Çima Kurd Bi Zimanê Serdestan Dinivîsin?

Me di salên nodî de li Swêdê minaqeşeya nivîskarên kokkurd ku bi kurdî nanivîsîn, lê bi zimanê dewletên dagirker (wekî tirkî, arebî, farisî) û herweha bi zimanên din (wekî rusî, almanî, fransî, swêdî, îngilîzî) dinivîsin nivîskarên kurdin yan na? dikir.

Di kovara “Helwest” û kovara “Nûdem”ê de gelek nivîsên derbarê vê mijarê de hatin weşandin. Dîtina herdu kovaran jî ev bû ku; kesên bi eslê xwe kurdin lê bi tirkî, arebî, farisî û zimanên din dinivîsîn nivîskarên kurd nînin û berhemên wan jî aîdê edebiyata kurdî nîn e.

Niha kovara “Dîwar” mijareke girîng wek dosya pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Mijara ku sernavê wê “Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin?” mijareke girîng e. (ji bo ku li dawî pirs heye divê sernav “Çima kurd bi zimanê serdestan dinivîsîn?” bana.)

Kovara “Dîwar” bi van pirsan ” li bakur, başur, rojhilat, rojava û li welatên din…çima kurd ji zimanê xwe dûr, bi zimanê serdestan dinivîsin? Sedemên vê yekê, rastiya vê çi ye? Nivîskarên kurd di vî warî de çi difikirin?” dest bi lêpirsînê dike û bersîvên 13 nivîskaran diweşîne.

Dîtina kovara ‘Dîwar’ eve ku; kovar rexne li wan kesên ku bi zimanê serdestan dinivîsin digre. Rexneyên kovarê rastin, di cîde ne, rexneyên bi heq in. Edîtorê kovarê dibêje “Ji hêlekê ve, ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa di têkoşîneke bê navber de ne. Ji hêla din ve jî, heta dawî heyranên zimanê serdestên xwe ne û bi wî zimanî dinivîsin û dixwînin û wî, bi serbilindî û bi keyfxweşiyeke mezin, li şûna zimanê xwe bikartînin.” Belê, wisane..ha ji we re mînaka Yavûz Ekîncî û Sûzan Samancî.

Di dosyayê de nivîskarên kurd, romannivîser Îlhamî Sîdar, Yaqob Tilermenî, Perwîz Cîhanî û neh nivîskarên din dîtin û ramanên xwe pêşkêş kirine. Di nav van nivîskaran de nivîskarê kokkurd ku hertim bi tirkî dinivîse Yavûz Ekîncî jî heye. Di nav wan 13 nivîskaran de romannivîser Îlhamî Sîdar berê bi tirkî dinivîsand, lê paşî bi tercîheke birûmet, bi helwesteke rasteqîn biryara xwe da û dest bi nivîsîna kurdî kir û bi kurdî berhemên hêja afirand.

Nivîskarê kurd Îlhamî Sîdar di nivîsa xwe ya bi sernavê “Zimanekî Jêkirî” de bi berferehî sedemên ku çima nivîskarên gelên bindest û herweha nivîskarên kokkurd bi zimanên serdestan nivîsîne  dinirxîne, analîz dike. Xwezî hemû nivîskarên kokkurd Îlhamî Sîdar ji xwe re bikira mînak. Îlhamî Sîdar mînakeke hêjaye ku li edebiyata kurdî vegeriyaye, bûye kedkarekî romana kurdî û wî bî berhemên xwe ên hêja edebiyata kurdî dewlemend kiriye.

Nivîskarê kokkurd Yavuz Ekîncî hêj jî bi tirkî dinivîse. Dîtina ku ji bo sedemên tirkînivîsê pêşkêş kiriye nedicîdeye, neraste. Bi Yavuz Ekîncî re tirkî hevpeyvîn hatiye çêkirin, ango wî bi tirkî bersîv daye (digel ku bi kurdî zane jî) û kovara “Dîwar” wergerandiye kurdî. Yavûz Ekîncî li gor xwe dîtinên nerast rave dike. Argumentên wî nedi cîde ne, nerastin. Mînaka bîrêz Îlhamî Sîdar li holê ye û ev mînak bi serê xwe dîtînên Yavûz Ekîncî û argumentên wî puç dike.

Romannivîserê kurd Yaqob Tilermenî jî di gotara xwe de derbarê mijarê de dîtin û ramanên baş û rast rave dike. Wî di nirxandina xwe de rastiyan aniye zimên. Nivîskarê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Perwîz Cîhanî jî dibêje ” Li rojhilatê Kurdistanê jî wekî dîtir parçeyên Kurdistanê gelek kesên navdarên kurd hene, ku bi zimanê farisî nivîsîne û dinivîsin û xizmetên mezin ji fariszimanan re kirine.”

Di nav bersîvên nivîskaran de hinek dîtinên şaş û tewş jî hene. Ji bo nivîs dirêj nebe min behsa gotar û nirxandinên hemû nivîskaran nekir. Bila xwendevanên kurd kovarê bikirin û bibînin bê hemû nivîskaran çi gotine. Kovara “Dîwar” kovareke hêja ye, xwerû bi kurdî ye û her hejmarên wê hêjayê xwendinê ye.

Wek gotina dawî ez vê bibêjim; berhemeke edebî bi kîjan zimanî were nivîsîn aîdê edebiyata wî zimanî ye. Tu feydeyeke berhemên ku nivîskarên kokkurd bi zimanên din dinivîsin ji edebiyata kurdî re, ji çand û zimanê kurdî re tune. Nasnameya nivîskarekî bi kîjan zimanî dinivîse, ew e.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply