CEMIDÎM DAYÊ

Dîsa rojek bi hestên xemsarî

Ser min de derê tirsê vegirtiye.

Kulîlkên berfê lez û bez tên xwarê,

Rûyê xwezayî dîl girtiye dayê.

 

Nalîna dengan tê ji binê berfê.

Kes nagêhêje alîkariya bêkesan.

Peyvên wan bê nav in,

Bangê me yê mirinê zû tê bihîstinê dayê.

 

Bedena me perçe perçe kirin

Gulê teyarê reşandin serme dayê.

Xûwîna me rûyê berfê guherand,

Dewsa rengê sipî bûye sor dayê.

 

Hewa sar de bê belîf û doşeg,

Dewsa lehîfa ji hiriya miyan de,

Laylonê li me pêçandin û serê

Me danîn ser gilokê berfê dayê.

 

Ez delalê ber dilê te bûm dayê.

Rengê te wekî rengê xweza yê.

Xemla te xweş e dişibe rengê xewzay

Çavên te yek roj e yek hîv e dayê.

 

Axaftina te germ e kelecan e,

Nêrînê te ronahiya gerdûnî ye.

Porê te her tayekî dara fêkiyê

Bîhuşt e û xelata Xweda ye dayê.

 

Dev û lêvê tey bi ken, celba

Bedewiya tevahî cîhanê ye.

Awirên te dilê min ricif pêxist,

Aqilê serê min dîl girt qefilîm dayê.

 

Daxwez dikim ji hêza Xweda,

Bibî melhema birînê bedena,
Bibî rêheval û sebra ber dila.

Çiqas bidim pesnê te kêm e dayê.

 

Tu êdî min navînî bi çavê zindî.

Guman neke piştkûrî ji vî xortî.

Bedena me gulebaran kirin îşev.

Ferman kirin ji paytexta Enqerê dayê.

 

Behçet Ateş

26-12-2021

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *