Kurdîya Soranî li ser pergala Google Wergerê hat zêdekirin

Li ser Google Werger (Google Translate) a pergala wergerê ya Googleyê 24 zimanên nû hatin barkirin.

Di daxuyaniya Googleyê weşand da hat gotin ku li ser bernameya 10 jê ji Afrîkayê bi tevahî 24 zimanên nû li ser pergalê hatin zêdekirin.

Zimanên li ser bernameyê hatin barkirin ev in:

“Ashante’ya ku li Ganayê 11 milyon kes, Bambara’ya li Maliyê 14 milyon kes, Jaja’ya li Gana û Togoyê 7 milyon kes, Krîo’ya li Sîerra Leoneyê 4 milyon kes, Luganda’ya li Uganda û Rûandayê 20 milyon kes, Oromo’ya li Etiyopya û Kenyayê 37 milyon kes, Lîngala’ya li Komara Kongoyê, Angola, Sûdana Başûr û Komara Afrîkaya Navîn 45 milyon kes, Sepedî’ya li Afrîkaya Başûr 14 milyon kes, Tîgrînya’ya li Erître û

Etiyopyayê 8 milyon kes û Tsongo’ya li Esvatînî, Mozambîk, Afrîkaya Başûr û Zîmbabveyê ku 7 milyon kes pê diaxivîn” li bernameya wergerê ya Googleyê hatin zêdekirin.

Di nav zimanên li Google Wergerê hatin zêdekirin tevlî Soranîya zaraveya Kurdî 14 zimanên li Hindistan, Amerîkaya Latîn û Fîlîpînanê tên bikaranîn jî hene.

Li gor zimanên dawîn ên ser bernameyê hatin zêdekirin niha Google Translate bi 133 zimanan wergerê dike.

Çavkanî: aa

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply