Têgehsazî û awirek li ser têgeha ‘Xwemalî’yê

“Romaneke baş bi pirseke biçûk dest pê dike û bi pirseke mezintir diqede.”

                                                                                                                      Paula Fox

Em ê ji xwe re li dû pirsên piçûk bikevin. Ji romanê xwe berdin bin dolên ramanan.

Heçî ziman e, sînorên cîhana meriv in. Ziman jî wekî her tiştê zindewar bi demê re; pêl bi pêl xwe geş dike û bipêşvetir dibe.

Tê zanîn, lûtkeya zimên raman e. Ziman, bi ramanê êdî ji nav qalibên xwe yên berteng hildifire û bi per û bask dikeve. Şîn dibe.

Peyv êdî ji hev dibijike û pirtî pirtî dibe; dibe xwelî û ev xwelî vedijene û ji pirtik û teniya xwe dadigere ser term û têgînan û parçe parçe dibe, vediçire, vedirişe û jê çirûskên nû şîn dibe. Hingê wekî çawa libek tov dibe dirextek, dirext li dehan şax û ta li xwe vedide; bi her tayekî ve jî bi çendan bişkok aj didin û pê pê re dibin ber û berhem. Peyv jî di zimên de weha aj didin û dibin hizir, dibin têgîn.

Me jî bi qewlê ‘simore û mina xwe’ boçûnek danî û piçekî devê dasa xwe da bin zeviya “têgehsaziyê” û bayê labûte em gihandin ser peyva “xwe” û ji wê jî em xwe gihand gaz û bêlanên “xwemalî”yê.

Niha jî em derbasî helsengrandina têgîna “xwemalî”yê bibin.

Xwemalî, têgiheke taybet e. Ev têgeh, bala me dibe ser “malê.” Mal, ne tenê xanî ye. Xanî, ew der e ku tu xwe dispêriyê û banekî ji xwe re lê çêdikî: ji bo bicihanîna hiyerarşiya pêdiviyên sereke yên jiyanê, di xeleka duyê de wekî pêwîstî derdikeve pêşiya te.

Tu xwe dispêrî bin banekî, lê tu malekê datînî. Lewra mal, hêlîn e. Ameje bi îmarkirin, avedanî û dirêjîpêdanê dike. Yanî ji bo malê, ne tenê ban û dîwar lazim in, di malê de “jiyan” û li ser jiyanê jî “cîhanek” tê danîn.

Mal, bingeha binaxeyê civakê ye. Yanî mêrek an jî jinek bi serê xwe dikare ji xwe re xaniyekî ava bike, lê ji bo malekê deyne divê ji vê zêdetir hebe. Ji bo malê tu xwe didî ber “peymana nenavkirî ya komelgehê” û beşdarî rêgeha civakîbûnê dibî. Tu êdî dibî “takeyek” ji wê civakê, li ser wan pênimayên bi navê “kulter” tên nasîn û belkî jî erêkirina xwe ji bo sînorên giştî yên bawerî û dab û nêrîtên wê çandê radigihînî. Dibêjî, “Erê, ez jî kesek im ji vê malê.”

Lewra min xwest em dêhna xwe bidin ser vê têgiha me ya xweser û di vê çarçoveyê de behsa dabaşa xwe bikin.

Di vê sedsala me de, me jî qelem kêşaye, hejmarek baş roman nivîsîne. Her çend hê zû ye ku em behsa loda xwe ya servekirî bikin jî, divê em êdî ji çendaniyê varê bibin û ber bi kortalên çawaniyê ve xwe bidin ser vê rê. Çi pê nevê ku rêyeke dirêj li pêşiya me ye.

Bivê nevê di vê rêya dijwar de em liqayî pirsekê tên: Aya kengê dê romanên me jî xwe bidin tengala romanên alemê? Di vê alema ku di her warî de em li paşve hatine hiştin, em ê çawa karibin bigihînin rêzê û çi kam û kasiyên me hene? Dengê me berz nabe?

Helbet, ji bo hengaftineke bilind, hilkişîna ber tengala xelkê divê tradîsyoneke me ya “nivîsînê” hebe û serê lodê girtîbe.

Pirs ev e, em ê çawa, bi çi rê û rêbazê bi van kêm û kasiyên xwe re serederiyê bikin?

Ji bo vê; ya ewil divê em ji ezmûnên xelkê sûdê werbigirin. Ev bi rêya wergeran çêdibe; berhemên şakar ji zimanên dî bo zimanê xwe; ji zimanê xwe bo zimanên dî wergerînin û pirekê çêkin. Ev pir dê şiyanên behreyên me geştir bike.

Ya dîtir, afirandineke berdewan û jîrane ji bo me pêwist e.

Bo nivîsandinê “teşwîq” bo berheman “prestîj” û rexnevaniyeke serwext lazim e.

Helbet, tu ji kê bipirsî dê van tiştan re ji te re bibêje, em divê li vir, li dora vê pirsgirêkê jî asê nemînin. Bo me hilperîneke hê pêşvetir lazim e.

Aya mebesta me bi “xwemaliyê” çi ye, em ê li dû vê pirsê bigerin.

Edebiyat, bara pirtir hewldaneke takekesî, li dora şiyanmendiya kesane li ser hin rê û rêbazên mesîla edebiyatvaniyê pêk tê. Tu bi hest û ramanên xwe dadikevî ser şîpeke nasraw û li dû hin dîsîplînan, ji xwe re, ya herî nêzî raman û hestên xwe hildibijêrî û hespê xwe li wê meydanê diajoyî.

Di vê maneyê de nivîskar siwarê takî tenê ye û gelek caran, ji hevrikên xwe bêhtir bi xwe re dibeze. Divê serî ji sîbera xwe biborîne û ne tenê li meydana cirîdanê her weha li gir û gepezan jî hespê xwe di çargavî bibezîne. Piranî di qulên mişkoreyan diqelibin û mîna Dewrêşê Evdî simê hedmanê wan di qulemişkê re dişkê.

Gava tu qala “xwemaliyê” dikî, mebest bi “xwemaliyeke çawa” tê kirinê?

Aya heke tu ji kaniya keleporê vexwî, li bîra çand û tarîxê hişê xwe av dî; vegotina xwe li ser terzê vebêjiyeke xwemalî cografyaya xwe birêsî, destan û mîtolojiyê bixî kirasê ramanên xwe û honaka xwe pê bixemilînî, heta pê ava bikî, ev dibe xwemalî?

Tu li dû çi dikevî?

Cografya, tarîx li ku dera peyva te cî ji xwe re çêdikin? Tu çend ji nava malê xeber didî?

Bêguman çeka destê te ya herî xurt, zimanê te ye. Tu çend bi wî beled î?

Helbet em ê pirsên xwe kûrtir û firehtir bikin. Xweserî û xwemalîyê çi ferqên xwe hene?

Ji bo berhemeke kemilî heta çi astê tu divê “xweser” heta çi astê divê “xwemal” bî? An jî ma berra jî “divêtiyeke wisa” ji bo te lazim e?

Xweser ew e ku tu, serdestê “kirina xwe” bî û wê “di çarçoveya “xwebûnê” de saz bikî. Tu, li serê xwe yî û berhema te jî, di vê wateyê de “dengvedan, rengvedan û tîhnvedanek” ji te ye. Pêkhatî ye ji “şikestin û xweziyên te” û rengê te bi awayekî pir zal tê de dixuye.

Xweserî, kirûyeke takeyî ye û “bi serê” xwe pêk hatiye. Koka wê her di nava wê de ye mîna çawan ku hejîr cureyeke guleke nepişkûftî be û di hundirê çermê xwe de bo “hundiro” ve geş bûye, ew jî wisa ye. Mala wê tune ye lê di bin banekî de ye ku ew ban, tenê jûrekê, cihê “kesekî” li xwe digire. Yekjimar e.

Lê ferqa xwemaliyê ew e ku ev ban, mîna gemiya Nûh e. Hemû ew ên hevrê û şirîkên “erda te”, “cotên jîngeha te” deng û reng û tîn; ligel dengvedan û rengvedan û tîhnvedanên xwe, tê de stirîne. Hemû takeyeke “xweser” in di wê xwemaliyê de hêwirîne. Bin banê wê.

Ew ban, zimanê wê ye. Ew ziman ji bîra wê ya kêmî kêm deh hezar salan dizêt. Xwêya tatên wê, bayê geliyên wê, avên mesîlên wê lê pengirîne, hesilîne û tê de kitirîne.

Ew bîr, bûye “malê wê” bûye diyardeyeka taybet û li ser reh û kokên xwe aj daye û şitil vedane.

Helbet, raçandin û vehênana romanê bi insiyatîfa nivîserê wê ye. Ew xeyal û dinyaya wî ye bêguman. Helbet, wekî xwende me jî hin heq li ser heye, ku em wê biecibînin an jî hin pirsên xwe jê bikin. Îja, li vir, mesele têt vedigere ser dahênaneke serkeftî û danênaneke nekemilî. Ev gava ket ber bêjinga zemanî demildest xuya dibe; ya serkeftî li ser bêjingê dikeve ya lawaz jî mixabin ber zîwan dikeve û namîne. 

MEBEST JI ‘XWEMALÎ’YÊ ÇI YE?

Mirov dikare vê têgîna “Xwemalî”yê bi sê têgihên din aşkere bike. Xwemalî ji sê tebeqeyan pêk dihêt. Deng û dengvedan, reng û rengvedan, bêhn û bêhnvedan an jî tîhn û tîhnvedan.

Aya gava em zend û bendên xwe badidin û dê romanekê binivîsin, em ê li ser çi binemayî tevbigerin? Em ê ji kîjan çêrge û mêrgê çêra xwe berhev bikin?

DENG û DENGVEDAN

Ji bo em dîwarên xwemaliya berhema xwe lêkin û xercê wê baş darêjinê, pêdiviya me bi “deng” heye. Deng, di berhemekê de fikir (îdeolojî) rênima (proposition), bawerî tiştê ku nivîskar dixwaze bike xerca wî dîwarê xwe û “mala xwe” pê ava bike, em bi dengî dinasin. Ev piranî ji aliyê “ser karekter” ve tên bi dest xistin û “vegêr” çi bi şêwazek nîşandanê, çi jî bi ravekirinê –ev li gorî konsepta romanê diguhere- ji me re –xwendoxan re- darîçav dibe. Bi vê peywendê em dişên bibêjin, berhem bê “deng” nabe.

Helbet di romanekê de li gel “dengê sereta û li pêş”, dengvedan jî hene. Ev dengên ji hev cuda di nav serboriya wê de, li gorî çîrokê berz û qurs dibin. Pirî caran dengvedan ji wan çêdibe.

Li aliyê dî, dengvedanên ku ji rastiya jiyanê dadiveresin û dinizilin nav risteyên berhemê jî aliyekî dî û ez dibêjim qey aliyekî têra xwe giring ê vê babeta me ye. Serê pêşîn, divê em vê destnîşan bikin ku her zimanî dengekî xwe yê xweser heye. Ev deng paşxane û çand, tarîx û kelepora wê civakê li xwe digire. Ev dengê wî zimanî dengê pêşîn ê wê berhemê ye, paşê nivîskar ji derdora xwe, ji xwendinên xwe, ji têgihîştin û şiyanmendiya xwe dengên dîtir tîn ser vî dengî û lêk siwar dike. Gava deng lêk siwar bûn, ji wan harmonîyek, ahengek têt pêş. Ev aheng dengvedana wê berhemê bi lewnê kirasekî “taybet î xwemal” difesilîne.

Ew deng her çî derbirana gil û gazinan, şahidiya li kawdanên diltezîn û coşdar, her çî jî awaz û mûsîqeya ruhê wan dengan e. Ev wekî metafor, algorîtma, alagorî, deqbendî xwe di berhemê de didin der. Neşterê dixin ser zikê peyvê û wê ji hev vedijene; dibijikîne û paşê jî ji wê wateyên nû, algorîtmayên berfireh û kûr vedijîne. Peyvê heta bi atomên wê ji hev parçe parçe dike. Lewra romanvanî ji aliyekî dîtir ve jî bi serê xwe hostetiya zimanvaniyê ye û ji zimanê heyî yê xav û berceste, zimanekî xwemalî yê xwedan vegotineke xweser û taybet çêdike. Ev hîkariya dengvedanê ye li berhemê.

Bi kurt û kurmancî deng û dengvedan, bingeha ramana wê romanê ava dike, ne bes, veava dike.

RENG û RENGVEDAN 

Bêguman, piştî me dengek bo romana xwe peyda kir û dengvedana wê saz kir, niha jî em ê kirasekî jê re bitefsilînin. Ev jî bi rengan çêdibe. Me got, romanvanî ji te hizirtêkirineka mîna beqlaveyê tebeqe bi tebeqe ya xwedan çend rûber dixwaze. Her rû, di bin xwe de rûyekî dî dipêçe û bi van “girêdan” û bestekên navberê, ku em dikarin wekî “katman” wekî tebeqe pênase bikin, wan bigihînin hev. Ev bi rêya teknîkên avakirinê çêdibe. Di navbera “beş û parên berhemekê” de miheqeq divêt hevahengî û girêdanek çi bi ser “peyvê”, çi bi ser “temayê”, çi bi ser “hevbîriyê” çêbibe.

Me bi dengî “fikira sereta” ya berhema xwe nas kir, îja em ê bi “rengî”çi tiştê nas bikin? Pirsa me li dû vê şîpê ye. Şêla me li gel hindê ye ka em li pey rengekî çawane. Reng, dirûv û teşeyê ji me re diyar dike. Reng, resm û şilkê wê nîşanî me dide. Me çi bihîstibû ji dengî niha em ê çi bibînin bi rengî? Pirsa me li ser barên “dîtinê ye.

Di romanekê de her çawa em bi awayekî şênber, bi herdu çavan dikarin bibînin û ya li rewacê jî ev e, herweha em dikarin bi hestên xwe jî, bi bîr û raya xwe jî, bi pêjnên nepen jî vê kiryara “dîtinê” bi encam bidin. Yanî em dikarin bi dilê xwe jî bi mejiyê xwe jî bibînin.

Li aliyekî dîtir ve, ligel vê kevşa vedîtina ji rexma hundirîn ve, her weha em dikarin rengvedanên ji derve jî bi rêya rengan hildin nav berhemê û “kopî” bikin. Ji jîngeha xwe werbigirin van rengan, ji dinyaya fikir û ramana xwe bisêwirînin û bînin di ser reftar û ravêjên karekterên xwe bi cî bikin. Rengvedan, kiraslêkirin e heman wext. Tu wê ramana xwe ya bi dengan sazbûyî niha bi rengan dixemilînî û dikî xwedan heybereke şênber. Reng, şikil û dirûv e. Piranî pêlî estetîzma dîtbarî dike û rewşê tîne pê.

Li vir, dengê karekterî û ew dengvedanên bi karekter û tîpolojiyên romanê peyda bûne, bi kirasê karekter dibim xudan bejn û bal, nav û fesal û em dîmena wan direwmînin êdî. Ew êdî ne tenê dengên bê ser û çav, lê wan dengan niha rengine jî li xwe girtine û bûne xudan fesal.

Me ji dengî bîra romanê ava kiribû, fikira wê danîbû, bi rengî jî me rewş û rûdaw saz kir. Niha êdî em di nav serpêhatiyekê de, li gel dengvedan û rengvedanên karekteran bi teşe bûne. Şikl û rengekî me heye û em dizanin ku em xwedan hebûnekê ne. Ev hebûn şikil daye xwe êdî.

BÊHN û BÊHNHVEDAN (TÎHNVEDAN)

Me deng û rengê xwe fesiland, niha “ruhek” ji me re divê. Her tiştê xwedan ruh, bi bêhnekê têt pênasekirin. Ruhê, bêhna xwe ya xweser heye. Em vê geh wekî “bêhn” geh jî wekî “tîhn” pênase dikin. Tîhna me, ew germahiya derûnê me vê bêhnê dide me.

Ev aliyê “saykolojî” –psîşîk” û derûnî yê romanê li xwe digire. Karekterên me yên ku ramanên wan bi dengan, rewş û tîtala wan bi rengan durist bûyî, niha derûna wan, hest û dilîna wan jî bi “bêhn û tîhnê” ava dibin. Em piştî vê qonaxê xwe dadikişin bin kûrahiya qalikên peyvan, em dadikevin astên deqan, em qebûşk û ristikan dikolin û xwe dadihêlin binê kakilan û li wir, li xasî û xwerûtiya wê ramanê, li nuans û pirtikên wan reng û rengvedanan, kitehûrî, kûrbînî û binîşeyê digerin. Ev qonax êdî ji asta “şênber” ber bi asta “razber” ve ye. Ev giyanê wê berhemê tîne pê û êdî xwendevan ku rahiştê û xwe gihande vê derê, hest bi giyanê wê dike.

Bêhemdî xwe te dî go, “Ahan! Bi Xwedê min jî wisa hest pê kiribû. Tu dibêjî qey behsa min dike.” û bere bere di ber xwendinê re, carina bi xafletî ve heçku dê wan dengan bibihîze, wan rû û rûbarên karekteran bibîne û li serê kuçeyê te dî belkî kir “cie” û derkete pêşiya te.

Heke peyvê hest tê geriya, bi goşt û xwîn ket û “zindî” bû, wê demê ew dibe xudan tîhn. Em ê bêhna wê seh bikin. Ev qonax, tîhnvedana wê têgîna xwemaliyê ye ku em li pey ruhê wê ne.

Îja li gel vê, tîhn û bêhnvedanên derakî jî ku roman hildide nav xwe, aliyekî dî yê vê gelşê ne. Divêt em çen gavan berev wê ve jî biçin.

Wekî tê zanîn, xweza zindî ye, jîngeha me xudan deng û reng û tîhnên cur bi cur ên xweser in. Îja gava ku tîra peyvên me wekî mêşhungvînekê ku çawan xwe dadide ser gul û kulîlkên cur bi cur û nîş û avelîza wê hildide û tîne dike “hungiv” me jî welê kir, me xwe gihand ruhê wan bêhnvedanên nav xwezaya xwe ya jîyanê, bi gotineke dî me xwe gihand jîngeha xwe, em pê re hemhal bûn û me deng û rengên wê hildan, hingî qonaxeke dî xwe li ber me vedike.

Êdî em ne tenê bi zimanê xwe çavdêriya vegêrana wê kawdanê dikin, ji vir pê de, êdî em gav bi gav wekî mêşhungvînî ji xwe re hungiv çêdikin.

Te dî herçend mozqirt û zirkêt jî şaneyan çêbikin, dadidin kulîlkan û nîşê berhev bikin jî ew çu carê nikarin wekî mêşhungvînan hungiv çêkin. Çimkî ji bo vê şiyanmendiya “meyandinê”, hunera “raçandinê”, ramana “veavakirinê” pêwist e.

Hasilê, ji bo xwemaliya li ser dengvedan, rengvedan û bêhnvedanê avabûyî, di berhema me de jî ava bibe, belkî jî pêdiviya me pê heye, ligel çavkutana li asoyên dinyaya edebî ya cihanê, li rexmî wê, me divêt em ewqasî jî bi hûrbînî berê xwe bidin palîna xwe, li kortik û qeliştekên nav mala xwe ya paşxaneya çandî, bîra civakî, ramangeriya ayînî û tarîxî binêrin, li wir, xwe xudan bikin û ligel aqilê hevpar ê mirovahiyê, aqilê takeyî yê erdnîgariya xwe jî hildin.

Wekî tê zanîn, heçî roman e, çeşnekî têkel e, konkret e, çênabe romanek xwe li ser yekdestî û xwetûriyekê ava bike. Roman, aveka şêlo ye û bivê nevê gelek co û cobaran hildide nava xwe. Ji cure cure dîsîplînên zanistê sûdê werdigire, ligel vê, xwe li ser “rewşekê”, an li ser “qewamekê”, an li ser “temayekê”, an jî hema “hevahengiya peyvan” ava dike. Teyrekî xwedan çend lîsan e. Her lîs, çîrokeke xwe ya xweser çêdike tê de.

Heçî roman e, hinekî jî çeşneke “melez” e, nexasim ku ew bi dengê rojhilatî, bi rengê xwecihî û bi tîhna hizrên gerdûnî ava bûbe, ew melezekî serreş e.

Ji bo te bivêt romaneke te ya baş hebe, divêt te çîrokeke pir baş hebe; ev nebes, divêt te ligel çîroka baş zimanekî pehtî hebe, bi zimanê sist romaneke têr têsel ava nabe. Stûna sereke ya romanê xurtbûna ziman e, çimkî ramana kûr, aqilê berfireh bi zimanekî dewlemend, ferhengfireh, xwedan ta û çiqên kemilî mimkûn e saz bibe.

Belkî şarezahiya bi teknîk û dîsîplînên romanvaniyê rêka me rewantir bibe. Wekî şarezayê naskirî Umberto Eco gotî, “Ketina nav romanekê –romaneke serkeftî- mîna hilkişîna li kaş û kîşên şax û çiyayan e: Divê serê pêşîn hûn rîtmên nefesê fêr bibin – da ku lezetê ji rêveçûna xwe bistînin. Wekî din hûn ê tavilê ji kîs bikevin, di cî de meşa xwe rawestînin.”

Roman, ger li ramanê hesilîbe dikare bibe têpera baznên dem û zemanan û xwe bigihîne nav aqarê ziman û çandên dîtir û bibe, ber û berhemeke cîhanîşumûl.

Omer Dilsoz-Diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply