Şêx Ehmedê Xeznayê[1]
1
Dîlberek min dî bi çeşman Şubhetê însane ew
Zulf li ser xalan bela bûn Her wekî reyhane ew
2
Zîne ya Şirîne yaxud Leyla a bintî ereb
Ya Zulyxa ya zemanî Yûsifê Kenane ew
3
Nûhe ya İdrîse ya Zerdûşte ya Dawude ust
Îsayê Meryeme yaxud Mûsayê İmrane ew
4
Rostemê Kurdî yaxud Heyderê Şêrê Xweda
Netuwane kes bi cengê bête der meydana ew
5
Der seher danî bi dest xwe şirîn camek zelal
Zemzeme ya Kewsere yaxud meya irfane ew
6
Mene Zîn camê vexwarim şerbeta qal û bela
Tûleê dergahê Ehmed koleê meyxane ew
7
Muxbeçan çiq kirme gotin bilhewa gît sen geber
Ez Cegerxwin bûm ji remza mubeçan putxane ew
[1] Ev qesîda Şêxmusê Hesarî di medhê Şêx Ehmedê Xeznayê da di Dîwana cani di pelê 444 ‘daye.
Şêxmusê Hesarî (Cegerxwîn)
Ji tîpên erebî :Sîpanî