Taybet

Ji bo hemû jinên kurd û dinyayê

bi van hingilan

min çend zik zarok xwedî kirin,

bi van destan

hesp av dan

min dan kutan

bi dehan bedl nivîn girêdan

lê xistin bi sedan tenûr nan

pê têrkirin şervan,

baran, stran…

ez “Taybet” im

biqasî ku defn nebim,

ez “Taybet” im

biqasî kulaşê min li kuçeyên Kurdistanê

wek peykerekî goştî bê çikilandin,

ez “Taybet” im

biqasî ku bi bêhna cendekê xwe,

hemû kûçikên bajêr ji ser hişê wan bibim

ez “Taybet” im

biqasî ku li Botan werim kuştin.

min biskin hene, hinne hinne

Lê Antîgone,

Antîgone!

gorreke nizm besî min e

qet ne xem e ku tune be

ez xwişka te me

min û birê xwe di yek gorrê de defn bike

min ne şîn e, ne yasîn e

min ne dua, ne azaye

lê pepûkê Antîgone

wan tu bi saxî binax kiribûyî

gorr ne heqê te,

heqê min e

Anahîta Anahîta!

li te rebenê Anahîta!

kulek ax Anahîta!

Ax axa te,

xesp kirine

ji bo mirinê jî bi dest nakeve

ez qîza te me

meraq neke

bi bêhna meytê xwe

ez ê biqedîm zîro û zexeliyên axa te

vezeliyame destê min di bin serê min de,

kuçe dirêj, şev dirêj, mirin dirêj e

ev çend şev in berf dibare

ez “Taybet” im

hêdî hêdî dinixuminne bi axa reş,

bi a spî defn dibim

ez “Taybet” im!

biqasî berfê taybet
biqasî Xwedê taybet
biqasî êşê taybet…

Rênas Jiyan

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply