Evîn jî delal jî Xweda ê

Gewek bû sipî bû 

Li Ser asîman bû
Difirî, azad bû
Evîn bû Delal bû

Ji ber işqe eş bû
Qelem nivisî bû
Qedere de cih bû
Ew ser asîmana bû

Ez bin erdê de bûm
Ew difirî difirî
Min le renî le renî
Xwe ticar ne denî;
Ser çiqe darekî
Gewek gelek delal bû
Navê we jî delal bû
Dilemin azad bû
Bi ruyê we êsîr bû
Hey gewe hey delale
Ditina te çi heycan bû
Tirsa dilemin de bû
Hem gotinê Xwedê bû
Hem ji tirsa Xwedê bû
Ew difirî çi delal difirî
Ez jê direvim ew difirî
Ticar winda ne di bû
Ez hâle tirs û eş de bûm
Rojek zehf zêde darî bû
Hedî eş bes bû edî bese
Canemin di got edî bese
Delal ê difirî we Roja darî
Aqil çû, Ez hedî pey bûm
Ev çi qederek reş bû
Sebir jere ne ma bû
Min qer kir li asîmana
Erd recifî asîman hejîya
Ewr bi temamî hilweşa
Ji hevî zerrek dilde nema
Dil dişewitî çare jî nema
Gewa delal hedî nefirî nafire
Xwe deynî ser çiqe dare
Hemd û senâ tev ji bû
Xaliqe erd û asîmano
Qelem nivisî qeder cih bû
Min jî gote Şikir ji Ellah re
Min nekir bela eraba de
Şikir ji Ellah re
Ew Xaliqe Rehman ê
Dil bi wî şa û firiya ê
Bê wî belengaz û xirabe
Evîn jî delal jî Xweda ê

 

Abdullah Aksu

Derbar Çand Name

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply