Ziman Çand û Pêşeroj

Xwezî her welatparêzekê Kurdistanê, an jî her Kurdek ji bo xebat û kedan, welat û gelê xwe çi barê li ser mila, bo vî xebat bikira, em jî hewce nemabûna me bi vî nivîsî… binivîsanda!
Gelê xwişk û birayên Kurdistanê ;
Ezê bi vî nivîsê ne bi gotinên dirêj, tayibêtî bi hewcedariyên me ji bo xebata ziman, çand û xebatên bi zanistî, bo pêşerojî ezê ji were bêjim…
Kurdistan bi axa xwe ya di bin dagirkirî da… ji xeyna kuştin û qelandina bi fîzîkî, tayibet bi pergalên dagirkeran jî, di bin êrişa asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê da ye. Li hember vî xebatên ji bo ziman û çandê yên stratejîk hewce ne. Tenê xebatên komele, sazî, weşangerî têrê nake.
Bi fikira min îro ji bo parastina axa Kurd û Kurdistanê çawa him gerîla him pêşmerge hw… çekdarên Kurd bi dilê xwe, xwe ji bo gelê xwe feda dikin, ked û berdilê didin, divê lêkolîner, nivîskar, hunermend û rewşenbîrekê Kurd jî wekê çekdarekê Kurd ji bo gelê xwe û nasnameya xwe û bi xebatên baş, xebatên bi ked, tûrik tejî û tayibet bi xebatên xizmet bide, ji bo çand û dîroka cîhanî bi van helwestan berê xwe bide xebatan û bixebite.
– Divê partî, tevger û rêxistinên Kurdistanê bi kar û xebatên sîyasî û dîplomasî di nav van xebatan da pirsiyar û alîkar bin.
– Divê dewlemendên Kurdistanê tayibet karsaz û karmendên Kurd alîkariya madî û hewce be bipirêzeyên (proje) bazîrganî xwe bêxin bin vê barê li ser milan…
– Divê gel û herkesekê Kurd ên hindik rojê yek gotin hîn be û hevalekê xwe an jî kurdekê hîn ke. Bixwîne, binivîse û baxîve…

Ku ez şaş bim hûn, rê û rêbazên rast nîşa min bikin. Ji xeyna fikir û gotinên min bi rastî nizanim, gelo ti “ Kurd li heyîvê dijîn ? “ em gazî wan bikin ca ku bên biparêzin ziman û çanda me ya kevnar ?


Berwar Berwarî

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply