Bi xêra Mîr Celadet Bedirxan Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê Erê Mîro! Bi xêra serhildan Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin.. …
Sibat, 2016
-
19 Sibat
Tirkî Ji Bo Kurdan Jehr e
Girîngiya zimên li ser nasnameya neteweyî pirr tê gotin. Lê ne tenê wek kiras ku nasnameya we nîşan bide û biparêze, wekî din li ser nêrîna we ya dinyayê û li ser dinyaya we ya derûniyê çi rola zimên heye? Kurdeke ku bi Kurdî nizane û bi Tirkî dinyayê bişopîne û binase çi xeter jê re heye? Kurdeke ku Kurdî …
-
18 Sibat
Cejna zimanê dayikê û bakurê Kurdistanê
Êlih (Batman) wek mînak Wek ji navnîşanê diyar e ku girêdana di nav dê û zarokê de ew e; pira ku ziman têr derbasî mejî û hişê zarokê dibe, lewra bandora dê ya sereke yê di vê babetê de, ev tê wê wateyê ku berî her kesî giringe dê bi zimanê xwe yê netewî û resen biaxive. Li gor şopandina …
-
16 Sibat
Li ser pirsgirêka nivîs(kariy)a kurdî…
Pirs û pirsgirêkên nivîs(kariy)a kurd(î) heta hûn bibêjin zêde ne. Bi awayekî giştî çareseriya wan pirs û pirsgirêkan jî girêdayî çareseriya pirsgirêka kurd e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, herî hindik kurd bi awayekî fermî mafên xwe yên çandî bi temamî bi dest nexin dê pirsgirêka nivîs(kariy)a kurd(î) jî çareser nebe. Bi taybetî jî heta ku li Tirkiyeyê zimanê …
-
14 Sibat
Têkiliya Lêkerên KANÎN, KARÎN û ZANÎN
Çima ji dewsa ‘karîn’ê ‘kanîn’ê bi kar tînim? Di nav şîroveyên xwendekaran de ev pirs hatibû kirin; her weha piştî ku pirtûkên min hatin weşandin û di dema dersên Kurdî de jî gelek caran heman pirs ji min hatiye kirin. Çima ‘kanîn’ê bi kar tînim? Heta hinek kesan bikaranîna ‘kanîn’ê wek delîleke ji dewsa peyvên standard tercîhkirina peyvên herêmî dîtin …
-
10 Sibat
Şaristaniya Bin Avê: Heskîf
Hasan Kefy, Hîns Keyfa an jî Heskîf, yek ji navenda dîroka şaristaniya me û cihê îlm, çand û bazîrganiyê me ya herî girîng e. Dema mirov bi rewşa wê ya îro ve li vê bajarokê pîçûk dinhêre dibe ku rola xwe ya dîrokî ve bi me gelek ecêp were. Ne tenê Hesenkeyf, Samsat ( Sumeysat ), Besnî (Behisni ), Kahta, …
-
9 Sibat
Gelo ev “Kurdiya Akademîk” çi ye?
Li Amedê, li Navenda Çanda Cegerxwîn, ji terefî Komela Nivîskarên Kurd, bi moderatoriya İsmail Dindar li ser çîroka Kurdî panelek pêk hatibû. Ez ji wek xwendevanekî çîroka Kurdî beşdar bûbûm. Sê Bi rastî jî, gelek nivîskarên Kurd hene ku ez nivîsên wan bi koteka zorê di xwînim. Sebeb jî ev e: di nivîsên xwe de gelek peyvên ku li gora …
-
7 Sibat
Ensîklopediya Kurdî – Wîkîpediya
Teknolojjiya îro ku heye gelek xewnên ku pêkanîna wan ji bo miletekî bêdewlet hema hema nemumkin e dike rastî. Weke nimûne ensîklopediya bi kurdî ya Wîkîpediya.
-
6 Sibat
Rêgezên Hînbûn û Hînkirina Zimên
Me berê zimanê xwe di jîngeheke suriştî de bi awayekî suriştî werdigirt. Ji bo ku em zimanê xwe hîn bibin pêdiviya me bi pirtûk û mamosteyan tunebû. Dema ku em dihatin temenê xwendinê em diçûn dibistanên ku em bi zimanekî biyanî re rû bi rû diman. Di wê domanê de me gelek zilm û zordarî, pest û pêkutî didît. Di …
-
5 Sibat
Dengên Kurdî yên ku bê Nasname mane – 3
KÎ ÇI PÊŞNÎYAR KIRÎYE ? Alfabe bingeh û sazûmana zimanê nivîsandinê ye. Di sazkirina alfabê de rêzika herî girîng« pratîkî û fêmbarî » ye. Eger pêkan be deng ( fonem ) bi tîpek ( grafem ) bê dîyarkirin baştir e. Lê pêkan nebe deng bi du û ji duyan zêdetir tîpan tên nîşankirin. Her dengek bi tîpek bê dîyarkirin hêsanî û kêrhatîyê …