Hafizeya Kolektîf a Malbatê û Olê

DESTPÊK

Ol û malbat du faktorên girîng in ku di teşekirina hafizeya civakî de rolên girîng dilîzin. Ol bi destnîşankirina nirx, bawerî û kevneşopiyên hevpar ên civakekê, bingeha hafizeya civakî ava dike. Nirx û baweriyên hevpar ên ku ji hêla olê ve têne peyda kirin, endamên civakê bi hev ve girêdide û ji wan re dibe alîkar ku hestek hevpar a nasnameyê pêş bixin. Di heman demê de ol bi çîrok û vegotinên li ser rabirdûyê beşdarî veguheztina bîranîna civakî dibe. Wek mînak, cejn û rîtûlên olî rê didin endamên civakê ku rabirdûya xwe ya hevpar bi bîr bînin û pîroz bikin.

Malbat faktorek din e ku di veguheztina bîra civakî de rolek girîng dilîze. Di nava malbatê de zarok li ser dîrok, kevneşopî û nirxên malbatê tên fêrkirin. Malbat di heman demê de ji endamên civakê re dibe alîkar ku hestek aîdiyetê û hestek nasnameya hevpar pêş bixin. Mînakî, çîrok û vegotinên ku ji mezinên malbatê têne bihîstin alîkariya zarokan dikin ku dîroka civaka xwe hîn bibin û bi bîr bînin.

Niha ez ê li ser beşên Malbat û Dîn a pirtûka Maurîce Halbwachs ya bi navê ‘Çarçoveyên Bîra Civakî’ ya ku min xwendiye şîrove bikim.

  1. Çarçoveya Jiyana Kolektîf û Bîranînê Malbatê

Wekî her tiştî hazifeyeke malbatî jî heye. Bîranînên malbatê, di mejîyê endamên malbatê de geş dibin. Herçiqas dûrî hev bin jî bîranînên xwe wek hev in. Dema ku em tevî malbatekê dibin (ku em çawa daxîlî wê malbatê dibin bila bibin, zewac hwd.) em xwe din av hafizeyeke hazir de dibînin. Dema ku em dizewicinem zanin ku em ê têkevin nav hîs û ramanên nû, pir dema zewacê şûnda tiştên ku em zarokên xwe hîn dikin (bê zanebûn be jî) em xwe jî wan tiştan dikin. Hîsên ku hafizeya me de hene, ên ku civakê wek pakêtekê li me barkirine. Hîsên me yên hemberî endamên malbatê ji hev cûna de. (Ap, xal, xaltî, met…) Di hinek civakan de (wek Romayê) bê zewacê jî kesên ku daxilî malbatê bibin wek endamên malbatê tên hez kirin û tên dîtin. (Kole û xizmetkar…)

Li Romayê bi navê ‘Patterfamîllas’ ango bavê malbatê hebû û di malbatê de li ser hertiştî bi bandor bû. Her malbatê de wek Romayîyan sirrên xwe yên taybet hene û din av xwe de bi hev re tên gotin, taybetî bi kuran re tên parvekirin ev ji bo malbatê hafizeyeke. Hinek bîranîn jî tenê di nav endamê malbatên de hatine jîyîn, ev tişt ji bo wê malbatê dibin bîranîn. Dema ku em paşeroja xwe de ‘sehneyekê’ dibêjin em di nav wan sehneyê ji hev cihê cihê wek tiştekî wek hev/hevpar dibêjin ‘nav guherandina de yek sehneyî’ ew tişt ji bo me dibe hafizeyek.

 

  1. Xwezaya Taybet a Hîsên Malbatê

Em tiştên ku dizanin herî pêşîyê ji malbat û merivên xwe hîn dibin. Dema ku em tiştekî difikirin li gor hafize/bîranînên eqrebeyên xwe bi bîr tînin, Mînak; cihekî, rêwîtîyekê.. Wekî Romayê li cem me jî erd an jî xanî/mal cihekî pîroze û nê firotan an jî nêguherandin. Ew pîrozîya gelo li ku tê? Di nav gundîyan de hafizeyeke erd û mirovan de têkîlîyeke xurt heye. Di nav malbatan de hinek pîrozîyên olî hene ew tişt jî bo malbatê hafizeyeke. Romayê ‘manes’ giyanê (ruh) ew kesê mirîye û ew giyana aîdî wê malbatê ye, pîroz e. Di nav endamên malbatê de demekê şûnda ez û em tev lî hev dibe, minak; ev mal a min e ev ajal ên me ne (takekesî û kolektîfbûn dikeve nav hev)

Halbwachs dibêje, li hemberî sedemên cuda heman bertek were dayîn wê demê ew malbata xwedîyê hafizeyeke kolektîf e. Her çiqas di navbera endamên malbatê de bawerî û aborîyên cuda hebin jî bi fikra malbatê xwe nêzî hev dikin. (wek fikra eşîretbûnê)

 

  1. PêwendîyaXizman/Eqrebe û Dîroka Malbatê de Navê Takekesan

Di nav endamên malbatê de pêwendî hîn zêde rehet in û yek dema jî dijwar in. Mînak, li Romayê bavan kanibûn zarokên xwe red bikiran. Di nav civakê de cih/pozisyona mirovan tê  guherandin wekî şagirt dibe usta, laîk dibe rahîb lê bav tu car pozîsyona xwe naguherîne, bira û zarok jî wek wiha ne. Di nav endamên malbatê de jî li hemberî hev li gor xwe hafizeyek heye.

Hafizeya malbatê de navê takekesan di mejîyê mirovan de fikran zindî dike, mînak, navî Yusuf jiyana peyxamber Yusuf tîne bîra mîrov. Nav, di nav malbatê de pozîsyona mirov diyar dike. Di hafizeya malbatê de derheqê kesekî de fîkr û raman li gor demê tên guherandin, lewra (ji ber ku) her ku dem tê guherandin di nav hinek bîranîyan de cudahî tên meydanê. Bîranîn navan zindî digre. Tu bimirî şunda ku bîranînên te hebin navê te jî didome û bîranînên te jî zindî dimînin. (Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî …) Çima em navê bapîr û dapîrên xwe zarokên xwe dikin ji bo ku ev hafize bidome.

 

  1. Avakirina Malbatên Nû: Malbat û Komên Din

Kefneşopîyên  her malbatê li gor taybetîyên xwe ne. Giyana her malbatê taybet e. Dema jin dizewice hafizeya/bîranînên  xwe yên berê gîşkîyan bîra nake li wan hinekan dibe di nav malbata ku nû beşdar bû ye û li wir bîranînên xwe didomîne.

Durkheim dibêje: ‘Zewac wek tabûla rasa ye û malbata nû li ser we lewheyeke nû avadike.’ Gelo ev rast e ?

Yekcara hinek malbat (jin û mêr) ji bo ku jiyaneke wek hev bijîn bîranînên xwe yên berê nafikirin,  ne ji bo ku birdikin tenê datînine cihekî dûr. Ji bo şer/çatişmeyan dûrbikevin wiha dikin. Piştî zewacê êdî hafizeyeke kesên nû di nav jin û mêr û malbata nû de çêdibe. Lê her ku dem diçe yan hafizeyeke orjînal ava dibe yan jî ku dapîr/bapîrên ku di nav malbatê de çalakbin hafizeyeke hevpar çêdibe. Dema jinek şûna zewacê here manastirê ji hafize/bîranînên malbatê tiştekî nabîne lewra (ji ber ku) du tiştên ji hev cuda ne, lê dema ku here cem malbateke nû  kane bîranînê xwe hindikbin jî vegûheze/neqil bike malbata nû. Mirov  dem dema di nav jiyanê de ye dem dema jî nav malbatê de ye, dem dema jî bi koma re dikeve pêwendîyan. Di nav her alîyan de kijan hêl serdest were li gor wê rêgez, nêrîn, pêwendî û fikrên me tên guherandin. Her malbat dema ku hafizeya xwe çêdike di dora xwe komên din jî sûd werdigre  û hafizeya xwe dewlemend dike.

 

HAFIZEYA KOLEKTÎF A DÎNÎ

  1. Dîn, di nav gelda bi rêya efsaneyan ji carekê nû de çêkirine; Qalintiyên(rêçên) bawerîyên berê di olên nû de nûva dijîn

Halbwachs, dibêje dîn bûyerên mezin ên ku hatine serî wî gelî/miletî (lehî, erdhêjî, şer hwd.) di nav xwe de dihewîne û ji nû ve xwe çêdike. Yunana klasîk de, dema ku mirov îlahên Olîspos dinêre/mêzedike dibîne ku mirovên arîstokrat û ên perwerde zêde bi ol, bawerî rîtûelan re mijûl nebûne, lê gelê bin hîn zêde li ser bawerî û rîtûelan sekinîne, anîne cih.

Pîgano jî dibêje;bawerî bi têkelîya /karişima kultên jor(ezman-uranîk) û jêr (binîerd-kîtonîk) hatine çêkirin. Kultên jor (Uranîk)) qencin, kultên jêr(binîerd) giyanên hebîs in. Armanca van kultên binerd (kîtonîk) dûrxistine. Ji bo vê dibêje du qatmanê fîkra olê heye.

Harrîson jî li ser bawerîyên Yunanan lêkolîn kirine, ev jî gihîştîye vê encamê ku; ‘Ola Yunan ji du tiştên ji hev cuda bi hev re dihewîne, yek ayînên başkirinê wek Uranîk(ezman) re têkîldar dike, a din jî ji bo xerabiyan dûrbikeve îlahên kîtonîk re têkîldar dike. Ayînên başkirinê de taybetîyên pozîtîf/erênî hene, lê yên ji bo binê erdê(kîtonîk) bi reşahî û bawerîyên batil ve tên girêdan. Ji bo van du mînakan dide ayînên Olîmpos (xemgînî heye), ên din jî ayînên Dîonysos (kêfxweşî) e.

Em yekdema dibînin ku carekê de bawerîyên berê ên ku em dibêjin ew mirine ji holê rabûne carekê din dibînî hatine vejandin, ev dibe ku bawerîyên nû ên berê tam nikabûne ji holê rakirine an jî bawerîyên nû yên kevin re mijûl nebûne û ên kevin carekê din derketine holê. Di nav hafizeya civakê de bawerîyên berê hindik zêde dimînin. Olên ku nû derdikevin wek Musewî, Îsewî an jî Îslam çiqas kultên berê yên ku kane bike malê xwe hebin wan bi baweriya xwe re dike yek û wan nav xwe de dihêlîne, mejîyekî nû lê navda yên ku şopên berê hene derdixe holê. Civak dema ku ewrimê derbas dike paşva diçe… Xiristanî ku xwe dewama Îbranî nîşan neda wek oleke nû nikabû derketa holê. (r.237)

  1. Dîn, wekî din bi kijan wateyê fehmkirina paşerojê ye? Ola Xiristîyanîyê, Çîleya Îsa, Civaka Xiristîyan a Îlkel, Kilîse(Dêr) û Jiyana Dinyayê, Zilamên Olê û Kesên Laîk

Dîn, paşerojê bi wateyeke din, bi şeklekî din, bi formeke nû careke din diwejîne. Dema ku em çanda xiristanîyê di ber çavan re derbas bikin em ê bibînin ku her demeke di jiyana Îsa da beşek e. Bûdîzm ji bo ku xwe dispêre ‘selametê’ tenê ji bo demekê nehatiye û wek kanûnên jiyanê di nav me de hene, Bûda mirovek e, miriye û gihîştiye nîrwanayê, niha li wir e. Di nav Bûdîzmê de li cem hêman/ûnsurên ehlaq hêmanên olî jî hene, lê dînekî ku li ser bîranînan hatiye avakirine. (r.241) Yê ku dervayî demê ehlaq e.Lê di xiristanîyê de ne wiha ye, Îsa hem avakarê dîn e him jî xwe Îlah e. Her tişt di dest wî de ye hîn dijî û li ser her tiştî hukmê xwe didome. Wahîyên (gotinên) Îsa carekê hatine gotin û neqedîyane hîn didomin û zêde dibin lê ji bo em van fehmbikin divê di hêla îlah werin ronîkirin. Dema ku xiristîyanî nû derket tiştên ku hebûn di hefizaya xwe de hîn zû kanibû vejiya û hefizeya xwe teze bû lê demekê şûnda di nav xwe de hafizeyeke olî derket û bîranîn kombûn bûyer li gor wê hafizeyê hatin şîrovekirin. Xiristanî tenê ne li gor wahîyan demê de felsefe, siyaset, ehlaq û hiqûqê jî sûdwergirt û formeke nû derxiste holê. Mînak, Xiristîyanekî ku nû dikeve ola Îsa ji bo ku ji hafizeyê dûr e, qasî yekî ku paşeroja xwe heye fehmnake, ango hafizeya paşerojê ji bo mijarê fehmbikî girîng e.

Halbwachs dibêje, dîn wek hefizeyê dişopînin û ji bo vê jî mînaka Mesîh didin. Rast e ku di hersê dînan û hinek dînên qels de jî ev bawerîya Mesîh heye. Dîsa di îbadetê Yahûdî û Xrîstîyanîyê de îbadet wek hev tê kirin, misilmantiyê de jî tiştên wek wan dînan hene. Em kanin bibêjin di bawerîya de kefneşopiyek heye û didome, kom dibe.

Ji bo îbadetên dîn jî hafizeyek heye û dema ku mirov wan îbadetan dike zêde ser nasekine ku civakê de çawa dîtibe wiha wan îbadetan dibe zêde serîyê xwe pê re naêşîne. Halbwachs ji bo mînakên xrîstîyanîyê dide.

  1. Kefneşopiya Dogmatîk a Kîlîseyê û Bizavên(Akim) Mîstîk

Kefneşopiyek dogmatîk heye û ev di dewra berê de heta niha çi mijar çawa hatiye şîrove kirin wan hîn baş zanin û divê li gor wan agahiyan were bawerkirin. Tiştekî jê zêdekirin ne rast e û ev tiştan kanin kesên ‘merivên olî(dîn adamlari)’ bikin. Ên mîstîk bawer dikin ku bi îlhaman kanin hinek tiştan biguherînin û şîrove bikin. Dogmatîzm, tiştên berê red nake li ser wan tiştên nû avadike û xwe dispêre dogmatîk an, lê mîstîk (di mislimanîyê de sofî) zêde hûr û kûr nafikirin dixwazin xwe hîn zêde bigihînin Xwedê. (Wek Îbnî Arabî dibêje ez Xweda me, wek ez Xwedê de wenda bûm). Ên dogmatîk diçin serdema serîyên xirîstanê lê yên mîstîk demê dijîn hertiştî tînin dema niha û her dem bi Îsa ra dijîn.

Mîstîsîzm xwe zêde ji dîn dûr naxe lê wek sofiyên me di nav de pir zêde xurafe û şîroveyên dûrî dîn hene. Mîstîk xwe bi kilîseyê temam dikin, xwe girêdayî kîlîseyê dibînin li ser hafizeya kîlêseyê dimeşin. Di nav mîstîkan de xwe birçîberdan û çîle/êş kişandin heye ev difikirin ku wiha xwe hîn zû û zêde nêzikî Îsa dikin, her çiqas xwe dûrî dogmatîkan bixin jî xwe ji dûrî dîn nabînin heta xwe dînê heqîqî dijîn hîsdikin. Mîstîk çima ji kîlîseyê dûr nênexistinlewra di nav kîlîseyê de rahîp û keşîşbûn, xwe dispêrîn kîlêseyê û ji xwe re alîgir didîtin. Wek di nav misilmantîyê de rewşa sofiyan wiha ye.

Doktorîna Dînî, hafizeya kolektîf a Kîlîseyê ye. Dema pêşîyê pêşketin û lêkolînên zanist û felsefeyê li ser kefneşopîyên Xiristiyanîyê teşe digirt. Xebatên ku dihatin kirin li gor hafizeya kîlêseyê dihatin kirin jê bo wê kes hember dernediket.

 

BI KURTASÎ/ENCAM

Divê em ayîn û bawerîyan ji hev cûda bigrin.  Ayîn li gor hinek rîtuelan tê kirin, rîtûel bêne guherandin û tim tên dubarekirin. Lê şîroveyên ayînan/rîtuelan cûda dibin. Dogma li gor van şîroveyan derdikeve. Dogma li ser fikra kolektîf ava dibe. Fikra teolojîk rastîyê de tim fikra olê di nûva ava dike. Kîlîse ji bo ku kolektîfe li ser fîkr û hestên mirovan ên kolektîf disekin. Mîstîk tenê ne li ser ayînan li ser hestên ku di hundirê mirovan de çêdibin jî disekin.

ÇAVKANÎ:

Halbwachs M., (2022), Hafizanin Toplumsal Çerçeweleri, Çapa 3yem, Enqere, Weşanxaneya Heretîk

Amedekar: Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply