Radyoya Bexdayê

Radyoya Bexdayê di sala 1939an roja 29ê çileya paşîn li Baxdayê dest bi weşana Kurdî kir. Lê dema cara ewil dest bi weşanê kir, weşana wê rojê tenê 15 deqeyan bi Kurdî bû, dema weşanê piştre hat zêdekirin. Di sala 1949an dema weşanê ji bo roje- kê gihaştiye nêzî 2 saet û 45 deqeyan. Herçendî radyoya Bexdayê beriya radyoya Erîvanê bi 16 salan dest bi weşanê kiribe jî wek a Erîvanê xurt nebû.

Dewleta desthilatdar bi nêrîneke siyasî ew radyo vekiribû û birêve dibir, û politikaya radyoyê li gor rêzik û rêbazên fermî bû. Her çendî radyo bi destê rejîmê, bi salan gelek stranbêjan di radyoyê de stran gotine, û gelek berhem gihaştine ser hev ku heya roja îro jî hatine.

Hunermendên wek Tahsin Taha Bêrîvanê dibêje: Hesen Zirek bi strana Yella Şofêr yella deng veda. Eyşe Şan bi “Xerîbim dayê” qêrîna xwe gihand me, Îsa Berwarî bi klama “Wey dinyaye”, Mihemed Arifê Cizrawî bi Zozaniyê, Meryemxan bi ‘Wele Domamê’ em ji wan awaz û gotinên xweş bêpar nehiştine.

www.nubihar.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply