Çîroka Vejîna Zimanê Îbranî – Nivîseke Hêja

Li Rusyayê xortekî bi navê Elyezer kurê Yehûda hebû. Elyezerê kurê Yehûda jî wek herkesî ev şere (Şerê Rus û Osmanî ya 1877 an) bi baldarî teqîb dikir û didît ku gelen mêtîngeh Sirbîstan, Bulgaristan û yên dî ji bindestîya dewletên zorî li wan dikir xilas dibûn û digehiştin azadiya xwe.

Yehûda li hember van rûdayînan li gelê xwe dinêrî û ji ber rewşa gelê wî di navdaye xemgîn dibû. Didît ku rewşa gelê wî ji ya milletên dî hemûya xirabtir bû. Cihû ne tenê bê dewletbûn her weha bê ziman jî bûn, bi zimanê gelên dî xeber didan.

Xortê cihû biryara xwe da û gote xwe : “Divê Cihû vegerin axa bab û kalên xwe, axa Kurên İsraîl û divê şibetî gelên dî zimanek Cihûya jî hebe û bi wî zimanî xeber biden. Ew ziman jî zimanê kalkên me yê İbrankî ye.”

Yehûda, zimanê xwe hînbû û 1878 li Parîs ê, wî bajarê mezin bû mêhvan.

Elyezerê kurê Yehûda bi Cihûyên li Parîsê kete tekiliyê. Milekî İbrankî hîndibû ji milekî jî fikr û ramanên millî bi cihûyan da empoze kirin. Hemnijadên wî li hember wî derdiketin û heta ke digotinê tu dînî. Lê belê Yehûda guh nedida wan, ji bo îdeala xwe ya mezin îradeyek bihêz bi tena serê xwe xebatên xwe didomand. Ewî li ser xwe ferz kiribû gelê xwe yê bê ziman dê anîba rewşa gelekî, xwedan ziman.

Yehûda zimanê xwe İbrankî hîn bi bû. Niha divîya hînbûna gelê xwe jî dabîn kiriba (temîn kiriba). Ji bo wî tovî lê birêjîne muhtacê zevîyekê bû. Sala 1881 ê Elyezer bi qîza mamosteyê xwe ra zewicî û berê xwe da Filîstînê. Bi wî awayî firsenda bingeha saziyek nû avêtinê bi dest xistibû. Zarok dê pey wî ketiban. Yehûda di rewingiya keştiyêda jina xwe hîmî İbrankî dikir û heta gehiştin Filîstînê jina wî jî hinekî İbrankî hîn bû.

Dema gehiştin axa bab û kalan Yehûda gote jina xwe emê ji nehe wê ve bi İbrankî xeber bidin. Jina wî İbrankî kêm dizanî û li hember vê biryarê derket, lê Yehûda hêdî biryara xwe dabû. Zarokên Yehûda heta dema xamatî bûnê ji bilî İbrankî çi ziman nedizanîn û di nav gel de bêziman dihatin dîtin. Lêbelê di nav vê ‘bê zimaniyê’ Cihû di nav gelên dî bûn xwedî zimanekî malê wan bi xwe.

Yêhuda û malbata wî di nav fekîriyê da dijîn. Lê belê ew ne xema wan bû. Ji bo fikrên mezin fidakariyên mezin hewce bûn. Ji ber kû gel yek gavê da fikrên mezin nedipejirandin. Yehûda nanê tirsî dixwar lê dema didît malbata wî bi İbrankî xeber didin xwe mirovê herî bextewar yê dinyayê didît.

Herî dawiyê Yehûda destpêkir û bi İbrankî rojnameyek derxist û bo xwe xwendavan jî dît. Destpêkir hêdî hêdî hinde dibistanên Cihûyan dersên bi İbrankî da.

Ji aliyê din Yehûda, bo gelê xwe ferhengek amade dikir, gele bêjeyên kevn didît û bi kar tîna. İbrankî di nav Cihûyan de belav dibû. Sala 1922 ê bi pêşengiya Elyezerê kurê Yehûda zimanekî ku 30-40 sal berê mirî hêdî hatibû rewşek wusa ku bi bû zimanê milletekî. Ev zimane îro li Filîstînê li gel Erebî û Îngilîzî hem bû zimanek fermî, hem jî bû zimanê dewlet û hikumetê.

NÎŞE: Ev çîroke bi armanca ders hilgirtinê ji bo birayên min yên ku zimanê xwe hînnabin û bikarnaynin hatiye parvekirin. Kerema xwe em li vir di çarçoveya pirsgirêka İsraîl-Filîstînê da nîqaşê nekin.

Mîr Celadet Elî Bedirxan

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply