Tag Archives: Ziman

Sibat, 2016

  • 29 Sibat

    Rewşa Zimanê Kurdî (1900-2016)

    Ev grafîk rewşa zimanê Kurdî – Asîmîlasyona pergala dewleta tirk ya ji dîroka salên 1900 ê ve ji çavkanî û lêkolînên Kurdistanê ve hatiye amade kirin… Zimanê Kurdî bi zaravayên Dimilî(Zazakî) – Kurmancî li gundan çêtir xwe parastiye… Ji bo xebat û lêkolînên berfireh xêra xwe, çavkanîyên di destê we da heyî ji me ra bişînin… Her wiha herkesek bila …

  • 28 Sibat

    Çima Kurd Bi Zimanê Serdestan Dinivîsin?

    Me di salên nodî de li Swêdê minaqeşeya nivîskarên kokkurd ku bi kurdî nanivîsîn, lê bi zimanê dewletên dagirker (wekî tirkî, arebî, farisî) û herweha bi zimanên din (wekî rusî, almanî, fransî, swêdî, îngilîzî) dinivîsin nivîskarên kurdin yan na? dikir. Di kovara “Helwest” û kovara “Nûdem”ê de gelek nivîsên derbarê vê mijarê de hatin weşandin. Dîtina herdu kovaran jî ev …

  • 27 Sibat

    Çîroka Vejîna Zimanê Îbranî – Nivîseke Hêja

    Li Rusyayê xortekî bi navê Elyezer kurê Yehûda hebû. Elyezerê kurê Yehûda jî wek herkesî ev şere (Şerê Rus û Osmanî ya 1877 an) bi baldarî teqîb dikir û didît ku gelen mêtîngeh Sirbîstan, Bulgaristan û yên dî ji bindestîya dewletên zorî li wan dikir xilas dibûn û digehiştin azadiya xwe. Yehûda li hember van rûdayînan li gelê xwe dinêrî …

  • 27 Sibat

    “Dil ji te hezkir, ziman jê eşkere kir”

      Tê zanîn ku ev gotin, gotineke pêşiyên Kurdan e. Li gor min gotineke gelek kûr û biwate ye. Min di nivîseke xwe yê berî de jî anîbû zimên ku; zimên kilîda dilan e. Evînî tiştekî pir cihê ye. Ji ber ku mirov di dilê xwe de tiştên ecêb hîs dike. Wekî germahiyek. Ev germahî roj bi roj dikele û dibe wateyekî …

  • 25 Sibat

    Ziman Çand û Pêşeroj

    Xwezî her welatparêzekê Kurdistanê, an jî her Kurdek ji bo xebat û kedan, welat û gelê xwe çi barê li ser mila, bo vî xebat bikira, em jî hewce nemabûna me bi vî nivîsî… binivîsanda! Gelê xwişk û birayên Kurdistanê ; Ezê bi vî nivîsê ne bi gotinên dirêj, tayibêtî bi hewcedariyên me ji bo xebata ziman, çand û xebatên …

  • 22 Sibat

    Zimanê Me

    Zimanê me, zimanê me, Tuyî erd û esmanê me, Tuyî derd û dermanê me, Şûrê destê şervanê me. Zimanê ma. Berfa serê Sîpanêyî, Kûraya be’ra Wanêyî, Hêrsa Firat û Diclêyî Ruh û rêyî, şîrê dêyî, Zimanê me. Zimanê me bextê meyî, Xemil û rih’al, rextê meyî, Li nav neyar-nexweza da, Dewlet, tac û textê meyî, Zimanê me. Zimanê me kela …

  • 22 Sibat

    Roja ”Zimanê Dayikê”

    ”Roja Navnetewî a Zimanê Zikmakî” her 21 sibatê tê pîrozkirin. Ev roja pîroz, ji hêla ”Organîzasyona Netewên Yekbûyî ji bo Perwerde, Zanîn û Çandê- UNESCO”yê, di dawiya sala 1999 an de hatibû pejirandibûn. Balkêşiya ser zanîn û giringiya toreya ziman û çandê ye, armanca wê. Tecrube û zanîn dê li ser hevfêmkirin, tolerans û diyalogê bê avakirin. Bi vê yekê …

  • 21 Sibat

    Ziman û Zarokên Me

    Dibistan, zarokên me tenê hînî tirkî nakin. Hînî çand û dîroka tirkan jî dikin. Ev tenêbana baş bû. Zarokên me hînî ziman, çand û dîrokeke cuda dibûn. Em jî kêfxweş… Lê ne wisa ye. Digel hînkirina ziman, çand û dîrokê, telkîna ku ew tirk in jî tê kirin. Yanî ziman dibe deriyê tirkkirinê. Naxwe ziman destpêk e. Gava yekem û …

  • 21 Sibat

    Rewşa me ya xwerû û tewandî

    Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê De; Rewşa me ya xwerû û tewandî Îro 21ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê ye. Sal jî piştî zayînê ya 2016an Hê zimanê Kurdî ne fermî ye. Di nav netewan de zimanê Kurdî tuneye. “Zimanê nayê zanîn” tê hesibandin  û li gor wan Kurd tune.  Di mekteban de Kurdî nayê xwendin …

  • 20 Sibat

    Zimanê Bav û Kalan

    Zimanê bav û kalan, zimanê dayikê, zimanê maderî, zimanê pêşîn ev ziman e ku zarokên ji dê û bavên xwe hîn û fêr dibin. Peyva zimanê zikmakî ne di cîh de ye. Jiber ku zarok di zikê dayika xwe de ziman fêr nabe. Ev yek li gor lêkolînên zanistî jî hatiye pejirandin. Zimanê dayikê, zimanê mirov ji dê û bavên …