Pîj

Ez Hemê Mihemedê Memê me.
Li vê dinê derewîn min xwest ku ji etika xwe Zêwê Husê re pîjekî bistînim.
Wî zemanî, yanî sed salî berê em koçer bûn, ji bo pêdiviyên xwe diçûn Meletiyê.
Mal û warên me li Çiyayê Spî bûbûn.
Em li bakûrê Çiyayê Spî diman, rûyê ber bi Meletiyê bû.
Meletî hîn nêzîkê cîh û warên me bû.
Etika min ji min re gotibû: “Lawê min, Hemê min, gava ku tu çûyî Meletiyê ji etika xwe re pîjekî bistîne. Pîjê min tune”.
Perê min tune bûn.
Wî zemanî feqirîyê konê xwe li ser kesî, li her derê vegirtibû.
Me pênir dibir Meletiyê û difirot.
Bi pereyên pênir debara xwe dikir.
Min ji etika xwe re gotibû: “Ez ê ji etika xwe re pîjekî baş distînim. Pîjekî nû û çê. Pîjekî ji zemên re didanên xwe dipijîne.”
Ez çûbûm Meletiyê.
Li çarşiyê kevn şûna pênirfiroşan hebû, em diçûn wir.
Min pênira xwe firot.
Heman çûbûm dikanekê.
Min ji etika xwe re ew pîja -ku hûn niha resma we dibînin- stend.
Pir şa bûbûm.
Min li vê dinê derewîn, ji etika xwe re diyarîyek mayînde kiribû û we bi wî pîjî ji me re xalî û balîf çêkiribana.
Pîştre min dît li ber mirina xwe, etika min ew pîj diyarî Aşê Memê Sanê kir.
We jî ew pîj daye keçika xwe.
Siftê etika min mir, piştre ez mirim.
Pîj li dû me ma, li dûrî Çiyayê Spî û li deşta Keysûnê.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply