Hunermend Rojda: Divê Em Çand û Zimanê Gelê Xwe Biparêzin

Hunermenda navdar Rojda dibêje parastina çand û zimanê Kurdî erkekî hunerî yê girîng e.

Rojda wê di 21’ê Nîsanê 2024’an de li Enqerê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bi konserteke taybet derkeve pêş guhdarên xwe.

Bêtirî salek e ku Rojda li herêma Kurdan, bajarên Tirkîyê û welatên Ewrupayê konsertan lidar dixîne û li van deran bi stiranên xwe li ser hezkerên xwe olan vedide. Lê ew di nav xebatên xwe de amadekarîyê dike ku li Amerîkayê jî konsertan bide.

Berî hatina Enqerê, Rojda derbarê xebat û bingeha hunera xwe bi Dengê Amerîka re axivî.

Ew dibêje ku di stiranên wê de du tişt ji hev pêkan nîne ku cihê bibe. Li gor Rojda, ev jî çand û ziman Kurdî ye.

Ew dide dîyarkirin ku heke ev herdu di nav muzîkê de bi awayekî estetîk werin hûnandin, wê gavê herdu dibin yek beden û di nav qada netewî de derdikevin qada navnetewî.

Rojda vê yekê wiha nîşan dide: “Rêya hunerê dûr û dirêj e. Ez hêza xwe ya herî mezin ji çand û zimanê xwe digirim û parastina wan jî ji bo xwe wek erkeke dibînim. Lê ya girîng ew e ku em vê çanda xwe derxînin asteke bilind û bigihînin cîhanê. Încax wê gavê ji bo çand û zimanê gelê me, em dikarin xizmeteke baş bikin.”

Rojda, 33 sal berê, di sala 1991’an de, di nav Koma Gulên Xerzan de bi awayekî profesnol derdet pêşberî guhdarên xwe.

Ev koma muzîkê di sala 1993’an de gava kar û barên xwe di bingeha Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de berdewam dike, êdî Rojda jî xebatên xwe di nav NÇM’yê de pêk tîne.

Ku albûma grubê ya yekemîn “Ji Bîr Nabin” yekser li ser guhdaran teqînekê vedide. Lê stiranên wê “Sonda Me” û “Helîmcan” ji bo Rojda dibe vegereke nû.

Dema 2006’an de ew ji Koma Gulên Xerzan vediqete, albûma “Sebra Min” êdî rengê wê bêtir nîşan dide. Dueta li gel strana Dengbêj Şakiro “Wey Dil”, “Stranên Bijartî”, albûmên “Hat”, “Kezî” û “Şahîyên Stranan” û her wekî din bi tevahî naveroka reng û dengê hûnera wê dîyar dike.

Rojda demeke dirêj e ku bajar bi bajar, welat bi welat digere û konsertan dide. Ew dibêje ku ew bi guhdarên xwe re dikevin nav coşekê û vê coşa ku digrin jî bi stiranên xwe vedigerînîn ser hezkerên xwe.

Rojda vê dualîteyê dema tîne ziman hestê xwe wiha dawî lê tîne:

“Ez li gelek bajar û welatan konsert didim. Lê a rastî dema derdikevim ser sahnê ez her car bi kelecanî me, ji bo ku coşa guhdarvanan li ser min bandor vedide. Lê ev bandor jî yekser di nav stranê min de vedigere ser wan. Ji bo hunermendekê ji vê baştir ti tiştek nîne.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku di dawîya vê meha Nîsanê de Rojda wê bi stiranên xwe yên nû derkeve pêşb hezkerên xwe.

Ev nivîs ji malpera dengeamerika.comê hatiye wergirtin.

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply