Dengê Heywanan

(Li gundê me. Hewrê/Licê/Amed)

Ga dibore.
Manga diore.
Gur dizûre.
Ker dizire.
Hesp dihîre.
Şamik dikûre.
Mirîşk diqare.
Bizin dibare.

Bizin dimehe.
Mêşin dimehe.

Kûçik diewte.
Kûçik direyî.

Pisîng miyaw dike.

Çûçik vîçvîç dike.
Kew wîtwît dike.

Kew dixwîne.

Legleg leq leq dike.

Rovî waq waq dike.

Hemîd Hewrewî

———–

borîn (borebor): ga.
çivtîn-çiftîn: çûk, mişk.
ewtîn (ewteewt): kûçik.
fişîn (fişefiş): mar.
girijîn: kûçik.
hîrîn (hîrehîr): hesp.
hokîn (hokehok): hokehoka şivanan e.
kalîn (kalekal): berx.
kazîn (kazekaz): kazekaza kûçikan.
kûzîn (kûzekûz): se-kûçik.
melîn (melemel): pez.
mirijîn (wekî, dimirije tê bilêvkirin): gefxwarina kûçikan.
mirîn (miremir): pisîk.
newîn (newenew): pisîk.
nirîn (nirenir): deve-gamêş.
orîn (oreor): dewar.
qarîn (qareqar): qaz, quling.
qebîn (qebeqeb): kew.
qibeqib: şêr.
qijeqij: qijik.
qurîn (qurequr): beq.
şihîn: hesp.
varîn (varevar): mirîşk-cûcik.
vîçîn (vîçevîç): çûk, teyr.
vingîn: mêşa hingiv.
vizîn: kelmêş-moz.

*tirsik.net ê hat standin

Etîket: Ajal, heywan, Polylang KMR, raman

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Ziman, Hebûna Netewan e

Razên Nivîsa Afirîner

Çend Kesayetên Kurdan

Fîlmên Yilmaz Guney

Zorabê Hêtîm Ber bi Zorab Efendî ve

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle