“Dil ji te hezkir, ziman jê eşkere kir”

 

Tê zanîn ku ev gotin, gotineke pêşiyên Kurdan e. Li gor min gotineke gelek kûr û biwate ye. Min di nivîseke xwe yê berî de jî anîbû zimên ku; zimên kilîda dilan e.

Evînî tiştekî pir cihê ye. Ji ber ku mirov di dilê xwe de tiştên ecêb hîs dike. Wekî germahiyek. Ev germahî roj bi roj dikele û dibe wateyekî bi taybet. Mirov dixwaze ku hestên xwe bîne zimên. Ez bi xwe wisa dibînim ku dilê ku evîn lê neketiye, wekî bedena bêrih e. Hestên evîndarî di jiyên de jî dibe tecrûbe. Mirov çi bixwaze, çi bike, çi nexweze, çi hîs bike herî bihêsan dikare bi zimanê xwe ve eşkere bike. Ji ber van hestan carinan mirov stranan distirê carinan jî helbestan dinivîse. Mînakên van di dîrok û çanda me de jî gelek in. Wekî Mem û Zîn, Occo û Nûrê, Xec û Siyabend…

Herwiha mirov carinan jî çavên xwe dike raveker. Bi nêrînên kûr ve. Rastî kesê ku evîndar nebûye zû bi zû nikare van gotin û hestan fêhmbike. Belê em dibêjin ku dil hezdike, zimên eşkere dike; lê li gor min tişteke pir girîng heye ku ev jî hestên bi zimên re nayê eşkere kirin. Ev tiştî herî bi xedar û zor e. Ji ber vê yekê ez dibêjim divê evîn ji her dilan bikeve û mirov bi wateyekî din ve jiyanê bibîne. 

Nivîskar: Ömer Özcan

www.candname.com

Derbar Ömer Özcan

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply