Felên Tiyarê (Çel – Hekar) – II

Beri em dest bi berdewamiya nivîsa xwe ya bi nave bikîn, nave Fele ji rastiya cotkariyê hatiye ku bi zimanê Semitîk FELAHÎ yanî cotkarî ye. Felên Kurdistanê wek netew binyat Asur û Babilin. Bi hezaran salane li ser xaka Kurdistanê li gel Kurdan bi hev re  dijîn. Li Kurdistanê herî devera ku şîn û warên Mesihiyan lê hene Devera Hekar û Behdînane. Navenda Feleyên Navîna Kurdistanê Tîyarê ye ya ser bi Qeza Çela Hekarê ve ye. Li Gorî hin vekolînan di sedsala dawî de, hejmara Feleyên Geliyê Zêpara (Geliyê Zê) ji 50 Hezarî zêdetir bûne. Di serdama desthilata Asuran de heta niha li ser vê xakê bi cîh bûne û li gel Gelê Kurd bi hev re jîyane. Di serdema Bizansiyan de, Mesebê Nasturî harikariyek baş bi armancên sîyasî ji Farsan wergirtine ku wek mesebek Xirsitiyanî pêşket. Yanî Farsan di serdema Bîzansiyan de, mesebek Xirîstiyanan rakêşa gel xwe û piştgirî dayê û dubendi di navbera mesihiyan de bi hêztir kir ku felsefeya Nasturyus wek pêlekê (ayinek rojhilaya navîn ya mesîhî) pêşket )

Nastûrîtî Çi ye? Kîngê Xwe Gihand Kurdistanê Devera Hekarê?

Nastûrîtî, di destpêka sedsala V’emîn de, bi felsefe û bi gotarên “Îsa ne Xweda ye, lê taybetmendiyên xwedayî yên Îsa hene”[1] derket hole û wek mezhebeke Xirîstiyaniyê derket pêş.

Sazûmankarê mezheba Nastûrîtiyê Nastûrîûs, demeke dirêj li Entakyayê keşetî kir û paşê li Stenbolê bû serokê dêra giştî ya Bîzansiyan. Piştî demekê munaqeşeyên wek “Meyrem çawa dê Xwedayekî bine cîhanê”, ev ne rast e. Lê “Meyrem dikare mirovekî ku nêzî Xweda be” bîne cîhanê.” Piştî van hizrên wî ku li dijî xwedabûna Îsa derket, ji layanê Konsula Efesê ve ji bo çolên Lîbyayê hat koçberkirin ango sirgûnkirin.

Felsefeya Nastûrîûs piştî mirina wî ji layanê Theodoros ve hatibûn parastin. Ev hizir hatin parastin û ber bi Deşta Harranê (Ruha), dorên Çemên Zêya Mezin û bi giştî geliyê her du Zêyan ve belav bûn û bi cih bûn. Desthilata Sasaniyan piştgirî da vê felsefeyê. Bi armanca dijberiya Bîzansiyan, destek kir. Yanî Nastûrîtî, bû nêrîn, felsefe û li Rojhilata Navîn bi tesîr bû. Nastûrîtî, wek mezhebeke serbixwe di salên 424’ên piştî zayînê de, ji patrîkiya navendî ku Entakya bû, cuda bû û hemû pêwendiyên xwe ji Dêra Bîzansiyan qut kir. Katolîkos, wek serokê xwe yê ruhanî helbijartin. Di salên 400’î de yekem dêra xwe ya mezhebî li Nîzîpê saz kirin. Bi taybetî di qutbûnê de, rola Sasaniyan gelek bû. Sasaniyan, derfet dan Nastûriyan ku li Kurdistanê felsefeya xwe bi pêş bixin û heta Asyaya Navîn, Çîn, Hindistan, Pakistanê layengir û bawermendan jib o xwe peyda bikin. Bi taybetî dêrên Hekarê, Geliyê Tiyarê, Amêdî, Çelê, di sedsala 4’emîn û 5’emîn de, hatine avakirin. Lê avakirina van dêran jî bi piranî li cihên perestgehên beriya Xirîstiyaniyê pêk hatiye. Meseleya piraniya van deveran, perestgehên Mîtrayî lê hene. Heta hin dêr di şûna perestgehên Mîtrayiyan de hatine avakirin. Dêr (mezhebê Nastûrîtî) jixwe perestgeheke ku navê xwe û xwezayiya xwe ji têgihîştina Rojhilata Navîn digire. Dêrên li Behdînan û Hekarê, bi taybetî li nêzî perestgehên Mîtrayiyan, yan jî, li ser perestgehên Mîtrayiyan hatine avakirin. Bi kurdî ji wan perestgehên Mîtrayiyan re dibêjin “Newisk”. Ev Newisk hema hema li nêzî her dêreke devera Behdînan û Hekarê jî, mirov dikare bibîne.

j- Dêrên Çelê

bi taybetî devera Çelê yêk ji wan deverên Kurdistanê ye ku hejmareke pir dêr lê hatine saz kirin e. Li gorî vekolîna me navê van dêran ên orjînal li Vatikanê jî hene. Lê ji ber ku derfetên vekolîna di cih de me nebû, bes navên gundan me eşkere kirine da ku paşê vekolîn li ser bên kirin. Dêrên navdar ên devera Çelê yên Nastûriyan mirov dikare wiha rêz bike:

  • Dêra Aşûtê
  • Dêra Çelê
  • Dêra Gêmanê
  • Dêra Bêşûkê
  • Dêra Nizarê Tixûbê
  • Dêra Stûna Mêzixtey
  • Dêra Bê
  • Dêra Tiyarê
  • Dêra Bêrewlê
  • Dêra Mirganiş
  • Dêra Gundê Dêrê
  • Dêra Rintkê
  • Dêra Gise
  • Dêra Bêyîcê
  • Dêra Bêlata Jor
  • Dêra Guzereş
  • Dêra Hêşetê
  • Dêra Tixûba Berojî
  • Dêra Guzereş
  • Dêra Bilêcan
  • Dêra Marûfan
  • Dêra Tiyarê– II
  • Dêra Tiyarê – III
  • Dêra Sîvsîdan
  • Dêra Gise
  • Dêra Mêrganê
  • Dêra Zawita Ser Gêmanê
  • Dêra Serê Spî
  • Dêra Kelêtan
  • Dêra Îde

(Nîşe: Her yek ji van dêran navên xwe yên ayînî û Feleyanî hene. Lê mixabin navên wan yên Feleyanî bi destê me neketin. Ji ber vê yekê navên gundên îro me nivîsand da ku bi sanahî bên peydakirin.)

Dêr jixwe navê perestgehên dema Sumaran e. Adur – adir û dêr yanî bi Sumerî “adur”, Zerdeştî “Adir – Adare[2]” û Xirîstiyanî “Dêr”. Yanî bi van navan derbasbûna serdemên çandên bi tesîr yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dibîne. Di van geliyên kûr, çiyayên bilind, deşt û zozanan de, mirov rastî dêrên gelek kevn tê ku îro xerabe ne. Geliyê Zê, Geliyê Tiyarê, Tixûbê, navenda Çelê, Semedar devera Oremarê yanî ji Bêşebab, heta devera Berwarî Bala, Nêrwe, ji bakurê Çelê devera Colemêrgê heta xwe digihîne Amêdiyê, em dikarin wek “Sêkoça Dêran” bi nav bikîn. Eger îstatîstîkeke berfireh bête kirin, di cih de rast û durist bête vekolandin, dê bê dîtin ku ev dêr çiqas berhemên pîroz ên avakirin, avdankirin û pêzanînên zanistî dê aşkere bike. Her wiha li deverên herî berz û pîroz ên Çelê mirov rastî dêran tê ku çi pêzanîn û vekolîn li ser Cihên ayînan ango perestgehan, hebûneke ku rengekî dide civakê ye. Cihên kombûn, hevnasîn, siyaset, perwerdehî, hevkarî û pêzanînên civakî ne. Ji ber vê rewşa wê ya taybet, mirov dikare gelek pêzanînên baş yên dîrokî û zanistî, jê derbixe û mifayê jê werbigire. Dema ku mirov rastî van xerabeyan tê mirov axînekê dikêşe û dibêje:

“Xwezî ev dêr, qube, şûn û war, ev kele, pir, şato û birc, îro li ser xwe bûna, ava û di xizmeta civakê de bûna. Civak jî, bi deng û rengên xwe yên cuda, di nav aştî, biratî û xweşiyê de, dûr ji nirxê koledariyê bijiya.”

g- Hatina Mîsyonerên Îngilîz û Pêwendiyên Li Gel Nastûriyan

Piştî qelsbûna desthilatdariya Osmaniyan, dewletên rojava mîsyonerên xwe rê kirin Rojhilata Navîn û Kurdistanê. Dagirkeriya welatên rojava, di encama hizra netewperestiya rojava de dest pê kir. Di heman demê de bû ku hizra pêşxistin û avakirina dewletên netewî derket holê. Bi taybetî di sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de, dagirkeriya rojava, wek berîkaneyekê lê hatibû, ka dê kî pitir welatên rojhilat dagir bike û bixe bin kontrola xwe. Fransiyan layanê bakurê Afrîkayê heta rojavayê Kurdistanê, Îngilîzan welatên Afrîkayê, Hindê, Pakistanê û heta welatên Ereban û başûrê Kurdistanê destê xwe yê dagirkeriyê dirêj kiribûn. Bi taybetî ev qelsbûna Osmaniyan jî, fersendeke mezin da welatên rojava ku destpêkê Mîsyonerên xwe rê bikin û ji bo dagirkirinê bingehan amade bikin. Di rewşeke wiha de, du hêzên dagirker dikevin nava berîkana şer û pevçûnan. Bloka Îslamî di bin kontrola Osmaniyan de bû ya din jî bloka rojava, di bin serkêşiya Îngilîz û Fransiyan de bû.

  • Osmaniyan sîwana Îslamê bi kar dianî
  • Rojava (Îngilîz û Fransî) sîwana Xirîstiyaniyê bi kar dianî ,

Gelo tesîra van her du desthilatdarên dagirker li ser welatê me Kurdistanê çawa rûda? Di destpêka sedsala 18’emîn de, mîsyonerên rojavayî li Kurdistanê di nav mesihiyan de dest bi vekolînan kirin. Bi destpêkirina dagirkirina Îraqê re, Îngilîzan mîsyoner û generalên xwe yên leşkerî, bo vekolîn û pêzanînan rê dikirin gund û bajarên Kurdistanê û rewşa civakê dişopandin û Mesihî li dijî Bisilmanan birêxistin dikirin. Ji bo vê yekê jî gelek soz û peyman didan Mesîhiyan ku ew dê hemû mafên wan biparêzin û wan bikin desthilatdar. Bi taybetî karteke girîng di destê dagirkerên rojava de hebû ew jî, karta civaka Nastûrî ya devara Hekar û Behdînanê bû. Ev kart li dijî desthilatdariya Osmaniyan û civakên ku di bin tesîra Osmaniyan de bûn û Bisilman bûn, baş bi kar dianîn. Desthilatdariya Osmaniyan jî, ji ber ku li ber mirinê bû, nedikarî kontrolê li ser civakê bike, eger kontrolek hebûya jî, ji stendina baca zêde, zordarî û zilmê pê ve, tiştek nebû. Ji ber vê helwesta Osmaniyan, kurd jî hem ji Osmaniyan nerazî bûn, hem jî li hemberî pêwendiyên dagirkerên rojava bi civaka Mesihî re, di nav gumanê de bûn. Yanî dagirkerên rojavayî, bi piranî ji fitne û fesadiyê pêve diştek nedikirin. Civakên Bisilman dikirin dijminê Mesîhiyan, Mesîhî û Bisilman jî dikirin dijminê Êzdiyan. Di nav civakê de xwe wek remzên aştiyê nîşan didan. Ji layanekî din ve, Osmaniyan jî, mîr, beg û axayên kurdan, li dijî Mesîhiyan birêxistin dikirin. Yanî, civaka bê guneh, wek bira û xwecihên xak û niştimaniya xwe, kirin dijminê hev û din. Êdî, eger tu Mesîhî bûyayî te pişta xwe bi dagirkerên Îngilîz germ dikir û hêrîş dibir ser gundên Bisilmanan, eger Bisilman bûyayî, te pişta xwe bi desthilata Osmaniyan germ dikir hêrîş dibir ser Mesîhiyan. Lê eger tu Êzdî, Cihû û Îbrahîmî bûyayî, te ne li erdan xwedan heye û ne jî li esmanan, neçar î wek koleyê “Îngilîz û Osmanî” yan, bijî ango tu yê di tevkujiyan re derbas bibî. Ya hatibû kirin jî ev bû. Kuştin, wêrankirin, kolekirin û koçberî bûn. Di dawiya sedsala 18’emîn û destpêka sedsala 19’emîn dagirkerên rojavayî û tirkan li ser xaka Kurdistanê ev siyaseta qirêjî meşandin. Li gorî destnivîsên Surme Xanimê, Îngilîzan li rojavayê bajarê Urmiyê baregehek bo Nastûriyan vekiribûn û perwerdehiya leşkeri dikirin. Gelek serbaz, nûnerên Îngilîz û Rûsan di vê xebata perwerdehiyê de cih girtibûn. Li gorî destnivîsên Surme Xanim ê:

“Mar Samcun di mêjûya 03. 11. 1917’an de, di der barê rewşa sazî û bicihkirinên leşkerî de, li gel general Siminiof li Urmiyê hevdîtinek saz kir. Kont Kozmîn, ji bo fermandarê hêzên leşkerî yên Asûriyan hatin erkdarkirin. Di heman demê de mîsyonerên leşkerî yên Îngilîz serbaz Cracey, fermandar Offley Shore, tevlî xebata leşkerî bûn. Di heman kombûnê de, Patrîk, Konsolosê Amerîka, mîsyonerê leşkerî yê Amerîka Dr. Sheed û nûnerê Xaça Sor a Îranê jî amade bûn. Di vê xebatê de, Îngilîzan hevdîtinek li gel Simko Axa saz kirin. Ji bo ku devera di navbera Başkaleyê û Wanê di destê hêzên Simko de bû, Nastûriyan ev peyman li gorî berjewendiyên xwe didît. Di xebata li dijî Tirkan de, Simko jî, cih girt. Êdî mutefikek jî, ji bo Asûriyan ji kurdan çêbûbû. Êdî Asûrî amade bûn ku şer li dijî Tirkan bikin. Yêkîneyên me dest bi çalakiyan kirin. Lê Îranê peymanek veşartî li gel Tirkan saz kir û gav bi gav civaka Nastûrî ya Xoyê û derdorên din ên nav xaka Îranê bêzar kir û bi hêrîşên cur be cur, xwestin ji xaka xwe derbikevin.Bi tevî hewildanên konsolên Ewropiyan yên Tebrizê, Îranê hin “cinayetên hêzên Asûrî yên li deverê kirine” wek sedem nîşandan û ew li ser xaka İranê nemînin… Hêzên me bi xetereyeke mezin re rû bi rû bûn. Rûsan, bi hêzên din re şer dikirin, Îngilîzan harîkariya xwe birîbûn. Li çiyayên deverê befir bariyabû, Tirk di nav hêrîşeke berfireh de bûn. Bi ruhê cîhadê amadekariyên hêrîşê dihat kirin… Li Îranê li dijî hêzên me civakê rêpîvanên şermezarkirinê saz kirin. Bi piranî civaka Şîa bûn. Fermandeyê hêzên me, Kont Cozmîn bû. Li gel fermandeyên qehreman yên Rûs, Axa Petros, Malîk Xoşaba jî di amadebaşiyê de bûn. Di diruşmên wan de, bijî “Yekitiya Bisilmanan” “Kafir bila ji welatê me derkevin” diqîriyan… Şer derket û Bisilman şikestin û gav paş de avêtin û berpirsên wan hemû hatin girtin… Em gelek spasiya Împaratoriya Brîtanyayê dikin. Di her şer û pevçûnên li dijî dijminên me de li gel me bûn… Bi taybetî li devera Amêdiyê û heta Hekarê, yarmetiya hêzên me yên leşkerî jî kirin, di bin fermandariya Îngilîzan de li dijî Kurdan şer kirin ji bo me ev cihê şanaziyê bû. Di vî şerî de, kurê Malîk Smuyîl Danîel, Serokeşîrê Txûma û Aghajarê Urmiyeyî ji layanê Britanyayê ve hatin xelatkirin… Daxwaza me ew bû ku netewa me ne di bin desthilatdariya Tirkan de nebe, li ser xaka xwe ji Amêdiyê heta deşta Geverê, (Colemêrg, Cel) Şemdînan, di bin fermandariya Brîtanyayê de, bi şêwazeke azad û serbixwe bijî… Civaka me zerar û ziyaneke mezin ji şer dît. Pêçana birînan gelekî zehmet bû û me fêm nedikir. Wan tiştek dizanî “ew ên li dijî Îngilîzan şer dikirin li ser xaka me dijîn lê yên li gel Îngilîzan li dijî dijminên wan şer dikir, di sahrayan de li ber tavê dijîn. Li hemberî vê rastiyê pirsa “Çima wisa ye?” dipirsin û mafê wan e…[3]

Bi van rastiyan û pêşketinan ve diyar dibe, ka dewletên rojava û desthilata Osmaniyan, çawa li deverê hespên xwe bezandine û civak kirine dijminê hev û din. Bi taybetî, ji sala 1885’an heta sala 1921’ê, devera sêkoçka Kurdistanê meydana şeran bû. Di destpêka sazkirina artêşa Nastûriyan de, hêrîşên li ser Kurdên deverê zêde bûn. Bi taybetî di van hêrîşan de, gund û warên kurdan yekem hedef bûn. Li devera Hekar û Behdînanê tu gund nemabûn ku ji layanê Felan, Îngilîzan û Rûsan ve nehatibe şewitandin. Di pêşengiya van hêrîşan de, Rûsya, Ermenistan û Îngiltere hebûn. Ên li gel wan di nav hevkariyê de bûn, Nastûrî bûn. Bi şêwazeke xwezayî, hem ji layanê ayînî ve hem jî ji layanê dîrokî ve, xwediyê helwestên dijberî desthilata Tirkan bûne. Di pertûka Surme Xanimê de tê gotin: Tu caran civaka Nastûrî bac, leşker, nufis û agahiyên civakî nedabûn desthilata Osmaniyan. Ji ber vê yekê jî ji bo desthilata Osmaniyan her dem civaka Nastûrî cihê gumanê bû. Dema ku bi şêwazeke rasterast li gel Îngiltere û Rûsyayê cih girtin, rê vebû ku tevkujî, koçberkirin û derbederiyê li ser wan ferz bikin… Bi tevî hemû soz û peymanên Îngiltere û Rûsan ku dabûn Nastûriyan, bi cih neanîn û ew bi tenê hiştin…Wek gotina Surme Xanimê: Xelata hevkarî û şerê wan, bû koça sahrayên Îraqê. Lê rastiyek heye, şer her dem xerabkirin, wêrankirin û kul û azaran bi xwe re tîne. Di şerê li Rojhilata Navîn ê li navenda Kurdistanê de, ne tenê civaka Nastûrî, her wiha gund û warên Kurdan jî hatibûn wêrankirin û kurd jî di tevkujiyan re derbas bûbûn. Di heman demê de li deverê gelek goristan hene ku di encama hêrîşên Rûs, Îngilîz û Felan de pêk hatine. Piştî ku efendiyên cîhanê li gorî berjewendiyên xwe li hev kirin, peymana Lozanê saz kirin, eşkere bû ku bes civaka mazlûm zerarmend bûye… Ew jî civaka Kurd û Asûrî bûne. Ev civaka deverê beriya zayînê bi hezaran salan û heta niha, wek bira pêk ve jiyane. Lê bûn qurbanê berjewendiyên efendiyên dagirker ên cîhanê.

Dennis Dargul-www.basnews.com

[1] -Di Dîroka Mezopotamya de, Hekarî – İhsan Colemêrgî s. 126..128

[2]– Adir – Adare: Navê perestgeha Zerdeştiyan e. Adir jixwe bi zaravayê kirdkî (zazakî) tê maneya agir. Cihê Bilind ê ku mirî lê dişewitandin, jê re adare tê gotin. Îro ev kelepor nemaye, ew jî êdî miriyan binax dikin.

[3] – Ninovanın Yakarışı – Surme Hanım r. 82- 93

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply