Rêveberê Kovara Nûbiharê: Heta pirtûk gihiştin Hewlêrê îmana me çikiya!

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê dest pê kir lê weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê ji beşdariyê bi gazin in.

16emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê îro dest pê kir.

Bi sedan dezgehên çap û weşanê ji dehan welatên cihanê beşdarî pêşangehê bûn.

Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê weşanxaneyên wekî Avesta, Sîtav û Nûbiharê beşdarî pêşangehê bûn.

Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk û Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn li ser hesabên xwe yên Xê behsa heman mijarê kir.

Suleyman Çevîk û Abdullah Keskîn herwiha ji Rûdawê re behsa zehmetiyên ku ew dikişînin kir.

“Heta pirtûk hatin îmana me çikiya”

Suleyman Çevîk wêneyên pirtûkên ku anîn Hewlêrê belav kir û got:

“Heta hevalan ev pakêt şandin îmana wan çikiya. Axir pirtûkên me gihiştine pêşengeha Hewlêrê.

Çiqas em diçin Başûr eynî zehmetî derdikevin. Îro zehmetî qediyan, teseliya me çûyina pirtûkan e!

Sibe li Hewlêrê pêşengeha kitêban vedibe û Nûbihar jî li pêşengehê standa xwe vedike.”

Suleyman Çevîk ji Rûdawê re da zanîn ku ew karekî kulturî dikin û qet qezenca wan a madî nabe.

“Em dibêjin welat welatê me ye”

Çevîk jî eşkere kir ku ew di şandina pirtûkan de gelek zehmetiyan dibînin tevî ku pereyan jî didin di deriyê sînorî de pirsgirêka derbaskirina pirtûkan heye û got:

“Em dibêjin welat welatê me ye û em beşdarî pêşangeha pirtûkan dibin.

Şandina pirtûkan, mayîna li wê derê, xwarin û vexwarin ew hemû li ser me giran disekinin.

Rêveberiya Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê ji bo her metre çargoşeyan 200 dolarî ji me dixwaze.

Bi rastî em mesrefa xwe qet dernaxin lê dilê me bi welatê me dimîne û em tên.

Qet nebe dikarin di mayîna li wê derê de ji me re bibin alîkar lê ew tişt nîne.

Ji bilî van ji ber ku sîstema kargoyê nîne vegerandina pirtûkan jî zehmet e.

Em çawa zehmetiyê dibînin pirtûkan tînin em heman zehmetiyan dibînin ku vegerînin jî.”

Abdullah Keskîn ji Rûdawê re diyar kiribû ku ew her cara ku beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê dibin rastî zehmetiyên dijwar tên.

Aydin Bayram-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply