Yekbûna Govde

Ji bo ku weko nîvekî tu bi nîvekî din re bibê yek

dibê hemî pêjnên li dor te dihêwirin

Dê û bavên te

heval û hogirên te

civak û ola te

Giş hajî gava te hebin

Lê heya ku ew tev agahdar dibin

Û erê kirina hemiyan

Li ser rûpel û belgeyan têne komkirin

Tu ji dobareya lavên razîbûnê Sist dibê

Vîna laşê te Lawaz dibê

Zimanê xwastekê Lal dibê

Coş û amade bûna derûniya te

Bi ser de

Alava Hesitên te yên pîjokiyî jî

ji bendewariyê sar dibê

Û li dawiya xelekê

Wek ku çawa karwanên koçeran li dawiya buharê

ji zozanan bi dilekî sar dadıgerın

Wêneyên regezî jî

ji meydana Govdê te

bi êş û kuzûr

hêdî hêdî bardikin.

_____________________

Pîjokî: yanê regezî, siksî.

MAJÊD A MIHEMED

Etîket: Helbest, tekbûn, Wêje, yekbûn

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kurteya Romana ”Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle