nikarim bêm. Zarokan li ba min û Salih bihêlin, zû biçin belkî tu ji min re xeberek xêrê bînî ! ».

Ez û Mirad ji erebeyê firîyan û me dabû gavan. Di nav wêran û xirabeyan de ji dengên wesayîtan û ji toz û dumanê meriv gêj dibû. Xênjî bav, dayîk, bira û xwenga min tiştekî di serê  min de tune bû ! Guhe min û çavên min li tiştekî nebû ! Yekî li pê min ba min kir, dengekî nas bû her wiha ez lê vegerîyam : « Sarê, Sarê keça min !». Deng bi min pirr nas hat, cînarê me, Apê Mêralî bû. Ez lê sekinim û revîya ber bi min hat, ez hemêz kirim. Bi dengekî bilind dest bi girî kir : « Sarê dîya min, mal li me xirab bûye ! Bajarê me wêran bûye !». Min xwe negirt, jixwe ez jî wek beroşa binê tendûrê dikelîyam, min bi dengekî bilind dayê û bavo kir û bi Apê Mêralî re ez girîyam. « Apê Mêralî, em baş in, Xwedê em xilas kirin ! Lê hemû eqreba, cînar û bajarîyên me di bine xirabeyan de mane, mala me xirab bûye ! Hawara Xwedê çi afat bû, di ser me de hat. Di xew de, nîvê şevê, bê elektrîk, tarî zulmat, sar, serma û zivistan hey hawar ! ».

Apê Mêralî jî li pê min dihat. Ez li têlefona xwe xurcilîm, min li telefona bav, bira û xwîşka xwe xist. Xetên têlefonan hê tune bûn. Min li têlefonên çend heval û hogirên xwe jî xist. Na ! Têlefon nedixebitî ! Hemû kesên ku li ber xirabeyan, wek min têlefonên xwe dijendin ! Wer xuya dikir ku tu kesekî agahî ji heval, hogir û eqrebayên xwe nedigirt.

Di wê kêlîyê de ji nişkave telefona min lêxist! Min li ekrana têlefonê mêze kir ! Hevalê minê zanîngehê yê ku li Wanê rûdinişt li ser xetê bû ! Rewşa min û zarokên min pirsî. Bi rastî têlefona hevalê min bêhna min fireh kiribû ! Hinek tiştên ku meriv di rihetîyê de qîmetê nadê, di tengasîyê de çiqas li merivan xweş tê ! Li pê telefona hevalê min, hêz û quweta min zêde bûbû û ez wêrek bûbûm.

Min careke din li têlefona bavê xwe xist. Belê îcar jî têlefonê lêdixist, lê bersiv tune bû. Min li ya dayîka û xwîşka xwe xist ! Bersiv tune bû ! Min têlefona birayê xwe lêxist, ne ji ya wî ne jî ji ya bûka min deng tune bû. Mirad jî bi têlefona xwe ve bilî bû. Wî jî tu bersivek xêrê nedigirt. Em ber bi mala bavê min direvîyan, Apê Mêralî jî bi me re direvîya. Ez lê vegerîyam min jê re got : « Apo min nepirsî, ma rewşa mala te çawa ye ? Tu çima bi me re tê, biçe cem malbata xwe ! ». Apê Mêralî qêrîya ser min : « Keça min tiştek bi min û zarên min nebûye, em hemû sax û silamet in. Ez ji bo we hatim ! Xwedê hûn xilas kirinê, înşallah dê û bavê te jî xilas bûne ! Bêhna xwe fireh bike, têlefon naxebitin, lê hindik maye ku em xwe bigihînin mala bavê te ! ».

Ji erhejê hetanê destê sibehê, şeva reş û tarî, tevê berf û baranê, li ser Semsûrê wek konê reşê erebî vegirtibû. Di binê wî konê reş de, malxirabî û malmîratî çê bûbû. Ji despêka sibehê de dîmenên wêranbûna bajêr derketibûn holê. Gelo meriv wê wêranbûn û kavilbûna bajêr çawa bîne ziman, çawa meriv wê rewşa xirab û dilsoj şayeser bike ? Tu gotinek wê malxirabîyê naîne ziman ! Tax û kolanên vî bajarê hanê wêranbûyî, li nav hev ketibûn ! Rê û dirb, çarşî û kolanên ku ez tê de çûbûm û hatibûm, ku min jiber kiribûn, niha bi min xerîb ketibûn. Ez direvîyam, lê wek pezeke gêj di nav wêran û kamabaxan de bûm. Dengên hilweşandinên bînayan, dengên ambulansan, erebeyan, hawar û fixanên mexdûrên erdhejê li nav hev ketibûn. Em di ser xirabeyan de, ku li ser rê û kolanan belav bûbûn, derbas dibûn. Ne bîna, ne parq û bahçe, tu tiştekî nema bû ! Wexta ku min li xirabe û wêranên der û dorên xwe mêze dikir, tirs û xof diket dilê min. Toz û dûmana xirabeyan tevê barana berfê li der û dorên me mijeke tîr û giran çê kiribû. Berf, şilî û şepelî tevê toz û dûmanê bûbû wek barana herrîyê, di ser me de dibarî, kincên me û ser û guhê me şil û pil bûbûn û em di herrîyê de ma bûn.

Em çiqas nêzikê mala bavê min dibûn, jin û mêrên ku ber bi wê derê dihatin zêde dibûn ! Min li hêla sîteya ku mal bavanê min tê de rûdiniştin mêze kir, heywax, eza malmîrat ! Bînayên sîteyê bûbûn wek qûçên keviran ! Hişê min çû, çavên min tarî bûn, lingên min di binê min de bûn wek gulik, ez ez li ser xwe nikarîbûm bisekinîyama,, Mirad bi milê min girt. Hetanê ez li erdê ketim, hişê min li serê min bû !

Ez nizanim çiqas derbas bûbû, min wer mêze kir ku ez li ber xirabeyek di hemêza Mirad de bûm ! Apê Mêralî di ser min de xwar bûbû. Mirad bi dengekî bilind digirîya û dizarîya. Ez rabûm ser xwe, stûyê Mirad min hemêz kir û pê re girîyam ! Belê kî nedigirîya ! Li ber vê xirabeyê, li der û dorên me, dûr û nêzik di nav bajêrê me de şîn û girî, qêrîn û hawarên bi lorîn dil û cîgerên merivan dişewitandin. Em hemû kesên ku li ber wêrana sîteyê bûn, bêçare  digirîyan û dizarîyan. Hinek bi dest û lepan bi xirabeyên xanîyan ketibûn…Min li der û dorên xwe mêze dikir û dilê min dişewitî û min dikir qêrîn û hawar : « Dayê, bavo, xwîşka mina delal, Kewê, birazîya min, Gulçîn, birayê min, bûka min, Husên, Hewê ! Deng bidin ! ».

Belê, ji rewşa xirabeyên ku em li ber bûn, min dizanîbû malbavanên min xwe xilas nekirine û di binê xirabe û wêrana xanî de ne. Em hemû li ber wêran û kavilên xanîyan diçûn û dihatin. Hîna tu kesek û tu sazîyek dewletê nehatibû. Tîmên hawarê tune bûn, di binê xirabe de birîndar hebûn û ji tunebûna alav û derfetan me nikarîbû tiştek bikira ! Av û agir nebû ku me xwe bavêta navê û wan xilas bikira ! Dengê nalîn û zarîna merivan di binê xirabeyan de olan dida. Di nav van kevir, dar û hesinan de, em bê alavên vedanê bûn !… Min xwe bi xwe got : « Xwedê ya Rebbî, niha tu me bi rewşekî çawa diceribînî ! » Di binê xirabeyan de, ji hinek deng û nalînên merivan, meriv dizanîbû ku rewşên wan giran bûn. Li der û dorên me deng û qelebalixî çiqas zêde dibûn ewqas nalîn û zarînên dilsoj zêde dibûn. Gazî dikirin û şênîyên li ser xirabeyan jî bersiva wan dida. Lê yên ku dixwestin alîkarîyê bikin û wan ji bine xirabeyan der bixînin, bêçare bûn. Hinekan bi dest û lepên xwe xirabe vedidan ! Ez jî yekcaran diçûm ser xirabeyê xanî, min jî bi destên xwe vedida, neynik bi tilîyên min ve nemabûn…

Hey mala minê ! Bavê min çend meh berê teqawit bûbû. Xanîyê xwe yê kevn firot û îkramîyeya xwe kiribû ser nextê xanîyê xwe û vî xanîyê hanê girtibû. Min û Mirad me çiqas jê re got : « Nêzikê xanîyê me xanî bigire, bila çûyîn û hatina me hêsan bibe. ». Xanîyê baş li nêzikê mala me hebûn, lê bavê min çav berdabû vî xanîyê hanê ! Diçû û dihat qala vî xanîyê hanê dikir. Te digot qey maşiqê vî xanîyê bûbû. Birayê min jî li vê dera rûdinişt. Dibe ku bavê min nexwestibe ji mala kurê xwe dûr bikeve ! Xwîşka mina piçûk hê mêr nekiribû li ba bavê min û dayîka min bû. Min li xirabe mêze dikir û li nav çavên xwe dixist, ez digirîyam û dizarîyam : « Hey wax li min pepûkê, di binê vî xirabeyê hanê de şeş kesên ji malbata min he ne û ez nikarim tu tiştekî bikim. »

Ji ber ku ji binê vî kavilê hanê de em merivan xilas bikin, li dora xirabeyê bînayê em digerîyan lê em bêçare bûn. Sermahî û berfê jî emana me biribû. Çend roj berê me ji bona berf û baranê dua dikir û me digot : « Xwedê Ya Rebbî, tu ji vê hişkahîyê me xilas bikî û rehmeteke xêrê li me bibarînî !». Belê berf û baran ji me re wek rehmet nahat, tevê erdhejê wek bobelateke Xwedê hat ! Em serê sibehê vir de, çend caran derketin ser xirabeyê binaya mala bavê xwe, ez nizanim. Di derketina dawî de Mirad bêrek hesin bi destê xwe xistibû. Mirad  li ber lingên xwe de qulek vekir û bi lezgînî fireh kir. Di wê kêlîyê de erdhejên peyhatî çê dibûn. Min devê xwe kir qulika ku me vekiribû, hetanê ji min hat ez qêrîyam: « Bavo, daye ez Sarê me, deng bidin min, ez xwe qurbana we dikim, hûn he ne yan tune ne?». Tu dengek min ji wan negirt. Lê hinekan bersiva dengê min da. şênîyên li ser xirabeyê gorî dengan lêgerînên xwe berdewam dikirin.

Tirs û xofa roja ewil ya erdhejê di dile me de kêm dibû, hêz, quwet û wêrekîya xilaskirin û felatkirinê jî zêde dibû. Me û yên ku di binê xirabeyan de berxwedidan, deng li hev dikir, me ji wan bersiva jîyanê digirt ! Lê mixabin, ji bêçaretîyê em dîn û har dibûn. Ji destê herkesî çi dihat dikir. Di nav wê bê îmkanî û bê alavîyê de çend meriv ji binê xirabe sax hatin derxistin. Yên ku di qatên ser de bûn, di vê karesatê de bibext bûn ! Lê yên di qatên jêr de… Mala bavê min û mala xwîşka min di qatê orteyê de bûn !

Mirad hat ba min. Stûyê xwe xwar kir û bi dengekî nizm ji min re got : « Çiqas li ba meta Sînem bin jî, me zarok li ber derê bînaya xwe hişt û em hatin. Gelo di çi halî de ne ? Ez dibêjim, ez biçim ba wan, yan jî ez wan bînim vê dera. ». Bi rewş û qisedana Mirad, li ber vê wêrana hanê mîna ku ji gotina xwe şerm bike, her wiha gunehê min bi wî hat, ez gellek xemgîn bûm, min xwe avêt hemêza wî û ez girîyam ! Belê me sebîyên xwe li wir hîştibûn, gelo wan çi dikirin ? Min got : « Mirad, ez xwe qurbana te û zarokan bikim, tu biçe ba wan, dayîk bi qurbana wan be ! »

Mirad çû. Hinek sekinî bi erebeyê zarok û meta min tevê Apê Salih girt anî. Zarokên min çawa ez ditîm, revîyan hatin û xwe avêtên hemêza min. Min jî wan hemêz kir û di ber singê xwe de şidand ! Hey wax ! Azad û Perîzad çiqas di dilê bavê min û dayîka min de şirîn bûn ! Di dilên, bira, bûk, birazî û di dilê xwîşka min de ! Em çiqas bi hev şirîn bûn !

Mirad erebe li cîyekî ewle parq kiribû. Meta min çokên wê diêşîyan, ew û Apê Salih jî ber bi min dihatin. Meta min qêrîya : « Sarê, rebenê, porkurê ka bavê te, ka xwîşk û birayê te ka malbata te ? ». Me hevdu hemêz kir û em hemû bi hev re girîyan. Paşê em ber bi erebeyê çûn û me zarok di erebeyê de bi cî kir. Ez û Mirad, Meta Sînem û Apê Salih jî li dora xirabeyê bînayê û li ser xirabe bêçare diçûn û dihatin. Meta min bi dilekî bişewat digirîya û dilorand. Bê navber digirîya û dizarîya, porê xwe dirûçikand, bi pencirûkan bi xirabe ket, destên wê di xwînê de mabûn…Hetanê nîvroyê em hemû şênîyên li wê derê li hev çûn û hatin ! Tu tiştek ji destê me nehatibû. Wer dixuya ku di binê vê xirabeya hanê de ji pênce kesî zêdetir meriv hebûn. Min reng û rûyê cînarên mala bavê xwe nas dikir, lê min li dora xwe mêze dikir kesekî nas , yên ku di vê bînayê de rudiniştin, tune bû. Çend eqrebayên me yên ku ji taxên din hatibûn ew jî bi me re di nav bêçaretîyê de dipelpitîn.

Nîvro şûnda em li ser xirabeyan diçûn dihatin, dîsa erdhejek bi pileya mezin çê bû. Qasê çil û pêncî sanîyeyan berdewam kir. Ji ber ku me bi çavên xwe rewşa merivan û awahîyan didît, vê carê em bêhtir tirsîyan ! Gellek bînayên ku li ser xwe mabûn li der û dorên me hildişîyan û wek pêlekanên mekanîk berjêr diherikîn. Hemû kesên ku li ser xirabeyan bûn, diketin û radibûn, bilind dibûn û li erdê diketin. Erdheja şevê di tarîyê de bû. Ji ber wê yekê kes nebûbû şahidê gellek rewşên giran. Ez û Mirad ber bi erebeyê revîyan. Geh diketim geh radibûm. Dengê hilweşandina awahîyan, qêrîn û hêwirzeyên merivan dil û kezebên merivan dişewitand. Hemû bajarê me di binê ewrên toz û dûmanê de winda bûn. Ji ber erdheja bi şid, li der û dorên me çi hebûn, kevir, dar, awahî, meriv, dîregên elektrîkê, dihejîyan ! Li pêşberê mala bavê min çar bînayên deh qat hebûn, yek bi erdheja şevê de hiweşîyabû û gellek kes di bin de mabûn. Yên din jî niha hatibûn xwarê û bi erdê ve zeliqîbûn. Gelo kes tê de hebûn yan tune bûn ? Ez nizanim ! Em di nav toz û dumana rûxandina bînayên der dorên me de mabûn ! Min û Mirad tevê eqrebayên me yên li wê derê bûn, me li xirabe mêze kir û li hev mêze kir. Belê, em di heman demê de, heman tiştî difikirîn ! Erdhejê xirabeya li ber me, tevê merivên di bin de, wek kozera bêderan bêjing û karmax kiribû ! Em hemû bi hev re girîyan û zarok jî di erebeyê de dizarîyan. Li pê vê erdhejê bawerîya me ya zindî derketina malbavanên min bêhtir kêm bûbû ! Heywax û wax !

Em wê rojê li ber xirabeyê mala bavê xwe bûn. Çend meriv, mirî û zindî, ji binê xirabe hatin derxistin. Lê, ji malbavanên min, me tu dengek, tu îşaretek xêrê negirt. Ber bi êvarê tîmên hawarê bi eskavatorek piçûk û bêkêr hatin. Hinek li dora xirabe gerîyan û derketin ser xirabe, guh dagirtin. Yekî ji wan ji me re got : « Di binê vê dera de tu nîşanek tune ye û dengek nayê, em xemgînîya xwe tînin ziman û emê derbasê ser xirabeyek din bibin ! ». Çawa wî qisedana xwe xilas kir, ji şênîyê çend kesan êriş birin ser wan. Ew jî li erebeya xwe siwar bûn çûn.

Belê şeva ewil em tevê zarokan di erebeyê de li ber xirabeyê xanî bûn. Wext çiqas derbas dibû, ewqas jî hevceyîyên me jî zêde dibûn, xwarin, vexwarin, tuwalet… Belê tuwalet, em hemû li derve bûn, ka çawa li ku derê, ne cî hebû ne jî war!

Roja din, em li ber xirabeyên xanîyan bûn. Çend tîmên hawarê yên xêrxwaz û tîmên hawarê yên Afadê li ser xirabe dixebitîn. Yekî ji nişkave kir qêrîn : « Dengê xwe nekin, bê dengî, bê dengî ! ». Hemû şenîyen li ser xirabeyê xanîyan dengê xwe birrîn û me bi hev re guh da xirabe. Belê deng dihat ! Hetanê niha ez bawernakim ku min zêdetir guh dabe tiştek din ! Min dengê birazîya xwe girt ! Ez çiqas şa bûm her Xwedê dizane, dilê min bûbû wek çûçika serjêkirî, dipelpitî ! Ez dîsa bi dest û lepên xwe bi xirabe ketim.

Tîman dest bi lêgerînê kirin, digotin : « Divê em korîdorek jîyanê vebikin, ji me dûr bikevin ! ». Cîyê birazîya min çawa tespît kirin ez nizanim, ber bi cîyê wê ji xwe re rê çêdikirin. Ez û Mirad tevê zarokan li ber ambulansa ku amade kiribûn, bi baldarî û bi kelecanek bêhempa sekinîbûn. Me hemû kesên ku di binê vê xirabeyê de bûn, bîrve kiribûn ! Niha em li benda derxistina birazîya xwe bûn. Gulçîn heşt salî bû. Rewşa bejn û bala wê ya narîn ku di binê vê xirabeya hanê de maye, di hiş û aqilê min de derbas dibû. Gelo rewşa wê çawa bû ? Min her tişt bîrve kiribû. Xênjî kêlîya ku Gulçîn ji binê xirabe tê derxistin, tu tiştek di hişê min de tune bû.

Em gellek sekinîn. Ji nişkave dengê tîmekî hawarê hat : « Waye hatin, hindik ma ! ». Kelecanek bêhempa di dilê min de bezîya ! Min destê Mirad girt, destê min yê din de Pêrîzad, di destê Mirad de jî Azad. Tîmên hawarê ji şênîyê betanî xwestin û hinek sekinî min porê birazîya xwe ya delal dît. Min xwe negirt, ez ber bi wê, ku li ser sedyeyê bû, rewîyam. Lê ez bernedam ba Gulçînê. Ez xeriqîm. Tu nabêjî ez wexta xeriqî me, li erdê ketime, serê min li kevir ketîye û şikîyaye. Her wiha ez bixwe hatim. Çawa ez bixwe hatim qêrîyam : « Gulçîn, dayîka meta xwe, delala min, ka ez mêze bikim rewşa wê çawa ye ! ». Min xwe avêt ambulansê û min got : «  Ez jî têm nexweşxaneyê û min bi destê Gulçîna reben girt û berneda ! Gulçîn mat bûbû li min mêze dikir, min destê xwe li serê wê gerand û enîya wê maç kir. Gulçînê hêz kir ku xwe bavêje hemêza min lê li ser sedyeyê giredayî bû ! Di binê xirabe de hincirîbû û birînên wê hebûn.

Ez dîsa ji xwe çûme, ango, wexta ez ji xwe çûme, Mirad ez avêtime erebeyê û li pê ambulansê hetanê ber derê nexweşxaneyê hatîye. Min çavên xwe vekir, di erebeya me de, li ber konekî spî bûm. Ji ber ku awahîya nexweşxaneyê ser û bin bûbû, xizmetên tenduristîyê di konan de dihat dayîn.

Ez ji erebeyê peya bûm û revîyam ba Gulçîne. Dest û lingên birazîya min neşikîyabûn, lê gellek pelixîbûn, hemû bedena wê reş û hişîn bûbû. Pirsgirêka herî mezin, perçeyên giran ketibûn ser pişta wê û zor dabû organên hundurîn û ji ber vê yeke, ji halê xwe gellek tehl bû. Min destê xwe li serê wê û li dest û lingên wê gerand, dest û lingên wê kir devê xwe û min dilorand. Gulçîna piçûka belengaz jî ji ber xwe diaxivî : « Dayê, bavo ! Dayê te çima destê min berda ? Tu çû ku derê ? De werê ! ». Bi gotinên wê dilê min diperitî. Mirad, herdu zarok di destê wî de, hat nexweşxaneyê. Zarok revîyan hatin ba min, ji ber ku dê û bavê Gulçînê nekevin bira wê min hinek destê xwe di serê wan da û ji xwe dûr xistin. Zarok çûn ber cîyê Gulçînê da ku pê şa bibin lê şabûna çi ! Gişt bi hev re girîyan em jî girîyan. Gulçînê ji Mirad pirsa dayîk û bavê xwe kir. Mirad bêhtir girîya !

Paşê me hemşîre agahdar kir û ez, Mirad û zarok em bi erebeya xwe bi hev re çûn ber xirabeyê xanî. Meta min tevê eqrebayên me li wir bûn. Ji me re gotin çend meriv mirî hatine derxistin û li ber û berê dîwarê baxçeyê sîteyê di nav betanîyan de bûn. Meta min qêrîya : « Sarê, ew cînarên bavê te ne. Porkurê hemû kesên ku tên derxistin mirî ne, qijikê, pepûkê ji binê vê xirabeyê zindî dernakevin !». Belê, zindî dernakevin, lê Xwedê Gulçîna delal ji nû ve dabû me ! Ji xirabeyên der û dorên me jî cenaze dihatin derxistin. Li ber xirabeyan dehan zêdetir cenaze, di binê şilopeyê de, li ser erdê şil, di nav pîne û betanîyan de bûn. Dîmenên ku em niha di nav de bûn, di xewnên şevên ku bi kabos û tirsnak de, nehatibûn ber çavên me ! Lê niha em rasterast di nav de bûn !

Êvarê em, tevê Meta min û Apê Salih, hatin li nêzikê nexweşxaneyê me erebeya xwe park kir. Ez qederekî mam, paşê min ji Mirad re got : « Ezê biçim ba Gulçînê ! »

Ez hatim ba Gulçînê, bêdeng li binlinga wê rûniştim. Ez çûm ber serê birazîya xwe, birazîya min xayîs ketibû, min destê xwe li serê wê gerand û hêsir di ser de kir xwarê. Jinikek birîndar îşaret da min û ez çûm ber cîyê wî de rûniştim. Min û wê dest bi qisedanê kir û çawa anîne vê nexweşxaneyê, destpê kir :

« …Min nikarîbû di binê xirabe de xwe tevbigeranda ! Li ber dîwarekî de ji min re “sêgoşeya jîyanê” çê bûbû û min wer dizanîbû ku tiştek bi min nebûye ! Ji kelecana zindîmayînê, min tu êş û janek hîs nedikir. Tu nabêjî lingê min yê çepê… ». Dest bi girî kir, min ber dilê wê da. Jinikê berdewam kir : « Wê şevê hetanê sibehê ez û malabata xwe di bine xirabeyê de man. Dengên girîyên merivên ku li ber xirabeyê dihatin min, dilê min dişewitandin. Ez dibêjim ‘wê şevê’, j ibo min herdem şev bû ! Cîyê ku ez te de bûm tu ronahîyek nedigirt, di binê xirabe de şev û roja min kifş nebû. Ez niha difikirim ku yek caran ez ji xwe çûme, min xewn dîtine ! Xewnên xweş û yên nexweş ! Merivên ku min di xewnên xwe de dîtîn, niha li dora min tune ne. Belê, ez dizanim ku rastîya jîyanê niha ye !

…Wexta min deng ji derve nedigirt, min bi kevirê ku bi destê xwe xistibû, li dîwar dixist. Ez texmîn dikim ku li jor dengê kevir girtibûn û yekî gazî dikir ‘deng bide, deng bide !’. Ez di cîyekî teng de bûm, min rihet bêhn nedigirt û min nikarîbû deng bida. Min dîsa kevir li dîwar xist. Xwedê alîkarê tîmên hawarê be, cîyê min kifş kiribûn !

…Yekî alîkarî dida min ku min ji bine xirbeyê xanî derbixîne ! Lê dikir nedikir xwe nedigîhand min. Min jê re got : ‘Ji min bigere, berê ewil zarokên min xilas bikin ! Rewşa min baş e, ka qet dengên wan tune ne ! Min dernexînin, çavên min birije, ez rebena wan im !’. Min nizanîbû ku ew mirine ! Mala min bişewite ! Li dara dinyayê ez bi tenê mam, xwezila Xwedê ruhê min jî bigirta ! ». Em bi hev re hinek girîyan û paşê berdewam kir : « Xwîşka mina delal, bi duayên qencên Xwedê, merivên te bi saxî ji binê xirabeyan tên der xistin, înşallah ! »

Li pê qisedana jinikê rewşa min ya dêrûnî perçe perçe bûbû. Hemû eqrebayên min yên ku di binê xirabeyan de mabûn, hatin ber çavên min. Ez nizanim di çi halî de bûm ! Ez çûm ber cîyê ciwanek birîndar. Wî jî dest bi qisedanê kir :

« Gellek merivên me di binê wêranên xanîyan de ne. Ez bawerim, bi gelemperî rewş, ji rewşa ku bi me ve xuya dike girantir e ! Ev erdheja ku min dît, Xwedê neîne serê tu kesî, ne bi tenê xanî û awahîyên me, hemû bajarê me ser û bin kirîye ! Belê dayîka min, ez ji te re bibêjim, li bajarê me rewş gellek giran e ! Erdhejê gellek berdewam kir, nizanim ez dibêjim belkî ji deqîqeyek zêdetir berdewam kir. Berê ewil hêdî bû, paşê mîna ku bisekine hinek bayê xwe sist kir, lê di dawîyê de, te digot qey, ez siwarê hespekî cinû me û hesp di binê min de çirtik û zîtikan davêje, min nikarîbû xwe li ser xwe bigirta. Em di qatê duduyan de bûn, min xwe ji balkona xanî de avêt jêr. » Dest bi girî kir : « Min çawa malabata xwe hîşt û xwe avêt, ez nizanim ! Xwedê bela min bide, ez niha ji xwe nifret dikim, dilê min ji min digere ! Lingê min yê çepê derizîye, lê yê rastê çend cîyan de şikîyaye, bila jêbikin, xwezila ez bimirama ! Min vê karesate hane nedîta, ji malbata min niha kes li dora min tune ye, ez bawerim kes ji wan nemaye ! Li pê min hemu endamên malbata min û gellek cînar û eqrebayên min di binê xirabeyên xanî de mane. Min çawa xwe ji balkonê avêt, lingê min şikîyabû, ez bi çaplûkan revîyam min xwe ji bînayê dûr da. Baxçeyê bînaya ma fireh bû. Li pê min xurîn, tepîn û qirçîna bînaya me dihat. Hawara Xwedê çi dengên xerib û tirsnak bûn ! Ez hîna li bînayê venegerîyabûm, bînaya me hilşîya. Toz û dûman, perçeyên ji bînayê difirîyan, berf, baran, şilî û şepelî gişt li nav hev ketibûn. Li der û dorên me neh deh bîna ser û bin bûbûn. Ewqas bîna ser û bin bûbûn,  lê bi gorî jimara merivên ku tê de rudiniştin pirr hindik meriv li der ve bûn. Tarî şevreş bû, me hevdu wek qelatû didît. Min bi tena pîjameyân xwe avêtibû, li ser min tiştekî qalind tune bû, ez diricifîm, êşa lingên min emana min biribû. Li erdê ser çamûrê bûm. Axîn, ofîn û figan li dora min zêde dibûn. Min wer çavên xwe vekir, ez li vir im. Kînga, çawa ez anîme vê dera, nizanim ! ».

Min hêsirên çavên xwe, bi destên xwe zuha kir û derketim derve. Li derve ciwanekî, ku ji bona birîndarên xwe li ber kon nobedarî dikir, bi Mirad û çend kesên din re qise dikir :

« Em di bînayeke pênc qat de bûn û di qatê yekemîn de rûdiniştin. Di kêlîya erdhejê de, ez û birayê xwe li salonê razayî bûn. Çawa bû , çi bû ez nizanim, em bi hev re hişyar bûn, salon hîna ji ronakên derve ronî bû, me li hev mêze kir, li avîzeyê mêze kir, avîzeya me te digot qey xwe kil dike û di heman demê de, çarşî û kolan hemû der tarî bûn. Mala me jî tarî bû. Dê û bavê min, diqêrîyan û selavat danîn, di wê kêlîyê de, me wer mêze kir ku em li alîkî tevê qoltix û mobîlyeyan xiş bûn û tişt di ser me de dihatin. Bavê min xwîşka mina çar salî bi xwe re anîbû, lê dayîka min hîna di odeya xwe de bû. Ji nişkave bi tepîn û repînê re  dayîka min got : « Ay liminê ! ». Bînaya me serkêlekî xwar bûbû. Di tarîyê de me nizanîbû bi dayîka min çi bûye. Ez bi texmîn ber bi odeya dayîka xwe çûm. Sermayê li ser çavên min xist, min fehm kir ku dîwarê odeyê hilşîyaye. Belê ji tawan û dîwarên odeyê perçe ketibûn ser dayîka min. Birayê min wexta fenera têlefona xwe, çawa bidest xistibû ez nizanim, vêxist, me di rewşeke dijwar de dayîka xwe dît. Tiştên ku ketibûn ser wê me avêt, di nav hev re kir û berbi derîyê pêşîn bir. Ji ber ku bînaya me serkêlekî xwar bûbû em bi zor çûn ber derîyê malê. Bavê min got : « Kuro, bînaya me xwar bûye û balqon hatîye erdê, emê di balqonê re derbikevin ! ». Em di balqonê re derketin. Dayîka min li pişta min bû û em ji bînayê dûr ketin. Ez hîna li pê xwe venegerîyabûm, bi dengekî xerîb, bînaya me ser û bin bû. Çend cînarên meyê ku li pê me, ji bînayê derketibûn, tevê bi dehan kesên ku fersenda derketinê nedîtibûn, di heman demê de di binê xirabe de man. Eqrebayên me, cînarên me. Hawara Xwedê ew deng û fixanên ku min bihîst hê di serê min de olan dide ! Li pê rûxandina bînayê em bê çare li dora xirabe çûn û hatin, ji destên me tiştekî nahat û hê jî nayê…»

Ez li kîjan alîyê diçûm min merivên wek xwe birîndar û bi ax û keser didît. Ji ber ku tiştek ji destên wan nedihat, bi qisedanê û bi parvekirinê dilê xwe rihet dikirin. Serpêhatîyên disojên ku dilê merivan bêhtir dişewitandin dihatin qisedan. Carna min diyax nedikir, ji xemgînîyê dewxa min diçû, ez ditewişîm û min nikarîbû xwe li ser xwe bigirta. Kul û derdên me ji me re bes nebûn, xwarin û vexwarina me jî tune bû. Roja ewil ji borrîyên teqîyayî av diherikîn, me dest û rûyê xwe dişûşt û hewcehîyên xwe dianî cî. Paşê ava bajêr bi temamî hatibû birrîn. Cî û warê me tune bû, erebeya me ji me re bûbû wek mal. Roja duduyan vir de ji bajarê der û dorên me xêrxwazan bi kamyonan tişt dianîn û di kolanan de belav dikirin. Tiştên ku didan, me datanî bagaja erebeya xwe. Bagaja erebeyê kulina me bû.

Sê roj bû em li ber xirabe bûn. Êdî bawerîya zindîmayîna dê û bavê min nema bû. Ji xirabeyên qatên ser mala bavê min, ji bîstî zêdetir mirî hatibûn derxistin û bê kefen û bê şert û mercên definkirinê hatibûn veşartin. Timên hawarê bi makîneyan hemû qatên li ser mala bavê min rakiribûn. Êdî xwe gihandibûn mala bavê min. Xwedê ya Rebbî, çiqas zor bû ! Eza pepûka porkur, gelo ez çawa li ser xwe disekinîm ? Pirrî em ji bona rewş û bûyerên vê afata giran girîyan û zarîyan hêsirên çavên me miçiqîbûn û dengê me ketibûn. Berîya xebata eskavatorê tîmên hawarê kuçik berdan ser xirabe û gerandin. Ji bona zindîyên ku di binê xirabeyan de dimînin, alava guhdarîkirinê dan xebatê, tu rêç û îşaretek xêrê tune bû. Êdî bawerîya me nema bû. Min xwe bi xwe digot : « Ez dizanim, tu kesekî me ji binê vê xirabeyê zindî dernakeve. Ji xwe agir bi dil û cîgerên min ketîye, mala min şewitîye, eza rebena pepûk li benda derxistina pênc cenazeyan sekinîme. Belkî wexta cenaze hatin veşartin, agirê dilê min hinek kêm dibe ! Bi çi şert û mercî dibe, bila em xwe bigîhînin cenazeyan û wan defin bikin, qenebe gorên wan hebin !…». Belê min mirina dayîk û bavê xwe û xwîşk û birayê xwe qebûl kiribû ! Her wiha ez êdî bi derxistina cenazeyan razî bûbûm !

Veşartina cenazeyan jî gellek zehmet bû. Cenezeyên hinek merivan di destê wan de diman. Jixwe şert û mercên veşartinê nedihatin cî, av tune bû, kefen tune bû, her wiha mexdûrên erdhejê cî nedidîtin ku cenazeyên xwe defin bikin. Xwedê ji wan razî be, eqrebayên me yên ku li gund rûdiniştin, gor amade kiribûn.

Gulçîna rebena belengaz li nexweşxaneyê bû. Zarok jî di erebeyê de bûn. Hewa sarbû û em di binê şilopeyê de bê cî û bê war bûn. Dezgeh û sazîyên ji bona rewşên awarte, yên dewletê, di wan rojên ewil de tune bûn. Xwedê her tişt ji me girtibû ! Em bê xwarin û vexwarin, bê ser û ber bûn. Lê belê hetanê niha xênjî merivên me yên ku di binê xirabeyan de mabûn, tu tiştek di hişê me de tune bû. Hemû îş û karên ku li ser vê xirabeyê pêk dihat, ji alîyê tîmên hawarê yên xêrxwaz ve dihat kirin. Eskavator jî ya xêrxwazan bû. Ez, Mirad, meta min û Apê Salih tevê eqrebayên me, me çav kutabû derbeyên eskavatorê û xebatên tîman. Ji ber ku mirî, zindî û tiştên di binê xirabe de nehincirin û ne pelixin, operator bi fesal dixebitîn. Heywax mala minê, çiqas bi fesal bixebitîyana jî…hinek cenazeyên ku der dixistin, meriv nikarîbû lê mêze bikira !

Berê ewil, cenazeyê bavê min derxistin, paşê yê dayîka min û xwîşka min. Di wê kêlîyê de, min û meta Sînem bi girî û lorîyên xwe asîman anî xwarê. Me çi kirîye û em çawa tevgerîyane nayê hişê min. Ez wer dizanim cenazeyên ku ji binê xirabe derdixistin, di rewşên xirab de bûn. Niha devê min nagere ku ez rewşên wan bibêjim ! Bi betanî û çarşevên ku eqrebayên me ji gund anîbûn û bi gincirên ji binê xirabe derketibûn cenazeyên wan pêçan û dan kêleka hev. Paşe li alîyê mala birayê min xebitîn. Di erhejê de birazîya min çawa sax maye ez nizanim. Cîyê ku birazîya min jê derxistibûn, kêleka nivînê wê, û tunêla jîyanê wek xwe mabû ! Operatorê eskavatorê hêdî hêdî xirabe pêkolîn dikir û çoçika xwe li ser xirabe digerand. Li pê cenazeyê bûka min, yê birayê min derxistin. Ew jî pêçan û danîn kêleka yên din. Penc can, pênc jîyan, û pênc dinya…niha pênc cenaze li kêleka hev bûn. Ez miçiqîbûm, xwîna min , hêsirên çavên min. Ez li ser xwe nikarîbûm bisekinîyama, li ber lingên Mirad de min çok dabû erdê û li der û dorên xwe temaşe dikir. Rewşên cenazeyan pirr xirab bûn û bênh ketibû cenazeyan ! Belê min xelatên erdhejê yên herî bi jan û keser girtibû. Bi gorî rewşa bajarê me, Semsûrê, min dizanîbû va xelata hanê ya dawîn nin e !

Eqrebayên me di heman demê de di paşîya pîqaba pismamê bavê min de cenaze bi cî kirin. Em bi çend erebeyan ketin rêya gund. Ji ber erdhejê rê û dirb xirab bûbûn û du saet şûnda em li ber goristanê bûn. Ji ber ku zarok nebin şahidê definkirinê me erebeya xwe ji goristanê dûr hîşt. Gellek gundî jî hatibûn goristanê. Bê şûştin, bê kefen, bê melle û bê xwendin, cenazeyên delalîyên dilê min, bav û dayika min, xwîşk û birayê min û bûka min, bi rewşek xirab, ku min di xewnên şevan de bidîta qebûl nedikir, hatin definkirin. Min û meta xwe bi hev re şîn û girî dikir û dilorand. Min mezelê dayîka xwe hemêz kir û got : « Ez reben im ji we re anê, ez pepûk im ez bêkes im ! Eza porkura belengaz bê we çawa bikim ? Wêranê  Adîyemanê ! Wey anê, wey anê !».

Li pê definkirinê, devê min nagere ez bibêjim, bi rastî sivikahî li min çê bûbû ! Di binê xirabeyan de bi hezaran cenaze he bûn, me zû xwe gihandibû cenazeyên xwe, bi çi rewşê dibe bila bibe, me niha wan defin kiribû û qenebe niha mezelên wan hebûn ! Dîsa jî min digot : « Heywax ji halê mirina wiha re ! Xwedê ya Rebbî, te mirina di nav cî û nivînan de nekir nesîbê wan û ez bûm şahidê vê kêlîya hanê, cenazeyên hincirî û pelixî, bê kefen, bê şûştin, bê şert û şûrtin definkirinê…çi suc û gunehê min hebû te vî cezayê giran da min ! Ma te çima ruhê min jî nestend ? Birînek wisa di dilê min de çêbûye ku hetanê emrê min hebe sax nabe, ez bibêjim û nebêjim, birîna min kew nabe.».

Birazîya mina belengaz bê dê û bê bav mabû. Birazîya min li nexweşxaneyê bû. Haya wê ji dîmena li ber xirabe û li goristanê pêkhatibû tune bû. Gulçîna min, piçûka mina belengaz û bextreş, çiqas ji me dipirsî, me çavên xwe jê direvand û me jê re digot : « Dayîka te û bavê te, di nexweşxaneyek din de ne, rewşa wan baş e !… ». Qaşo me ew dixapand. Keçika reben dizanîbû me derew dikir. Ew jî digirîya û dizarîya : « Na hûn min dixapînin, ewil min dengê dayîka xwe digirt, dayîka min digirîya û dinalîya, dengê wê pirr xirab dihat û ji min re digot ‘netirse, dê emê xilas bin’. Lê paşê dengê dayîka min hat birrîn. Min çiqas gazî dikir û ez digirîyam jî deng jê tune bû…jixwe min dengê bavê xwe qet nebihîst. Metê dayîka min sax ba, di çi halî de dibû bila biba, niha li ber serê min bû ! ». Belê rast digot, gotinên ji xwe mezintir ji me re digot.

Ji malbata min Gulçîn mabû. Çiqas min lê mêze dikir, ez dihelîyam. Min digot : « Ji van rojên reş şûnda gelo ez dikarim bibim dengên dayîk û bavên vê sebîya hanê ku Xwedê ji min re hiştîye.».

Roj bi roj şert û mercên jîyanê giran dibûn. Me ji bajarên din jî xeberên reş digirtin. Gellek eqreba, nas, dost û hevalên me di binê xirabeyan de bûn. Bajarê me yê şirîn û xweş, Semsûr û tevê deh bajarên din ser û bin bûbûn û xirab bûbûn. Bi deh hezaran kes hîna di binê kavil û wêranan de bûn. Hema hema di her malbatê de mirî û birîndar hebûn. Ocaxên gellek malbatan kor bûbûn ! Ji hinek malabatan bist, sî, çil kes… Heywax liminê, êdî ez çi bibêjim !

Li Semsûrê jîyan dijwar bûbû. Me roja şeşan biryar da ku em biçin Îstembolê ba malbavanên Mirad. Hê rewşa wê baş nebe jî, me Gulçîna belengaz ji nexweşxaneyê girt û bi malbatî bi erebeya xwe em ketin rêya Îstembolê. Meta min û apê Salih, ku ew jî diçûn Mêrsînê, em birê kirin.

Mirad erebe dajot û min li kavilî û wêranîya bajêr û gund û bajarokên li ser rêya me, mêze dikir, îskeîska min bû ez digirîyam !

Nasır KEMALOĞLU

Nîşe: Ev çîroka mina bi navê “Wêranê Adîyemanê Wey Anê Wey Anê” di Nûbiharê(Havîn 2023-hejmara 164) de hatibû weşandin.

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply