Zimanê me, zimanê me,
Tuyî erd û esmanê me,
Tuyî derd û dermanê me,
Şûrê destê şervanê me.
Zimanê ma.
Berfa serê Sîpanêyî,
Kûraya be’ra Wanêyî,
Hêrsa Firat û Diclêyî
Ruh û rêyî, şîrê dêyî,
Zimanê me.
Zimanê me bextê meyî,
Xemil û rih’al, rextê meyî,
Li nav neyar-nexweza da,
Dewlet, tac û textê meyî,
Zimanê me.
Zimanê me kela çiyanî,
Antêxê nav dewrananî,
Şewqa Şemsê meyî nûrîn,
Agir-alav û vûlkanî,
Zimanê me…
Tu ronaya çavê meyî,
Bîna li ber devê meyî,
Emê hebin, em namirin-
Heta tu li dinê heyî,
Zimanê me.
Zimanê me, zimanê me,
Tuyî erd û esmanê me,
Tuyî derd û dermanê me,
Çeka destê şervanê me,
Zimanê me…
Eskerê Boyik