Rewşa me ya xwerû û tewandî

Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê De; Rewşa me ya xwerû û tewandî

Îro 21ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê ye.

Sal jî piştî zayînê ya 2016an

Hê zimanê Kurdî ne fermî ye.

Di nav netewan de zimanê Kurdî tuneye.

“Zimanê nayê zanîn” tê hesibandin  û li gor wan Kurd tune.

 Di mekteban de Kurdî nayê xwendin û hê perwerdeya Kurdî tune û qedexe ye.

Erê zimanê me qedexe ye, ev qedexekirina zilm e, zilma mezin e.

Ya zilma herî mezin kî dike?

Ka kî li xwe zilmê dike…

Ka em carekî ji xwe bipirsin bi cinavkên xwerû û tewangê li gor dema niha û borî ku em rewşa xwe ya îro bibînin.

 

Rewşa me ya berê ya tewandî wiha bû;

Min di zaroktiya xwe de li gund bi Kurdî qise dikir.

Te ji dê û bavê xwe re digot “Bavo”

her şev ji dê û bavê xwe çîrok guhdar dikirin.

zarokên xwe bi lorikan dihewandin û dikirin xew.

Me lîstîkên xwe bi zimanê xwe dilîst û em pê şa dibûn.

We di civatan de kilamên Kurdî digotin û guhdar dikirin.

Wan li medreseyê bi zimanê Kurdî perwerde didît.

 

Rewşa me ya xwerû û rasteqîn;

Ez di mala xwe de bikîjan zimanê diaxivim.

Tu li kargeha xwe de bi zimanê kê qise dikî.

Ew di taxa xwe de bi kîjan zimanî qise dike.

Em di bajarê xwe de  bi çi zimanî qise dikin.

Hûn di nava gelê xwe de kîjan zimanî bikar tînin.

Ew  pirtûkên xwe bi kîjan zimanî dixwînin.

 

Rewşa me ya xwerû min bi pirsa hanî ziman tu jî bifikire û ji xwe re bibersivîne? Ku ez, tu, ew, em, hûn û ew di çi halî de ne.

Em li ser hevok û  cinavkên  xwerû û tewandi bifikirin dibe ku li gor rêzimanê şaşiyên min hebin lê rastiya herî mezin em şaşî û şaşîtiyên herî mezin di jiyana xwe de dikin.

Dibe ku sazûman îro zimanê me nahesîbîne û qedexe kiriye, neheqiyê li me dike. Rast e;  lê em çi dikin? Hênceta  me amade ye û  li ser lêvên me ye û em hima dibêjin “ Dewleta me tune ye û em bin destin” ma yên bindest be divê li malê bi malbata xwe re bi zimanê biyanî qise bike, ma esker û polîs hatine ço dane ser me  û dibêjin  “bi zimanê xwe yê zikmakî qise neke? “

Bi vî awayî em mala xwe xera dikin. Em bi xwe, xwe bi xwe, bi destê xwe li malbat û gelê xwe zilma mezin dikin û zarokên xwe ber bi zimanê xerîb ve dimeşînin, zimanê xwe yê qedîm wenda dikin. Em sûcê mezin bi xwe dikin û em  kirinên xwe nabînin

Divê em  zû hîşyar bibin û dev ji vê şaşitiya xwe ya mezin berdin dest bi jiyana  xwe ya Kurdî bikin li her derê û li her şaxê bi kurdî qise bikin û bijîn…

Wateya pîrozkirina zimanê zikmakî  hîşyarî ye û li zimanê xwe xwedîderketine;  xwedîtî jî xwendin e û axaftin e û divê armanca me jiyananeke kurdî be.

Roja Zimanê Zikmakî li min û li we pîroz be!

Paşa Amedî

www.candname.com

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply