Seîdê Nûrsî/Kurdî di sala 1923an de xîtabê Meclîsa Mebûsan kiriye

بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ

اِنَّ الصَّلاَةَ كَانَتْ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ كِتَابًا مَوْقُوتًا

يَا اَيُّهَا الْمَبْعُوثُونَ اِنَّكُمْ لَمَبْعُوثُونَ لِيَوْمٍ عَظِيمٍ

   Ey mucahîdînê Îslam! Ey ehlê hall wel aqd!2 Guhdariya çend şîret û deh gotinên evî feqîrî yên derheq meseleyekî de, ji we rica dikim.

   Ya ewil: Ev nîmeta îlahî ya evê zafera xarîqulade, şukrekî dixwaze; da ku dewam bike, zêde bibe. Yan na, nîmetê ku şukrê nebîne, ji dest diçe. Madem ku we bi alîkariya Xwedê, Quran ji êrîşa dijmin xelas kir, lazim e ku hûn ferzên wek nimêja ku emrê Quranê yê herî eşkere û herî qetî ye, bicîh bînin. Da ku feyz û bereketa wê, awha bi awakî xarîqe, li ser we, tewalî û berdewamdar be.

   Ya dudûyan: We, alema Îslamê dilşah û kêfxweş kir; muhebbet û eleqa wan, qezenc kir. Lêbelê dewama ewê muhebbet û eleqedariyê, bi cîhanîna şeaîrên Îslamiyetê, pêk tê. Zîra musluman, li ser navê Îslamiyetê, ji we hez dikin. 

 Ya sisêyan: We ji xazî û şuheda re ku di hukmê ewliyaullah de ne, qumandarî kir. Şanê yên wek we alî hîmmetan e ku bi pêkanîna emrên qetî yên Quranê, li alema din jî, qesta hevalbendiya ewê koma nûranî bikin. Eger na, hûn ku li vir qumandan bûn, dê li wir mecbûrê medetxwaziya nûra ji neferekî bin. Ev dunya denî û genî, bi hemû şan û şerefa xwe, metayekî wusa nîne ku însanên wekî we, têr û tatmîn bike û bibe armanc û xaye.

   Ya çaran: Cimaetên evî milletê Îslamê –her çiqas civatek bênimêj bimîne, fasiq be jî, dîsa– dixwazin ku yên li ser wan, dîndar bin. Hetta li hemû Kurdistanê, derheq hemû memûran de, tişta ku herî ewwil dipirsin, ev bû ye: “Gelo nimêj dike?” Ku nimêjkar be, emniyeteke bê qeyd û şert, pê dikin. Ger nimêj neke, çiqas jêhatî be jî, li bal wan, bi tomet û tawanbar e. Zemanekî li nav eşîrên Beytuşşebabê de, îsyan derketibû. Ez çûm, min pirsî: “Sebeb çî ye?” Gotin: “Qaymeqamê me, nimêj nedikir. Eraq vedixwar. Emê çawa ji bêdîn ên wusa re îtaetê bikin?” Ewên ku evê gotinê digotin jî, merivên bênimêj bûn; him jî eşqiya bûn.

   Ya pêncan: Hatina piraniya pêxemberan a li şerq û rojhilatê, derketina zehfê hukema û fîlozofan a ji xerb û rojava, îşareteke qedera ezelî ye: tişta ku dê rojhilatê rake ser piyan, dîn û qelb e; aqil û felsefe nîne. Madem we, rojhilat hişyar kir, cereyaneke li gor rastiya wê, bidinê. Wer ne be, xebata we dê roda here û heba bibe yan jî muweqqet û demî, sethî û ser re dimîne. 

   Ya şeşan: Îngilîzê leînê ku dijminê we û dijminê Îslamê ye, ji sistiya we ya di dîn de, pir îstifade kir û dike. Hetta dikarim bêjim ku tişta qasî Yûnan zirar da Îslamê, ew meriv in ku ji îhmala we ya di dîn de, îstifade kirin. Lazim e ku hûn li ser navê mesleheta Îslamê û selametiya millet, evê îhmalê, bizivirînin kar û emelê. Ma nayê xuyan ku Îttihadîyan, digel ewqas fedakarî û ezm û sebata wan a xarîqe û hetta di alîkî de, sebebên evê hişayariya Îslamê ya niha ne jî, ji bela ku di dîn de, hinekî sist û laûbalî bûn, ji milletê daxîlî û hundir, nefret û rûsarî dîtin. Muslimanên xaricî û der, ji ber ku îhmala wan a di dîn de nedîtin, hurmet nîşan danê.

   Ya heftan: Alema kufrê, digel ku bi hemû wasiteyên xwe ve, bi medeniyeta xwe, bi felsefeya xwe, bi fennên xwe, bi mîsyonerên xwe,

êrîşê alema Îslamê dike û ji demeke dirêj de ye ku maddeten xalib e; lê aliyê dînî de bi serneket û xalibiyet bi dest nexist. Û her wuha, di serdemeke wuha de ku firqeyên batilên alema Îslamê jî ku her yeke wê di hundir de, wek kêmayetiyên marjînal ên muzir, mehkûm man e û Îslamiyetê, salabet û berxwedarîya xwe, bi sunnet û cemaetê muhefeze dike, cereyan û zîhniyeteke laûbaliyane û bîdakarane ku ji qismê medeniyeta Awrûpayê ya xebîs û pîs diherike tê, di sine û sîngê wê de, cîh nagre. Nexwe, pêkanîna karekî şoreşane û înqilabwarî ya di nav alema Îslamê de, girêdayî înqiyada bi dustûrên Îslamiyetê ne, wekî din nabe. Him nebûye. Ku bûbe jî, zû mirî ye û temirî ye.

    Ya heyştan: Di serdemeke lerzîn û veçirîna medeniyeta Awrûpayê ya sefîhane de ku bûye sebebê zeîfiya dîn û di zemanekî nêzîkbûna zuhûra medeniyeta Quranê, bi awakî laqeydane û îhmalkarane, karekî bikêr, nayê kirin. Lê karê menfî yê texrîbkarane jî, jixwe îhtiyaca Îslamê ya ku marûzê evqas derbeyan bûye, pê tune ye.

   Ya nehan: Yên ku evê muzefferiyeta we ya Herba Îstiqlalê û xizmetên we yên hêja teqdîr dikin û ji dil û can ji we hez dikin, tevaya xelqê misilman e. Û xasma, tebaqa ewam e ku muslumanên samîmî ne. Ji dil ji we hez dikin û piştevaniya we dikin û minnettarê we ne û fedakariya we, teqdîr dikin. Û hêzeke hişyarbûyî ya dijwar û mezin, pêşkêşî we dikin. Li ser navê mesleheta Îslamê zarûrî ye ku hûn jî, emrên Quranê pêk bînin û bi wan re têkildar û hevkar bin. Wer ne, ger muqellîdên fireng û bedbext û bêeslên ku xwe ji Îslamiyetê kirine û bengî û heyranê Awrûpayê ne, li ser xelkê musluman re bigrî, ji ber ku ev dijê mesleheta Îslamê ye; alema Îslamê, dê nezera xwe bizîvirîne ber bi alîkî din û ji dereke din hêvîdar û medetxwaz be.

   Ya dehan: Di rêyekî de, ji deh payan, neh payê wê de, îhtimala helaketê û yek îhtimaleke xelasiyê hebe; dînekî cesûrê ku “xwîna wî ketiye çavê wî” lazim e ku di wê rêyê de, here. Aniha, pêkanîna ferzên dîn de, wek nimêja ku ji bîst û çar sietan, tenê sietek digre, ji sedî nod û neh îhtimala xelasiyê, tê de heye. Tenê bi sebeb xeflet û teraliyê, dibe ku yek îhtimaleke zerara dunyayê hebe. Hale hale, di terka ferzan de, nod û neh îhtîmalên zirarê hene. 

Tenê ji ber xeflet û dalaletê, yek îhtimaleke xelasiyê heye. Gelo ji bo îhmal û terka ferzan ku ji dîn û dunyayê re zirar e, bahane çî ye? Hamîyet û xîret, çawa musade dide?    

   Baxusûs, kar û kirinên evê koma mucahîdan û evê meclîsê, tên teqlîd û teqîb kirin. Dê millet qusûrên wan, yan teqlîd bike û yan jî tenkîd û rexne bike. Her du jî, zirar in. Nexwe di wan de, huqûqullah, huqûqa îbad û însan jî, îhtiwa dike. Bi merivên ku guh nedin xeber û delîlên bêhed ku sirra tewaturê û îcmaya ummetê îhtiwa dikin û wehmeke ku ji safsataya nefsê û wesweseya şeytan tê, qebûl dikin ve, kar û xebateke heqîqî û ciddî, pêk nayê.

   Bingeh û binyada evê înqilaba mezin, xurt û qewîn divê. Şexsê manewî ya evê meclîsê –bi sebeb quweta ku di dest de ye– maneya hukumdarî û rêvebiriyê, hildaye ser milê xwe. Ger bi îmtisal û rewacdana şearê Îslamê, maneya xîlafetê jî, bi wekaletî hilnede ser milê xwe; meclîs îhtiyaca dînî ya evî milletê ku ji bo heyatê muhtacê çar tiştan e, lêbelê bi ananeya dewamdar, di rojê de, herî kêm pênc cara muhtacê dîn e û fitreta wî xerab nebûye û bi hewa û hewesên medeniyetê, îhtiyaca ruhiya xwe ji bîr nekiriye, têr û tetmîn neke; bivênevê, ew xîlafeta ku we qebûl kiriye, dê li bal wan, îbaretê ji lefz û nav, bimîne. Ji bo domandina wê maneyê jî, dê quwetê jî, bide. Hal ew hal e ku, quweteke awha ku di destê meclîsê de nebe û bi rêya meclîsê nebe, dê bibe sebebê xerabûna yektiyê. Xerabûn û hevdaketina yekitiyê jî, dijê ayeta

وَاعْتَصِمُوا بِحَبْلِ اللّٰهِ جَمِيعًا ê ye. Dem, dema cemaetê ye. Şexsê manewî ku ruhê cemaetê ye, bi hêztir û xurttir e. Û qadirtir e, ji tenfîz û tetbîqa ehkamê şer’î re. Xelîfeyê şexsî, bes bi piştgiriya wê, dikare wezîfan pêk bîne. Şexsê manewi ku ruhê cemaetê ye, gava musteqîm be, pir zêde rewnaq û kamil dibe. Şayet xerab û fena be, zehf zêde, xerab dibe. Qenciya şexsan û xerabiya wan jî, hindik e, mehdûd e. Lê ya cemaetê, bêhed e. Qenciya ku we li hemberî derva qezenc kir, bi xerabiya li hundur ve, hevda nexin û hilneşînin. Melûmê we ye ku dij û dijmin û neyarên we yên ebedî, şeaîrê Îslamê xerab dikin. 

Êdî ku wusan e, wezîfa we ya zarûrî, îhya û vejîn û hifza şeaîran e. Wer ne, hûnê bi nezanî, alîkariya dijminê zana bikin. Sistî û qelsî ya derheq şeaîr de, jarî û zeîfiya mîlliyetê, nîşan dide. Zeîftî jî, dijmin nade sakinandinê, dir û gur dike.

حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ

نِعْمَ الْمَوْلٰى وَنِعْمَ النَّصِيرُ

Çavkanî: Weşanxaneya Zehrayê Pirtûka Mesnewî Nurîye

Lînk: https://zehra.com.tr/kitapoku.php?id=20&sayfa=121

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply